ÎZMÎR - Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatin kirin, ji ber ku li ber lêgerîna tazî rabûne, li wan hatiye xistin û hinek ji wan xistine hucreyên yek kesî. Girtiyan jî daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re nivîsandine û gilî kirine. Rêveberiya girtîgehê jî ji wan re gotiye, "Çima hûn gilî dikin?"
Di 12'ê Sibatê de ji Gîrtîgeha Jimare 1 û Jimare 2'yan a Tîpa T a Bandirmayê 16 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyon Karahîsarê hatine kirin. Gava hatine sewqkirin lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Piştî girtî li ber vê pêkanînê radibin, esker li wan dixin û wan dixin hucreyên yek kesî. Yek ji van girtiyan jî Kerem Bûdak e. Birayê wî Bûrak Bûdak di 19'ê Sibatê de çûye girtîgehê û hevdîtin pê re kiriye. Bira Bûdak, anî ziman ku çavên birayê wî sor bûne û li canê wî şûna lêdanê hebû. Bûdak, anî ziman ku gava birayê wî xwendekarê Beşa ragihandinê ya Zanîngeha Marmarayê bûye, di sala 2009'an de, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û piştî 2 salan hatiye berdan, lê belê di sala 2013'an de cardin hatiye girtin û 19 sal ceza lê hatiye birîn. Bûdak, iyar kir ku birayê wî 4 salan di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê de maye û ji wir jî ew şandine Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirmayê.
Bûdak, destnîşan kir ku bêyî haya wan jê çê bibe û bêyî xwesteka girtiyan, girtî sewqî Girtîgeha Karahîsarê hatine kirin û got, di dema sewqkirinê de birayê wî jî di nav de cendirmeyan li girtiyan daye û heqaret li wan kirine û li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.
Bûdak, got: "Di 19'ê Sibatê de çûm girtîgehê cem birayê xwe. Got, di dema sewqkirinê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û ji ber ku li ber vê pêkanînanê rabûne eskeran li wan daye. Bi awayekî dijwar li wan dane. Li ser canê wî şûna lêdanê xuya dikir. Hê jî çavê wî yê çepê sor bû. Hatine muayenekirin, lê belê rapora derbkirinê nedane wan. Her wiha daxwazname nivîsandine û gilî kirine. Ji ber vê îdareya girtîgehê gazî wan kiriye û ji wan re gotiye, 'Çima hûn gilî dikin?'"
Bûdak, da zanîn ku ji 16 girtiyên hatine sewqkirin 9 jê di hucreyên yekkesî de ne.
Her wiha bira Bûdak, diyar kir ku di dema sewqkirinê de amûrên girtiyan jî nedane wan û û jimariya şipyakî û kurkirina rî li wan hatiye ferzkirin.
Bûdak, anî ziman ku serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dane û li Wezareta Dadê giliyê girtîgehê kirine, lê belê heta niha wezaretê tiştek nekiriye.
Bûdak, got: "Daxwaza me ew e ku girtî di şert û mercên insanî de bimînin. Ev peywira wan a sereke ye. Em dixwazin peywira xw ebi cih bînin. Ragirtina di hucreyên yekkesî de dijî hiqûqê ye. Em van ferzkirinan qebûl nakin. Em, dixwazin şert û mercên wan demildest baş bibin."
Têkildarî mijarê me telefonî girtîgehê kir, rayedaran tenê got, ew nikarin tiştekî bibêjin.