‘Kurd dê qedera Kurdî diyar bikin'

  • rojane
  • 11:35 18 Sibat 2020
  • |
img

AMED – Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd dijîn. Lê Kurd li Tirkiye nikarin bi zimanê Kurdî perwerde bibînin. Hêj zimanê Kurdî ne fermî ye. Heta niha gelek ji ber fêrî ziman dibin û ziman fêr dikin tên binçavkirin, girtin û cezakirin. Li aliyê din jî gelek caran, rayedarên hikûmetê bi Kurdî propaganda xwe dikin. Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku dê qedera Kurdî Kurd diyar bikin û wiha got: "Ji bo ve yekê jî divê Kurd bibin xwedî Statu û Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê." 

Li Tirkiyeyê bi xala 42'emîn a Destûra bingehîn, ji xeynî Tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermiyetê ne. Li aliyê din, Rêxistina Perwerde, Zanis û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ilan kir. Ji wê salê heta niha 20 salin ji bo mirov li zimanê zikmakî xwedî derkevin û teşwîk bikin pîrozbahiyan li dar dixin. Lê li Tirkiyeyê pîrozbahî, perwerdehiya Kurdî û zimanên din hatiye qedexekirin. Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser ruyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li ser tevahiya cîhanê tê gotin ku nêzî 7 hezar ziman tên axaftin û 5 hezar çandên herêmî heye. Di nava welatê cîhanê de, herî zêde li Papua Yeni Gine pir zimanî heye û pir zimanî tê axaftin. Li Yenî Gine ku nifûsa wê 8 milyon mirov e, nêzî 800 ziman tên axaftin. Edîtorê Atlasa Zimanên Dibin Talûkeyê de yên Cîhanê yê UNESCO Chris Molesey, timanên herêmî wekî zimanên ku ji destpêka nivîsandina dîrokê heta niha yên tên axaftin pênase dike. 
 
Piştî NY'ê di 21'ê Sibata 2000'an de  wekî Roja Zimanê Cîhanê îlan kir, Kurdan jî piştî 2000'an ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dest bi xebat û kampanyayan kirin. Bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê û xwendekarên dibistana seretayî û lîse daxwazname dan midûriyeta perwerdehiyê û Wezareta Perwerdehiyê. Piştî demek dirêj saziyên Kurdî-Der hatin vekirin û Kurdan dest bi Kursa zimanê Kurdî kirin. Lê vê yekê dirêj neajot. Piştî demekê dîsa hemû saziyên xebata ziman dikin hatin girtin.  Li Tirkiyeyê ji ber vê xala Destûra Bingehîn, zimanên Kurdî (Soranî, Kirmancki, Kurmancî û Hewramî) Erebî, Gurcî, Lazî, Adigeyî, Boşnakî jî di navde 35 zimanên din ku li Tiriyeyêyê tên axaftin li dibistanan wekî zimanê fermî nayên qebûlkirin û welatiyên ku zimanê wan ê zikmakî ne tirkî ye nikarin bi zimanê xwe werwerde bibin. Li gorî parazvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê ji sedî 20- %25’an ji xeynî Tirkî bi zimanên xwe yên zikmakîdi axivin. Ger ku ev ziman nebin zimanê zikmakî û nebin zimanê perwerdehiyê dê wekî zimanê Ubihcî tune bibin. Li Tirkiyeyê zaravayê Kurdî Kirmancî û nêzî 18 ziman li ber tunebûnê ne. Zimanê Ubik, Mlahso û Yunaniya Kapadokî li ber tunebûnê ne. Dîza zimanê Hertevin û Mlahso û ji malbata zimanê Suryanî Turoyo, Ladino û Gagavuzca, Romanca, Ermenîkiya Rojava, Hemşînî, Lazî, Yunayiya Pontusî, Abazayî, di talûkeyê de ne. Dîsa zimanê Adigece, Abhazca, Kabar-Çerkes li ber tunebûnê ne. 
 
Li gorî malpera Ethnologue ya xebatê ziman dimeşîne li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin. Lê niha tenê Tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd hene, lê Kurdî hêj qedexe ye. Li aliyê din jî rayedarên hikûmetê her dem li ser ziman propaganda xwe dikin. Her çend di 2009'an de bi TRT 6 weşana kurdî kirin jî li gorî polîtîkaya xwe naverok diyar kirin. Dîsa her çend destûr da ku Kurdî Der bê vekirin û Qursên Kurdî bidin jî di sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên Kurdî girtin. Hemû weşanên Kurdî girtin. Dibistana seretayî ya Ferzad Kemanger, dibistana Dayika Uyewş û dibistanên din ên Kurdî girtin. Rojnameya Azadiya Welat ku tekane weşana kurdî dikir girtin. Enstituya Kurdî ya Stenbolê girtin. Li Sakaryayê Kadir Sakçi (43) ji ber bi kurdî axivî hat kuştin û kurê wî Burhan Sakçi (16) bi giranî birîndar bû. Dîsa li Sakaryayê Şirin Tosun di sala 2019'an de ji ber bi Kurdî axivî kuştin. 
 
Piştî OHAL bi dawî bû Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman (MED DER) hat vekirin û piştî 4 salan dîsa dest bi xebatên Kurdî kirin. Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê hat avakirin. Dîsa Tora Çand û Ziman a ji gelek nivîskar, rewşenber, hunermend, rojnameger û hiqûqnasan pêk tê hat avakirin. 
 
PROF. ORAN: ASTENGÎ LI PÊŞ KURDÎ TUNE KU BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ
 
Profesorê Dadgeha Destûra Bingehîn Baskin Oran diyar kir ku li pêş perwerdehiya Kurdî astengî tune û wiha got: "Her çend ne pêkan be ku Kurdî wekî "Zimanê Zikmakî yê Perwerdehiyê" bê dîtin jî, Kurdî dikare bibe ‘Zimanê perwerdehiyê". Prof. Oran, anî ziman ku Zimanê zikmakî cuda ye û Zimanê perwerdehiyê cuda ye û wiha got: "Xala 42’an a Destûra bingehîn wiha dibêje; "Di saziyên perwerdehî û hîndekariyê de, ji xeynî zimanê tirkî, bi tu zimanên din wekî zimanê fermî bi welatiyên Tirk nayê xwendin û fêrkirin." Li gorî vê xalê Kurdî wekî "Zimanê zikmakî yê perwerdehiyê" nayê dayîn. Lê dikare bibe zimanê perwerdehiyê. Dikarin saziyên bi zimanê Kurdî, Çerkesî, Erebî û hwd vekin û ziman fêr bikin. Bi peymana Lozanê perwerdehiya Zimanê Zikmakî ya Kurdî bi sînor kirin."  
 
TAN: DIBÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ
 
Zimanzan û Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan jî diyar kir ku dê qedera Kurdî Kurd diyar bikin û wiha got: "Ji bo ve yekê jî divê Kurd bibin xwedî Statu. Niha astengiya li pêş Kurdî ya herî mezin bê statuya Kurdan e. Niha jiyan bûye bi Tirkî. Niha baweriya ku "Kurdî kêrî tiştekî nayê" pêş dixin. Ev yek bandora neyînî li ser Kurdî dike. Divê berî her tiştî Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. 
 
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî anî ziman ku yek ji astengiya li pêş ziman polîtikaya dewletê ye ya din jî nêzîkatiya gelê Kurd a li hemberî ziman e û wiha got: “Ger ku gelê me li zimanê xwe xwedî derkeve û wekî nasnameya xwe bibîne, wekî sedema hebûna xwe bibîne wê demê dê Kurdî pêş bikeve. Dîsa ger ku siyasetmedar qîmet bidin ziman û siyasetê bi Kurdî bikin dê Kurdî pêş bikeve. Lê ger ku Kurd û siyasetmedar li Kurdî xwedî dernekevin dê Kurdî têkeve rewşek xerab." 
 
 

Sernavên din

21/02/2020
12:51 Jinên kurd ên koçberî Enqerê bûne: Ligel qedexeyan jî me zimanê xwe ji bîra nekir
12:15 Nivîskarê Kurd Varli: Ziman winda bibe dê gel jî winda bibe
11:51 KCD: Em li her qada jiyanê bi kurdî baixivin
10:40 KNK: Yên ziman winda bikin dê her tiştî winda bikin
10:29 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê girtiyan xistin hucreya yek kesî
10:04 PEN a Kurd: Zimanê kurdî yê 50 milyon kurdan e
09:36 'Divê kurd malên xwe bikin dibistanên kurdî'
09:15 Di binçavan de gef lê xwarin, gotin 'em ê diya te jî bigirin'
09:15 Dozger der barê polîsê bi wesayîta zirxî Can kuşt de îdianame amade kir
09:14 'Beraatê naxwazim, bimire faşîzm'
09:14 GÎŞ-DER: Em ê pirsgirêkên karkeran hel bikin
09:04 'A ku netewekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e'
09:03 Di 20 rojî de 400 berfok firotine
09:03 Girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 Di qeydan de gumanbar diyar e, lê di biryarê de 'meçhûl' e
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2020'AN
20/02/2020
17:12 Jinan li Amedê ji bo zimanê zikmakî daxuyanî dan
16:54 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:53 Li Qelqelî û Serayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin birêvebirin
16:44 Platforma Yekîtîya Jinên Kurd: Mafê kurdan e ku zimanê wan bibe zimanê fermî
16:37 Rojnameger Boltan û 6 kesên din hatin berdan
16:21 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn serdana şîna Olçen
15:57 Hat xwestin tabeleya Heskîfê jî bê daxistin
15:53 Ji Rêxistina Efoya Navneteweyî rapora Rojava: 180 sîvîl hatin qetilkirin
15:36 Ji bo Kongreya HDP'ê piştevaniya enternasyonalist
14:52 Ji bo kurdî daxwaza statûyê kirin
14:45 Xebatkarên tenduristiyê yên Zanîngeha Dîcleyê dest ji kar berdan
14:34 Di doza Nisêbînê de bal kişandin ser tecridê
14:33 Berteka li dijî Qeyûm Yaman: Mînaka berbiçav a rejîma yekzilamî
14:29 TJA: Her malekê em bikin dibistanek zimanê kurdî
14:19 Banga beşdariya kongreya HDP’ê li xelkê kirin
13:57 Hevjîna polîs ê parazvanê Qeyûm kirin midûr
13:40 Li Elmanya êrişa çekdarî: Piraniya miriyan kurd in
13:39 Qeyûm hemû midûriyetên qeymeqamiyê dikişîne avahiya Şaredaiyê
13:01 Hejmara 10'emîn a Psychology Kurdî derket
12:55 Danişîna doza Medeni Yildirim hat dîtin
TUBİTAK'ê ragihand ku nikare rapor amade bike
12:34 Cenazeyê Dîdem a winda hat dîtin
12:02 Xelîl: Idlib û gundên Helebê ji aliyê siyasî ve hatibûn firotin
12:01 'Boltan ji ber beşdarî merasima Musa Anter bû hat binçavkirin'
12:00 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Tiştên li Idlibê dibin şanoyeke encamên wê diyar in!
11:50 Alinak: Ez ji wan rebenên di bin parastina polîsan de bextwartir û azadtir im
11:32 Karkerek din jî întîhar kir!
11:15 ‘Ne aşûtê xemsariyê wan kuşt’
10:32 Xwedêda Çûkê: Gelê Şengalê dê ji bo Xalid Şemo li ser piyan bin
10:23 Pitika Afganî, ciwanê Pakîstanî, welatiyê Sûriyê, Îranî…
10:20 Kevîrê Pîvangê yê Kurdî: Enstîtuya Kurdî
10:20 Rêxistinên ciwanan: Sedema întîharan îqtîdar e
09:05 'Kurê min bêsûc e, bila nemire'
09:04 'Mirov ji hêjarî û neçariyê întihar dikin'
09:03 ‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2020'AN
07:51 Osman Kavala cardin hat girtin
19/02/2020
19:12 Girtiya nexweş Terfa Akçin hat berdan
17:02 'Çavkaniya pirsgirêkan ne xebatkarên tenduristiyê ne polîtîka ne'
15:09 Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan hat binçavkirin
15:08 AYM’ê biryar da ku 37 leşker ji nûve werin lêpirsînkirin
14:48 Platforma Jinan a Enqerê: Divê Hasan Bîlgîlî bê girtin
14:36 Got ‘nikarim deynê bankayan bidim’ û întîhar kir
14:10 Peskov bersiva Erdogan da: Ji bo Îdlîbê senaryoya herî xerab be
13:28 Dozger dîsa xwest Serokê Odeya Tabîban ê Şirnexê Kunî bê cezakirin
12:58 Ji ber qeyrana aborî di 12 rojan de 9 kesan xwe kuşt
12:38 Di 21'ê Sibatê de dê gelek çalakiyên ziman bên birêvebirin
12:31 Mamosteyê matematîkê întîxar kir
12:19 Raporên ji bo doza Medenî Yildirim dîsa nehatin amadekirin
11:56 Li Îzmîrê di 4 rojan de 2 kesan întîxar kir
11:44 Derûnnas Turkmen: Sedemê întîharan xerabûna pergalê ye
10:49 Doza Buyukada dest pê kir
10:46 Li Enqereyê zilamekî jinek qetil kir
10:21 'Medya bûye amûra bîrdozî'
09:09 'Bila fîrmayên sicûqan bên kontrolkirin'
09:09 Waliyê Mêrdînê heqaret li tîma hentbolê kiriye, dîrektor û hevjîna wî desteser kiriye
09:08 Ji HEP'ê heta HDP'ê israra ji bo siyaseta demokratîk û îtifaqê
09:08 'Kî dixwaze zarok bi tecawizkarê xwe re bizewice?'
09:07 Mihail Vasiliadis: Ziman heye civak tune ye
09:06 ‘Kurdî li dijî bişavtinê li ber xwe dide'
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2020'AN
08:18 Polîsan Rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
18/02/2020
22:09 Cenazeyê Olçen 108 roj şûn de spartin axê
21:47 Der barê Osman Kavala de biryara binçavkirinê
17:05 Ceza li 90 kesên daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê kiribûn hat birîn
16:51 Ji bo Ozçelîk a di serdegirtina malê de jiyana xwe ji dest da bû gilî kirin
16:50 Di depoyek Qamişloyê de teqîn: 2 welatî mirin
16:09 Li Êlihê 6 kes hatin berdan
15:15 Dadgehê derbarê Doza Geziyê de biryara beratê da
15:14 Dadgehê li Rojnameger Necla Demîr doz vekir
15:04 Rojnameger Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 'Kiliç ji bo alîkariyê çû qeymeqamiyê, lê li wî guhdar nekirin'
14:33 Danişîna doza Gerînendeyê Weşana Ozgur Gundemê hat dîtin
14:21 Hevalên Mahmût Alinak: Zilma sala 1994’an li ber a niha ne tiştek e
14:20 Bernameya 8'ê Adarê ya Wanê hat aşkere kirin
14:01 HDP'ê xwest îstîsmara zarokan bê lêkolînkirin
13:43 Dîdem a 17 salî ev 9 rojin windaye
13:39 Komeleya Jiyana Nû, bernameya qurs û semîneran aşkere kir
13:19 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Hevalên Taşdemîr ê xwe kuşt: Ev ne xwekujiye cînayet e
12:31 Derbarê rojnameger Şerîfe Orûç de biryara girtinê hat dayîn
11:44 Ger û geşta li Heskîfê êdî qedexe ye!
11:35 ‘Kurd dê qedera Kurdî diyar bikin'
11:02 Çalakiyên ji bo Gulîstan Dokû sûc hatin dîtin