* Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin têkildarî ragihandina Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê diyar kir ku armanca wan, zimanê kurdî li qadên civakî zêdetir xuya bikin û axaftina kurdî ji bo parezerên baroyê pêdiviyek e.
* Mehmet Dagê ku ji Girtîgeha Bandirmayê sewqî Girtîgeha Afyonê hatiye kirin, wî xistine hucreyek yekkesî. Xwişka wî Songul Kapanci, got: “Gardiyana ji girtiyan re gotiye ‘êdî hûn ê tim di hucreyê de bimînin."
* Hîndekarê Beşa Endezyariya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Wanê Hamdî Alkan, bal kişand ser erdheja li Elbakê û pileya wê û texrîbata çê bûye û got: "Di erdhejên bi vî rengî de diviya kes jî nemirana. Em mecbûr in ji bo bûyerên bi vî rengî tevdîran bigirin. Divê em nehêlin bûyerên xwezayî veguherin karesatan."
* Mezûnên ewil ên Komîsyona Ziman a Baroya Amedê belgeyên xwe wergirtin. Serokê Baroyê Cîhan Aydin, destnîşan kir ku odeyên rêxistinên saziyên sivîl û pîşeyî yên li herêmê hemû ji bo kurdî xuyangtir bibe, divê hîn bêtir hewl bidin.
* Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatin kirin, ji ber ku li ber lêgerîna tazî rabûne û li wan hatiye xistin, hinekan ji wan xistine hucreyên yekkesî. Girtiyan jî daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re nivîsandine û gilî kirine. Rveberiya girtîgehê jî ji wan re gotiye, "Çima hûn gilî dikin?"
* Civaknas Lesyla Yardim, rewşa 21 kesên ji ber rewşa aborî întihar kirin nirxandin. Yardim, anî ziman ku kesên întihar dikin ji bo bên "dîtin" qadên cemaweriyê tercîh dikin û got, zêdebûna bûyerên întiharê di heman demê de nîşaneya zêdebûna jevketina civakiyî ye jî.
* Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê tecrîda li Îmraliyê de serî li CPT'yê dan. Di serlêdanê de bang li CPT'yê hat kirin ku encamên serdana xwe ya 2019'an aşkere bike.
* Danişîna doza 22 xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundem ya bi KHK'ê hat girtin, dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê bê dîtin. (09.40)
* Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê beriya Mîtînga Spî ku li Enqereyê li dar bixin dê li navçeya Surê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)
* Danişîna doza "Çapemeniya KCK'ê ku rojnameger tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)
* Danişîna doza rojnameger Meşale Tolu dê li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Tevgera Jinên Azad (TJA), dê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li MEBYA-DER’ê kom bibin. (11.00)
* Şaxên ÎHD, OHD'ê û MED-TUHAD-FED, dê têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê, li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)