EDENE - Li gor lîsteya 2020'an a Wezareta Çandinî û Daristanê, li Edeneyê hin fîrmayan goştê ker û hespan firotiye. Serokê Odeya Qesaban a Edeneyê Sarûhan Yagmûr, diyar kir ku ev yek li cem qesaban çê nebûye, çi çêbûbe di fîrmayên sicûqan û restorantan de çêbûye û xwest fîrmayên sicûqan û restorant bên kontrolkirin.
Di lîsteya Wezareta Çandinî û Daristanê ya sala 2020'an de hat diyarkirin ku li Edeneyê hin fîrma goştê ker û hespan firotine. Serokê Odeya Qesaban a Edeneyê Sarûhan Yagmûr, bertek nîşan da û xwest kontrolkirin hîn bêtir bê kirin. Yagmûr, diyar kir ku li gor lîsteya wezaretê li Edeneyê du fîrmayan goştê ker û hespan firotiye û got, li tu qesabên li se rodeya wan ev yek nehatiye dîtin û tespîtkirin. Yagmûr, ev yek li cem qesaban çê nebûye, çi çê bûbe di fîrmayên sicûqan û restorantan çê bûye û xwest fîrmayên sicûqan û restorant bên kontrolkirin.
Yagmûr, anî ziman ku odeya wan hin kontrolan dike û got, kesên bi awayekî fason sicûqan çê dikin û kîloya sicûqan bi 20 TL'yî didin û bi vî awayî zirarê didin laşê mirovan. Yagmûr, got: "Ên hewl bidin goştên ker û hespan bidin gelê me, pêşî em ê li ber wan rabin. Careke din bang li welatiyan dikim: Sicûqên erzan û qiymeyên erzan mekirin. Di nav vana de madeyên pençeşêrî jî hene. Ji bo vê bang li Odeya Beytaran dikim ku peywira xwe bike. Her wiha divê market jî bên kontrolkirin."
Qesab Ridvan Okmen jî parast ku market û restorant goştê hesp û keran difiroşin û got: "Lê li cem me tiştekî wiha tuneye. Tew ê me ji ên marketan erzantir e. Belgeya me ya Midûriyeta Çandiniyê heye. Berên me hem baş in hem erzan in."
MA / Hamdullah Kesen