Mehek e Mehmet Bal winda ye: Sînyalên telefonê kêm dan malbata wî

  • rojane
  • 09:00 24 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL – Sînyalên telefona Mehmet Bal ê ji 24’ê çile ve li Stenbolê hat windakirin agahî jê nayê girtin dan malbata wî. Kurê Mehmet Bal da zanîn ku sînyalên telefonê kêm dane wan. 

Mehmet Bal di 24’ê çile de ji bo biçe hevdîtina kurê xwe yê di girtîgehê de ji Êlihê hat Stenbolê û di heman rojê de bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina xizmên xwe yên li navçeya Bagcilara Stenbolê winda bû û 30 roj in winda ye û agahî jê nayê girtin. Lêgerîna malbatê ji wê rojê heta niha hemû bêencam man. Heta niha tu encam ji lêgerîna polîsan û dozgeriyê jî derneketiye. Malbata Bal, xebata dozgerî û polîsan kêm dibîne û dibêje heke ku bixwazin dikarin di dîmenên MOBESE de gav bi gava wî were dîtin. 
 
ÇÛYÎNA WÎ YA JI EMÎNONU DI DÎMEN DE HEYE 
 
Kurê Mehmet Bal, Nîhat Bal anî ziman ku di encama hewldanên saziyên mafên mirovan de dozgeriyê qeyda dîmenek ji çend sainyeyan pêk tê daye wan û di dîmen de tê xuyakirin ku bavê wî bi keştiyê ji Emînonu diçe Kadikoyê. Bal diyar kir ku dîmenên piştî li keştiyê siwar dibe tune ne û got: “Min ji polîsan pirs ka dîmenên piştî li Kadikoyê peya bûye nîn in, bersiva ‘ji ber ew der pir qelebalixe dîtin gelek zehmet e’ dan min. Lê di hem di hundirê keştiyê de hem jî li îskeleya keştiyê gelek kamera hene. Divê ev kamera werin tespîtkirin. Ev nebin jî heke li dîmenên MOBESE yên Kadikoyê were nihêrin dê xuya bike ku bavê min ji Kadikoyê çûye ku. Heke bixwazin dê bibînin.” 
 
HÛRGULIYÊN SÎNYALA TELEFONÊ DERKETIN HOLÊ 
 
Dozgeriyê hûrguliyên sînyalên telefona Bal radestî malbata wî kir. Sînyalên ji saet 09.00’an heta 18.32’an ji telefonê hatine girtin, lê sînyalên saet di navbera 18.32 û 21.11’an de hatine birîn. Her wiha ji saet 21.11’an heta 21.29’an dîsa sînyal hatiye dayîn. Di van hûrguliyan de tê xuyakirin ku telefona Bal saet di 21.11’an de ji derdora Kurtkoy a li hemer Balafirgeha Sabîha Gokçen sînyal dide û saet di li derdora 21.12’an jî sînyal ji derdora Pendîk û Kurtkoy dide. Her wiha dîsa tê xuyakirin ku bi navbera deqîqeyekê di telefona Bal de li Şîrketa Turîzmê ya Lîna Andadolû hatiye gerandin. Lê sînyala ji telefona Bal hatiye girtin cihê wê derdora Kurtkoy nîşan dide berevajî vê yekê tê dîtin ku sînyal ji navnîşana Taxa Eyup Sultan Mahallesi, Kuçeya Mozaik Hejmara 11 Sancaktepe ya Stenbolê hatiye. 
 
QEYDA SÎNYALAN KÊM IN 
 
Tê xuyakirin ji wê saetê şûnve ji telefona Bal sînyal nehatiye wergirtin. Kurê Bal, Nîhat Bal da zanîn ku ew di navbera saet 19.00’an û 21.05’an de gelek caran lê geriyan e, lê tenê saet li derdora 21.05’an carek telefona wî lê daye û hildaye meşgûlê. Nîhat Bal destnîşan kir ku sînaylên ji telefona bavê wî hatiye girtin kêm hatine girtin û çimkî lêgerîna wan saet li derdora 21.05’an di tomarkirinê de nîne û di qeyda telefona wan de lêgerîna wan xuya dike. 
 
‘BIÇIN MALA XWE RÛNÊN’ 
 
Bal diyar kir ku ew têkildarî aqûbeta bavê xwe her tim diçe Navenda Polîsan a Gayrettepeyê û her cara ku diçe polîs bi nêzîkatiyek din nêzî wî dibin û got: “Herî dawî ku ez çûm polîsek got ‘biçin li mala xwe rûnên. Em wezîfeya xwe dikin. Em ê di demek nêz de bibînin, hûn jî neçin li derdorê negerin.’ Em jî dibêjin hemin ku hûn wezîfeya xwe dikin lê çima hûn agahî nadin me. Gotin ‘em ê di demek nêz de agahî bidin we.’ Yanî em jî nizanin em ê çi bikin. Ez dixwazim gavek beriya gavekê bavê min were dîtin.” 
 
‘BERSIVA ME NADIN’ 
 
Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî anî ziman ku malbata Bal ji bo dîtina Mehmet Bal serî li wan daye û wan jî serî li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Navxweyî û Saziya Tiba Edlî (ATK) dane. Yolerî anî ziman ku wan têkildarî van serlêdanên xwe heta niha bersivek erênî an jî neyînî wernegirtine. Yolerî got hewldanên ji bo dîtina Mehmet Bal tên birêvebirin jî têrê nakin û heta niha di lêpirsînê de tu pêşketinek nîne. Yolerî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne divê dewlet bi awayek cidî bikeve nava hewldanên dîtina Mehmet Bal. Yolerî got ew ê vê meseleyê ji nêz ve bişopînin.
 
MA / Erdogan Alayûmat
 

Sernavên din

27/02/2020
16:03 Starta 8'ê Adarê li cihê ku li Gulistan Doku digerin dan
15:49 Ji Dayikên Aştiyê daxuyaniya ji bo Îmraliyê: Bila bi Ocalan re hevdîtin pêk were
15:38 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyeke nû
15:31 Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdarî danişînê nebû
15:31 KESK: Ji sedî 92’ê jinan rastî tundiyê tên
15:19 Emîrhan ê di erdhejê de birîndar bibû spartin axê
15:10 Kuçe û kolanên Wanê vala bûn
15:03 Ji KCD û TJA'yê bang: Divê her kes ji bo Îmraliyê hestiyar tev bigerin
14:50 Li Pira Galata welaltiyek bi lêdanê hat binçavkirin
14:36 Parêzerên Ocalan serî li Wezareta Dadê dan
14:16 DBP: Divê bi awayekî lez malbat û parêzer biçin Îmraliyê
14:14 TJA: Cezayê li Tugluk hat birîn, êrîşa li dijî hevserokatiyê ye
13:50 Başaran: Em dipên ku hikûmet bi lez têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bide
13:49 Komîsera Bilind a NY: Tirkiye bi TMK’ê muxalîfan bêdeng dike
13:27 Rojnameger Boltan: Polîsan ji mijarên kevn ez binçav kirin
13:20 Dayikên Aştiyê 20 sal in ji bo aştiyê qîr dikin
13:20 Qaymeqamıya Ceyhanê bi hinceta vîrusa koronayê şahiya jinan asteng kir
13:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir
12:54 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê em demildest biçin Îmraliyê!
12:38 Wê cenazeyê Seîd Yûsûf biçe Qamişloyê
12:16 5 roj borîn lê hêj alîkarî negihiştiye mexdûrên erdhejê
12:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Li gundê Qiratî ya erdhej lê pêk hat heywan ji serma dimirin
11:46 Li Grava Îmraliyê şewat derket
11:45 Mamoste Pelda Sevîn ku sîxurtî lê hatibû ferzkirin serlêdana sûc kir
11:33 Li Pirtûkxaneya Lîlavê wê pirtûka Demîrtaş ‘Leylan’ bê îmzekirin
11:23 Erdhejzedeyên Serayê: Em perîşan in û diqerisin
11:18 Walîtiya Colemêrgê 5 herêm qedexe kir
10:48 Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê rêya darbeyan li Tirkiyê vekir
10:41 Dosyeya Meteyê 11 salî jî daxilî nav dosyeyên 'kiryar nediyar' kirin
09:55 Aborîzan Onder: Gotin û polîtîkayên îqtîdarê rê li ber întiharê vedikin
09:10 5 gund 8 roj in bê av in
09:10 ‘Em naxwazin Hêlîn bimire'
09:09 Ji bo heywan nemirin kuçe bi kuçe digerin
09:09 'Her ku tecrîd dewam bike wê dayik bigirîn'
09:08 Çû noterê îmze da, hat xapandin
09:08 Vîrûsa Corona li 40 welatan belav bû
Dr Sîpan: Divê her kes li paqijiyê baldar bin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2020'AN
26/02/2020
16:16 Erdogan ji bo HDP'ê ferman da darazê
15:49 Li miduriyeta perwerdê polisan sîxurtî li mamoste ferz kirin
15:30 Olûç: Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin
15:09 Eskerên derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin
14:28 Hunermendê kurd Seîd Yûsif koça dawî kir
14:10 Rojnameger û malbatan, Aktaş, Yavuzel û Yeşil bi bîr anîn
13:39 Karebeya Cemxaneyê muhir kirin
13:37 Tewanbariya Takva ya derbarê Bekîr Kaya negirt
13:37 Li Êlihê xebatên 8’ê Adarê dest pê kir
13:02 Yilmaz: Li Sûriyeyê dê Kurd encamê diyar bikin
11:41 Rêyên parastina ji vîrusa koronayê
11:40 Alinak: Ne 68 salî bibim 100 salî jî ez ê kelemê çavê neyaran bim
10:31 Welatiyan astengiya li pêş alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kirin
09:50 'Întihar kir, lê hê jî bankayan dev jê bernedane'
09:11 Buhoyê maskeyan ji sedî 150 zêde bû
09:09 Qeyûman 2 hezar û 328 karker ji kar derxistine
09:08 Xanî di bin avê de ma û bê war man
09:07 Notayên muzîkê jî bûn şîfreya rêxistinî!
09:07 Rapora der barê îşkenceya li Xelfetiyê: Îşkence tuneye
09:01 'Pêdivî ne bi kona, bi konteyneran heye'
09:01 Gardiyan: Êdî cihê we hucre ne
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN
08:01 Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn Hevserokên PYD’ê
25/02/2020
20:22 Hevserokê HDP'a Bayrampaşayê hat binçavkirin
17:42 Zaroka rastî destdirêjiyê hat di dadgehê de girî; Parêzerê îtîraz kir ji salonê hat avêtin
16:58 Li Amedê zarokek şewatî û jiyana xwe ji dest da
16:49 HDP'iyên li Mersînê hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan hatin berdan
16:09 Li Başûr ji ber vîrûsa korona dibistan ketin betlaneyê
16:00 Rêxistinên maf derbarê Girtîgeha Afyonê de raporek eşkere kirin
15:43 Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê bi vîrûsa korona ket
15:33 Qemyonên alîkariyê yên hatin astengkirin paşve şandin Wanê
14:35 Serokkomarê berê yê Misrê Husnu Mubarek mir
14:09 Alîkariya şaredariyên HDP’î yên ji bo Wanê şandin hatin astengkirin
14:08 Genç: Bi heman delîl û sûcdariyan doza duyem li min vekirine
14:08 Dadgeha Bilind cezayê Aysel Tugluk pejirand
13:47 Qeyda veşarî ya îşkenceya li nexweşxaneyê tundiya polisan aşkere kir
13:36 Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lacalle: Hiqûqa navneteweyî bi tecrîdê tê binpêkirin
13:36 Jinên Amedê dê 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê pîroz bikin
13:06 Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê
13:04 Wezîrê Iraqê: Li Kerkûkê li ser 4 kesan vîrûsa Corona hat dîtin
12:43 Polîs îdîa kir ku telefonên desteser kiribû winda kirin
12:42 Erdogan, beriya biçe Libya bi rojnameger re xeyidî
12:32 Li Mersînê piştgiriya çalakiya Grûp Yorûmê
11:56 Parêzere ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 Yîgît: Tirkiye dixwaze bi temamî li Idlibê bimîne
10:51 Trikiye dexl û zadê Girê Spî desteser kir
10:51 Malbata ku mala wan di erdhejê de hilweşiya şevê di romorqê de derbas kir
10:22 Şandeya KCD, DBP, HDP û HDK diçe Elbakê
09:07 Der barê tecrîda li Îmraliyê de serî li CPT'yê dan
09:06 Endezyar Alkan: Ne piştî erdhejê, divê berî wê tevdîr bên girtin
09:03 Hem li wan dan hem jî gotin 'Çima hûn gilî dikin?'
09:02 Civaknas Yardim : Zêdebûna întiharan nîşaneya jevketina civakê ye
09:01 ‘Ji bo parêzer baş biparêzin divê zimanê kurdî hîn bibin’
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2020'AN
08:52 Welatiyê di erdhejê de hewar dikir krîza dil derbas kir
24/02/2020
16:49 Buldan û Sancar: Kongreya me bû şahiya demokrasiyê
16:19 Kongreya PYD’ê bi axaftinan didome
15:43 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:35 Ji 25 baroyan daxuyaniya hevpar: Qrîza herî giran a darazê tê jiyîn
15:10 Gundê Elbisê ku erdhejê lê çêbû ji hewa ve hat kişandin
14:33 Li Mêrsînê mirovekî întîhar kir
14:32 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin