Ji malbatên girtiyên nexweş banga ji bo vîrûsa koronayê: Girtiyên me tavilê berdin

img

AMED - Metirsiya ku vîrûsa koronayê li girtîgehên Tirkiyê belav bibe zêde dibe. Malbatên girtiyên nexweş ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê bang li rayedaran kirin û xwestin di destpêkê de girtiyen nexweş û hemû girtî tavilê werin berdan.

Vîrûsa koronayê ku hemû cîhanê kiriye bin bandora xwe, li Tirkiyê jî belav dibe. Li gorî daneyên fermî li Tirkiyê bi 670 kesî re vîrusa koronayê hatiye dîtin û 9 kesan jî ji ber jiyana xwe ji dest daye. Li aliyekî vîrûsê belav dibe û li aliyekî jî bergiriyên hikumetê eşkere dike kêm tên dîtin û dibin sedema bertekan. Yek ji cîhên ji ber vîrûsê herî bi fikar jî girtîgeh in. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) di girtîgehan de 457 jê giran hezar û 333 girtiyên nexweş hene. 
 
Malbatên girtiyên nexweş ên Siddik Guler, Mehmet Emîn Ozkan û Azîz Ok derbarê metirsiya şewba vîrûsa koronayê de diyar kirin ku ji rewşa girtîgehan bi fikarin û ji ber ku di girtîgehan de xetereya belavbûna vîrûsê heye divê demildest di serî de girtiyên nexweş û hemû girtî werin berdan. 
 
‘JI BER NEXWEŞ E, NIKARE BI TENÊ BIJÎ’
 
Girtiyê 80 salî Siddik Guler ku 21 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bike. Guler, di sibata 1994’an de bi sûcdariya “Yekitiya dewletê xira kiriye" tê girtin. Piştî guhertina qanûnan a di sala 2004’an de hat berdan. Ji heman sûcî di sala 2009’an de dîsa hat girtin û hêj girtî ye. Guler di van 21 salan de 10 caran ji girtîgehan hatiye sirgûnkirin. 
 
Keça Guler, Ayşe Guler diyar kir ku bavê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bi tenê bijî û wiha got: “Bavê min piştî kete girtîgehê nexweşî pê re peyda bûn. Nexweşiya dil pê re heye, ji ber wê du caran anjiyo bûye. Nexweşiya kronîk a bayê pê re heye. Carekê ji çavên xwe jî emeliyat bûye. Yekî temenê wî 80 salî û nexweş çawa li xwe binêre?"
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ HEMÛ WERIN BERDAN’
 
Guler da zanîn ku di hevdîtinên vekirî de bavê wê bi girtiyên FETO’yê re derdixin û wiha got: “Bavê min ji ber ku nexweşiyên kronîk pê re hene ev vîrûs ji wî re xeter e. Jixwe ev şewb bandorê li ser kesên extiyar dike. Di girtîgehan de jî şert û mercên ku li wan binêrin tune ne. Ji ber çûn û hatina girtîgehê pir e dê bandoreke zêdetir li ser wan çê bibe. Ji ber vê yekê rojekê beriya rojekê dixwazim bavê min û girtiyên wek wî yên nexweş hemû werin berdan. Cihekî wekî Îranê jî girtî berdan. Ji ber vê dixwazim girtî bi giştî werin berdanê. Çareseriya vê nexweşiyê tune ye. Banga me ji rayedarên dewletê heye ku girtîgehan vala bikin û çareseriyekê bibînin.”
 
‘BAVÊ MIN BI ALIKARIYA BIRÊ MIN DIKARE BIAXIVE’
 
Girtiyê nexweş ê 80 salî Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) jî bi angaşta têkiliya wî bi kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin ê li navçeya Licê ya Amedê di 22’yê Cotmeha 1993’an de hat kuştin heye û 23 salin girtî ye. Ozkan heta niha li 7 girtîgehan maye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de bi kurê xwe Ahmet Ozkan re dimîne. Tevî ku rewşa nexweşiya Ozkan girane jî nayê berdan. 
 
Keça Ozkan, Selma Ozkan jî diyar kir ku di 16’ê adarê bi telefonê bavê xwe re axiviye û wiha got: “Bavê min bi alîkariya birê min yê ku li cem wî dimîne dikare biaxive, guhên wî baş nabihîsin. Nexweşiyên wî yên dil, tansiyon, guatir a bi jehr, helîna hestiyan, nexweşiyên rûvî û gurçikan, pirsgirêkên dîtin û bihîstinê û windakirina kîloyên zêde hene. Pîr e, nexweş e û di şertên girtîgehê yên awarte de dijî.”
 
‘TEVÎ KU RAPORA WÎ HEYE JÎ BERNADIN'
 
Ozkan destnîşan kir ku bavê wê nikare tena serê xwe xwarin bixwe, serê xwe bişo, tiraş bibe, biçe daşirê û wiha got: “Bavê min ji ber pirsgirêkên dijî, muhtacî lê nêrînê ye. Mirovekî wiha pîr û nexweş divê demildest were berdan." Ozkan bi bîrxist ku ji bo ku bavê wê were berdan serî li Wezareta Dadê û Serokkomariyê dane lê tu encam negirtin û got: “Bavê min gelek caran birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê lê ji ber nêzikatiya îdeolojîk rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ danê. Di 25’ê gulana 2015’an de Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, rapora ji sedî 87 astengdar e da bavê min. Lê piştî çar salan di 27’ê adara 2019’an de heman nexweşxaneyê rapor daxist ji sedî sifirê û rapor kirin ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Ev biryar bi temamî siyasî ye.”
 
‘GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’
 
Ozkan da zanîn ku berdewama rewşa girtîkirinê ya bavê wê êrişkirina mafê jiyanê ye, terkkirina mirinê ye û wiha got: “Em wek malbata wî bi fikar in û dixwazin demildest were berdan. Dewlet ji jiyana girtiyan berpirsyar e. Lê dewlet girtiyên nexweş bi polîtîkayên qetilkirinê û tecrîdkirinê li ber çavan mirovan terkî mirinê dike.” 
 
'HEKE VÎRÛS LI GIRTÎGEHAN BELAV BIBE BERPIRSYAR RAYEDAR IN’
 
Yek ji girtiyên nexweş Abdulazîz Ok e. 27 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê tê ragirtin. Li Ok nexweşiyên sinûzît, bronşit, nexweşiyên mîdeyê û nexweşiya diran peyda bûne. 
 
Malbata Ok diyar kir ku di 17’ê adarê de bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivîne. Malbatê da zanîn ku lawê wan gotiye "Ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê rayedarên girtîgehê tu tedbîr ne girtine. Ji derveyî taloqkirina neqil û hevdîtinên vekirî û dezenfekta qawîşan tu tiştek nekirine. Li Îranê û hin dewletên din girtî berdane lazim e Tirkiye jî girtiya berde. Qet nebe divê girtiyên nexweş û kesên xeteriya wan hene divê werin berdan. Heke nexweşiya vîrûsa koronayê li girtîgeha belav bibe û girtî jiyana xwe ji dest bidin sebebê vê yekê rayedarên berpirsyar in û nikarin hesaba vê yekê bidin.”
 
Malbata Ok anî ziman ku ji ber ku girtîgeh ne paqij in û xetereya belavbûna vîrûsê heye divê demildest girtî werin berdan û girtîgeh werin valakirin.
 
MA / Fahrettîn Kiliç 

Sernavên din

21/03/2020
11:47 Li Çewlikê 3 kes hatin binçavkirin
11:34 Ajokarên TIR'an ên deriye Xabûrê di rîska vîrûsa corona de dijîn
10:53 Bi teker û meşaleyan Newroz pîroz kirin
10:37 Bergiriyên wezaretê yên vîrusê HDP’iyan nehewand
10:37 Calman a nexweşa KOAH'ê hefteyê 3 caran îmze dide qereqolê
10:07 Bi vîrusê re bi hezaran kes bê kar man
10:07 Hevseroka Giştî ya SES'ê Erden: Karê xizmetkarên tenduristiyê yên îxrac bûne bidin wan
09:34 Sabûnê ji ava gola Wanê çêdike û li cîhanê belav dike
09:10 Li parêzer dan, dozgeriyê jî der barê wan de biryara neşopandinê da!
09:10 Aborîzan Sonmez: Vîrusa coronayê pergala kapîtalîst daye ber lêpirsînê
09:06 Ji malbatên girtiyên nexweş banga ji bo vîrûsa koronayê: Girtiyên me tavilê berdin
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2020'AN
20/03/2020
23:39 Peyama Mezlûm Ebdî ya Newrozê
23:27 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin bû 670
23:08 Li çar hawirdorê Rojavayê Newroz hat pîrozkirin
22:45 Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Me kîteke ku di demeke kurt de coronayê teşxîs dike dîtiye
22:17 Li Stenbolê ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes li şaneşînan Newrozê pîroz kir
21:53 Newroz 'li her derî' bi coşeke mezin tê pîrozkirin
21:08 Amediyan Newroz pîroz kir
19:05 Zarokan agirê Newrozê pêxist
18:56 Şîmonî Dîrîla ku 69 roj in windabû, cenazeyê wê hat dîtin
18:51 Agirê Newrozê li gundan geş dibe
18:47 Li Mêrdînê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin
18:15 Li Çiyayê Erekê Newroz pîroz kirin
17:06 Başak Demîrtaş: Berî dereng bikeve em dengê xwe bilind bikin
16:57 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:40 HDP’ê xwest malbatên li ber avahiya wan bên rakirin
16:27 Ji pîrozbahiya Newrozê re çend saet man
16:11 Kesekê ku tacîzî zarokekê kir hat binçavkirin
15:38 Li Wan, Bedlîs û Mûşê banga pîrozbahiya Newrozê hat kirin
15:36 Kesên ji Îtalyayê hatin Çewligê testa wan nehat kirin!
15:10 Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Çelîk: Kelûpelên parastina li nexweşxaneyan kêm in
14:53 Ceylan: Wê îşev dîmenek bi heybet derkevê holê
14:27 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
14:18 Li Girtîgeha Tîpa L a Espiyê 3 girtî ketin greva birçîbûnê
14:09 Li ser nerazîbûna xelkê DEDAŞ’ê ceryana gundan berda
14:08 Pakêta Darazê ya Duyemîn pêşkêşî Meclîsê hat kirin
13:56 Rêxistinên civaka sîvîl: Girtiyên nexweş, zarok û siyasî serbest berdin
13:50 MLSA ji bo berdana 5 rojnameger û aktîvîstek serlêdan kir
13:35 TTB’ê anketa nirxandina rîska vîrûsa korona amade kir
13:32 Gunay: Em ê Newrozê li malên xwe pîroz bikin
13:31 TJA: Em li her derê Newrozê pîroz bikin
13:30 ‘Di rojên koronayê de ji rojnamegeran re azadî’
12:15 Pêşketinên dawî yên vîrûsa koronayê: Hejmara miriyan 10 hezarî derbas kir
11:53 Hatîp Dîcle: Ocalan têkoşîna azadiya kurd weke têkoşîna Newrozê dibîne
11:30 TUÎK: Hejmara bê karan gihişt 932’yan
10:57 ‘Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên 12’yê Îlonê di dewrê de ne’
10:37 Şakar: Nêzîkatiya herî adil pêkanîna azadiya Ocalan e
10:19 TUAYDER: Divê hemû girtî demildest bên berdan
09:40 Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Li girtîgehan tiştek biqewime berpirsiyar îqtidar e
09:20 Dr. Yerlîkaya: Li dijî vîrusê têkoşîna herî bibandor îzolasyona civakiyî ye
09:20 Xizmên girtiyan: Ji tirsa ku dê tiştek bê serê zarokên min xew bi çavê min nakeve
09:19 AYM got, dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' şidetê teşwîq nake
09:19 Wê Komeleya Jinê ya Starê li dijî şidetê bitêkoşe
09:19 Bi xaliyên kevin berzendikan, ji keviran tabloyan çêdikin
09:18 Heftê tenê maskeyekê didin karkerên tekstîlê!
09:17 Hediye Yûsûf: Li Idlîbê du rê li ber Tirkiyeyê hene
09:17 Hê jî di dosyeya Kûrkût de edalet pêk nehatiye
09:16 Mele Ebdullah: Li dijî cenazeyan nijadperestî tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2020'AN
00:31 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin gihişt 359'an
19/03/2020
17:56 Li Idlibê 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
17:26 Girtî ji bo bên berdan bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan
16:33 Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû
16:26 Rêyên Qoserê bûn herî
15:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 9 hezar û 150’an
15:21 Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
15:03 Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
13:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Ji ber destdirêjiyê her yek 24 sal cezayê girtîgehê li xal û birayê mezin hat birîn
13:41 Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin
12:38 KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike
11:51 'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
11:44 'Banga Ocalan banga seferberiya demokrasiyê ye'
11:42 Pitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne: Xemgîn im
10:54 Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên ‘leşkergehê’
10:31 Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin
10:30 Li Erxenê rêyên 6 gundan hatin girtin
10:09 'Heke tevdîr neyên girtin dê xebatkarên tenduristiyê bibin hilgirin aktîf'
09:20 Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e
09:20 'Weqayek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike'
09:19 Li Wargeha Mexmûrê derman nemane
09:18 'Em malên xwe bikin qadên Newrozê'
09:18 Banga Kaçmaz a ji bo qedexekirina zozanan: Gel mexdûr nekin
09:17 Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!
09:17 Ji ber pirsgirêka qonaxvegirtinê li navenda kaşikê pêşbazî nayên kirin
09:16 Bi wêneyan Newrozên 29 salan
09:16 ‘Heger tevdîr neyê girtin wê xebatkarên tenduristiyê bibin vegirê aktîf ê vê vîrusê'
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN
07:47 Li Tirkiyeyê 2 kes bi vîrûse mirin 191 kes bi vîrûsê ketin
18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man