'Em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?'

  • rojane
  • 09:20 30 Çile 2020
  • |
img

COLEMÊRG – Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Colemêrgê, bal kişandin ser qedexeya li bajêr ku 3 sal in didome û gotin: "Gelo bi daxuyaniyeke çapemeniyê, em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?" 

Walîtiya Colemêrgê, Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an hatibû îlan kirin dike hincet û 3 sal in 15 an jî 30 rojê carekê qedexeya çalakî û xwepêşandanên li bajêr dirêj dike. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, bertek nîşandan û gotin: "Gelo em bi daxuyaniyeke çapemeniyê, em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?" 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Senê Suleyman Aşkan, destnîşan kir ku bi van qedexeyan pêşî li ber mafên wan î sendîkayî tê girtin û got: "Gava em li sedemên qedexeyê mêze dikin, sedemên wê pir absurd in û li tu mantiqeke hiqûqî nayê. Sedemeke ku mafên me bên astengkirin tuneye. Îktîdar bi vî awayî dixwaze civakê têxe bin banê xwe".Aşkan, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze civakeke doza mafê xwe nake biafirîne û got: "Tu yê doza mafê xwe nekî, tu yê serî bitewînî, tu yê nelirêtî û gendeliyên li bajêr neynî ziman. Ji xwe gava çalakî û xebatên me yên ji bo rêxistinbûyînê û beyankirina fikran bên astengkirin tu wateyeke sendîkayan namîne. Lê em ê bi rêyên demokratîk tim û tim bertekên xwe bînin ziman". 
 
'EM EWLEHIYA ÇI TEHDÎT DIKIN?' 
 
Hevserokê Şaxa Senîdkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyî (SES) Mûsa Bor jî destnîşan kir ku tu îzahiyateke vê yekê tuneye û got: "Êdî em daxuyaniyên xwe li avahiya sendîkayê didin. Bi vî awayî jî bi dehan wesaytên polîsan tên ber avahiya me. Ev yek endamên me jî nerihet dike. Ev yek tesîrê li civakê jî dike. Ji bo nerihetî û pirsgirêkên civakê bînin ziman divê sendîka daxuyaniayn bidin. Lê em nikarin bikin. Bi vî awayî mafên me tên astengkirin. Em saziyên civaka sivîl dengê civakê ne. Daxuyaniyên me ewlehiya tu kesî tehdît nakin. Her wiha niha ji ber zivistanê metreyek berf ketiye erdê. Em ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, kîjan ewlehiyê tehdît bikin?" 
 
Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Pinar Yilmaz jî got: "Ji ber ku gelek dever wekî herêmên ewlehiya taybet hatine ragihandin, azadiya wan î geştê tê astengkirin. Her wiha ev yek ji bo ewlehiya jiyanî jî rîskek e. Ev binpêkirin bi Rewşa Awarte re dest pê kirin. Zêdetirî 3 sal in Rewşa Awarte bi dawî bûye, lê belê hîn jî bi awayekî fiîlî didome. Ev binpêkirina mafan e. Em dixwazin demildest bi dawî bibe û ev qedexe bên rakirin". 

Sernavên din

03/02/2020
11:35 ‘Ger tecrîda li ser Ocalan rabe wê tecrîda li ser jinan jî rabe’
11:15 HDP: Êrîşa li dijî Mexmûrê zindîbûna DAIŞ'ê nîşan dide
11:05 Polîsan destûr neda encûmenên HDP’yî beşdarî civînê bibin
10:38 ‘Ocalan, li pergala Îmraliyê rêyek li aştiyê vekir'
10:20 Rageşiya li Îdlîbê zêdetir dibe: 4 leşker mirin
10:07 DFG'ê rapora binpêkirinê mafên rojnamegeran a meha Çileyê aşkera kir
10:02 ‘Em ji têkoşîna jinên kurd îlhamê digirin’
09:18 Ûzgel: Pirsgirêka Filistînê li Rojhilata Navîn mijara polîtîkaya hundirîn e
09:18 Rojname ji ber peyva 'komkujî' asteng kirin
09:13 Sayiştayê nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yek bi yek rêz kir
09:13 Parêzera Berfîn: 1.5 lître asîta ku hatiye reşandin delîla sûcê kuştinê
09:12 Di doza cînayeta Eylem Tîler de biryar wê bê dayîn
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2020'AN
02/02/2020
18:41 Parazvanên Mexmûrê êrîşa DAIŞ’iyan şikand: 2 DAIŞ'î hatin kuştin
18:24 Meşên dirêj di roja 2'emîn de li Berlîn û Hannoverê berdewam kir
17:25 Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin
16:53 Dormîşa alîkariyê ya HDP'ê hat astengkirin
16:44 Temellî: Divê berê hûn pirsgrêka Kurd çareser bikin
16:08 Çeteyên DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê dikin
15:28 Li dijî projeya Kanal Îstanbul 11 kilometre meşiyağn
15:21 Ji bo 80 dibistanan biryara hilweşandinê hat dayîn
15:17 Birîna teqina Davutpaşa 12 salin ne kewiya ye
14:47 Şaxa SES'ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:05 Hinceta qedexeya Dayikên Şemiyê: Acizkirina turîstan e
13:39 CHP'ê ji bo Kizilayê pêşniyara Komîsyona Lêkolîna Meclisê kir
12:59 50 kolberên li Seqizê winda bûn hatin dîtin: Yekî jiyana xwe ji dest da
12:50 Dîmenên êrîşa li ser kampa Eyn Îsa dertetin holê
12:16 ‘Kî qatilan efû bike bila bike, lê em efû nakin'
11:41 Xwebûn: Erdhejê rastî derxist holê
11:25 23 roj in Hurmuz û Şîmonî Dîril li ku nu ne?
11:16 Konferansa TJA'yê di roja 2'emîn de didome
10:47 Her kes dikare alîkariyê bişîne, lê ya HDP'ê desteser dikin
09:36 'Ola Îslamê dikin amûrê zewaca zarokan'
09:09 Eren Keskîn: Şideta fermî ber bi deriyê mala me ve tê
09:07 Stenbolî li dor HDP'ê bûn xelek
09:06 ‘Ne ji bo Qenal Stenbolê ji bo erdhejê xerc bikin'
09:03 Dadgehê ji bo êrîşa bi kezavê got, 'delîlên berbiçav bi dest neketine'
09:02 Neliritiyek bi qasî qama Minareya Çarnig
09:01 Tûtinfiroşên Semsûrê wateyê nadin qedexekirina tûtinê
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2020'AN
01/02/2020
16:37 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin: Êdî cotstandartiyê nekin
15:55 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
15:46 Ji ber berfê rêya 55 gundan li Amedê hat girtin
15:28 Minaz û Aşkan hatin berdan
15:25 Temellî: Li vî welatî tecrîda mûtlaq heye
15:16 Mamosteya tundî li xwendekar kir ji wezîfeyê dûr kirin
14:55 Filistînê Peymanên Osloyê xera kir
14:41 Kurê Serdar Taniş: Ez tu carî wan efû nakim
14:38 ‘Ne notirvanên bi çek bila notirvanên demokrasiyê hebin’
14:12 SMO'yê li El Babê êrîşî rejîmê kir
13:58 Konferansa Jinan bi dirûşma 'Em hene û li ser piya nin' dest pê kir
13:16 Serdozger lêgerîna tazî qanûnî dît!
12:44 Ji HDP’'ê amadekariyên kongreyê: Komîsyona Mûtabakatê ji bo qadroyên dema nû dixebite
12:26 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
11:51 Hejmara 30'emîn a Demokratîk Moderniteyê derket
11:35 Aktîvîsta TJA’yê Aşkan hat binçavkirin
11:35 Li Ceyhanê cesedê jinekê hat dîtin
10:12 Cûdakariya navbera herêman mirina zarok û dayikan zêde dike
09:47 Dexîl Garo: Helbest eynika mirov e
09:44 Girtî û malbatên wan muameleya xerab şermezar kirin
09:22 Ji Vîrûsa Corona 259 kes mirin
09:04 Qeyûm dixwaze Kiziltepe Belediyesporê qels bike
09:03 Beyter: Divê xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî li her malê bên kirin
09:01 'Em dikarin bi kilameke kurdî tenê jî ji qirkirina çandî rizgar bibin'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2020'AN
08:43 Li Xarpêtê li pey hev du erdhej rû dan
08:36 Li Wanê jinek hat kuştin
31/01/2020
21:20 Li Dîlok û Semsûrê 484 kes jehrî bûn
16:23 Bi 7 pirsan Vîrusa Corona: Li 22 welatan belav bû
16:00 Di lêpirsîna Elçî de encamê negirin dê serî li AYM’ê bidin
15:35 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
15:25 Jina ciwan a hatibû angaştkirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:08 Onlu yê HDP’î: Walî berpirsê bûyerên li Dersimê rû dide ye
14:40 Biryara bidûrxistinê pêk ne anîn: Hejîna xwe ya berê û keça xwe kuşt
14:15 Dozger beriya danişînê xwest Selçûk Mizrakli bê cezakirin
14:02 OHD'ê li dijî tecrîdê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:44 Coronavirûsê xwe li Stenbolê jî da nîşandan
13:05 Hevşaredara Tûşbayê Minaz hat binçavkirin
12:59 Malbat ji bo için Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Biryara AYM’ê ya ji bo faksa ji Ocalan re hat şandin: Ji bo motivasyonê bilind bikin nivisîn
12:31 Hin kevirên Sûrê li Peyasê veşartî hatin dîtin
12:12 Xidir Hecî Mîrza: Fermana tê serê gelê Êzidî bi destê Tirkiyeyê pêk tê
12:10 Hat angaştkirin ku gardiyanan li Girtîgeha Beşîkduzu provokasyonê derxistine
11:51 Cenazeyê Demîrbag piştî 6 mehan veşartin
11:09 Avahiya li Gezînê hilweşiya û 4 kes têde mirin li ser çiravê hatiye avakirin
11:05 Serokê JMO’yê Demîrbaş: Dibe ku li herêmê erdhejên dijwartir rû bidin
10:11 Stratejiya dema nû ya HDP’ê wê ‘Tifaka Demokratîk a Bihêz’ be
10:05 Bîlgen: Rojek piştî hilbijartinê jî nelirêtî li şaredariyê hatiye kirin
10:04 Gulum: AKP ji bo îqtîdara xwe xurt bike pekçiyan peyvirdar dike
09:01 Gelo ji ber ku girtiyê siyasî bû nexweşxaneyê ew qebûl nekiriye?
09:01 Îtiraza ji bo 'Îstimlaqkirina lezgîn'
09:01 Ne esnaf ne jî mişterî nerazî ne
09:01 Berteka ji bo pêşnûmaya efûkirina faîlên îstismarê: Şerm e
09:01 Îdianameya nûçegihanên me hat amadekrin
09:01 ‘Xurtbûna çand û ziman, xurtbûna jiyanê ye’
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2020'AN
30/01/2020
21:28 Nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin hat berdan
19:12 Dozger xwest 15 sal ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê bê birîn
16:24 Ji malbata Dokû bang: Gulistan bibînin
15:49 Di doza êrîşa zayendî de parêzerê bersûc teklîfa pere kir!