Pekoz: Em ê Rojhilatek Navîn a cihêreng bibînin

img
ENQERE – Pisporê Rojhilat Navîn Mustafa Pekoz diyar kir ku di demên pêş de wê bi Rojhilatek Navîn ya cihêreng re rûbirû bimînin û peyama “yekîtiya kurdan” a Ocalan jî ji bo guhertina Rojhilata Navîn daye.
 
Pisporê Rojihlata Navîn Dr. Mustafa Pekoz geşedanên li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.
 
Pekoz bal kişand ser daxuyaniya “Divê hemû hêzên biyanî (Îran, Tirkiye û DYA) ji sûriyê vekişin” a Nûnerê Amerîkayê yê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey û wiha got: “Polîtîkavanên Amerîka yên li karê derve dinêrin dem bi dem gotinên wiha digotin. Lê ev cara yekemîn e ewqas zelal hat destnîşankirin. Navê Tirkiyê û Îranê hat ziman. Got heke ev her du hêz ji ver derkevin wê pirsgirêk bi hêsanî were çareserkirin. Ev tenê ne nêrîna Jeffery e. Nêrîna siyaseta girînga a DYA’yê ye. Ez vê nêrînê jî wek hêza ji nûve teşekirina hevsengiya li Rojhilata Navîn dibînim. Tenê ne derketina ji Sûriyê ye. Di heman demê de tê wê maneyê ku Îran ji axa Iraqê derkeve. Her wiha bi taybetî tê maneya ku Tirkiye ji bo têkiliyê xwe û Başûrê Kurdistanê ji nûve dizayn bike. Di van çarçoveyan de meriv dikare daxuyaniya Jeffery, di tîrmeh û tebaxa pêşiya me de wek peyama ji nûve teşekkirina Rojhilata Navîn bixwîne û bibîne.”
 
Pekoz got vekişandina Amerîka ya ji Sûriyê jî dê piştî hevdîtinên li gel Rûsya pêk bîne bi encam û diyar bibe.
 
BAREGEHA NÛ YA ESKERÎ
 
Pekoz da zanîn ku Amerîka li Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin guhertinan dike û got: “Dilê Amerîkayê heye piştî girtina baregehên xwe yên li Iraqê, niha jî navenda baregehên xwe yê nû bike Başûrê Kurdistanê.”
 
OPERASYONA LI DIJÎ HEŞDÎ ŞABÎ
 
Pekoz diyar kir ku li gorî hin amadekariyên Amerîkayê yên li Başûrê Kurdistanê tên dîtin jî ku dibe li dijî Heşdî Şabî operasyonek were destpêkirin.
 
GEŞEDANÊN LI ZÎNÎ WERTÊ
 
Pekoz bal kişand ser geşedanên li Zînî Wertê ya Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha got: “Amerîka bi armanca ewlehiya baregeha eskerî ya li Başûrê Kurdistanê, dixwaze qadek 100 kîlometere veguherine şerîda ewlehiyê û dixwaze ewlehî di destê di wê de be. Di vî warî de jî pêşmergeyan şandin Zînî Wertê. Komkirina pêşmergeyan a li Zînî Wertê rê li ber krîzek di navbera PDK, YNK û PKK’ê vekir. Lê meseleya esas ew e ku ku dê tansiyona li herêmê çawa were kêmkirin. Bicihkirina pêşmergeyên PDK’ê yên li Zînî Wertê bêtir wek stratejiyek ewlehiyê ya Amerîka ku dixwaze PDK’ê wek pozîsyonek li dijî YNK’ê û Qendîlê bikar tîne. Di demên pêş me de hêzên leşkerî yên Amerîka ku werin vê herêmê wê me şaş neke. Ya esas li wir ewe ku Amerîka dixwaze ewlehiya xwe li wir bicih bike û pergala parastina xwe ya hewayê biparêze.”
 
Pekoz da zanîn ku dê Amerîka nehêle ku Tirkiye li herêma Zînî Wertê bicih bibe û vê yekê nepejîrîne.
 
‘WÊ ROJHILATEK NAVÎN A CIHÊRENG DERKEVE HOLÊ’
 
Pekoz nirxandina xwe wiha domand: “Heke pêvajo baş neyê xwendin, wê bandorek neyînî li ser Başûrê Kurdistan, Qendîl û Rojava bike. Wê Başûrê Kurdistanê bi awayekî fîlî bikeve pêvajoya fermî ya pozîsyona dewletê. Wê yên herî zêde li hember vê derkevin Îran û Tirkiye ne. Wê guhertina sînor bikeve rojevê. Dibe ku ji ber têkiliyên Tirkiyê yên bi welatên rojava û Amerîka re dibe ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dîsa pêvajoya çareserî û aştiyê bîne rojevê. Lê wê dîsa têkiliyên jeopolitik û naskirina sînorên erdnîgarî dibe dîsa were rojevê. Em ê di dema pêşiya me de bi Rojhilatek Navîn a cihêreng re rûbirû bimînin.”
 
PEYAMA OCALAN
 
Pekoz bal kişand ser peyamên “Yekîtiya Kurdan” ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ocalan dibîne ku li Rojhilata Navîn teşekirinek nû heye. Her wiha dibîne ku navenda vê guhertinê jî Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Yên li derve jî vê yekê baş naxwîne. Ocalan fersendek e. Heke di navbera kurdan de pevçûnek biqewime wê ev fersend ji dest biçe. Ez wisa dixwînim. Ji bo vê yekê dibêje ‘Meseleya Zînî Wertê di vê terzê de negirin dest. Rûnên û meseleye çareser bikin.’ Yanî dibêje ‘bi awayek hêzdar derkevin pêşberî hêzên navnetewî.”
 
‘OCALAN JI KURDAN RE DIBÊJE BIBIN YEK’
 
Pekoz destnîşan kir ku Ocalan van geşedanên diqewimin dibîne û dixwîne û wiha got: “Rexneya wî ya ‘dikan biçûk be jî bila ya min be’ ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir jî divê mirov wiha fêm bike. Dibêje ewilî di navbera xwe de dewlemendiyekî çêbikin, bi ENKS’ê re diyalogê bidin destpêkirin û wan tev li pêvajoya heyî bikin. Yanî tenê ne li ser maseyan hevdîtinê bikin. Rexneya Ocalan kir tenê ne ji bo nîqaşa hêza leşkerî ye. Tam berevajî vê yekê Ocalan di warê polîtîk û dîplomatîk de ji bo hêzkirinê pêşniyazek pêşkêş dike. Hêzên navnetewî ji bo pozîsyona xwe ya li Sûriyê ji nûve diyar bikin, ji bo gavên nû bi qasî ku peyam dide Başûr û Qendîlê peyam dide Rojava jî. Ji bo vê yekê Ocalan dibêje ‘mezin bifikirin, bila çareseriya we jî mezin be.’ Bi qasî ku ez dixwînim, Ocalan dibîne ku wê li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû li pêş bikeve û dixwaze di vê serdemê de kurd hemû bi hev re tevbigerin û xwe bikin yek hêz. Dibêje ku wê ev yek bandorek pozîtîf li ser Tirkiyê jî bike. Her wiha di nav hevokên xwe de çareseriya siyaseta demokratîk destnîşan dike.”
 
MA / Selman Guzelyuz
 
 
 

Sernavên din

08/05/2020
13:16 393 jinan bang kirin: Em dixwazin qanûna înfazê bê guhertin
12:57 Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxile kirin
12:41 Îdîaya li Arnavûtkoyê zaroka 13 salî rastî tacîzê hat
12:04 Polîsan mudaxileyî girseya merasîma cenazeyê Gokçek kirin
11:43 Şewba Kovîd-19 li Girtîgeha Sîlîvrî belav bû
11:09 Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê hişyariya pêla duyemîn kir
11:01 Li Cîhanê hejmara kesên bi vîrûsê ketin nêzî 4 mîlyonî bû
10:09 Polîs meşa ji bo Gokçek asteng dikin
09:54 Girtiyê nexweşîna şîzofren nayê berdan
09:14 Ji bo girtiyê nexweş Fîlîz serî li sê saziyên pêwendîdar hat xistin
09:14 Karkerên tirkiyeyî yên li Tanzanyayê bang li rayedaran kirin
09:13 Alaca: Armanca me em vî bajarî bikin bajerekî ku jin karibin bi rihetî bijîn
09:12 Dayikên Girtiyan: Bi azadbûna zarokên me hemû roj rojên dayika ne
09:11 ‘Heke daxwazên wan pêk neyên wê bikevin rojiya mirinê’
09:05 Işik: Pêdivî bi analîzên Ocalan heye
09:05 Dadgehê cezayê kiryarên 2 zarokan kêm kir
09:05 Dayikên tenduristvan: Ji ber xebatê em zarokên xwe nabînin
09:04 Dayika Irmakê: Beriya Roja Dayikan ceza li keça min birîn
09:04 Zarokên wan li nav erdan mezin bûne
09:03 Remezan hatiye lê dilmayî ne
09:03 Li Serhedê 7 hezar malbat bûn 'xwişk û bira'
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN
08:51 Li Tahranê erdhej pêk hat
07/05/2020
19:54 Li Tirkiyeyê 57 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan
18:18 Tirkiye dîsa av ji ser Hesekê qut kir
17:15 Zabita Şivan ceza kir
16:33 Pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye
16:22 Îdîanameya rojnamegeran hat qebûlkirin
16:05 Rapora Komîsyona Jinan a 4 mehan: Mafê 204 jin û zarokan binpê bû
15:34 2 ciwanên HDP'î hatin berdan
15:15 SES: Tedbîr kêm in, kar û bar zêde ye
15:07 KESK: Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên pîşeyî bikin
14:38 Çima girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê nayên tedawîkirin?
14:31 Komeleya Jinê ya Rosayê ŞOK market boykot kirin
14:26 Hat îdiakirin ku di kêliya welidandinê de tundî hatiye kirin
13:58 Îbrahîm Gokçek jiyana xwe ji dest da
13:20 HDK'ê banga 'bêalîtiyê' li AYM'ê kir
12:38 Ayşe Acar Başaran: Dixwazin nasnameya kurdan li ser goristanan tune bikin
12:23 Şere bi miriyan re nayê qezençkirin
12:00 Koç: AYM dikare nîşan bide ku Qanûna Bingehîn heye
11:39 Îpekyuz: Çavkaniyan li şûna şer ji bo civakê xerç bikin
11:29 Me gorên qurbaniyên Covîd-19’ê yên li Stenbolê yek bi yek jimart
11:27 Bavê Dînç: Di pişt û qirika wî de şop hebûn
10:48 KCD: Bi erêkirina cezayê Irmak li hemû gelê Kurd ceza hatiye birîn
09:57 Li Zînî Wertê li xwe mikûr hatin heye, paşde kişandin nîne
09:36 Gardiyan tif dikin û bijîşkê revîrê jî biçûk dixîne
09:21 Mala wan vikîvala ye, zarokê wan ê felcî li erdê ye
09:20 Karkerên ku bibin Tanzanyayê perişan in
09:19 Ji bo girtiyê nexweş Kaya serî li AYM'ê dan
09:19 Piştî mir û şûnde nû kirin hemwelatî
09:18 Herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê ambargoyê
09:18 Wextê kerenga dest pê kir
09:17 Acînîklî: Divê heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê
09:16 Dayika girtî: Bila AYM vê bêedaletiyê sererast bike
09:15 Piştî qeyûm parka Ekîn Ceren kirin navenda nîjadperestiyê: Ya sev ya terk et!
09:15 23 girtî di heman odeyê de dimînin
09:14 Rojnamevan Turfent ê girtî: Îzolasyoneke dijwar dest pê kiriye
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2020'AN
06/05/2020
19:11 Li Tirkiyeyê 3 hezar û 584 kes bi Covîd-19 mirin
17:01 ÎHD: Binpêkirina mafê definkirinê ye
16:46 Banga lezgîn: Girtiyên di rîskê de berdin
16:22 HDP’ê banga eşkerekirina revandina Kûyûn li Waliyê Wanê kir
15:44 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:35 Sabrî Kaya yê girtî cara 15'emîn rakirin nexweşxaneyê
15:19 Rêxistinên ciwanan her sê şoreşgeran bi bîr anîn
15:18 TMMOB: Em gavan paşve navêjin
15:17 Rêveberên HDP û DBP'ê malbata Dînç ziyaret kirin
14:33 Odeyên Bijîjkan ên Herêmê: Em ê bicihanîna pêwîstiyên bijîjkiyê berdewam bikin
14:17 Baroya Amedê: Em ê bi 130 hezar hevpîşeyên xwe re li ber xwe bidin
14:10 Li goristanê bang kirin: Soza me ya ji bo Denîzan dê bidome
13:34 Rêveberê TÎHV’ê Ustercî: Divê qanûna înfazê ji nû ve bê sererastkirin
13:26 Endama Meclîsa Şaredariya Hezoyê hat berdan
13:25 Şandeya HDP'ê li Qersê ye: Tehemulê xebatên gelparêziyê nakin
13:25 HDP: Em ê her tim ruhê pêşeng ên Denîzan bibîr bînin
13:09 Wezaretê mifteyên konûtên teslîmî xelkê kiribûn paşde xwest
13:08 Girtiyê nexweşê giran Kaya: Êdî taqeta min nema
13:08 Xizmên windayan: Em li dijî bêedaletiyê bêdeng namînin
12:20 ‘Tarhan bila dîsa were girtin’
12:10 4 kesên Denîz Gezmiş bibîr anin hatin binçavkirin
12:01 Gotinên Denîzan îro jî derbasdar in
11:37 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Kûyûn
11:36 122 Rêxistinan gotin: Destê xwe nedin Qersê
11:21 Pekoz: Em ê Rojhilatek Navîn a cihêreng bibînin
10:49 Li Sûrê mafê mal û milk xesp kirin: Midûriyeta Derdorê ya Bajar peyman binpê kir
10:39 Serokê ATO’yê: Asayîbûna zû wê hejmara weqayan derxe milyonan
09:33 ‘Li Fethiyê cihê JES’an nîne’
09:16 Mezinkirina piştevaniyê di destê mirov de ye
09:10 Dosya rojnamegeran di bin kulliyeya Serokomar de tê meşandin
09:10 Dozger xwest cezayê muebetê li Alinak bê birîn
09:09 Qeyûman tenê ji bo kolanekê bi milyonan pere xerc kirine
09:09 Ji ber 'qedexeyê' nikarin pincar berhev bikin
09:09 Li Sasonê topkirina destê ewil ê çîlekan dest pê kir
09:08 Dr. Abbasoglû: Tenduristiya karkeran ji însafa patronan re hatiye hiştin
09:08 Hechecîkan dîsa berê xwe dan Bismilê
09:08 Dadgeha Bilind cezayê li Selma Irmakê hatibû birîn pesend kir
09:08 Li Girtîgeha Rihayê ne tevdîr ne jî muxatab hene
09:07 ‘Nirxên misilmantiyê hatine winda kirin’
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2020'AN
05/05/2020
21:36 Cenazeyê Devran Dînç piştî 2 rojan defin kirin
21:13 13 baroyan bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir: qanûna betal bikin