Hediye Levent: Tirkiye bi Sûriyeyê re têkeve şer dê bi tenê bimîne

img
STENBOL - Rojnameger Hediye Levent, diyar kir ku ku piştî Idlibê dê bixwazin Tirkiye ji bajarên din ên Sûriyeyê jî derkeve û wiha got: "Ji ber vê yekê Tirkiye di mayîna li Idlibê de israr dike. Eger Tirkiye bi artêşa Sûriyeyeyê re têkeve şer, tê bi tenê bimîne." 
 
Li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê şerê di nava komên çekdar Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ên Tirkiye piştgiriyê dide wan û artêşa Sûriyeyê de didome. Di civîna Astana ya ku Tirkiye, Îran û Rûsya beşdar bûbûn û civîna Socî ya 22'ê Cotmeha 2019’an de biryar hatibu girtin ku Tirkiye komên çekdar vekişîne ser sînor. Li gorî peymanê Tirkiye nokteyên TSK'ê li ser sînorê Salwa, Qela Saman, Çiyayê Aqil, Til Eys, Til Tûqan, Surman, Anedan, Zeytûna, Morek, Raşidîn, Zawiye û Iştebraxê avakirin. Di peyman û mutabakatan de ji Tirkiye hat xwestin ku van komên çekdar bi sînor û kontrol bike. Lê ji ber Tirkiye erka xwe pêk neanî, Artêşa Rejîma Sûriye bi piştgiriya Rûsya operasyon da destpêkirin. Piştî operasyonê şerê di nava komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê û Artêşa Rejîna Sûriyeyê de didome. Piştî şer gur bû, Tirkiye di 2'ê Sibatê de bi karwanek mezin esker sewqî Idlibê kir. Piştî sewqîyatê rejîma Sûriye êrîş kir û 8 eskerên Tirkiye kuştin. Ev yek bêtir bû sedema rageşiyê. Li gel daxuyaniyên Hikûmeta Tirkiyeyê jî rejîm operasyonên xwe berdewam dike. Di 6'ê Sibatê de navçeya Saraqib (Serakib) ku li ser Rêya M5'an de ket destê rejêmê. Piştî rejîmê operasyonên xwe berdewam kirin û pêşve çû, Tirkiye jî sewqîyata eskerî ya li herêmê zêde kir. Piştî rageşî zêde bû di 8'ê Sibatê de heyetek ji Rûsya hat û li Enqereyê bi rayedaran re hevdîtin kirin. 
 
Têkildarî geşedanên li Idlibê pêş dikevin Rojnameger Hediye Levent, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Levend, anî ziman ku Artêşa Sûriyeyê 2 salin bi piştgiriya Rûsya li dijî Idlibê operasyonan li dar dixe û wiha got: "Di sala dawî de operasyon zêde kirin. Niha derbasî merhaleyek nû bûne. Li Idlibê pêşketinên eskerî û siyasî girêdayî hev in. Di pêvajoyên Astana û Soçî de operasyonên eskerî yên li Idlibê dem bi dem hatin rawestandin. Bi van operasyonên dawî rêveberiyên Rusya, Îran û Şamê aşkere kirin ku dest ji Idlibê bernadin. Di peymanên Astana û Soçî de xala sereke ew bû ku tevahiya axa Sûriyeyê bê parastin. Tirkiye jî ev yek qebûl kiribû. Rusya û Suriye, gelek caran aşkere kir ku li Idlibê komên çekdar ê cîhadîst qebûl nakin. Dîsa têkildarî komên ku TSK piştgiriyê dide wan nerazibûnên xwe anîn ziman. Ji ber vê yekê geşedanên ku Îro li Idlibê pêş dikeve mirov şaş namîne. Piştî Tirkiye esker sewqî Idlibê kirin dibe ku dem bi dem şer pêş bikeve. Ev jî nîşaneya şer e. Ger ku Tirkiye bi artêşa Sûriye re têkeve nava şer wê li herêmê bi tenê bimîne. Lê dîsa geşedanên eskerî yên li Idlibê bi geşedanên siyasî ve girêdayî ye. Komên çekdar ên cîhadîst dime ku di demên pêş de bibin belayê serê Tirkiyeyê. Divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên li derve li ser esasekî xurt ava bike."  
 
Levend, bal kişand ser heyeta Rûsya ya li Enqereyê hevdîtin kir û wiha got: "Armanca vê hevdîtinê ewe ku rageşiya li Idlibê kêm bike ye. Dibe ku ji Tirkiye bixwazin xwe ji rêyên bejayî yên M4 û M5 vekişîne. Piştî Tirkiye ji Idlibê derxin dê dor bê herêmên din jî. Têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsya de pir hatine guhertin. Rageşî zêde bûye. Daxuyaniyên Tirkiye pir hişk in. Dîsa Rûsya der barê Tirkiye de sucdariyên giran dike. Di encamê de Idlib bajarê Sûriye ye. Ji bo Sûriye pir girîng e. Ger ku TSK ji Idlibê vekişe, wê bixwazin ku TSK ji herêmên din jî vekişe. Dê bixwazin ku Tirkiye ji Efrin, El Bab û Rojhilatê Firatê jî xwe vekişîne. Ji ber vê yekê Tirkiye ji bo li Idibê bimîne dê serî li hemû rê û rêbazan bide. 
 
MA / Nacî Kaya
 
 
 

Sernavên din

12/02/2020
10:44 Ji ber sûcê tecawizê ji Memûr-Senê veqetiya û ji nelirêtiyê ji kar hat dûrxistin
10:21 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê şewatê rû da
10:07 Li Girtîgeha Jinan wêneyê komî qedexe ye
10:06 Rojê 150 û 300 lîre didin malbatên li ber HDP’ê
09:54 Serokê HDP’a Bedlîsê Rûmet Dûrsûn hat binçavkirin
09:54 Başaran a çûbû serdana Mexmûrê: Ambargoya kurd danin ser kurdan pir bi êşe
09:33 Ji Makuyê hat Amedê lê cenaze teşhis nekir û çû
09:31 Ji ber axaftina di Newrozê de ew dan ber lêpirsînê
09:30 Wê gorên li Heskîfê jî di bin avê de bimînin
09:30 Kinc, pirtûk û nameyan nadin rojamevan Orûç
09:29 Ji ber jenerator û dînamîtan hejmara masiyên Çemê Dîcleyê kêm dibe
09:28 Li Wanê şambelîk gefan li welatiyan dixwin
09:28 Çalakiya karkerên jin di roja 110'an de ye
09:26 Partiyên kurd ji bo yekîtiyê 2 komîsyon ava kirin
09:25 Ji bo debarê nan dipêjin û difroşin
09:25 Hêj dor nehatiye dosyeya 'taciz, gef û heqaretê'
09:24 Prz. Emekçî: Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî bypass bûn
09:24 Mehmet Ocalan: Komplo bi tecridê didome
09:00 ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2020'AN
11/02/2020
16:58 Dadgehê doza Van TV taloq kirin
16:34 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:31 Îrfan Arslan ê îşkence lê kirin hat girtin
16:12 Yekîneya ji 32 kesan pêk tê şandin herêma aşûtê
16:10 Dadgehê li bersûca li Hevşaredar Mizrakli û Yilmaz gilî kir 20 meh ceza birî
15:20 ÎHD’ê ji bo Şeyma daxuyanî da: Nabe ku tundî dibin navê ‘Namûsê’ de bê meşrûkirin
15:16 Derengî xistina mûçeyê xwe şermezarkirin
15:08 ‘Tecrîdkirina aşitiyê, teslîmbûna tarîtiyê ye’
14:39 Koçberê bi saxî ji firtûneyê xelas bû: Em 300 kes bûn, 40 kes qerisîn û mirin
14:29 Li Rihayê 13 welatî hatin binçavkirin
13:51 Buldan: Hemû kesên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin tev li Kongreya HDP'ê bibin
13:34 Li Îdlibê helîkoptera Sûriyeyê hat xistin
13:33 Rûsya: Divê hemû êrîşên terorîst ên li Îdlibê bi dawî bibin
12:32 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlibê ve didome
12:23 Li Mersînê 12 kes hatin binçavkirin
12:05 Heyeta Rûsya çû heyeta DYA tê
11:53 Pîroglû: Dewlet li kodên xwe yên salên 90’î vegeriyaye
Tanrikûlû: Dozger xemsar nêzî meseleyê dibe
11:39 Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan
10:47 Tirkiye li Idlibê asê maye: Tenê deriyê çareseriyê rûniştina masê ye
10:28 Li bejahiya Amedê operasyona leşkerî dest pê kir
10:27 Qaçaxçiyên însanan ji bo cenazeyê 13 penaberên tê gotin qerisîne pere xwestin
10:21 Li Amedê serdegirtina malan: Çek xistin serê zarokê 3 salî
09:00 Şenoglû: Divê stratejiyeke hemleyî bê pêşvexistin
09:00 Hunermend Aslan: Serê muzîka me di belayê de ye
09:00 Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr de hat amadekirin
09:00 ‘Xizir bi hawariya kesên di destengiyê de diçe'
09:00 Li Edeneyê li dijî zemê kapmanya
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN
10/02/2020
17:12 HDP'ê îşkenceya li girtîgehan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê pirsî
16:32 Li Idlibê şer giran dibe, tê gotin leşkerên tirk hatine kuştin
16:08 ÎHD, HDP û CHP’ê li aqûbeta Mehmet Bal pirsî: Mehmet Bal li ku ye?
16:01 Başaran: Tecrît bi berxwedanê dikare bê şikandin
15:38 Li Wanê 5 siyasetmedar hatin tahliyekirin
14:59 SES’ê nedayîna mûçêyên kedkaran protesto kir
14:55 Kûrtûlan: Hêj însan di bin berfê de ne, divê Meclîs komîsyonê ava bike
14:34 Çavûşoglû: Heke encam dernekeve dê Erdogan û Pûtîn hevdîtin bikin
14:09 Mizrakli nehat berdan: Nebin şirîkê vî sûcî
14:00 Bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dû hev rêz bûn
13:54 Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt, ji birîndar kirina polîsan hat darizandin
13:22 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk şandin
13:08 Di doza Mehmet Sîncar de daxwaza girtina bersûc Yildiz red kirin
12:35 Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide
12:23 Daneşîna Mizrakli dest pê kir
12:10 Piştî 50 salan li Ziyareta Duzgun Baba cem hat kirin
12:06 18 rojin agahî ji Mehmet Bal nayê girtin
12:00 Ji Komeleya Jeomorfolojiyê rapora aşûtê: Divê li heremên xeternak gêdûk bên çêkirin
11:42 Koma rizgarkirinê û heyeta teknîkî sewqî herêma aşûtê hat kirin
10:59 Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?
10:54 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mafên girtiyan hatine sînordarkirin
09:26 Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya
09:23 Li Cizîrê agir bi odeya arşîvê ya HDP’ê ket
09:17 Yîgît: Ger Tirkiye pêşiya artêşa Sûriyeyê bibe asteng wê hîn zêdetir têk biçe
09:17 Darên bi pereyên xwendekaran kirîn di baxçeyê mala xwe de çandin!
09:16 Şahida Xerabê Bava bi şûpa li ser şûşa çayê ev 3 salin rastiya wê vedişê re
09:15 Li 3 ESP’iyên rojnaemya Atilim belav kirin doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN
09/02/2020
21:53 Li Wanê 30 penaberên li ber qerisînê bûn hatin dîtin
19:37 Îlham Ehmed: Me bi navbeynkariya Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re hevdîtin kir
19:06 Wêjegeh Amed panela folklor û dengbêjiyê li dar xist
19:00 Kesên li Şemrexê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:31 Hevdîtina Meclîsên Jinan bi dawî bû
17:08 Ji rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û STO’yan bang: Mzirakli berdin
16:02 Aydenîz: AKP û MHP li ser mexdûriyetiyê şow dikin
15:24 Guven: Ocalan 22 salin li Îmraliyê li ber xwe dide
14:22 Danişîna Mizrakli sibê ye
14:04 Şenoglû: Li dijî polîtîkayên hilwişandinê xeyalên me hene
13:45 Polîsê Trafîkê bi motorê li jinekê xist
13:05 Bavê 3 zarokên wî girtî binçav kirin
12:55 Kyrle: Daraz ji bo bêdengkirina çapemeniyê bû amûrê siyasetê
11:43 Li Şemrexê agir bi malekê ket: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:30 Temellî: Şewata mirovan şerma vî welatî ye
10:27 Hediye Levent: Tirkiye bi Sûriyeyê re têkeve şer dê bi tenê bimîne
09:21 Li Wanê 13 penaber qerizîn û mirin
09:20 Li Hezar û 176 rojên qedexe 15 rojên din zêde kirin
09:07 Wê komên çekdar ên li Îdlîbê bi ku ve biçin?
09:06 Xwest ên gor çêkirin û dan çêkirin tevan ceza bikin
09:05 Piştî nerazîbûna ji bo lêgerînê cezayê hucreyê hat betalkirin
09:04 Kaya yê ji bin aşûtê filitî: Tevdîr nehatibûn girtin
09:04 Keşîş Bîleçen bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' tê sûcdarkirin
09:03 Girtiyê nayê tedawîkirin hindik maye kor bibe
09:02 Doz li 30 kesên tev li çalakiya şermezarkirina qeyûman bûn hat vekirin