WAN - Hîndekarê Beşa Endezyariya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Wanê Hamdî Alkan, bal kişand ser erdheja li Elbakê û pileya wê û texrîbata çê bûye û got: "Di erdhejên bi vî rengî de diviya kes jî nemirana. Em mecbûr in ji bo bûyerên bi vî rengî tevdîran bigirin. Divê em nehêlin bûyerên xwezayî veguherin karesatan."
Di erdheja bajarê Xoyê yê Îranê de ku pileya wê 5.9 bû, li taxên Guvendîk, Kaşkol, Elbîs û Gelenler ê navçeya Elbak a Wanê 9 kesî jiyana xwe ji dest dabû, bi dehan kes birîndar bûbûn û bi sedan xanî xera bûbûn. Hîndekarê Beşa Endezyariya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Wanê Hamdî Alkan, erdheja pêk hat nirxand. Alkan, diyar kir ku Tirkiye welatekî erdhejê ye û li ser xeteke çalak e û loma li çar aliyê wê erdhej çê dibin. Alkan, anî ziman ku ji bo bûyerên xwezayî yên wekî erdhejê veneguherin karesatan divê tevdîr bên girtin. Alkan, got: "Li ser faya bakur rojhilatê Elbakê du erdhejên mezin pêk hatin. Her du jî negirêdayî hev in. Li çar aliyên welatê me erdhej çê dibin. Em mecbûr in hin tevdîran bigirin. Wê peyhateyên van erdhejan bi awayekî kumulatîf bidomin."
Alkan, bal kişand ser erdhejên peyhateyî ku du roj in didomin û got, wê ev peyhate li hêla bakur rojhilat bidomin û wê ber bi başûr rojava jî kêm bibin. Alkan, destnîşan kir ku divê bi tu awayî daneyên nezanistî esas neyên girtin û got: "Hin kes bêyî ku hay ji mekanîzmaya sereke a fayê û mekanîzmaya sereke ya erdhejê hebin bi eletexmînî tiştina dibêjin û mirovan ditirsînin. Divê ji xeynî gotinên pisporên erdhejê tu gotin esas neyên girtin."
Alkan, bal kişand ser erdheja li Elbakê û got, malzemeyên di avahiyan de hatine bikaranîn bêhîm in. Alkan, destnîşan kir ku herî zêde xaniyên bikerpîç tesîr ji erdhejê girtine û got: "A rast erdhejeke 5.9 ne erdhejeke ev qasî mezin e. Lê texrîbateke mezin çê bûye."
'DIVÊ BÛYERÊN XWEZAYÎ VENEGUHERIN KARESATAN'
Alkan, got: "Di erdhejên bi vî rengî de diviya kes nemirana. Li Îranê tiştek nebûye, lê li em me 9 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Em mirov, mecbûr in bi zanyarî nêzî bûyerên xwezayê bibin. Divê di karesatên bi vî rengî de tevdîr bên girtin. Divê em nehêlin ev bûyerên xwezayî veguherin karesatan."
'NE PIŞTÎ KARESATÊ, BERIYA KARESATÊ...'
Alkan, destnîşan kir ku divê tevdîr beriya karesatê bên girtin û got: "Heger hûn rabin li cihekî netêkûz avahiyan çê bikin, helbet wê hilweşin û bibe sedema mirinê. Divê em beriya karesatan tevdîran bigirin. Pirsgirêka me ya sereke avahî ye. Ji ber vê mirov dimirin. Piştî karesat çê dibin em difikirin. Lê halbûkî divê em berî karesat biqewimin bifikirin. Gava çê dibin em diçin mudaxile dikin; lê beriya wê divê amadekariyên me hebin. Gava bûyerên xwezayî vediguherin karesatan, em wê çaxê diaxivin. Paşê dîsa em ji bîr dikin û vedigerin pergala berê. Bi vî awayî tiştek bi ser tiştekî nakeve. Li derdora me çend kes dizanin ku malê wan ji bo erdhejê têkûz in? Li mala çend kesî çenteyê erdhejê heye? Ji ber nezaniyê gelek mirov dimirin."
Her wiha Alkan, destnîşan kir ku divê qadên kombûnê yên erdhejê bên zêdekirin.