Jina ku hevalê wê çavekî wê kor kir: Ez cara ewil bi betl ketim salona danişinê

  • jin
  • 11:21 12 Sibat 2020
  • |
img

ENQERE - Y.O. ya ku di bin parastina polîsan de rastî lêdana hevalê xwe hat û çavekî wê kor bû, qala têkoşîna xwe kir. Y.O., anî ziman ku ji ber heyeta dadgehê li gorî daxwaza mêr biryarê dide, di danişîna ewil de bi bedl çû salona dadgehê.  

Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê her roj zêde dibe. Tekoşîna jinan û têkoşîna hiqûqî jî her roj didome. Herî zêde dema jin di bin parastina polîsan de an jî dema zilam ji wan dûr dixin, jin rastî tundiya zilam tên. Yek ji van mînakan serpêhatiya Y.O., ye. Omer Faruk A. û birayê xwe B.A. di 26'ê Nisana 2016'an de li Enqereyê xwestin Y.O. bikujin. Y.O. ya rastî êrîşa hevalê xwe Omer Faruk hat û çavekî wê kor bû, 4  salin têkoşîna hiqûqê dide. Di  danişîna duyemîn de bira B.A. hat berdan. Di danişîna 17’emîn de der barê bersûc Omer Faruk A. de 15 sal cezayê girtîgehê birîn. Cezayê ku hat daxistin, piştre ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve betal bû. Y.O., di pêvajoya darizandinê de her dem ji aliyê hevjîn û xizên wî ve rastî tundî, gef û heqaretan hat. Y.O., ji ber rastî êrîşê hat û çavê wê kor bû, 23 caran emeliyat bû. 
 
'GEF LI MALBATA MIN XWAR' 
 
Y.O., ji Ajansa Mezopotamya (MA) re qala têkoşîna xwe û serpêhatiyên xwe vegot. Y.O., anî ziman ku di sala 2015'an de bi Omer Faruk A. re bû û hindik mabûn bizewicin û wiha got: "Hindik mabû em bizewicin. Piştre xizmekî min ji birayê min re got Omer tiryakê dikişîne û deyndarê gelek cihan e. Li ser vê yekê min ji Omer re got ez naxwazim biwecim. Di şeva 29'ê Nîsana 2015'an de Omer hat li deriyê min da. Biraziyê min derî vekir. Dema min dengê wî bihîst min derî li ser xwe kilît kir. Lê hat derî şikad û li min da. Xwest min bikuje. Bi parê min girt û ez avêtim erebê. Ez birim zeviyek li Baglumê. Piştre li malbata min geriya û gef li malbata min xwar. Piştre ez bi erebeyê li nava bajar gerandin. Min li nêzî Qereqola Polîsan a Esertepe xwe avêt xwar. Ez bi birîndarî çûm qereqola polîsan. Min alîkarî xwest. Min rapora lêdanê girt. Omer jî piştre li gorî kêfa xwe hat îfade da û serbest hat berdan. Wê demê biryara ku min ji wî dûr bixin û biparêzin stendin. Piştre me doz vekir û têkoşîha hiqûqî berdewam kir." 
 
'POLÎS LI QEREQOLÊ PIŞTA WÎ FIRKAND' 
 
Y.O., anî ziman ku li gel biryara dûrxistinê hebû jî her dem ew şopand û gef li wê xwar û wiha axivî: "Her dem peyam ji min re şand. Salek û nîvekê ez rastî gefê û hatim. Dema doz vebû xwest ez giliyê xwe paşve bikişînim û dest ji dozê berdim. Dema min ev yek qebûl nekir bêtir gef li min xwar û bêtir ez bêzar kirim. Rojekê pere ji min xwest. Min jî got 'Ez pere nadim te'. Wê demê li kolanê li min xist. Perdeya guhê min qetand. Min çû li qereqolê gilî kir. Ez bi saetan li Qereqola Polîsan a Yuzunculê rawestandim. Li qereqolê polîsek çû cem Omer û pişta wî fikand û got: "Omerê min tu biçe tiştek ji vê dernakeve. Ez ê îfadeya te binivîsim. Tu dê piştre bê îmze bike. Min ev yek ji CÎMER'ê re nevîsî. Min xwest vê yekê lêkolîn bikin. Min li amîrê qereqolê jî gilî kir. Piştre polîs ji kar dûr xistin. Yên qereqolê bêtir ji min aciz bûn. Min 20 caran gilî kir. Lê polîsekî jî li gorî heqê erka xwe gav neavêt. Ji ber sekna polîsan dozger der barê bersûc de biryara binçavkirin û girtinê nexwest." 
 
'MIN SERÎ LI DOZGER DA, LÊ DOZGER GOT TIŞTN NABE'
 
Y.O., anî ziman ku şeva li wê da biryara ku 6 kes wê biparazin hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber biryara parastinê îhlal kiriye rastî cezayê girtîgehê hat. Di 27'ê Nîsanê dê ji îhlalkirina biryara parastinê bihata girtin. Li min dabû. Kezeba min pûç bûbû. Perda guhê min qetandibû. Di 26'ê Nîsana 2016'an de li min geriya û got ‘Ez ê gule berdin serê te. Tu dê dernekeve vê dadgehê' û gef li min xwar. Min got dengê te qeyd dikim ezê bidim dadger. Wî jî got 'Bila hekîm jî dozger jî bibhîze. Ezê bi çiftê gule berdim serê te. Tu dê dernekeve danişînê. Ez ê te bikujim û piştre ezê têkevim girtîgehê.' Min qeyd avêt ser CD ji bo pêşkêşî dadgehê bikim. Ez çûm cem dozger. Min got gef li min xwariye. Lê dozger got 'Tiştek ji vê yekê dernakeve û ez paşve şandim. Di 26'ê Nîsanê de tişta got kir û saet di 03'an de gule berda serê min. Piştî gule berda min çend meh şûnde min xwe komî hev kir û birayê min ez birim edliyê. Ez çû cem dozger û min got "Ez ji we bi gilî me. Ruyê min perçe bûbû. dozger ez nas nekirim. Min her tişt anî bira dozger." 
 
Y.O. anî ziman ku nêzî 3 salin doz didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi plan û zanebûn gule berda min. Lê dozger bi îdîaya 'hewl daye bikuje' doz vekiriye. Ez hêj têkoşîna hiqûqî didim. Tevî hemû delîlan dadgeh wekî ku bi plan u zanebûn kiriye nabîne. Çi ji tişta destê min hat min kir û ji niha û şûnde çi ji destê min bê ezê bikim. Di danişîna ewil de ji bo ez balê bikişînim ser helwesta dadgehê ya li hemberî mêr ez bi cilên betl (takim) çûm salona dadgehê. Bersûc Omer dest û milê xwe kil dike û derdikeve pêşberî dadgehê. Vê hêzê ji parêzerê xwe digire. Heta niha ji ber ku min gilî kiriye 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran û li dadgehên 4, 12, 19, 28, 32, 43'emin ên Cezayên Asliye gelek doz hatine vekirin. Heta niha rastî gelek cezayên girtîgehê û pereyan hatiye. Di danişîna dawî de bi sucdariya hewl da birayê min bikuje 7 û hewl daye min bikuje 7 sal ceza li Omer birîn. Heta niha 23 caran emeliyat bûm. Bedena min ji ber emeliyatan êdî narkoz û anesteziyê nanake. Ev şerek e. Ez êdî bi wîcdanê dozger û dadger mame. Ez 7 sulaleya xwe bi MHP'ê mezin bûm. Ez ji welatê xwe û axa xwe hez dikim. Lê êdî mahdê min diqele ji van tiştan. Ez êdî ji welatiyê vî welatî bêzar im. Kekek wekî min welatparêz û ax parêz anîn vî halî. Ez bêzar im ku li vî welatî dijîm." 
 
 
MA / Berivan Altan - Zemo Aggoz
 
 
 

Sernavên din

15/02/2020
09:05 Qeyûmê Amedê karê bi 324 hezar TL'yî bi milyon 200 hezar TL'yî çê kiriye
09:04 Wê Baroya Wanê daxilî dozên der barê aşûtê de bibe
09:03 Platforma Zimanê Kurdî di 22'yê Sibatê de konferansekê li dar dixin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2020'AN
14/02/2020
20:48 Komeleya Wêjekarên Kurd vebû
17:32 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin bû 20
17:24 Li Agiriyê Serokê Şaxa DÎSK'ê û 2 HDP'î hatin girtin
17:01 Alinak ê di binçavan de: Ez di nava cenga rûmetê de me
16:43 Jina 65 salî ya ûr di serê wê de ye hat girtin
15:53 Helîkoptêra Sûriyê hat xistin
15:42 ‘Em ê daxwazên xwe yên darbarê kuştina Elçî de pêşkêşî dadgehê bikin'
15:24 Kurd 2 rojin li Marsîlyayê li dijî 15'ê sibatê dimeşin
15:10 Dag a HDP’î: Çima polîsan Gulistan Doku ji ESP’ê pirsî?
14:56 Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç wesayîta wî dişopand teşhîr kir
14:39 Xelata Aştî, Hogirî û Demokrasiyê dan Kadîr Înanir û Dayikên Aştiyê
14:31 ÎHD’ê ji bo Koma Yorum û ÇHD’iyan daxuyanî da: Daxwazên wan qebûl bikin
14:24 Temellî: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarokên karker hene
13:27 ‘Navnîşana çareseriyê Îmrali ye'
13:22 Rêxistina DBP’a Amedê kongreya xwe li dar dixe
12:58 Derbarê nûçegihanê me de biryara sînordarkirina parêzeran hat dayîn
12:54 Kubîlay: Guh bidin Ocalan
12:53 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir
12:33 Karmendê tacîzê xwendekarekê kir ji kar hat avêtin
11:38 Di Doza Nisêbînê de, danişîna kesekê hat taloqkirin
11:19 KCD’ê kompoloya li dijî Ocalan şermezar kir
11:11 Aydenîz: Rêya demokratîkkirina Tirkiyê di Îmraliyê de derbas dibe
11:09 Welatiyên komplo şermezar kirin: Çareserî Ocalan e
10:52 HDP wê qaydeya du serdemî bidomîne: Meyla Bûldan û Temellî dîsa bibin hevserok derketiyê pêş
10:25 Rojnameger Ersîn Çaksû: Heke Tirkiye ji Idlibê were derxistin dê dor were Efrînê
10:17 Nûçegihanê me Yûnûs Dûman hat binçavkirin
10:13 Hevserokên HDP’ê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin
10:00 'Li cihên ku jin lê gilî dikin, xwe di ewlekariyê de nabîn in’
09:24 Xizmên girtiyên nexweş: Qanûnan wekhev bi cih bînin
09:23 20 erkdarê ewlehiya taybe li xizmê nexweş xist
09:12 Penaber: Li Kampa Oberburen şertê qişlaya eskerî li me ferz dikin
09:11 Parêzerê Ocalan Kanar: Darizandin ji serî heta binî bêhiqûqî bû
09:10 Dayika Ayşe Karamanê: Ji bo pêşî li ber cinayetên jinan bê girtin em dest bidin hev
09:09 ‘Beriya kongreya giştî ciwanên HDP'î bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin'
09:09 'Wê îsal penaber pir bimirin'
09:07 Dadgeha îstinafê careke din biryara der barê kesê zarokek îstismar kir xera kir!
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2020'AN
13/02/2020
16:56 Li du bajaran panelên komploya 15’ê Sibatê: Yên di komployê de cih girtin tecrîtê birêve dibin
16:55 Parlamentoya Sûriyeyê 'Qirkirina Ermeniyan' nas kir
16:54 Kesê ku ji Erdogan re got, ‘Zarokê min birçiye’ hat binçavkirin
15:39 Ji bo Heskîfê û Geliyê Dîcleyê banga dawî kirin
15:19 Gergerlîoglû: Endamên Grûp Yorûmê li ber mirinê ne
15:18 Hevjîna Bali yê DAIŞ’î: Polîsan ez li otelê di lêpirsînê re derbas kirim
14:49 Bedenên Amedê bi berfê xemilîn
14:13 Polîsan welatiyê Kor binçav kirin
14:13 Danişîna nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
13:58 Di lêpirsîna Tahîr Elçî de ji bo 3 polisên bersûc daxwaza girtinê nehat kirin
13:42 Li Wanê 17 kes hatin binçavkirin
13:39 Welatiyekê li ber Meclîsê got ‘ez birçîme’ û xwest xwe bişewitîne
13:27 Emsal Atakan: Li şûna kujerên kurê min li min doz vekirin
13:12 Danişîna Dolaşir a di Doza Nisêbînê de tê darizandin hat taloqkirin
12:47 Ji damezrînerên ÎHD'ê Emgîllî jiyana xwe ji dest da
12:45 Sewqiyeta ji bo Îdlîbê dewam dike: Tijebûna di nexweşxanê de zêde bû
12:17 Elçî: Berfa 4 salan a li ser min bihele dê her tişt derkeve holê
12:02 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Civîna MYK’a HDP’ê dest pê kir
11:53 Nexweşa pençeşêrê Kesler hat berdan
11:48 Leşkeran bi ser gundan de girt: Zexîreyên gundiyan desteser kirin û şikeftan rûxandin
11:43 Serokê Şaredariya Serê Kaniyê: Em ê 4 salan ji xwe re rûnin
11:06 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
11:00 Vaye wêneyên trajediya penaberan: Tiliyên dest û lingên wan tên jêkirin
10:37 Otobûsa karkeran qeza kir: Mirî û birandar hene
10:22 Elmanyayê dîsa destûr da firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê
10:22 Aykol: Bi desteserkirina pasaportê dixwazin rojnamegeriya me asteng bikin
10:09 Polîsan bi ser mala siyasetmedarê Kurd Alinak de girtin
09:50 Berfê li tevahiya bajarên herêmê jiyan tevizand
09:40 ‘Xizir, daxilî qadên jiyanê hemûyan bûye'
09:39 Ocalan: Tekane rê diyalog û bidawîbûna tecrîdê ye
09:39 35 roj derbas bûn hê jî nehatiye girtin
09:38 Girtiyê ku ji dev û pozê wî xwîn tê nayê berdan
09:37 Li Rihayê ji bo 733 zarokên hatin îstismarkirin parêzer hatin peywirdarkirin
09:36 Rêya di navbera Geliyê Dîcle û Heskîfê de di bin avê de ma!
09:10 'Pîrozgehên me, çavkaniyên me yên xwezayî ne qadên rantê ne'
09:09 Onder: Her kêliya Ocalan bi lêhûrbûnê derbas dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2020'AN
12/02/2020
16:50 Başaran: Li Tirkiyeyê kiryarên cezayê mirinê tên bicihanîn
15:43 Ji 3 saziyan rapora aşûtê: Sersariyek mezin heye
15:35 Polîsan li Mêrsînê îşkence li welatiyan kir
15:30 Mesûtoglû di roja 229’emîn de greva birçîbûnê bi dawî kir
15:21 Li Dersimê tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin
15:18 Peskov: Terorîst êrîşê hêzên Rûs dikin
14:52 Jeffrey bi Onal re hevdîtin pêk anî
14:35 Aldar Xelîl: Rêveberiya Sûriyeyê bi rêya Rûsyayê peyama 'Em ji diyalogê re amade ne' şand
14:31 Rûsya bersiva Erdogan da: Em êrişî sivîlan nakin, em êrişî komên terorîst dikin
14:15 Li Qamişlo rageşî: Leşkerên Sûriyê êrişî leşkerên Amerîka û rojnamegeran kirin
14:03 Endama Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî Ward: Birîna hevdîtinên Ocalan bi fikare
13:52 Bi qîrkirina ‘zarokên min birçî ne’ axaftina Erdogan qût kir
13:24 Di lêpirsîna Tahîr Elçî de îfadeyên 3 polîsên gumanbar hat girtin
13:23 ‘Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin’
12:25 Li herêmê berfê lêlir: Rêyên 142 gundan hatin girtin
12:14 HDP beriya kongreya xwe dicive
12:05 Komên rizgarkirinê dixwazin xwe bigihînin herêma aşûtê
11:39 Li Çinarê zilam hevjîna xwe kuşt
11:36 Dadgehê nexweşa penceşêrê da girtin
11:21 Jina ku hevalê wê çavekî wê kor kir: Ez cara ewil bi betl ketim salona danişinê
10:53 Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin