Temellî: Divê berê hûn pirsgrêka Kurd çareser bikin

img
ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP Sezaî Temellî, di Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê de diyar kir ku gelê Kurd sedsalek din nikare bê statu bijî û wiha got: "Ger ku hûn li vî welatî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin divê berî her tiştî hûn meseleya Kurdan çareser bikin." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê bi dirûşmeya “Em hevî û wêrekiyê bi rêxistin bikin û faşîzmê hilweşînin" 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Jin bi cilên herêmî û neteweyî tev li kongreyê bûn û govend gerandin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, parlamenter û rêveberên HDP'ê jî tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Dema Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî hat avahiya partiyê, girseyê bi çepik û tilîlîyan Temellî pêşwazî kir. Li salona Kongreyê pankartên “Qeyûm darbe ye", “Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî berdewam bikin" û “Me li ber xwe da em li ber xwe didin bi me serbilind bin bin." vekirin. Li salonê diruşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Piştre ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. 
 
Hevşaredara Cizîrê ku qeyûm tayîni şûna wê hatiye kirin Berivan Kutlu ewil axivî û wiha got: “Em dê bi Cizîr û Botanê bi ser bikevin. Heta dilopa xwîna me ya dawî em dê layiqî gelê xwe bin. Em benja gelê Cizîrê li ber tu kesî natewînin. Em dê bi berxwedana Cizîr û Botanê AKP'ê têk bibin." 
 
‘KURD DÊ BÊ STATU NEBÎNIN'
 
Parlamenterê HDP'ê Huseyin Kaçmaz jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Gelê Kurd êdî nikarin sedsalek din bê statu bijîn. Dê sedsalek din bê statu nejîn. Gelê Cizîrê bedelên giran da. Ev bedel dê vala neçin. Gel dê li vî bedelî xwedî derkevin. Yên Kurdan tune dihesibînin yek bi yek tune dibin." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli jî gelê Cizîrê silav kir û wiha got: "Em tu carî li dijî hişmeniya faşîst teslîm nebûn. Yên dest ji doza xwe bernedan û teslîm nebûn hezar silav ji wan re. Kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane ez bi hurmetî bejna xwe ditewînim. Ez li pêş Mehmet Tunç, Cemile, Dayika Taybet û hevalên wan bi hurmetî bejna xwe ditewînim. Deynê me ye ku em aştî, edalet û aramiyê bînin vî welatî." 
 
‘GER KU TECRÎD HEBE DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN'
 
Temellî, bal kişand ser salên 2013-2015'an û wiha lê zêde kir: “Di Newroza 2013'an de nameya Ocalan hat xwendin. Bangek gelek muhîn bû. Ew name navnîşana çareseriyê bû. Tecrîda li ser Ocalan dîwarê li pêş pêşketina Tirkiyeyê hatiye lêkirin e. Dîwarê esasî li pêş çareseriyê hatiye avakirin. Ev dîwarê tecrîdê ye. Ji bo em welatiyên vî welatî wek hev bijîn bi tevrîdê çareseriyê asteng dikin. Ji ber vê yekê em hiqûqa tecrîdê qebûl nakin. Di sala 2013-2015'an de hemû alemê dît. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û dîsa pêvajoya çareseriyê dest pê bike divê her kes têbikoşe û li ber xwe bide. Ger ku li welateki tecrîda mutlaq hebe, li wî welatî edalet û aştî pêş nakeve. Dê şer kûr bibe. Bi tecrîdê dijminantiyê li ser gelê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ferz dikin. Ger ku tecrîd hebe, divê em li dijî tecrîdê têkoşînê jî xurt bikin. Ne tenê li Cizîr û Botanê, ger ku li Enqere û Stenbolê jî neheqiyek hebe divê em li dijî neheqiypê derkevin."Divê em ji vê bê edaletiyê û vê darazê re bêjin bes e." 
 
Piştî axaftina Temellî, raporên malî û xebatê hatin xwendin. Piştre hilbijartin pêk hat. Ji bo Hevserokên HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunç Yelbasan û Uzeyir Kilinç hatin hilbijartinê. 
 

Sernavên din

06/02/2020
13:20 Doza Redhackê ya rojnamegeran hat taloqkirin
13:07 HDP dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe: Ne Seray Bahçesaray
12:50 Hejmara kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an
12:32 Hevserokên HDP'ê yên Amedê: Hemû bajar di bin tundiyê de ye
12:24 Endamên Platforma Zimanê Kurdî: Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî em li benda piştevaniya partiyên siyasî ne
12:16 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
12:06 Malbata Dokû wê bi komên partiyan ên di Meclîsê dene re hevdîtin bike
11:48 TJA'yê encama konferansa xwe aşkere kir
11:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:29 Li ser giliyê Qeyûm lêpirsîn li nûçegîhana JINNEWS'ê vebû
11:25 Şanoya Kurdî li Enqereyê derdikeve ser dike
10:42 Olûç: AKP bi vê pêşnûmayê dixwaze qeyûm tayînî rojavayê welat jî bike
10:37 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
10:34 Lêgerîna kesên di bin aşûtê de serê sibê dîsa dest pê kir
10:21 Ji bo rê li pêş bermahiyên diherikin Mûnzûrê bigirin xebat didomin
09:11 'Ji bo krîz neyê dîtin, mirov divê kor be'
09:10 Li goristana bêkesan 267 cenaze hatine definkirin
09:09 Doza Qeymeqam Safîturk: Ji bo qeydên dozgeriyê xwestibûn jî gotin xerabe ne!
09:09 Rêz û ristên pirtûka Mehmet Tûnç û Bêkes tev sûc hatine hesibandin
09:08 Doç. Dr. Selçûk: Me ji erdhejan tecrûbe negirtiye
09:08 Surucu: Divê jinên kurd pêşengtiya yekitiya netewî bikin
09:07 Cenaze 96 roj in li nexweşxaneyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2020'AN
08:37 Wezîr: Di ketina balafirê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
05/02/2020
23:20 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk dîsa hat binçavkirin
19:08 Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê balafirek ket xwarê
18:17 Li Miksê 33 kesan di bin aşûtê de jiyana xwe ji dest dan
16:40 Buldan: Berpirsiyariya me mezin avakirina Yekitya Neteweyî ye
15:46 Derbarê parêzer Tugay Bek de lêpirsîn hat destpêkirin
15:43 2 HDP’yî piştî 3 mehan hatin berdan
15:39 Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me Çelîk hat binçavkirin
14:47 Parêzerên ÇHD’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Rapora cendirmeyan: Berkîn Elvan kesê dawî yê bi qusûr e
14:13 Dadgehê qedexeya derketina derveyî welat a Guven ranekir
13:32 Li Bismilê endamên meclîsa şaredariyê hilnedan civînê
13:24 Li Çînê hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 491 kesan
13:17 Aşûta duyemîn hat xwarê: 23 kes mirin
13:12 Dayika têkoşer Emetullah Guzel jiyana xwe ji dest da
13:06 Rêya 358 gundan hatiye girtin
12:32 Cezayê li rojnameger Bîlen hatibû birîn hat erêkirin
12:26 Bersûcên tecawizî 4 zarokan kiribûn hatin berdan
12:15 Dayika Helîn Bolek: Bila keça min bijî...
11:57 Polîsê bersûcê Helîn Şen derdikeve pêşberî dadgehê
09:45 Koçyîgît: Divê gotina ewil rakirina tecrîdê be
09:20 Li Girtîgeha Kayseriyê her tişt qedexe ye!
09:18 Wêjegeh Amed vedibe
09:16 'Heger yekîtî çê bibe wê dengê me xweştir û bilindtir derkeve'
09:16 Mazlûm Çîmen: Sûcê li dijî mirovahiyê nayê efûkirin!
09:15 Qeyûm heta êzingên noqteya polîsan jî ji qaseya şaredariyê kirîne
09:15 Cotkarên Qersê: Êdî em nikarin bêhna xwe jî vedin
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2020'AN
04/02/2020
23:28 Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar hat berdan
22:17 Ji kesên di bin aşîtê de man 5 kesan jiyana xwe ji dest daye
20:54 Mînîbusa di bin aşîtê de ma hîn jî nehatiye dîtin
17:38 'Di 48 saetan de 400 maşîneyên eskerên Tirk derbasi Suriyeyê bûn'
16:52 Bi hezaran malbatên komên çeteyan li Efrînê bi cih dikin
16:49 Platforma Zimanê Kurdî HDP'ê ziyaret kir
15:42 Doza derbarê rojnameger Boltan de taloq bû
15:20 Ajokarê maşineya zirxî yê Tektekîn perçiqand hîna li ser kare
14:45 Temelli: 100 sal in dijminahiya zimanê kurdî dikin
14:43 Di çapemeniya cîhanê de Idlib: Dê hêza Enqereyê têr neke
14:30 Rapora Girtîgeha Amedê li Meclisê ye: Bi awayekî têrker xuerek nadin zarokan
14:13 200 malbatên ji şerê Idlibê reviyan gihîştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê
14:12 ÎHD: Bila Erdagon rayeya xwe ji bo girtiyên nexweş û extiyar jî bi kar bîne
13:17 Daxwaza baro mudaxilê doza Eylem Tîler bibe hat redkirin
12:52 Hevserokê HDP’ê yê Xelîliyê hat berdan
12:21 Malên Gel giliya Kizilay û Başkentgazê kir
12:16 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:05 Serokê ATO'yê Bûlût: Vîrusa coronayê hê li Tirkiyeyê nehatiye tespîtkirin
11:43 Di doza Şahîn Oner de polîsê bersûc tevlî danişînê nebû
11:09 Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de: Deng bidin dengê me
10:54 Piştevaniya Mor dê 2'emîn Konferansa Jinana Tirkiyeyê li dar bixin
10:14 Li Xarpêtê bi 4.6 pîleyî erdhej çêbû
09:58 Qeyûm zemê paşde xist AKP'ê daxuyanî da
09:30 Her ku ava bendavê pingar dide dîroka 12 hezar salî binav dibe
09:27 Ji gardiyan ji bo girtî: 'Dewlet hat rabe piya'
09:04 Qeyûmê Sûrê tenê ji bo miftîtî û midûriyeta perwerdehiyê xizmet kiriye
09:04 Qeyûm bûrayê xwe ji Tarbazon aniye û li Licê ew kiriye karmendekî bikadro
09:04 Qeyûm deynên xwe qebûl kir, lê xizmeta ku nekiriye jî xist stuyê HDP'ê
09:01 Serokê ÎHD'a Wanê Melet: Demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2020'AN
03/02/2020
19:05 Asya Abdullah: Tirkiye hewl dide DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûve vejîne
18:52 Li Idlibê 5 jê eskerên TSK'ê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
18:03 Dîmenên nû yên Gulistan Doku derketin holê
17:05 Nameyên kurdî yên girtiyan bi pereyan werdigerînin tirkî
16:31 Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê: Girtî terkî mirinê kirin e
16:23 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Bila Weqfa Ensarê ji statuya berjewendiya giştî bê derxistin
14:39 ÎHD: Jinên ducanî û xwedî zarok ên girtî berdin
14:30 Li navçeyên Mêrdînê endamên meclîsê hatin astengkirin
14:29 Dadgehê qezenca neheq a Şaredariya Rihayê rawestand
14:23 Hejmara eskerên li Idlibê hatın kuştin derket 6’an
13:15 Li Cizîr û Hezexê endamên meclisê negirtin şaredariyan
12:40 Civîna Kongreya Star dest pê kir
12:31 Li Rihayê 2 kesên ku zarokan îstismar kiribûn hatin girtin
12:22 Di meha Çile de 27 jin hatin kuştin
12:21 Ji Rûsyaye daxuyaniya Îdlibê: Êrîşa hewayî pêk nehatiye
12:20 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha sibatê eşkere kir
12:09 TUAY-DER: Wezaret bila daxwazên Grûp Yorumê pêk bîne
11:52 HDP: Wê bi pergala Bekçîvaniyê binpêkirina mafan zêde bibe
11:46 Li Girtîgeha Eskîşehîrê polîsên tîmên taybet jî beşdarî lêgerînê bûn e