Qeyûm hat av ji sedî 150 zem bû
Gaza xwezayî ji sedî 100 zem bû

  • rojane
  • 09:12 30 Çile 2020
  • |
img

AMED – Welatiyên Amedê ji ber ku qeyrana aborî du qat zêde bûye êdî deyn dikin û debara xwe dikin. Malbatên ku berê fatureya gaza xwezayî 50 TL didan niha 100 TL’yî didin. Yên beriya qeyûm fatureya avê 20 TL didan niha 50 TL’yî didin. Hin malbat jî deynan li deynan digire. 

Me bandora qeyrana aborî ji welatiyên Amedê pirsî. Welatiyan jî pirsên me bersivandin û diyar kirin ku ji ber qeyrana aborî fatureyên av, ceyran û gaza xwezayî du qat zêde bûne û aliyê din ji ber kar tune betal in an jî bi erzanî dişixûlin. 
 
Ji welatiyan Yilmaz Kaplan ê 19 salî diyar kir ku di mala wan de 7 kes bi heqdestek asgarî dijîn û wiha got: “Bi zemên tên kirin em nikarin debara xwe bikin. Mala me jî di kirê de ye. Em li hemberî zema ne. Faturaya avê tê 150-200 TL. Heqdestê asgarî tu yê bidî avê, ceyranê, gaza xwezayî. Em nikarin fatureyan di mehekê de bidin. Dikeve ser hev. Mehekê didin malê mehekê didin fatureyan.” Kaplan, anî ziman ku berê bi asgarî ucretê dikarî bijîn û wiha berdewam kir: “Di beruka me de pere diman. Faturayên ceyranê kêm dihatin. Niha tu lê dinêrî 200-250 tê. Ji her tiştî re zam hat. Di vê qeyranê de nikarin tiştekê bikirin. Berpirsyarê van tiştan AKP ye.”
 
‘MILET ÊDÎ NIKARE TIŞTEKÊ BIKIRE’
 
Habîp Aydin ê 20 salî jî da zanîn ku di malê de 8 kes dijîn û tenê bavê wan kar dike û wiha got: “Bavê min karê bazarvaniyê dike. Di malê de ew tenê dixebite. Milet êdî ji bazarê jî nikare tiştekî bikire.” Aydin, bal kişand ser faturayên ku jê re zam hatî kirin û wiha got: “Em bêjin ji gaza xwezayî re 50 TL dihatin niha 100 TL tên. Pereyê ku di berûka me de nîviyê wê em didin fatureyan. Di berûka me de pere namîne. Em nikarin debara xwe bikin.” Aydin, diyar kir ku berpirsyarê vê qeyrana aborî Serokomar Recep Tayîp Erdogan e û wiha got: “Ji her tiştî re zam hatiye em vê qebûl nakin. Cilên li ser me yên saleke ne nikarin yên nû bikerin.”
Mehmet Can Erdem, dest nîşan kir ku 9 kes di malê de dijîn û wiha axivî: “Hinek kes di nav civakê de hene ku muhtacê nanekê ne. Di kolana de birçî ne. Ji bo ku melzemeyê karê avahiyê biha bûye ew jî sekiniye. Zarokên me hemû bêkar man e li malê rûniştine.”
 
‘500 TL FATUREYA CEYRANÊ JI ME RE HATIYE’
 
Fîdan Gezer a 34 salî jî da zanîn ku di xaniyekî du ode de bi 6 kesan re dijî û wiha got: “Xwesiya min astengdar e di nav destê me de ye. Rapora wê hebû lê dewletê betal kiriye û alîkariyê nake. Debar zehmet bûye. Sê zarok jî dibistan dixwînin. Alikariyek jî tune ye.” Gezer, anî ziman ku zam li ser zamê tê lê tu debara gel tune ye û wiha berdewam kir: “500 TL faturaya ceyranê ji me re hatiye. Ez ê çawa bidim. Dibêjin hûn nedin dê ceyrana we were birîn. Hûn çawa van zama dikin derfêtê kar kirinê jî ji me re ava bikin. Him kar nadin hem jî ji her tiştî re zam tînin. Em ê çawa ji wan memnûn bin. Hinek mal hene ava firingiya li ser nan didin û dixwin. Ev mirov ne guneh in. Hûn çawa zam dikin ji van mirovan re kar jî bidin.”
 
‘SEBEBÊ QEYRANÊ ŞER E’
 
Bakî Sapan ê 60 salî jî diyar kir ku meaşekî ku wergire tune ye û got: “Mehê 200 TL ceyran ji min re tê. Ji xwe em nikarin sebze bistînin. Ji ber ku tu kar tune ye. Dema ku înşeat nexibitin karê me jî tune ye. Em niha birçî ne li ber diwar sekinî ne.” Sapan, da zanîn ku di kirê de ne û wiha domand: “Sebebê vê qeyranê şer e. Pereyî ji me digirin û didin şer.”
 
‘FATURAYAN BI DEYNA DIDIN’
 
Hasîbe Duruk a 75 salî jî bilêvkir ku nikarin debara xwe bikin û wiha axivî: “Faturayên ceyranê 70 TL 100 TL tên. Meaşê ku digirin nikarin pê faturayên xwe bidin em faturyan bi deyna didin. Deyn bi deyna rast dibe. Em ji wî distînin didin wî îdareya xwe wisa dikin.”
Melek Suren a 50 salî jî da zanîn ku di malê de ji ber ku kar nîne kes naxebite û wiha got: “Em di kirê de ne, faturayên av û ceyranê jî bi zorê didin. Av jî ceyran jî pir tê.”
 
‘JI BER QEYÛM FATURA ZÊDE BÛYE’
 
Kader Anar a 36 salî jî dest nîşan kir ku 6 kes di malê de dijîn, hevjînê wê naxebite û wiha axivî: “Mala me jî di kirê de ye. Em bi zorê debarê dikin. Qeyrana aborî herkes mehf kiriye. Bi taybetî jî heyfa van ciwanane.” Anar, diyar kir ku avê kêm bikartînîn jî 50-60 TL heqê avê tê û wiha berdewam kir: “Berê 10-15 TL dihat heqê avê, ji ber ku qeyûm hat niha fatura 50 TL tê. Çima vî pereyî ji feqîran digirin.”
 
‘FATURA KETINE SER HEV NIKARIN BIDIN’
 
Remziye Karagoz a 40 salî jî bal kişand ser zamên av, ceyran û xwarinê û wiha got: “Em ji van zaman ne memnunin û naxwazin. Ez û zarokê xwe tenê di mal de ne. Tenê dixebitim. Di rewşeke zor de ne. Du-sê faturayên me ketine ser hev em nikarin bidin. Em ji qirka xwe kêm dikin didin fatureyan. Îro 150 TL heqê fatureya min hatibû. Bi zorê min komkir û da. Jiyan zor bûye.” Karagoz diyar kir ku ji ber şer çêdibe zam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêkarî pir e. Rewşa gel nebaş e. Em ne zamê dixwazin ne jî şer dixwazin.”
 
MA / Fahrettin Kiliç - Mehmet Aslan
 
 
 

Sernavên din

03/02/2020
11:35 ‘Ger tecrîda li ser Ocalan rabe wê tecrîda li ser jinan jî rabe’
11:15 HDP: Êrîşa li dijî Mexmûrê zindîbûna DAIŞ'ê nîşan dide
11:05 Polîsan destûr neda encûmenên HDP’yî beşdarî civînê bibin
10:38 ‘Ocalan, li pergala Îmraliyê rêyek li aştiyê vekir'
10:20 Rageşiya li Îdlîbê zêdetir dibe: 4 leşker mirin
10:07 DFG'ê rapora binpêkirinê mafên rojnamegeran a meha Çileyê aşkera kir
10:02 ‘Em ji têkoşîna jinên kurd îlhamê digirin’
09:18 Ûzgel: Pirsgirêka Filistînê li Rojhilata Navîn mijara polîtîkaya hundirîn e
09:18 Rojname ji ber peyva 'komkujî' asteng kirin
09:13 Sayiştayê nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yek bi yek rêz kir
09:13 Parêzera Berfîn: 1.5 lître asîta ku hatiye reşandin delîla sûcê kuştinê
09:12 Di doza cînayeta Eylem Tîler de biryar wê bê dayîn
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2020'AN
02/02/2020
18:41 Parazvanên Mexmûrê êrîşa DAIŞ’iyan şikand: 2 DAIŞ'î hatin kuştin
18:24 Meşên dirêj di roja 2'emîn de li Berlîn û Hannoverê berdewam kir
17:25 Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin
16:53 Dormîşa alîkariyê ya HDP'ê hat astengkirin
16:44 Temellî: Divê berê hûn pirsgrêka Kurd çareser bikin
16:08 Çeteyên DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê dikin
15:28 Li dijî projeya Kanal Îstanbul 11 kilometre meşiyağn
15:21 Ji bo 80 dibistanan biryara hilweşandinê hat dayîn
15:17 Birîna teqina Davutpaşa 12 salin ne kewiya ye
14:47 Şaxa SES'ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:05 Hinceta qedexeya Dayikên Şemiyê: Acizkirina turîstan e
13:39 CHP'ê ji bo Kizilayê pêşniyara Komîsyona Lêkolîna Meclisê kir
12:59 50 kolberên li Seqizê winda bûn hatin dîtin: Yekî jiyana xwe ji dest da
12:50 Dîmenên êrîşa li ser kampa Eyn Îsa dertetin holê
12:16 ‘Kî qatilan efû bike bila bike, lê em efû nakin'
11:41 Xwebûn: Erdhejê rastî derxist holê
11:25 23 roj in Hurmuz û Şîmonî Dîril li ku nu ne?
11:16 Konferansa TJA'yê di roja 2'emîn de didome
10:47 Her kes dikare alîkariyê bişîne, lê ya HDP'ê desteser dikin
09:36 'Ola Îslamê dikin amûrê zewaca zarokan'
09:09 Eren Keskîn: Şideta fermî ber bi deriyê mala me ve tê
09:07 Stenbolî li dor HDP'ê bûn xelek
09:06 ‘Ne ji bo Qenal Stenbolê ji bo erdhejê xerc bikin'
09:03 Dadgehê ji bo êrîşa bi kezavê got, 'delîlên berbiçav bi dest neketine'
09:02 Neliritiyek bi qasî qama Minareya Çarnig
09:01 Tûtinfiroşên Semsûrê wateyê nadin qedexekirina tûtinê
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2020'AN
01/02/2020
16:37 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin: Êdî cotstandartiyê nekin
15:55 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
15:46 Ji ber berfê rêya 55 gundan li Amedê hat girtin
15:28 Minaz û Aşkan hatin berdan
15:25 Temellî: Li vî welatî tecrîda mûtlaq heye
15:16 Mamosteya tundî li xwendekar kir ji wezîfeyê dûr kirin
14:55 Filistînê Peymanên Osloyê xera kir
14:41 Kurê Serdar Taniş: Ez tu carî wan efû nakim
14:38 ‘Ne notirvanên bi çek bila notirvanên demokrasiyê hebin’
14:12 SMO'yê li El Babê êrîşî rejîmê kir
13:58 Konferansa Jinan bi dirûşma 'Em hene û li ser piya nin' dest pê kir
13:16 Serdozger lêgerîna tazî qanûnî dît!
12:44 Ji HDP’'ê amadekariyên kongreyê: Komîsyona Mûtabakatê ji bo qadroyên dema nû dixebite
12:26 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
11:51 Hejmara 30'emîn a Demokratîk Moderniteyê derket
11:35 Aktîvîsta TJA’yê Aşkan hat binçavkirin
11:35 Li Ceyhanê cesedê jinekê hat dîtin
10:12 Cûdakariya navbera herêman mirina zarok û dayikan zêde dike
09:47 Dexîl Garo: Helbest eynika mirov e
09:44 Girtî û malbatên wan muameleya xerab şermezar kirin
09:22 Ji Vîrûsa Corona 259 kes mirin
09:04 Qeyûm dixwaze Kiziltepe Belediyesporê qels bike
09:03 Beyter: Divê xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî li her malê bên kirin
09:01 'Em dikarin bi kilameke kurdî tenê jî ji qirkirina çandî rizgar bibin'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2020'AN
08:43 Li Xarpêtê li pey hev du erdhej rû dan
08:36 Li Wanê jinek hat kuştin
31/01/2020
21:20 Li Dîlok û Semsûrê 484 kes jehrî bûn
16:23 Bi 7 pirsan Vîrusa Corona: Li 22 welatan belav bû
16:00 Di lêpirsîna Elçî de encamê negirin dê serî li AYM’ê bidin
15:35 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
15:25 Jina ciwan a hatibû angaştkirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:08 Onlu yê HDP’î: Walî berpirsê bûyerên li Dersimê rû dide ye
14:40 Biryara bidûrxistinê pêk ne anîn: Hejîna xwe ya berê û keça xwe kuşt
14:15 Dozger beriya danişînê xwest Selçûk Mizrakli bê cezakirin
14:02 OHD'ê li dijî tecrîdê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:44 Coronavirûsê xwe li Stenbolê jî da nîşandan
13:05 Hevşaredara Tûşbayê Minaz hat binçavkirin
12:59 Malbat ji bo için Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Biryara AYM’ê ya ji bo faksa ji Ocalan re hat şandin: Ji bo motivasyonê bilind bikin nivisîn
12:31 Hin kevirên Sûrê li Peyasê veşartî hatin dîtin
12:12 Xidir Hecî Mîrza: Fermana tê serê gelê Êzidî bi destê Tirkiyeyê pêk tê
12:10 Hat angaştkirin ku gardiyanan li Girtîgeha Beşîkduzu provokasyonê derxistine
11:51 Cenazeyê Demîrbag piştî 6 mehan veşartin
11:09 Avahiya li Gezînê hilweşiya û 4 kes têde mirin li ser çiravê hatiye avakirin
11:05 Serokê JMO’yê Demîrbaş: Dibe ku li herêmê erdhejên dijwartir rû bidin
10:11 Stratejiya dema nû ya HDP’ê wê ‘Tifaka Demokratîk a Bihêz’ be
10:05 Bîlgen: Rojek piştî hilbijartinê jî nelirêtî li şaredariyê hatiye kirin
10:04 Gulum: AKP ji bo îqtîdara xwe xurt bike pekçiyan peyvirdar dike
09:01 Gelo ji ber ku girtiyê siyasî bû nexweşxaneyê ew qebûl nekiriye?
09:01 Îtiraza ji bo 'Îstimlaqkirina lezgîn'
09:01 Ne esnaf ne jî mişterî nerazî ne
09:01 Berteka ji bo pêşnûmaya efûkirina faîlên îstismarê: Şerm e
09:01 Îdianameya nûçegihanên me hat amadekrin
09:01 ‘Xurtbûna çand û ziman, xurtbûna jiyanê ye’
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2020'AN
30/01/2020
21:28 Nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin hat berdan
19:12 Dozger xwest 15 sal ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê bê birîn
16:24 Ji malbata Dokû bang: Gulistan bibînin
15:49 Di doza êrîşa zayendî de parêzerê bersûc teklîfa pere kir!