Endama Meclîsa HDP’ê behsa kêliya revandina xwe kir

img

WAN – Endama Meclîsa HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn ku li Wanê ji aliyê kesên wek polîsan xwe dan nasîn ve hat revandin û gef lê hatin xwarin behsa wan kêliyan kir.   

 
Endama Meclîsa HDP’ê û Endama Desteya Rêveberya Ciwanên HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn duh êvarê li Wanê ji aliyê kesên xwe wek polîsan dabû danasîn hatibû revandin. Kûyûn qala wan kêliyan ji ajansa me re kir.
 
WÊ JI BAJÊR DERDIXIN Û DIBIN CIHEK BÊKES   
 
Kûyûn destnîşan kir ku duh saet di 15.00’an de li Cadeya Maraşê ji aliyê du kesên xwe wek polîs dane nasîn nasnameya wê hatiye kontrolkirin û pişt re wê li wesayîtê siwar kirine û wiha got: “Min li wesayitek plakaya 65 AAT 923 siwar kirin. Min got ‘Hûn min binçav dikin? Heke ev ne binçavkirin be tiştek ne hiqûqî ye.’ Min belgeya derbarê binçavkirinê de pirsî. Ji min re gotin ‘Binçavkirin nînen, lê li gorî rewşê diguhere.’ Ez li hember vê bêhiqûqiyê bêdeng mam. Ez bi wan re neaxivim. Bi wesayîtê min birin ser rêya Colemêrg-Elbakê. Min nebirin emniyetê. Min ji navenda bajêr derxistin. Nêzî saetek û nîv min bi rê de birin. Xwestin telefonê ji min bistînin. Lê min telefona xwe girt. Xwestin xebatên me yên partiye îlegalîze bikin. Gotin ku ew ê destûra xebatên partiya me nedin.”
 
‘EM Ê ÇEKEKÊ BIXIN ÇENTÊ TE Û TE BIAVÊJIN HEVSÊ’      
  
Kûyûn da zanîn ku ew di kongreya dawî ya HDP’ê de wek endama Meclîsa Partiyê hatiye bijartin û ji roja çûye Wanê heta niha gelek caran hatiye şopandin. Kûyûn diyar kir ku van kesan ewilî gotiye polîs in û pişt re gotine ku ew ne polîs in û wiha got: “Gev li min xwarin. Sê kesan min revand. Ewilî nasnameyên xwe polîsiyê nîşan dan. Pişt re gotin gotin ne polîs in û nasnameya wan sexte ye. Em di çend nokteyên polîsan de derbas bûn, nasnameya xwe ya polîsiyê nîşan dan û derbas bûn. Gotin ‘em di asta bilind dixebitin. Em dikarin we bibinin lê hûn nikarin me bibinin.’ Gelek gefan li min xwarin. Ji min xwestin ez vî bajarî terk bikim. Gotin ‘em ê destûrê nedin te ku tu li vir pergala bajêr xera bikî û bixebitî. Heke tu neçî, em ê te û yên wek te biavêjin hevsê. Ji bo me gelek hêsan e. Em ê niha çente vekin û çekekê bixinê. Em ê şopa tiliyan deynin serê. Em ê fotoyên te bigirin û bêjin ev kes dixwaze li dijî hêzên ewlekariyê sûîkastê pêk bîne. Em wisa bêjin û te biavêjin hevsê û tu yê bi salan di wir de bimînî. Qedandina xebata we ji bo me gelek rehet e. Tu yê heta cejnê tiştekî nekî. Tu yê biçî li mala xwe rûnê. Çawa ku qedexeya li bajêr biqede tu yê vî bajarî terk bikî û ji vir biçî.’ Pişt re min li wir berdan û çûn. Nêzî wir gundek hebû û ez meşiyam wir. Ez li hevalê xwe geriyam û hatin min ji wir hildan.”
 
DÊ GILÎ BIKE
 
Kûyûn bi bîr xist ku bûyerên wek viya gelek caran diqewimin û bêyî ew ê navberê bidin xebatên xwe dê bêwestan bixebitin û ew ê li dijî hemû zext û gefan xebat û têkoşîna xwe mezintir bikin. Kûyûn anî ziman ku piştî ew serî li Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Wanê bide dê bi rêya parêzerê xwe li dozgeriyê giliyê bûyerê bike.

Sernavên din

05/05/2020
19:25 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 520
17:52 Cenazeyê Devran Dînç 2 rojan li heviya otopsiyê tê rawestandin
17:07 Tora Têkoşîna li Dijî Bêcezakirinê: Sucdarên mafên mirovan bêceza hatin hiştin
16:46 Endama Meclîsa HDP’ê behsa kêliya revandina xwe kir
16:45 Êrîşa li dijî goristanan hat şermezarkirin: Destê xwe vekişînin!
16:20 Polîsan encumena Şaredariya Hezoyê bi lêdanê binçav kirin
16:14 Endama Meclîsa HDP'ê Kuyun hat revandin
15:42 TJA: Em bi Hevşaredar û gelê Qersê re ne
15:41 HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin
15:28 Gelo rast e ku li Mêrdînê testa 18 gardiyanan pozîtîf derketiye?
15:26 Oldaran bang li PDK'ê kirin: Hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişinin
15:06 Oluç: Îqtîdar dixwaze hişê mexdûriyetê ava bike
14:59 Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî meheke îşkence red kir
14:47 Hejmara 14’emîn a kovara Dilopê derket
14:31 DAIŞ'ê êrîşî artêşa Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin
14:20 ‘Ji kerema xwe dengê min bibihîzin’
14:10 Ma Muzîk îşev di twîtterê de hastaga #malihermalêye li dar dixe
13:55 Dede: Divê AYM nebe hevparê sûcê AKP-MHP’ê
13:51 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin
13:37 Ji bo Mala Artêşê ya ku JÎTEM’ê dihewand biryara hilweşandinê hat dayîn
13:35 Tîmtîk a di rojiya mirinê de ye 25 kîlo zeîf bû
13:07 Li Elmaliyê piştî bi salan kuncî hatin çandin
13:06 Di nîsanê de 220 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 Rapora 4 mehan a girtîgehan: Her ku çûye rêbazên tehdekar zêde bûne
12:20 HDP’ê bi sefîrên 18 welatan re hevdîtin pêk anî
11:44 ‘Ji gorên zarokên me çi dixwazin?’
11:44 Ziyareta Dolmabahçe bû ‘raz’ û gelê Kurd berdêla wê da
11:27 ‘Fermana xerakirina goran kê da?’
11:22 Îbrahîm Gokçek rojiya xwe ya mirinê bi dawî kir
10:33 ATO: Dema pirsgirêk hebe bazirganiya rûpoşan nayê qebûlkirin
10:28 ‘Heke em bi hev re li ber xwe bidin, em ê êrişan têk bibin’
10:28 Endamên berê yên Grûp Yorûmê ji bo Gokçek bang kirin
09:46 Pisporê Tenduristiya Ruh: Eşa hin kesan dibe serkeftina hin kesên din
09:21 Dersên kurdî yên onlîne rastî eleqeyê tên
09:20 Rêvebirên qulûban: Perê li ser navê me tê komkirin li ku ye?
09:19 Derdê welatiyan jî û derdê dermangeran jî maske ne
09:18 Li Mêrsînê piştevanî û alîkarî zêde dibe
09:18 Ji bo Stenbolê pêşniyara 'xebata pîlot'
09:11 Gunay: Hevdîtina bi telefonê fikaran ji holê ranake, divê heyete tebduristiyê biçe giravê
09:11 26 salan bi koçberî, zilm, zext, tundî û dorpêçê derbas kir
09:10 Melet: Pêwîste hevdîtina li gel Ocalan berdewam bike
09:09 PDK bi hinceta virûsê hat Zînî Wertê, lê 45 rojin qontrola vîrûsê nakin
09:08 ‘Xebata ku ji bo çawişê pispor hatî kirin bila ji bo Gulistanê jî were kirin’
09:00 Xwe bi tenûrê ji temasê rizgar dikin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
08:26 Li Mêrdînê gundek din kirin karantînayê
04/05/2020
20:52 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 461
19:22 Ahmet Şik ji HDP'ê veqetiya
17:52 Dadgehê ji bo 6 rojnamegerên girtî biryara skandal da
16:50 Dayika Karaman îsyan kir: Tenê 9 meh girtî ma û derket
16:27 Li Îzmirê vîrûsa Covît-19 gihişt 466 xizmetkarên tenduristiyê
16:10 Heyeta HDP’ê Gokçek ziyaret kir: Em Îbrahîm bidin jiyandin
16:09 Bi tena serê xwe çalakî li dar xist
15:46 Heta niha 150 kûsî ji Bendava Ilisûyê hatin rizgarkirin
15:09 Odeya Tabîban ji bo Prof. Dr. Dilmener merasimek li dar xist
14:54 Bultena Kovîd-19 a Şopandina Girtîgehan: Paşîva bê nan
14:46 'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin'
14:31 Birûskê şivan û 150 bizin kuşt
14:16 Ozgur Tarhanî yê Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman kuşt hat berdan
13:44 Odeya Bijîşkan a Stenbolê hişyarî da: Biryara xelet dê encamên giran bîne
13:43 Dezenfektanek biçûk bi 23 tl difiroşin girtiyan
13:30 Dersim Dag îstîsmarkirina zarokan bir rojeva Meclîsê
13:29 ‘Saet di 19.38'an de find pêxin û zêmar bibêjin’
13:23 Zema mazot, lastîk, aku, cezayê trafîkê dêke kirin, lê KDV danexistin
12:47 Korona bandorê li ser aboriyê dike û krîza 2008’an nêz dibe
12:10 11 hiqûqnasên pispor bang li AYM’ê kirin: Şaşiyan rast bikin
11:45 Dolar bû 7.0174 TL
11:41 Banga hevrûbûn û lêborîna Komkujiya Dersimê hat kirin
11:39 Rojnameger Henan: Tirkiye li Idlibê gelek tengezar bûye
11:11 KCD: Heta Kurd yekîtiya neteweyî ava nekin dê ji qetlieman rizgar nebe
11:04 ‘Ocalan li dijî ‘bedbîniya’ kapîtalîzmê şîfreyên dawîn ên çareseriyê dide’
10:40 HDP: Pêwîste dewlet ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze
10:39 Muftuoglû: Divê aktorên nû yen polîtîk derkevin holê
09:35 Hunermend Seîd Gabarî koça dawî kir
09:10 ‘Em hişmendiya goran xirab dikin ji serdema Osmaniyan ve nas dikin’
09:09 Dr. Bilek: Dibe ku piştî demekê xizmetkarên tenduristiyê zahmetiyan bikişînin
09:08 Berhemên ewil kom nekin dê çay di zeviyê de xera bibe
09:05 Kedkara malê: Nikarim kirê bidim
09:05 Ji mêran zêdetir dixebitin, lê ji mêran kêmtir distînin
09:04 Ji bo esker neşkîne kêliyê gorê rakir
09:04 Qala birayê xwe Mustafa kir: Berxwedan fêrî min kir
09:03 Girtiyê nexweş 14 caran rakirin nexweşxaneyê lê hêj girtî ye
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2020'AN
00:18 Baroya Colemêrgê: Em êrişên li dijî goristanan şermezar dikin
03/05/2020
23:19 Gabrîel: Me peşî li reva girtiyên DAIŞ'ê girt
23:10 247 wargeh ji qerantinayê rizgar bûn
20:27 Li Tirkiyeyê hêjmara miriyan gihişt 3 hezar û 397 kesan
19:47 Dê li Başûrê Kurdistanê 11 deverên pîşesaziyê ava bikin
19:32 Rejîma Îranê di 24 saetan de 2 kolber kuşt in
18:35 Nûnerên civakê ‘Însiyatîfa Gel ji bo Yekitiya Refa Kurdî’ ava kirin
15:19 Wezaretê rêwîtiya nava bajaran rojek din qedexe kir
15:01 Bertek nîşanî girtiyan Kîlîs ê EMEP’ê dan
14:59 Hêjmara nû ya Kovara Moderniteya Demokratîk derket
14:48 Rapora Girtîgeha Patnosê: Bi ava qirêj paqijiyê dikin
13:54 Ji bo ronîkirina Terteleya Dersîmê dê komîsyona heqîqetê bê avakirin?
13:31 Tevgera Nifşê Nû: Eger projeya me neyê pêkanîn em ê dest bi çalakyian bikin
13:18 ÎHD’ê têkildarî 3’yê Gulanê daxuyanî da
12:50 'Miduriyeta Ewlehiyê ya Hewlerê gefa kuştinê li Mazlûm Dag dixwin'
12:49 Tora Mafên Mirovan: Zeyneb Celaliyan avêtine beşa karantînayê
12:36 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya: Çiqas me bigirin jî em ê serî hildin