AMED – Dadgeha Qanûna Bingehîn bi hênceta “lêpirsîn kêm hatiye kirin” biryara dozvenekirina derbarê 37 leşkerên li Pasûrê 7 welatî kuştibûn xera kir û biryara lêpirsîn ji nûve were destpêkirin da.
Li herêma Serê Spî ya girêdayî navçeya Bongilan a Çewligê 29 sal berê 3 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên PKK’iyan birin navçeya Pasûra Amedê. Wexta girseyê cenaze radikir, ji Fermandariya Tabûra Pasûrê leşkeran gule li girseyê barand. Di encama gulebaranê de Mehmet Nasih Altin, Neytullah Tekîn, Hayrettîn Demîrtuyî, Felemez Bulut, Omer Ozturk, Alî Mîntaş û Şahîn Tekîn jiyana xwe ji dest dabûn.
Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) têkildarî bûyera di 24’ê Kanûna 1991’î de qewimiye dîsa ji nûve lêpirsîn were destpêkirin biryar da. AYM’ê biryar da ku bi boneya Dozgeriya Komarê ya Amedê piştî bûyerê 21 sal şûn ve lêpirsîna daye destpêkirin kêm birêve biriye û li gorî xala 17’emîn a AYM’ê mafê jiyanê hatiye binpêkirin. AYM’ê xwest biryara dozvenekirinê ya dozgeriyê daye were rakirin.