Mîthat Sancar: Ji bo aştiya mezin deriyê Îmraliyê vekin

img

ENQERE – Namzetê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bang li yên ku li Soçî, Astana û Amerîkayê li mutabakatan digerin kir û got: “Deriyê Îmraliyê vekin ku bila deriyê aştiyê jî vebin. Werin em bi Mutabakata Dolmabahçeyê dest pê bikin. Teqez û teqez wê Ocalan bibe ronahiya vê riyê.”

Namzetê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Mîthat Sancar di kongreyê de derket ser dikê û xîtabî deh hezaran kes kir. Sancar bi kurdî, erebî û tirkî beşdaran silav kir û got: “Hûn ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyê bixêr hatin. We wêrekî û hêvî anî vir.” Sancar da zanîn ku divê ew ewilî silavek ji dil bişîne ji kesên heq kirine re. 
 
‘HDP PARTIYA HÊVIYÊ YE’ 
 
Sancar bal kişand ser pênaseya navê HDP’ê û got: “HDP çi ye? Ji bo em pênaseya HDP’ê bikin bi hezaran peyv tên bîra mirov. HDP navê partiya hêvîye ye û partiya li dijî hemû neheqiyan e. Em hêza xwe ji gel û bedelên xwe digirin. Dilê bi milyonan gel li vir lê dide.”
 
‘BERXWEDAN KEVNŞOPIYA ME YE’ 
 
Sancar anî ziman ku yên ji bo bedeldayînê her ku diçin zêde dibin û got: “Helbet ne hedê min e çîroka berxwedanê ji were qal bikim. Berxwedan çand û kevneşopiya me ye. Em partiya berxwedêrên kurd, tirk û kedkar û feqîran in. Em ê her tim xwedî li berxwedan û berxwedêran derkevin. Ez vê yekê pir eşkere dibêjim êdî dema avakirina jiyanek nû ye. HDP li ser rêy aavakirinê ye û wê bi ser bixîne.”
 
‘EM DEST BIDIN DESTÊN HEV’ 
 
Sancar destnîşan kir ku gumana wan ji baweriya wan nîne û got: “Jixwe bê me derveta van tune ye. Bê ma nabe. Em vê yekê her tim dibêjin. Lê em bi tenê têr nakin. Çi ji destê me tê em dikin. Niha îqtîdarek xedar û bêwîjdan li hember me heye. Li gel ewqas zilm û zordestiyê dem dem abi destê hev girtinê ye. Divê em vê yekîtiyê û hevpariyê mezin bikin. Banga me li hemû aştîxwaz û demokrasîxwazan e. Di salên dawî de birînên kûr vebûn. Însan ji kar û nanê xwe bûn. Bi destê qeyûman îradeya gel hat dizîkirin. Girtîgehan bi însanan tije kirine û însan hatin revandin û qetilkirin. Em îradeya ku van birînan bipêçin deynin holê. Divê em li ser planek ku neheqî rabin bixebitin. Em banga vê li her kesî dikin. Em ji hemû talankirinan û neheqiyan re bêjin bes e û rawestînin. Rawestandina talanê wezîfeya me ya ewil e.”
 
‘EM PÊŞIYA HEQÎQETÊ VEKIN’ 
 
Sancar bal kişand ser gotinên îqtîdarê û medya wê yên “derewkar” û wiha got: “Îqtîdar û medya xwe ji serê sibê heta êvarê derewan dikin. Ewqas derewan dikin êdî nema civak nefesê hilde. Werin em dawî li derewan bînin. Werin em gotinên xwe azad bikin û pêşiya heqîqetê vekin.i Em ji bo aştî, demorkasî û azadiyê her kêlî amade ne. Ji bo pêkanîna aştiyê û rê vekirina aştiyê em bang li her kesî dikin ku werin tevlî vê xebatê bibin.” 
 
‘OCALAN WÊ BIBE RONAHIYA RÊ’ 
 
Sancar destnîşan kir ku ew dixwazin pêşiya îradeya piştevaniyê bide aştiyê were vekirin û wiha got: “Deriyê Îmraliyê vekin ku rêya aştiyê heta dawiyê vebibe. Hemû kesên aştiyê dixwazin bila bi samîm viya bawer bikin, heke rêya aştiyê vekin, teqez û teqez wê Ocalan bibe ronahiya vê riyê. Ji ber vê yekê em dibêjin tecrît tenê ne meseleya me ye. Tenê ne meseleya hiqûqî ye. Li vî welatî meseleya aştiyê heye. Em vê bangê li hemû kesî dikin. Werin em Meclîsê bixin xizmeta aştiyê. Heta aştî pêk neyê aramî jî pêk nayê. Heta refah pêk neyê demokrasî jî pêk nayê.” 
 
‘MUTABAKAT LI ASTANA, SOÇÎ Û QESRA SPÎ NÎNE, LI QAMIŞLO Û ENQEREYÊ YE’ 
 
Sancar bal kişand ser serdan û lêgerînên Tirkiyê yên li Rûsya û Amîrakayê jî û wiha got: “Em behsa aştiyek mezin dikin. Navenda aştiya mezin erdnîgariya me ye. Jêderka aştiyê axa me ye. Em bang li wan kesên ku li Astana, Soçî û Amerîkayê li pey mutabatan ango li hevkirinê ne digerin jî dikin. Mirov li hevkirinê ne li wir digere. Tu tiştekî nade we. Berevajî vê yekê wê vî welatî bixe nava aloziyan, şer û wê xwînê birijîne. Heke hûn li mutabakatê digerin, vaye Mutabakata Dombahçeyê heye. Werin em bi wê mutabatakê bimeşin. Heke hûn dibêjin na, em mutabakatek nû çêbikin. Mutabakat ne li Soçî û Astanayê ye, ne li Qesra Spî ye. Werin em li Şamê, Qamişlo û Enqereyê mutabatakan bikin. Werin em aştiya gelan li ser vê axê pêk bînin. Ewlekarî bi S-400 û patriotan nayê dabînkirin. Pêdiviya gelan a herî mezin wekhevî ye. Divê rêzgirtina gelan esas were girtin û divê îradeya gelan were nasîn. Ji ber vê yekê ji bo aştiyê em di duriyana herî krîtîk de ne. Hûnê bêjin şert guncav in gelo? Ez qala zehmetiyan nakim. Her tişt li ber çavan e. Dagirkirina Efrîn û Rojava li ber çavan e. Niha jî Idlib li ber çavan e. Ne hewceye ku ez qala xeternakî û girîngiya vê yekê bikim.”
 
 
 

Sernavên din

27/02/2020
16:03 Starta 8'ê Adarê li cihê ku li Gulistan Doku digerin dan
15:49 Ji Dayikên Aştiyê daxuyaniya ji bo Îmraliyê: Bila bi Ocalan re hevdîtin pêk were
15:38 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyeke nû
15:31 Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdarî danişînê nebû
15:31 KESK: Ji sedî 92’ê jinan rastî tundiyê tên
15:19 Emîrhan ê di erdhejê de birîndar bibû spartin axê
15:10 Kuçe û kolanên Wanê vala bûn
15:03 Ji KCD û TJA'yê bang: Divê her kes ji bo Îmraliyê hestiyar tev bigerin
14:50 Li Pira Galata welaltiyek bi lêdanê hat binçavkirin
14:36 Parêzerên Ocalan serî li Wezareta Dadê dan
14:16 DBP: Divê bi awayekî lez malbat û parêzer biçin Îmraliyê
14:14 TJA: Cezayê li Tugluk hat birîn, êrîşa li dijî hevserokatiyê ye
13:50 Başaran: Em dipên ku hikûmet bi lez têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bide
13:49 Komîsera Bilind a NY: Tirkiye bi TMK’ê muxalîfan bêdeng dike
13:27 Rojnameger Boltan: Polîsan ji mijarên kevn ez binçav kirin
13:20 Dayikên Aştiyê 20 sal in ji bo aştiyê qîr dikin
13:20 Qaymeqamıya Ceyhanê bi hinceta vîrusa koronayê şahiya jinan asteng kir
13:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir
12:54 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê em demildest biçin Îmraliyê!
12:38 Wê cenazeyê Seîd Yûsûf biçe Qamişloyê
12:16 5 roj borîn lê hêj alîkarî negihiştiye mexdûrên erdhejê
12:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Li gundê Qiratî ya erdhej lê pêk hat heywan ji serma dimirin
11:46 Li Grava Îmraliyê şewat derket
11:45 Mamoste Pelda Sevîn ku sîxurtî lê hatibû ferzkirin serlêdana sûc kir
11:33 Li Pirtûkxaneya Lîlavê wê pirtûka Demîrtaş ‘Leylan’ bê îmzekirin
11:23 Erdhejzedeyên Serayê: Em perîşan in û diqerisin
11:18 Walîtiya Colemêrgê 5 herêm qedexe kir
10:48 Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê rêya darbeyan li Tirkiyê vekir
10:41 Dosyeya Meteyê 11 salî jî daxilî nav dosyeyên 'kiryar nediyar' kirin
09:55 Aborîzan Onder: Gotin û polîtîkayên îqtîdarê rê li ber întiharê vedikin
09:10 5 gund 8 roj in bê av in
09:10 ‘Em naxwazin Hêlîn bimire'
09:09 Ji bo heywan nemirin kuçe bi kuçe digerin
09:09 'Her ku tecrîd dewam bike wê dayik bigirîn'
09:08 Çû noterê îmze da, hat xapandin
09:08 Vîrûsa Corona li 40 welatan belav bû
Dr Sîpan: Divê her kes li paqijiyê baldar bin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2020'AN
26/02/2020
16:16 Erdogan ji bo HDP'ê ferman da darazê
15:49 Li miduriyeta perwerdê polisan sîxurtî li mamoste ferz kirin
15:30 Olûç: Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin
15:09 Eskerên derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin
14:28 Hunermendê kurd Seîd Yûsif koça dawî kir
14:10 Rojnameger û malbatan, Aktaş, Yavuzel û Yeşil bi bîr anîn
13:39 Karebeya Cemxaneyê muhir kirin
13:37 Tewanbariya Takva ya derbarê Bekîr Kaya negirt
13:37 Li Êlihê xebatên 8’ê Adarê dest pê kir
13:02 Yilmaz: Li Sûriyeyê dê Kurd encamê diyar bikin
11:41 Rêyên parastina ji vîrusa koronayê
11:40 Alinak: Ne 68 salî bibim 100 salî jî ez ê kelemê çavê neyaran bim
10:31 Welatiyan astengiya li pêş alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kirin
09:50 'Întihar kir, lê hê jî bankayan dev jê bernedane'
09:11 Buhoyê maskeyan ji sedî 150 zêde bû
09:09 Qeyûman 2 hezar û 328 karker ji kar derxistine
09:08 Xanî di bin avê de ma û bê war man
09:07 Notayên muzîkê jî bûn şîfreya rêxistinî!
09:07 Rapora der barê îşkenceya li Xelfetiyê: Îşkence tuneye
09:01 'Pêdivî ne bi kona, bi konteyneran heye'
09:01 Gardiyan: Êdî cihê we hucre ne
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN
08:01 Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn Hevserokên PYD’ê
25/02/2020
20:22 Hevserokê HDP'a Bayrampaşayê hat binçavkirin
17:42 Zaroka rastî destdirêjiyê hat di dadgehê de girî; Parêzerê îtîraz kir ji salonê hat avêtin
16:58 Li Amedê zarokek şewatî û jiyana xwe ji dest da
16:49 HDP'iyên li Mersînê hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan hatin berdan
16:09 Li Başûr ji ber vîrûsa korona dibistan ketin betlaneyê
16:00 Rêxistinên maf derbarê Girtîgeha Afyonê de raporek eşkere kirin
15:43 Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê bi vîrûsa korona ket
15:33 Qemyonên alîkariyê yên hatin astengkirin paşve şandin Wanê
14:35 Serokkomarê berê yê Misrê Husnu Mubarek mir
14:09 Alîkariya şaredariyên HDP’î yên ji bo Wanê şandin hatin astengkirin
14:08 Genç: Bi heman delîl û sûcdariyan doza duyem li min vekirine
14:08 Dadgeha Bilind cezayê Aysel Tugluk pejirand
13:47 Qeyda veşarî ya îşkenceya li nexweşxaneyê tundiya polisan aşkere kir
13:36 Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lacalle: Hiqûqa navneteweyî bi tecrîdê tê binpêkirin
13:36 Jinên Amedê dê 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê pîroz bikin
13:06 Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê
13:04 Wezîrê Iraqê: Li Kerkûkê li ser 4 kesan vîrûsa Corona hat dîtin
12:43 Polîs îdîa kir ku telefonên desteser kiribû winda kirin
12:42 Erdogan, beriya biçe Libya bi rojnameger re xeyidî
12:32 Li Mersînê piştgiriya çalakiya Grûp Yorûmê
11:56 Parêzere ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 Yîgît: Tirkiye dixwaze bi temamî li Idlibê bimîne
10:51 Trikiye dexl û zadê Girê Spî desteser kir
10:51 Malbata ku mala wan di erdhejê de hilweşiya şevê di romorqê de derbas kir
10:22 Şandeya KCD, DBP, HDP û HDK diçe Elbakê
09:07 Der barê tecrîda li Îmraliyê de serî li CPT'yê dan
09:06 Endezyar Alkan: Ne piştî erdhejê, divê berî wê tevdîr bên girtin
09:03 Hem li wan dan hem jî gotin 'Çima hûn gilî dikin?'
09:02 Civaknas Yardim : Zêdebûna întiharan nîşaneya jevketina civakê ye
09:01 ‘Ji bo parêzer baş biparêzin divê zimanê kurdî hîn bibin’
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2020'AN
08:52 Welatiyê di erdhejê de hewar dikir krîza dil derbas kir
24/02/2020
16:49 Buldan û Sancar: Kongreya me bû şahiya demokrasiyê
16:19 Kongreya PYD’ê bi axaftinan didome
15:43 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:35 Ji 25 baroyan daxuyaniya hevpar: Qrîza herî giran a darazê tê jiyîn
15:10 Gundê Elbisê ku erdhejê lê çêbû ji hewa ve hat kişandin
14:33 Li Mêrsînê mirovekî întîhar kir
14:32 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin