RIHA - Mûstafa Yavûz ku di salvegera mirina hevalê xwe Riza Altûn yê di kongreya PKK'ê de wekî sembola "Hevrêyê Azadiyê" hatibû binavkirin de axivî, got: "Ew pêşengê berxwedanan bû. Hem ji hêla pratîkî ve hem jî ji hêla îdeolojîk ve hevalekî jêhatî bû."
PKK'ê ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 12'emîn kongreya xwe li dar xist, ligel biryarên ku wekî "destkepeke nû" daxuyand ku ji kadroyên pêşeng ên rêxistinê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane.
Kongreyê ku daxuyand ku Riza Altûn yê wekî sembola "Hevrêyê Azadiyê" bi nav kir, di 25'ê Îlona 2019'an de jiyana xwe ji dest daye. Riza Altûn di 22 saliya xwe de rastiya Kurdistanê nas kir û di dawiya sala 1976'an de ji bo rêxistinbûnê hat Dîlokê. Riza Altûn beşdarî berxwedana navçeyên Curnê Reş û Sêwreg ên Rihayê bû û di sala 1978'an de li Curnê Reş hat binçavkirin. Altûn ku salekê li Lîseya Keçan a Îmam Hatîp a li navenda Rihayê ku wekî navendeke îşkenceyê dihat bikaranîn, ma û paşê pênc salan di Girtîgeha Amedê de hat girtin.
Mûstafa Yavûz, birayê Mehmet Emîn Yavûz ê li Curnê Reş hevrêtî bi Altûn re kiriye û di sala 1988'an de di greva birçîbûnê de ya li dijî zilma li Zindana Hejmar 5 a Amedê, jiyana xwe ji dest da, di salvegera mirina Altûn de axivî. Mûstafa Yavûz diyar kir ku ew di sala 1979'an de ligel birayê xwe yê mezin Mehmet Emîn Yavûz, bavê xwe Îbrahîm Yavûz û birayê xwe Ahmet Yavûz, berî hewldana darbeya 12'ê Îlona 1980'yî hatiye girtin û got ku bi malbatî beşdarî berxwedana li Girtîgeha Hejmar 5'an bûne. Yavûz bi bîr xist ku di salên 1978-79'an de li Curnê Reşê li dijî komên feodal û hevkar têkoşîn hebûye û got: "Piştî şehadeta heval Halil Çavgûn (Xelîl), têkoşîn mezin bû. Mehmet Karasûngûr, Cemîl Bayik û Mazlum Dogan li vir bûn. Wê demê, hejmara me ji şeş an heft kesan derbas nedibû. Heval Mazlum li her taxê navendeke perwerdeyê ava kir û komên çekdar hatin avakirin. Her tişt pir zû qewimî. Heval Riza di hawîrdoreke wisa de hat Curnê Reş."
‘ALIYÊ PORXELEK'
Yavûz destnîşan kir ku Curnê Reş tevî zilm û zordariya ku lê hatiye kirin jî "Apoyiyan" pêşwazî kiriye û got: "Heval çûn kîjan malê pêdiviyên wan hatin bicihanîn. Piştî ku heval Riza gihîş vir, herî kêm bi qasî me mirovan nas kir. Hem ji hêla pratîkî ve hem jî ji hêla îdeolojîk ve hevalekî jêhatî bû. Ji ber vê yekê navê wî li Enqereyê wekî Şîrket dihat nasîn. Li vir, wekî Aliyê Porxelek dihat nasîn. Curnê Reş, hevalê Riza baş nas dike. Ew pêşengê berxwedanan bû."
‘4 MEHAN DI ÎŞKENCEYÊ DE MA'
Yavûz diyar kir ku ew bi xwe sê meh piştî girtina Riza Altûn, di Nîsana 1979'an de li Sêwregê di çarçoveya operasyoneke giştî de hatiye girtin û got: "Piştî îxbarekê em hatin girtin û em birin navenda bajarê Rihayê. Li Lîseya Pîşeyî ya Keçan ku wekî navenda binçavkirinê dihat bikaranîn, Riza heval jî hebû. Gelek hevalên wî li wir hebûn, di nav wan de Metîn Aslan, Abdûrrahman Çadirci û Mûzaffer Ayata hebûn. Wê demê tîmek ji Enqereyê hatibû. Piştî 32 rojên binçavkirinê, wan em berdan. Hevalê Riza û Mûzaffer Ayata demeke dirêj li wir man. Îşkence dikirin. Wan kesên ku li ber xwe didan an jî yên vîna berxwedanê didan der wekî 'koma ermenî' ji hev vediqetandin. Ez jî di wê komê de bûm. Li bin ranzayê av dirijandin ser betonê, em bi awayekî destkelemçekirî datanîn wir. Me nedikarî rûnê ne jî rabe ser xwe. Hevalê Riza çar mehan di vê îşkenceyê de ma. Min û Riza me li Curnê Reş hev nas kiribû. Em di binçavan de mehekê bi hev re man û ev hevaltiya me zêdetir bû."
SALÊN GIRTÎGEHÊ
Yavûz anî ziman ku piştî îşkenceyê, ew bi komeke ku Riza Altûn jî di nav de, birine cihekî din ê bi navê Deve Geçîdiyê û got ku ew 15 rojan li wir mane da ku şopên îşkenceyê hatine sekinandin. Yavûz diyar kir ku ew ji aliyê dadgehê ve hatine girtin û wiha domand: "Em birin Girtîgeha Hejmar 1 a li Seyrantepeya Amedê. Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Mûstafa Karasû jî li wir bûn. Gelek hevalên ji Curnê Reş hebûn. 12'ê Îlonê hîn nebûbû. Kontrola girtîgehê di destê girtiyan de bû. Xebatên perwerdehiyê hebûn, me dikarî xwarinên cuda çêbikira. Em şeş mehan li wir man, paşê me şandin Girtîgeha Hejmar 5'an. Nû hatibû çêkirin û hîn jî bermayiyên înşaetê hebûn. Her yek ji me xistin hucreyeke cuda. Ez xistim hucreya Hejmar 15'an. Her wiha kesên ji komên cuda jî hebûn. Riza, Hayrî û Mazlûm xistin hucreya Hejmar 7'an. 12'ê Îlonê hîn nebûbû û carinan me hevdu didît. Em paşê tenê dema ku em diçûn dadgehê dikarîbû hevdu bibîne. Ez bi koma sereke ya Rihayê re diçûm dadgehê. Hejmara me gihîştibû 400 kesî. Dema ku kom mezin bû, wan em kirin komên cuda. Dema ku hejmar gihîşt bi hezaran, hema hema her navçeyekê komeke xwe hebû. Di qawîşekê 15 kesî de 62 diman. Ranza darîn bûn. Cih tunebû û mirov bê nivîn radizan."
‘WINDAHIYEKE MEZIN BÛ’
Yavûz bilêv kir ku şert û mercên girtîgehê piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê dijwartir bûne û wiha behsa wê pêvajoyê kir: "Îşkence zêde bûn. Saet di 1'ê şevê de em şiyar dikirin da ku bibin dadgehê. Birçî û tî dibirin û danişîna yekem 32 rojan dom kir. Hevalê Mazlûm bimeşê nehat dadgehê; wan ew di nav betaniyekê de anîn. Du leşker ketibûn bin çengê wî. Heval Riza û gelekên din, tespîttkirina nasnameyê red kirin û behsa îşkenceyan kirin. Parastina wan balkêş bû. Çiqas şert û merc dijwar bûn jî, dewletê nekarî pêşî li wê bigire. Biryara rojiya mirinê hat girtin. Heval Hayrî biryarê ragihand. Di sala 1984'an de, 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li min hat birîn. Piştî ku cezayê min qediya ez serbest hatim berdan, lê heta dema ku ez serbest hatim berdan jî îşkence kirin. Kincên min qetandin û wiha berdan."
Yavûz destnîşan kir ku wî herî dawî di sala 1988'an de li Girtîgeha Dîlokê serdana Riza Altûn kiriye û got: "Mûstafa Karasû li Girtîgeha Edeneyê bû. Pêşî min serdana wî kir. Ji min re got ku ez biçim serdana Riza bikim. Em bi Dayika Dûrre (Dûrre Kaya) re çûn Girtîgeha Dîlokê. Wî ji me pirsa her kesî kir. Em li ser Curnê Reş axivîn. Piştî ku Riza ji girtîgehê derket, ew çû Ewropayê. Di wê demê de têkiliyên me hebûn. Dema ku me xebera şehadeta wî bihîst, me nexwest bawer bike. Atmosfereke şînê xwe li her kesê ew dîtibû nedîtibû girt. Şehadet rastiyeke têkoşînê ne, lê heval Riza windahiyeke mezin e."
MA / Emrullah Acar