Kyrle: Daraz ji bo bêdengkirina çapemeniyê bû amûrê siyasetê

img
STENBOL - Rêveberê Bernameya Tirkiyeyê yê Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) Oliver Money-Kyrle, bal kişand ser sextên li ser çapemeniyê û darazê û wiha got: "Daraza Tirk ji bo rojnamegeran bitirsîne û bêdeng bike bûye amûrekî siyasî."
 
Li Tirkiyeyê zextên li ser çapemeniyê her ku diçe zêde dibin. Li gorî rapor û daneya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) li Tirkiyeyê 82 rojnameger girtî ne. Li gorî Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) li Tirkiyeyê 114 rojnameger girtî ne. Dîsa li gorî daneyên heman sazî û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê li Tirkiyeyê di 4 salên dawî de zêdeyî 170 saziyên çapemeniyê bi KHK'ê hatin girtin. Zedeyî 2 hezar rojnameger bêkar man. Xebatkar û rêveberên Çapemeniya Azad û yên muxalif ji aliyê îqtîdarê ve an hatin girtin an jî rastî cezayên cuda hatin. Dîsa bi rêyea  Saziya Îlana Çapemeniyê (BİK), îlan ji ser çapemeniya muxalif hat qutkirin û bi vî cezayî dixwazin çapemeniyê bi sînor bikin. BÎK'ê cezayê îlanan li Rojnameya Evrensel û BirGunê birîn. Piştî vî cezayê li rojnameyan hat birîn, Rêveberê Bernameya Tirkiyeyê yê Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) Oliver Money-Kyrle, ku hat Tirkiyeyê ji ajansa me (MA) re axivî. Kyrle ku zêdeyî 10 salin li ser rewşa çapemeniya Tirkiye lêkolîn dike û xebatê dimeşîne, diyar kir ku di salên 2011 û 2012'an de li cîhanê herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtî bûn. 
 
Kyrle, anî ziman ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê tundiya li ser çapemeniyê zêdetir bû û wiha got: “Di sala 2011'an de ji doza Oda TV, Ergenekon û KCK'ê 70-80 rojnameger girtî bûn. Saziyên çapemeniyê zêde bi girtina rojnamegeran re ne eleqeder bû. Vê yekê bêtir rê li pêş zextên li ser çapemeniyê vekir. Li Tirkiyeyê tevî hemû tundî û zextan dîsa torek xurt a medya heye. Rojnamegeriya li Tirkiyeyê tê kirin, her kesî teşwîk dike û dibe mînak. Rojnamegerên li Tirkiye rîsk dide ber çavan û rojnamegeriyê dike ji bo rojnamegerên li Ewropa dibe mînak. Ger ku rojnameger çi serbest û çi girtî bê darizandin ev bi serê xwe pirsgirêk e. Bi sedan dozên rojnamegeran hene. Tenê dixwazin mînakekê bidim. Ji doza RedHack 6 rojnameger têne darizandin. 6 rojnameger ji ber ku maîla der barê Wezîr Berat Albayrak de kirine nûçe tên darizandin. Ev doz bi serê xwe bê wate û beradayî ye. Bi rêya darazê dixwazin bitirsînin û bêdeng bike. Rojnamegerên tên berdan jî her ji 2-3 mehan carekê tên darizandin. Kyrle, da zanîn ku ji sala 2016'an û şûnde bê navber bi destê darazê li ser çapemeniyê û rojnamegeran zext heye û wiha got: “Mînaka herî zelal jî rayedarên hikûmetê bê navber li ser rojnamegerên doza wan didome daxuyaniyaın didin. Di 20 salên dawî de hemû rêxistinên pîşeyî IPI jî di navde zextên li ser rojnamegeran ên cîhanê dixin bin qeydan. Li tevahiya cîhanê her salê 100 rojnameger tên kuştin. Li tevahiya cîhanê hêjmara rojnamegerên girtî zêde bûn. Li vir Tirkiye serkêşiyê dike. 
 
MA / Erdogan Alayumat
 
 
 
 

Sernavên din

12/02/2020
10:44 Ji ber sûcê tecawizê ji Memûr-Senê veqetiya û ji nelirêtiyê ji kar hat dûrxistin
10:21 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê şewatê rû da
10:07 Li Girtîgeha Jinan wêneyê komî qedexe ye
10:06 Rojê 150 û 300 lîre didin malbatên li ber HDP’ê
09:54 Serokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn hat binçavkirin
09:54 Başaran a çûbû serdana Mexmûrê: Ambargoya kurd danin ser kurdan pir bi êşe
09:33 Ji Makuyê hat Amedê lê cenaze teşhis nekir û çû
09:31 Ji ber axaftina di Newrozê de ew dan ber lêpirsînê
09:30 Wê gorên li Heskîfê jî di bin avê de bimînin
09:30 Kinc, pirtûk û nameyan nadin rojamevan Orûç
09:29 Ji ber jenerator û dînamîtan hejmara masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibe
09:28 Li Wanê şambelîk gefan li welatiyan dixwin
09:28 Çalakiya karkerên jin di roja 110'an de ye
09:26 Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin
09:25 Ji bo debarê nan dipêjin û difroşin
09:25 Hêj dor nehatiye dosyeya 'taciz, gef û heqaretê'
09:24 Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn
09:24 Mehmet Ocalan: Komplo bi tecridê didome
09:00 ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2020'AN
11/02/2020
16:58 Dadgehê doza Van TV taloq kirin
16:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:31 Îrfan Arslan ê îşkence lê kirin hat girtin
16:12 Yekîneya ji 32 kesan pêk tê şandin herêma aşûtê
16:10 Dadgehê li bersûca li Hevşaredar Mizrakli û Yilmaz gilî kir 20 meh ceza birî
15:20 ÎHD’ê ji bo Şeyma daxuyanî da: Nabe ku tundî dibin navê ‘Namûsê’ de bê meşrûkirin
15:16 Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin
15:08 ‘Tecrîdkirina aşitiyê, teslîmbûna tarîtiyê ye’
14:39 Koçberê bi saxî ji firtûneyê xelas bû: Em 300 kes bûn, 40 kes qerisîn û mirin
14:29 Li Rihayê 13 welatî hatin binçavkirin
13:51 Buldan: Hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin tev li Kongreya HDP'ê bibin
13:34 Li Îdlibê helîkoptera Sûriyeyê hat xistin
13:33 Rûsya: Divê hemû êrîşên terorîst ên li Îdlibê bi dawî bibin
12:32 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlibê ve didome
12:23 Li Mersînê 12 kes hatin binçavkirin
12:05 Heyeta Rûsya çû heyeta DYA tê
11:53 Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye
Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe
11:39 Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan
10:47 Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye
10:28 Li bejahiya Amedê operasyona leşkerî dest pê kir
10:27 Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin
10:21 Li Amedê serdegirtina malan: Çek xistin serê zarokê 3 salî
09:00 Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin
09:00 Hunermend Aslan: Serê muzîka me di belayê de ye
09:00 Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr de hat amadekirin
09:00 ‘Xizir bi hawariya kesên di destengiyê de diçe'
09:00 Li Edeneyê li dijî zemê kapmanya
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN
10/02/2020
17:12 HDP'ê îşkenceya li girtîgehan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê pirsî
16:32 Li Idlibê şer giran dibe, tê gotin leşkerên tirk hatine kuştin
16:08 ÎHD, HDP û CHP’ê li aqûbeta Mehmet Bal pirsî: Mehmet Bal li ku ye?
16:01 Başaran: Tecrît bi berxwedanê dikare bê şikandin
15:38 Li Wanê 5 siyasetmedar hatin tahliyekirin
14:59 SES’ê nedayîna mûçêyên kedkaran protesto kir
14:55 Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike
14:34 Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin
14:09 Mizrakli nehat berdan: Nebin şirîkê vî sûcî
14:00 Bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dû hev rêz bûn
13:54 Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt, ji birîndar kirina polîsan hat darizandin
13:22 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk şandin
13:08 Di doza Mehmet Sîncar de daxwaza girtina bersûc Yildiz red kirin
12:35 Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide
12:23 Daneşîna Mizrakli dest pê kir
12:10 Piştî 50 salan li Ziyareta Duzgun Baba cem hat kirin
12:06 18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin
12:00 Ji Komeleya Jeomorfolojiyê rapora aşûtê: Divê li heremên xeternak gêdûk bên çêkirin
11:42 Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin
10:59 Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?
10:54 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafên girtiyan hatine sînordarkirin
09:26 Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya
09:23 Li Cizîrê agir bi odeya arşîvê ya HDP’ê ket
09:17 Yîgît: Ger Tirkiye pêşiya artêşa Sûriyeyê bibe asteng wê hîn zêdetir têk biçe
09:17 Darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin!
09:16 Şahida Xerabê Bava bi şûpa li ser şûşa çayê ev 3 salin rastiya wê vedişê re
09:15 Li 3 ESP’iyên rojnaemya Atilim belav kirin doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN
09/02/2020
21:53 Li Wanê 30 penaberên li ber qerisînê bûn hatin dîtin
19:37 Îlham Ehmed: Me bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin kir
19:06 Wêjegeh Amed panela folklor û dengbêjiyê li dar xist
19:00 Kesên li Şemrexê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:31 Hevdîtina Meclîsên Jinan bi dawî bû
17:08 Ji rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û STO’yan bang: Mzirakli berdin
16:02 Aydenîz: AKP û MHP li ser mexdûriyetiyê şow dikin
15:24 Guven: Ocalan 22 salin li Îmraliyê li ber xwe dide
14:22 Danişîna Mizrakli sibê ye
14:04 Şenoglû: Li dijî polîtîkayên hilwişandinê xeyalên me hene
13:45 Polîsê Trafîkê bi motorê li jinekê xist
13:05 Bavê 3 zarokên wî girtî binçav kirin
12:55 Kyrle: Daraz ji bo bêdengkirina çapemeniyê bû amûrê siyasetê
11:43 Li Şemrexê agir bi malekê ket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:30 Temellî: Şewata mirovan şerma vî welatî ye
10:27 Hediye Levent: Tirkiye bi Sûriyeyê re têkeve şer dê bi tenê bimîne
09:21 Li Wanê 13 penaber qerizîn û mirin
09:20 Li Hezar û 176 rojên qedexe 15 rojên din zêde kirin
09:07 Wê komên çekdar ên li Îdlîbê bi ku ve biçin?
09:06 Xwest ên gor çêkirin û dan çêkirin tevan ceza bikin
09:05 Piştî nerazîbûna ji bo lêgerînê cezayê hucreyê hat betalkirin
09:04 Kaya yê ji bin aşûtê filitî: Tevdîr nehatibûn girtin
09:04 Keşîş Bîleçen bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' tê sûcdarkirin
09:03 Girtiyê nayê tedawîkirin hindik maye kor bibe
09:02 Doz li 30 kesên tev li çalakiya şermezarkirina qeyûman bûn hat vekirin