AMED - Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray têkildarî komeleya wêjeyê axivî. Yaray, destnîşan kir ku heta niha kîjan ziman bûya dê li dijî zext û zordestiyan têk çûbûya û got: “Ji ber ku zimanê kurdî xurt û dewlemend e li dijî polîlikayên bişavtinê bi sedan sal in li ser piyan maye.”
Komeleya Wêjekarên Kurd, di 21'ê Çile Roja Çîrokan a Cîhanê de hat avakirin. Beriya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li ser rewşa ziman û wêjeyê Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray axivî. Yaray, diyar kir ku Amed di warê niviskar, wêje, berhem û weşanxaneyan de dewlemend e û wiha got: “Di aliyê saziyê de valahiyek hebû me jî xwest vê valahiyê bi saziyeke wêjekaran dagirin. Em heft nivîskar hatin cem hev û me komele vekir. Niha jî me dest bi xebatên xwe kir.”
‘DERIYÊ ME JI HEMÛ FIKRAN RE VEKIRÎ YE’
Yaray, da zanîn ku dê di rojên pêş de dest bi xebatan bikin û got: “Em ê derbarê pirsgirêk û berhemên nivîskaran civînan li dar bixin. Pir nivîskar hene ku zêde nayin naskirin û derheqê berhemê wan de agahiyên me tune ne. Ji bo xwedîderketina wan berheman jî rojên îmzeyê û rojên wêneyê em ê li dar bixin. Em ê kurdî xurtir bikin. Kurdistan, mozaîka zimanan e. Her niviskarekî me dikare fikrên xwe, planên xwe bi awayekî azad bîne ziman û bi me re parve bikin."
'ÎRAN BABA TAHÎRÊ URYAN WEKÎ FARZ NÎŞAN DIDE'
Yaray, destnîşan kir ku wêjeya kurdî, li gorî ewqas neheqî û înkarê jî pêş ketiye û wiha axivî: “Nivîskarên Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê derketine. Li ruxmê ku kurdî ne zimanê fermî û perwerdeyê ye jî dîsa gelek berhemên bi kurdî hene. Ji ber înkarê Îran li Baba Tahîrê Uryan xwedî derketin û dibêjin Baba Tahir ne kurd e. Lê ne wisa ye. Baba Tahir gotiye ‘ez xizmetkarê zimanê pehlewî me, guhdarê lorî me’. Pehlewî zaravayê zimanê kurdî yê kevnar in. Em ê li ser van klasîkan lêkolînê bikin. Em ê li klasîkên kurdî xwedî derkevin.”
'LI MEZOPOTAMYA YEKEM HELBESTVAN JIN E'
Yaray, anî ziman ku di dîroka wêjeyê de yekemîn helbestvan a li ser axa Mezopotamyayê derketiye jin e û wiha berdewam kir: "Em ê kargeha atolyeya dîroka wêjeya kurdî li dar bixin. Bi hêviya ku wêjeya kurdî her ku herê bigihêje cihê xwe yê heq. Bazîl Nîkîtîn jî dema ku ji bo lêkolînê tê Kurdîstanê dibêje ‘wêjeya kurdî ji tu wêjayan ne kêmtir e.’ Niha em dinêrin ku gelek berhemên kurdî li hin deverên biyanî derdikevin holê. Ji bo vê jî em ê li berhemên xwe xwedî derkevin.” Yaray, bilêvkir ku têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê hin bername amade kirine û wiha domand: “Em ê di 20’ê Sibatê de li komeleya xwe panelekê li dar bixin. Di 21’ê Sibatê de jî hin endamên me dê biçin Cizirê. Di 22-23’ê Sibatê de jî dê biçin Riha û Mêrdînê.”
‘KURDÎ LI DIJÎ BIŞAVTINÊ BI SEDAN SALIN LI BER XWE DIDE'
Yaray, li ser parastin û pêşxistina ziman jî rawestiya û got: "Em ê sala 2020’an bikin sala zimanê kurdî. Kijan ziman bûya jî, li dijî van zext û zordestiyan niha têk çûbûya. Ji ber ku zimanê kurdî xurt û dewlemend e, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bi sedan sal in li ser piyan maye. Li bajaran bi hezaran dibistan hene. Bi hezaran insan tên asîmîle kirin. Dema saziyek Kurdî vedibe, nayê hesaba dewletê û astengiyan derdixin pêşberî wan. Wan digirin. Em bi hêvînî û bawirî ne ku em ê di qada ziman de bi ser bikevin."
Yaray, bal kişand ser kargehên xwe û wiha bi dawî kir: "Em ê bi kesên ku berhemên wan hene, dildarê wêjeyê ne, dixwazin berheman derxînin re eleqeder bibin. Em bi berhemên girtîgehan jî eleqeder dibin. Divê em bêtir li girtîgehan xwedî derkevin. Derfetên nivîskarên girtî tune ye. Divê em sponsoran ji wan re bibînin. Berhemên nivîskarên girtî yên ku a niha li ber destê me jî em ê roja îmzeyan ji wan re çê bikin. Hewceye ku her sazî li nivîskarên girtîgehan xwedî derkeve û têxin rojeva xwe.”