Doç. Dr. Selçûk: Me ji erdhejan tecrûbe negirtiye

img

WAN - Doç. Dr. Azad Saglam Selçûk, diyar kir ku li herêma Gola Wanê bi taybetî jî li xeta fayê ya Ermîşlerê voltajeke ecêb heye û got, hê jî ji erdhejên pêk hatine tecrûbe nehatine girtin. 

Midûrê Navenda Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Wanê Doç. Dr. Azad Saglam Selçûk, rîska erdhejê ya bajêr û tiştên divê beriya erdhejê bên kirin bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kirin. 
 
'LI VÊ HERÊMÊ 30 SALAN CAREKÊ ERDHEJ ÇÊ DIBE' 
 
Selçûk, destnîşan kir ku li herêma Gola Wanê 30 salan carekê erdhejeke mezin çê dibe û got: "Gava em li hewza Gola Wanê mêze dikin, em dibînin ku ji bakurê wê heta Çildiranê, ji başûrê wê jî heta Şax û Colemêrgê erdhejên mezin çê bûne. Ji erdheja Elbakê ya sala 1908'yî, erdheja Erdîşê ya sala 1945'an, erdheja Çildiranê ya sala 1976'an û heta erdheja Wan û Erdîşê ya 2011'an 30 salan carekê erdhej çê bûne. Di van erdhejan de gelek eks jiyana xwe ji dest dane û mal û milkên wan ji dest çûne. A rast tişta em jê re dibêjin erdhej, ne karesateke xwezayî ye. Erdhej bûyerek xwezayê ye. Lê a ku vê yekê dike karesat çi ye? Gava can û mal biçin em jê re dibêjin karesat". 
 
‘VOLTAJEKE ECÊB HEYE' 
 
Selçûk, destnîşan kir ku li herêmê hê jî gelek fayên çalak hene û got: "Faya Çildiranê ji sala 1976'an ve erdhej çê kiriye û di xebatên hatine kirin de dixuyê ku fay çalak e. Li başûrê wê faya Erdîşê heye. Faya Erdîşê hê çalaktir e. Li başûrê wê jî faya Ermîşlerê heye. Dîsa li başûrê wê faya Alakoy, Yenîkoşk û faya Tabanli an jî faya Wanê heye ku di sala 2011'an de bû sedema erdhejê. Gava em hîn bêtir bi başûrê wê ve biçin em leqayî faya Beyuzumu û li başûrê vê jî faya Payîzavayê heye. Faya elbakê, faya Geverê û Şemzînanê jî heye. Ev fay fayine ku rîska wan î erdhejê çê bikin zêde ye. Heger ji van fayan tenê di yekê de jî erdhej çê bibe wê karesateke mezin rû bide. Helbet em nizanin wê erdhej kengî çê bibe. Li herêma Gola Wanê car carinan hin erdhej çê dibin. Lê bi taybetî jî li herêma Ermîşlerê (taxeke navçeya Tûşbayê ye) voltajeke ecêb heye. Her wiha di faya Beyuzumuyê û Payîzavayê de jî voltajek heye". 
 
Selçûk, destnîşan kir ku ji erdhejên pêk hatine tecrûbe nehatiye girtin û got: "Erdhejên hewzeya ku Tetwan, Exlat, Elbak û Erdîş tê dde ne erdhejine mezin bûn. Erdheja herî mezin a Çildiranê bû ku di sala 1976'an de pêk hatibû. Li gorî hejmaarên fermî 4 hezar û 938 kesî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha erdheja sala  2011'an jî wiha bû. Li Wan û Erdîşê 644 kesî jiyana xwe ji dest dabû. desr ji van karesatan hatin girtin? Na. Mixabin ji sala 1976'an heta niha tu ders nehatine girtin". 
 
'DIVÊ AVAHIYÊN XESARDÎTÎ BÊN XERAKIRIN' 
 
Selçûk, destnîşan kir ku divê avahiyên ku piştî erdheja Wanê xesar dîtine bên xerakirin û got: "Niha li Xarpêtê piştî erdhejê avahiyên xesardîtî giş tên xerakirin. Ev tiştekî rast e. Di sala 2011'an de li Wanê erdhejeke pileya wê 7.3 pêk hat. Gelek avahiyên xesardîtî hene. Lê em vana paşguh dikin. Tişta talûke ev e. Dibe ku li Wanê ji nişkave erdhejek çê bibe. Îjar tişta girîng, em ji bo vê amade bin. Divê tenê bi gotinan tevdîr neyên girtin". 
 
MA /  Cemîl Ûgûr
 

Sernavên din

09/02/2020
09:02 TKÎ tazmînata karkeran kêm dide
09:01 Civînên ÎMO’yê êdî bi kurdî ne
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN
08/02/2020
22:45 Tê gotin li Erziromê eskeran gundî îşkence kirine
16:52 Elewiyan bang li Erdogan kir: Tu nikarî qatilê zarokên me efû bikî
16:39 Şandeya Rûsyayê li Enqerê ye
16:20 Li bajarên herêmê barîna berfê zêde bû
16:17 Xwestin girtiyên nexweş werin berdan
15:46 Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye
15:32 2'yemîn Konferansa Jinên Tirkiyeyê: Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinan
15:28 Yarici 2 meh berê jî xwestibûye întîhar bike: Soz danê lê negirtine kar
14:46 Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tepelî ku 36 sal in winda ye pirsîn
13:58 SOHR: Rêya Şam û Helebê di kontrola rejîma Sûriyê de ye
13:38 Buldan: Divê tecrît were rakirin û girtiyên nexweş bên berdan
13:13 Di meha Çileyê de 112 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:31 Li Licê keyayek hat girtin
12:22 Girtî Huseyîn Bag: Gardiyanan êrişî min kir
12:09 Li Şaxê aşût pêk hat
11:55 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt 723 kesan
11:40 Ûgûrlû: Em ê bi xwerexnekirinê nêz bibin û pirsgirêkan çareser bikin
11:09 Polîsan bi ser Navenda DEM Muzikê de girtin
11:05 Beştaş: Notirvan wê bibin rêxistinek sûckirinê
11:02 Li Wanê rêyên 550 gundan hatin girtin
10:52 Ji bo polisê çek kir serê rojnameger piştî 4 salan destûra lêpirsînê hat dayîn
10:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:59 Li Wanê ji ber aşûtê hin rê hatin girtin
09:58 2’yemîn Hevdîtina Jinan a Tirkiyê sibê ye: Wê nexşerê were diyarkirin
09:11 ‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’
09:11 Gêdûka Qerapetê li cihekî ku aşût lê çê nabe hatiye çêkirin!
09:10 Peyama Mûrat ê di bin aşûtê de ma: Mirî sax nabin!
09:09 Polîsê ku 2 jin kuştin hem dibêje 'min pêşî plana xwe çê kiriye' hem jî dibêje 'ez tehrîk kirim'
09:09 Ji 12 binkeyên çavdêriyê yên li Idlibê 4 jê hatine dorpêçkirin
09:08 Ji ber heman parvekirinê du caran îdianame hat amadekirin
09:08 Bi tayînkirina qeyûm meaşê wan 60 qat zêde kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN
07/02/2020
16:42 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana şîn û birîndarên aşûtê kir
16:25 Serokê Şaredariya Şirnexê yê berê Ahmet Ertak hat girtin
16:08 Pegasûsê pîlot Altan ji kar derxist
15:44 Ji bo parêzerên di greva birçîbûnê de daxuyanî: Divê daxwazên wan bên qebûlkirin
15:42 Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin
15:42 Aydin: Bila êrişên li dijî tîmên futbolê bi dawî bibin
15:23 ÎHD: Li Egeyê 47 hezar û 726 binpêkirinên mafan qewîmine
14:50 Malên Gel, Kizilay û Başkentgaz şermezar kir
14:49 Li Girtîgeha Rîze girtiyên siyasî û edlî dixin heman qawîşan
14:34 Doza manşeta ‘Ji vê kaniyê aştî naherike’ hat beratkirin
14:15 Pasaporta rojnameger Huseyîn Aykol hat desteserkirin
14:10 Kesên di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:38 Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin
13:23 Piştî 3 rojan rêya herêma aşûtê girtin!
12:56 Li ber Walîtiya Antakya piştî got ‘ez birçîme, bê karim’ xwest întîxar bike
12:54 Kubîlay: Divê Tirkiye demildest ji axa Sûriyê derkeve
12:16 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 3 roj şûn de hêj nû ji bo Miksê mifetiş peywirdar kirin
11:49 Albûma duyem a hunermend Agît Işik derket
11:48 Komîsyona Venedikê HDP’ê ziyaret kir
11:29 Polîsan xwest kekê parlamentera HDP’ê birevînin
11:29 Li herêma aşûtê dîsa dest bi xebata lêgerînê hat kirin
11:00 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:47 Nîşandana ewil a belgefîlma ‘Siya Avê’ di 16’ê sibatê de ye
10:34 Li Manîsa bi mezinahiya 4.0 erdhej çêbû
10:13 Partiyên kurd li Mexmûrê ne: Ji bo rakirina dorpêça li Mexmûrê em di nava hewldanan de
10:00 Jina ciwan xwendekara lîseyê Yildiz hat qetilkirin
09:58 Lîderê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin
09:54 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 637’an
09:50 Tirkiye tevlî dewriyeya hevpar a bi Rûsyayê re nebû
09:35 SANA: Artêşa Sûriyeyê ket Seraqîbê
09:01 Onaran: 'Mafê lihevhelalkirinê' yê girtiyan jî nayê qebûlkirin
09:01 Li Amedê Mîhrîcana Soloyê dest pê dike
09:01 Jinên Dersîmê: Bila bûyera Gulîstan Dokûyê bê zelalkirin
09:01 Lîstikeke nû ya şanoya li ber HDP'ê: Piştî nikaribû bireve Almanyayê ew anîn Tirkiyeyê
09:01 Karkerê destê wî di ber makîneyê de ma: Ambulans nedan
09:01 Tûtinfiroş: Mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin
09:00 Ji bo pirsgirêkên karkerên çandiniyê komîsyonek ava kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN
06/02/2020
22:03 Siyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan
20:11 HDP û DBP'ê birîndarên aşûta Wanê ziyaret kirin
17:09 Kesên di bobelata aşûtê de jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
16:49 STO’yên li Wanê bang kirin: Bêtedbîrî û şowa siyasî karesat mezintir kir
16:19 ENKS'ê li Kobanê buroya xwe vekir
16:17 Rûsya: Êrişên li dijî me, ji herêma serweriya Tirkiyê tên
15:45 Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fûat Onen hat binçavkirin
15:41 KCD’ê ji ber aşûtê 2 roj şîn ragihand
15:33 Hejmara miriyên li Miksê gihîşt 41 kesan
15:28 Platforma Hevselê: Tev li xebata raporê bibin
15:27 Dayika Xelef li PE'yê axivî: Li dijî Erdogan em dest bidin hev
15:26 Îdlip dibe ku ji bo Tirkiye bibe destpêka dawiyê
14:50 Meclîsa Ciwanên HDP’ê: Îqtîdara faşîst ciwanan dike armanca xwe
14:33 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt îfade neda: Roja ku keça min hat kuştin pevçûn tune bû
14:17 Di qezaya balafirê de biryara binçavkirina 2 pîlotan hat dayîn
14:07 Ne rêya Miksê ne jî bextê wê hat vekirin!
14:04 'Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe'
13:20 Doza Redhackê ya rojnamegeran hat taloqkirin
13:07 HDP dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe: Ne Seray Bahçesaray
12:50 Hejmara kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an
12:32 Hevserokên HDP'ê yên Amedê: Hemû bajar di bin tundiyê de ye
12:24 Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne
12:16 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
12:06 Malbata Dokû wê bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike
11:48 TJA'yê encama konferansa xwe aşkere kir