Şakar: Nêzîkatiya herî adil pêkanîna azadiya Ocalan e

img

STENBOL – Hiqûqnas Mahmût Şakar têkildarî pêşniyaza Ocalan a rêya sêyemîn got: “Divê ew xwe ne wek parçeyê sêyem ê îqtîdarê bibînin, divê ew ji bo pergalek demokratik xwe bi rêxistin bikin.” Şakar bal kişand ser metirsiya vîrûsa koronayê û got: “Divê beriya her tiştî nêzîkatiya adil pêkanîna azadiya birêz Ocalan e.”

Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar têkildarî hevdîtin û nêrîna dawî ya Ocalan ji ajansa me re axivî.
 
Şakar anî ziman ku pergala Îmraliyê parçeyek û dewama komploya navdewletî ye û got: “Girtîgeha Îmraliyê xwedî taybetmendiyek û cihek stratejîk e. Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin vê tecrîdê li ser gelê kurd rewa bikin. Jixwe terza vê tecrîdê di xwezaya pergalê de heye. Ji roja ewil ve vê pergalê li wir honandine. Hevdîtina malbat û parêzeran jî di nava vê pergala honandî de ye. Geşedanên polîtîk rojane li wir xwe didin nîşandan. Yek ji krîtera dîroka Îmralî ya ku xwe şaş nake ye. Mafê her girtî yê hevdîtinê heye. Lê bi pergalek zanebûn nahêlin hevdîtin li Îmraliyê pêk were. Ji ber sedemên polîtîk tenê hevdîtin pêk tê. Ji ber krîza Idlibê, şewata li Îmraliyê û nerazîbûnên li Kurdistan û Ewropa pêşî li hevdîtinekê vekirin. Ez carek din dixwazim bi bîra hikumetê bixim ku bi hevdîtinekê tecrîd ranabe. Ev geşedan jî nîşanî me dide ku ka em ê çawa vê tecrîdê bişînin û rê ji xwe re bibînin.” 
 
‘KURD Û HÊZÊN DEMOKRATÎK LINGÊ SÊYEMÎN IN’ 
 
Şakar bal kişand ser “metafora maseyê” ya Ocalan û got: “Pênasekirina wî ya ji bo maseyê hegomonya ji bo hêzên i Tirkiyê ne. Qala Kemalîstan û îqîtdara niha dike. Dibêje ku her du hêz jî ji bo pergalê îqtîdarên hegomonîk in. Li gel van her du damarên bingehîn ên îqtîdarê têkoşîna azadiya gelê kurd jî li gel vê yekê li pêş dikeve û wek dînamîka demokratik û gelparêz di dika dîrokê de cihê xwe digire.” 
 
‘EW NE ÎQTÎDAR DIVÊ EW PERGALEK DEMORKATÎK AVA BIKIN’ 
 
Şakar da zanîn ku ew dikarin li Tirkiyê behsa hebûna xet ango rêya sêyem ku bibe lingê sêyemîn ê maseyê ku hebûna wê heye bikin û wiha got: “Yên li derveyî şerê hêzê ya ji bo îqtîdara hegomonîk dimînin yanî Kurd û gelên din hemû derdorên çepgir û demokratik wek vebijêrka demokratîk temsîl dikin. HDP yek ji vê projeyê ye. HDP ji bo gelan hêvî ye. HDP alternatîfa demokrtîkbûnê ye. Jixwe Ocalan paradîgma xwe li ser esasên demokratîkbûnê li pêş dixe. Ocalan destnîşan dike ku ji yekîneya herî biçûk û xwecihî bigire gel û hêzên demokrasiyê xwe birêxistin bikin, rêxistinbûna girêdayî hêza xwe ya cewherî divê wek terza jiyanek nû were li pêş xistin. Divê ew xwe ne wek parçeyê sêyem a îqtîdarê bibînin, xwe wek pergalek demokratîk a alternatif bibînin.”
 
‘PARADÎGMA Û ŞOREŞ YEK IN’ 
 
Şakar bal kişand ser nêrîna Ocalan a derbarê Rojavayê Kurdistanê de û got: “Heke ev fikr û raman û bîrdozî li wir tunebûya mirov dikaribû behsa vê Şoreşa Rojava bikira, na ez ne bawerim. Ji ber vê yeke ne mimkin e ku paradîgma Ocalan û Şoreşa Rojava ji hev were cudakirin ango veqetandin.” 
 
 ‘BERIYA HER TIŞTÎ DIVÊ AZAD BIBE’ 
 
Şakar bal kişand ser metirsiya vîrûsa koronayê ya ji bo girtîgehan û got: “Vîrûsa koronayê ji bo her kesî talûke ye. Ji bo girtiyan metirsiya herî mezin e. Girtî ji her tiştî ji paqijiyê bigire heta tiştên tibî ji her cûre xizmeta tenduristiyê bêpar in. Divê girtî bi rêya telefonan li ser hev bi malbat û parêzerên xwe re dikaribin biaxivin yanî divê ev îmkan were çêkirin. Wek ku li Îranê pêk hat, tahliyekirina girtiyan çareseriya herî guncav e. Ji bo birêz Ocalan jî cihek paqij û parastî divê were veqetandin. Divê demildest tedbîrên tenduristiyê yên lezgîn werin girtin. Dewlet ji vê yekê berpirsiyar e. Heke destûrê nedin malbat û parêzeran, lê divê bi awayek birêkûpêk pêwîste peywendiya telefonê hebe. Ji bilî vê yekê jî yanî beriya her tiştî ji bo Ocalan em di warê polîtîk û hem jî di warê hiqûqî de nêzîkatiya herî adil helbet pêkanîna azadiy wî ye.” 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

21/03/2020
11:47 Li Çewlikê 3 kes hatin binçavkirin
11:34 Ajokarên TIR'an ên deriye Xabûrê di rîska vîrûsa corona de dijîn
10:53 Bi teker û meşaleyan Newroz pîroz kirin
10:37 Bergiriyên wezaretê yên vîrusê HDP’iyan nehewand
10:37 Calman a nexweşa KOAH'ê hefteyê 3 caran îmze dide qereqolê
10:07 Bi vîrusê re bi hezaran kes bê kar man
10:07 Hevseroka Giştî ya SES'ê Erden: Karê xizmetkarên tenduristiyê yên îxrac bûne bidin wan
09:34 Sabûnê ji ava gola Wanê çêdike û li cîhanê belav dike
09:10 Li parêzer dan, dozgeriyê jî der barê wan de biryara neşopandinê da!
09:10 Aborîzan Sonmez: Vîrusa coronayê pergala kapîtalîst daye ber lêpirsînê
09:06 Ji malbatên girtiyên nexweş banga ji bo vîrûsa koronayê: Girtiyên me tavilê berdin
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2020'AN
20/03/2020
23:39 Peyama Mezlûm Ebdî ya Newrozê
23:27 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin bû 670
23:08 Li çar hawirdorê Rojavayê Newroz hat pîrozkirin
22:45 Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Me kîteke ku di demeke kurt de coronayê teşxîs dike dîtiye
22:17 Li Stenbolê ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes li şaneşînan Newrozê pîroz kir
21:53 Newroz 'li her derî' bi coşeke mezin tê pîrozkirin
21:08 Amediyan Newroz pîroz kir
19:05 Zarokan agirê Newrozê pêxist
18:56 Şîmonî Dîrîla ku 69 roj in windabû, cenazeyê wê hat dîtin
18:51 Agirê Newrozê li gundan geş dibe
18:47 Li Mêrdînê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin
18:15 Li Çiyayê Erekê Newroz pîroz kirin
17:06 Başak Demîrtaş: Berî dereng bikeve em dengê xwe bilind bikin
16:57 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:40 HDP’ê xwest malbatên li ber avahiya wan bên rakirin
16:27 Ji pîrozbahiya Newrozê re çend saet man
16:11 Kesekê ku tacîzî zarokekê kir hat binçavkirin
15:38 Li Wan, Bedlîs û Mûşê banga pîrozbahiya Newrozê hat kirin
15:36 Kesên ji Îtalyayê hatin Çewligê testa wan nehat kirin!
15:10 Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Çelîk: Kelûpelên parastina li nexweşxaneyan kêm in
14:53 Ceylan: Wê îşev dîmenek bi heybet derkevê holê
14:27 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
14:18 Li Girtîgeha Tîpa L a Espiyê 3 girtî ketin greva birçîbûnê
14:09 Li ser nerazîbûna xelkê DEDAŞ’ê ceryana gundan berda
14:08 Pakêta Darazê ya Duyemîn pêşkêşî Meclîsê hat kirin
13:56 Rêxistinên civaka sîvîl: Girtiyên nexweş, zarok û siyasî serbest berdin
13:50 MLSA ji bo berdana 5 rojnameger û aktîvîstek serlêdan kir
13:35 TTB’ê anketa nirxandina rîska vîrûsa korona amade kir
13:32 Gunay: Em ê Newrozê li malên xwe pîroz bikin
13:31 TJA: Em li her derê Newrozê pîroz bikin
13:30 ‘Di rojên koronayê de ji rojnamegeran re azadî’
12:15 Pêşketinên dawî yên vîrûsa koronayê: Hejmara miriyan 10 hezarî derbas kir
11:53 Hatîp Dîcle: Ocalan têkoşîna azadiya kurd weke têkoşîna Newrozê dibîne
11:30 TUÎK: Hejmara bê karan gihişt 932’yan
10:57 ‘Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên 12’yê Îlonê di dewrê de ne’
10:37 Şakar: Nêzîkatiya herî adil pêkanîna azadiya Ocalan e
10:19 TUAYDER: Divê hemû girtî demildest bên berdan
09:40 Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Li girtîgehan tiştek biqewime berpirsiyar îqtidar e
09:20 Dr. Yerlîkaya: Li dijî vîrusê têkoşîna herî bibandor îzolasyona civakiyî ye
09:20 Xizmên girtiyan: Ji tirsa ku dê tiştek bê serê zarokên min xew bi çavê min nakeve
09:19 AYM got, dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' şidetê teşwîq nake
09:19 Wê Komeleya Jinê ya Starê li dijî şidetê bitêkoşe
09:19 Bi xaliyên kevin berzendikan, ji keviran tabloyan çêdikin
09:18 Heftê tenê maskeyekê didin karkerên tekstîlê!
09:17 Hediye Yûsûf: Li Idlîbê du rê li ber Tirkiyeyê hene
09:17 Hê jî di dosyeya Kûrkût de edalet pêk nehatiye
09:16 Mele Ebdullah: Li dijî cenazeyan nijadperestî tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2020'AN
00:31 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin gihişt 359'an
19/03/2020
17:56 Li Idlibê 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
17:26 Girtî ji bo bên berdan bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan
16:33 Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû
16:26 Rêyên Qoserê bûn herî
15:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 9 hezar û 150’an
15:21 Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
15:03 Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
13:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Ji ber destdirêjiyê her yek 24 sal cezayê girtîgehê li xal û birayê mezin hat birîn
13:41 Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin
12:38 KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike
11:51 'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
11:44 'Banga Ocalan banga seferberiya demokrasiyê ye'
11:42 Pitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne: Xemgîn im
10:54 Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên ‘leşkergehê’
10:31 Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin
10:30 Li Erxenê rêyên 6 gundan hatin girtin
10:09 'Heke tevdîr neyên girtin dê xebatkarên tenduristiyê bibin hilgirin aktîf'
09:20 Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e
09:20 'Weqayek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike'
09:19 Li Wargeha Mexmûrê derman nemane
09:18 'Em malên xwe bikin qadên Newrozê'
09:18 Banga Kaçmaz a ji bo qedexekirina zozanan: Gel mexdûr nekin
09:17 Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!
09:17 Ji ber pirsgirêka qonaxvegirtinê li navenda kaşikê pêşbazî nayên kirin
09:16 Bi wêneyan Newrozên 29 salan
09:16 ‘Heger tevdîr neyê girtin wê xebatkarên tenduristiyê bibin vegirê aktîf ê vê vîrusê'
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN
07:47 Li Tirkiyeyê 2 kes bi vîrûse mirin 191 kes bi vîrûsê ketin
18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man