Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Li girtîgehan tiştek biqewime berpirsiyar îqtidar e

img

WAN - Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mûrat Melet, xwest girtî bên berdan û şert û mercên tenduristiyê û paqijiyê yên hikumxwaran jî bên başkirin. Melet, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Tiştekî neyînî biqewime, berpirsiyar îqtîdara siyasî ye." 

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet, anî ziman ku ji ber vîrusa coronayê girtîgeha deverên birîsk in. Melet, destnîşan kir ku rojek berî rojekê divê girtî bên berdan û ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got, hê jî tu daxuyanî nehatine dayîn û tiştekî neyînî biqewime berpirsiyar Wezareta Dadê û îqtidara siyasî ye. 
 
'WEZARETA DADÊ BICIDIYET TEV NAGERE' 
 
Melet, anî ziman ku her diçe vîruss belav dibe û bal kişand ser hişyariyên ku mirovên zanyar û Rêxistina Tenduirstiyê ya Cîhanê dike. Melet, diyar kir ku di rewşeke wiha de Wezareta Dadê ji bo girtîhena bicidiyet tevnagere. Meletî bal kişand ser rewşa kafe, restorant û eywanên sporê û got: "Dibêjin divê kes neyê cme hev du, lê belê li girtîgehan li qawîşên 20 kesî 40 kes dimînin. Wezareta Dadê, di rewşeke wiha de dihêle ku 40 kes li heman qawîşê bin û ji bo vê xwe li nedîtinê datîne. Ev vîrus bêtir li kesên ku binyeya wan lawaz, kesên extiyar û kesên nexweşîneke wan î kornîk hebe bandorê dike." 
 
REDKIRINA HEVDÎTINÊ 
 
Melet, anî ziman ku komek parêzerên ÎHD'ê çûne 3 girtîgehên li herêmê û xwstine bi mirûdrên girtîgehan û bi girtî û hikumxwaran re hevdîtinê pêk bînin û der barê tevdîrgirtinan de agahiyan bigirin, lê belê daxwazên wan nehatine qebûlkirin. 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Melet, bibîr xist ku li gorî daneyên ÎHD'ê li hezar û 470 girtiyên nexweş hene û got: "Em tim dibêjin, gerek ev girtiyên nexweş bên berdan. Lê belê niha rewşeke cuda heye. Vîrusek belav dive û di vê rewşê de mayîn girtiyan a di girtîgehan de tê wateya mirinê. Binyeya wan lawaz e. Gelek nexweşînên wan hene. Baş nayên tedawîkirin. Her wiha divê ev mirov li cihên paqij û dezenfektekirî bin. Em dizanin tu girtîgeh li gor vê tevnagere." 
 
'EM TU XEBERÊ JI GIRTÎGEHAN NAGIRIN' 
 
Melet, anî ziman ku Wezareta Dadê ji bo vê mijarê daxuyaniyeke cidî nedaye û got, gere heyetên bêlaî û serbixwe biçin girtîgehan lêkolînan bikin. Melet, diyar kir ku parêzerên wan îro xwestine biçin girtîgehan û hevdîtinê bi girtiyan re bikin, lê belê hatine astengkirin. Melet, got: "Em tu xeberê ji girtîgehan nagirin. Demildest divê hezar û 470 girtiyên nexweş bên berdan." 
 
'249 HEZAR GIRTÎ HENE' 
 
Melet, anî ziman ku divê girtî bên berdan û bi awayekî negirtî bên darizandin û got, şert û mercên tenduristiyê û paqijiyê yên girtiyan jî demildest divê bên başkirin. Her wiha Melet bal kişand ser rewşa zarokên di girtîgehan de jî got: "Niha bi sedan zarok tevdî dayikên xwe girtîne. Dayik hemû tevî zarokên xwe divê bên berdan. Niha li Tirkiyeyê 800 zarok girtîne. Gava em dibêjin bira bên berdan, em dibêjin bira bi awayekî negirtî bên darizandin. Em nabêjin darazê berteref bikin. Niha bi hezaran girtî hene. Her wiha divê girtiyên hikum nexwaribin jî bên berdan. Daxwaza me ya din jî divê demildest şert û mercên tenduristiyê û yên paqijyê yên girtiyan hikumxwaran bên başkirin. Heger ev tişt pêk bên wê pêşî li ber komkujiyeke mezin bê girtin. Niha 249 hezar girtî hene. Heger ev tiltên em dibêjin pêk bên tenê wê hikumxwar bimînin. Ev jî tê wateya ku wê ji sê paran du parên girtîgehan vala bibin. Wê di rewşeke wiha de cihê hikumxwaran fireh bibe û şert û mercên wan ê paqijî, tenduristî û xwarinê jî baş bibe." 
 
BERPIRSIYAR ÎQTIDAR E 
 
Melet, anî ziman ku gava vîrus pir belav bibe divê himkumxwar jî bi şertê girtîgeha malê bên berdan û got: "Wezareta Dadê divê berpissiyariya xwe ya di vî warî de pêk bîne. Heger pêk neyne û li girtîgehan tiştek neyînî biqewime berpirsiyar Wezareta Dadê û îqtidara siyasî ya heyî ye." 
 
'BILA HEYETEKE SERBIXWE BIÇE ÎMRALIYÊ' 
 
Her wiha Melet bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Mijareke din a girîng jî Girtîgeha Îmraliyê ye. Heta niha hê jî der barê rewşa Girtîgeha Îmraliyê û Ocalan de tu daxuyanî nehatiye dayîn. Şert û mercên Îmraliyê demildest divê bên başkirin û heyetên serbixwe û bêalî biçin Îmraliyê û hem malbat hemê jî civakê serwext bikin." 
 
Melet, diyar kir ku ji bo fikarên malbatan nemînin di serî de Ocalan û bi giştî hemû girtî û hikumxwar herî kêm heftê carekê bi awayekî dîmeniyî hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin. 
 
MA / Cemîl Ûgûr 

Sernavên din

21/03/2020
11:47 Li Çewlikê 3 kes hatin binçavkirin
11:34 Ajokarên TIR'an ên deriye Xabûrê di rîska vîrûsa corona de dijîn
10:53 Bi teker û meşaleyan Newroz pîroz kirin
10:37 Bergiriyên wezaretê yên vîrusê HDP’iyan nehewand
10:37 Calman a nexweşa KOAH'ê hefteyê 3 caran îmze dide qereqolê
10:07 Bi vîrusê re bi hezaran kes bê kar man
10:07 Hevseroka Giştî ya SES'ê Erden: Karê xizmetkarên tenduristiyê yên îxrac bûne bidin wan
09:34 Sabûnê ji ava gola Wanê çêdike û li cîhanê belav dike
09:10 Li parêzer dan, dozgeriyê jî der barê wan de biryara neşopandinê da!
09:10 Aborîzan Sonmez: Vîrusa coronayê pergala kapîtalîst daye ber lêpirsînê
09:06 Ji malbatên girtiyên nexweş banga ji bo vîrûsa koronayê: Girtiyên me tavilê berdin
09:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2020'AN
20/03/2020
23:39 Peyama Mezlûm Ebdî ya Newrozê
23:27 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin bû 670
23:08 Li çar hawirdorê Rojavayê Newroz hat pîrozkirin
22:45 Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Me kîteke ku di demeke kurt de coronayê teşxîs dike dîtiye
22:17 Li Stenbolê ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes li şaneşînan Newrozê pîroz kir
21:53 Newroz 'li her derî' bi coşeke mezin tê pîrozkirin
21:08 Amediyan Newroz pîroz kir
19:05 Zarokan agirê Newrozê pêxist
18:56 Şîmonî Dîrîla ku 69 roj in windabû, cenazeyê wê hat dîtin
18:51 Agirê Newrozê li gundan geş dibe
18:47 Li Mêrdînê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin
18:15 Li Çiyayê Erekê Newroz pîroz kirin
17:06 Başak Demîrtaş: Berî dereng bikeve em dengê xwe bilind bikin
16:57 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:40 HDP’ê xwest malbatên li ber avahiya wan bên rakirin
16:27 Ji pîrozbahiya Newrozê re çend saet man
16:11 Kesekê ku tacîzî zarokekê kir hat binçavkirin
15:38 Li Wan, Bedlîs û Mûşê banga pîrozbahiya Newrozê hat kirin
15:36 Kesên ji Îtalyayê hatin Çewligê testa wan nehat kirin!
15:10 Serokê Odeya Bijîşkan a Agiriyê Çelîk: Kelûpelên parastina li nexweşxaneyan kêm in
14:53 Ceylan: Wê îşev dîmenek bi heybet derkevê holê
14:27 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
14:18 Li Girtîgeha Tîpa L a Espiyê 3 girtî ketin greva birçîbûnê
14:09 Li ser nerazîbûna xelkê DEDAŞ’ê ceryana gundan berda
14:08 Pakêta Darazê ya Duyemîn pêşkêşî Meclîsê hat kirin
13:56 Rêxistinên civaka sîvîl: Girtiyên nexweş, zarok û siyasî serbest berdin
13:50 MLSA ji bo berdana 5 rojnameger û aktîvîstek serlêdan kir
13:35 TTB’ê anketa nirxandina rîska vîrûsa korona amade kir
13:32 Gunay: Em ê Newrozê li malên xwe pîroz bikin
13:31 TJA: Em li her derê Newrozê pîroz bikin
13:30 ‘Di rojên koronayê de ji rojnamegeran re azadî’
12:15 Pêşketinên dawî yên vîrûsa koronayê: Hejmara miriyan 10 hezarî derbas kir
11:53 Hatîp Dîcle: Ocalan têkoşîna azadiya kurd weke têkoşîna Newrozê dibîne
11:30 TUÎK: Hejmara bê karan gihişt 932’yan
10:57 ‘Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên 12’yê Îlonê di dewrê de ne’
10:37 Şakar: Nêzîkatiya herî adil pêkanîna azadiya Ocalan e
10:19 TUAYDER: Divê hemû girtî demildest bên berdan
09:40 Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Li girtîgehan tiştek biqewime berpirsiyar îqtidar e
09:20 Dr. Yerlîkaya: Li dijî vîrusê têkoşîna herî bibandor îzolasyona civakiyî ye
09:20 Xizmên girtiyan: Ji tirsa ku dê tiştek bê serê zarokên min xew bi çavê min nakeve
09:19 AYM got, dirûşmeya 'Bijî Serok Apo' şidetê teşwîq nake
09:19 Wê Komeleya Jinê ya Starê li dijî şidetê bitêkoşe
09:19 Bi xaliyên kevin berzendikan, ji keviran tabloyan çêdikin
09:18 Heftê tenê maskeyekê didin karkerên tekstîlê!
09:17 Hediye Yûsûf: Li Idlîbê du rê li ber Tirkiyeyê hene
09:17 Hê jî di dosyeya Kûrkût de edalet pêk nehatiye
09:16 Mele Ebdullah: Li dijî cenazeyan nijadperestî tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2020'AN
00:31 Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin gihişt 359'an
19/03/2020
17:56 Li Idlibê 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
17:26 Girtî ji bo bên berdan bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê dan
16:33 Li Zaxoyê lehî rabû ciwanek li ber avê çû
16:26 Rêyên Qoserê bûn herî
15:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 9 hezar û 150’an
15:21 Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
15:03 Di çapemeniya cîhanê de îro: Trump dixwaze aboriya şer çalak bike
13:51 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Ji ber destdirêjiyê her yek 24 sal cezayê girtîgehê li xal û birayê mezin hat birîn
13:41 Du qatên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hatin valakirin
12:38 KCD: Pergal dixwaze civaka şer a hiyarerşik û xweparêz ava bike
11:51 'Ji bo girtiyên nexweş bergiriyên çawan hatin girtin?’
11:44 'Banga Ocalan banga seferberiya demokrasiyê ye'
11:42 Pitika wî ya 11 mehî û hevjîna wî girtî ne: Xemgîn im
10:54 Li Girtîgeha Afyonê pêkanînên ‘leşkergehê’
10:31 Sekreterê Giştî yê TTB: Divê nexweşxaneyên taybet dewrî rêveberiya krîzê bên kirin
10:30 Li Erxenê rêyên 6 gundan hatin girtin
10:09 'Heke tevdîr neyên girtin dê xebatkarên tenduristiyê bibin hilgirin aktîf'
09:20 Ocalan 11 sal berê hişyar kir: Ya bi lez û bez bê kirin dermankirin e
09:20 'Weqayek tenê jî wê bandorê li tevahiya girtîgehê bike'
09:19 Li Wargeha Mexmûrê derman nemane
09:18 'Em malên xwe bikin qadên Newrozê'
09:18 Banga Kaçmaz a ji bo qedexekirina zozanan: Gel mexdûr nekin
09:17 Xebatkarên vê şaredariyê giş zilam in!
09:17 Ji ber pirsgirêka qonaxvegirtinê li navenda kaşikê pêşbazî nayên kirin
09:16 Bi wêneyan Newrozên 29 salan
09:16 ‘Heger tevdîr neyê girtin wê xebatkarên tenduristiyê bibin vegirê aktîf ê vê vîrusê'
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN
07:47 Li Tirkiyeyê 2 kes bi vîrûse mirin 191 kes bi vîrûsê ketin
18/03/2020
17:01 Paltforma Tenduristiyê ya Amedê: Hejmara weqayan gihîştiye asta krîtîk
16:21 Li Başûr qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
16:17 Rêxistinên mafên mirovan: Gavan bavêjin
15:18 Ji ber şiliya zêde mal di bin avê de man
15:15 NASA wêneyê hilweşandina Heskîfê parve kir
14:42 Newroz li her derê ye: Agir pêxistin û derbasî malên xwe bûn
14:31 TTB’ê bang li Wezareta Tenduristiyê kir: Kêmasiya melzemeyan temam bikin
14:19 Xwestin li girtîgehan tedbîr werin girtin
14:19 Rêxistina Mafên Mirovan: Demokrafiya Efrînê diguherînin
14:03 Malên TOKÎ’yê di bin avê de man