‘Li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî divê kurd bibin yek'

img
AMED - Beşdarên Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kirin ku li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî lazim e nesekinin û kurda bigihîn hev. Beşdaran da zanîn ku heke zimanê civakekê neveguhêze  zarokan, wê demê de ew ziman bimire.
 
Zimanzan Bahoz Baran û Akademîsyen Cuma Çîçek Tora Ziman û Çanda Kurdî nirxandin. Zimanzan Bahoz Baran diyar kir ku çand û zimanekî wan yê qedîm heye û wiha got: “Mixabin pişaftinek li dijî vî çand û zimanî heye. Lazim e ku em dest vala nesekinin û em kurda bigihînin hev. Li vir xala ku kurda bigihîne hev zimane. Kîjan hêl dibe kîjan alî dibe bila bibe, çi fikrên siyasî yên cuda bibin bila bibin em dikarin di bin ala zimanê xwe de bên cem hev. Di bin vê alê de em dikarin ji bo vî miletî ji bo vî zimanî çi bikin. Herkes wê ji hêla xwe ve dê rewşa Bakûrî binirxînin. Li vir çi tê kirin çi dibe em çima dihelin, ev pişaftin çi ye ev çiye hatiye serê me? Em ê tim wisa bisekinin an jî em ê bernameyeke xebatekê derxin û li hemberî pişaftinê têbikoşin? Em ê çi bikin. Bêtir em ê ser vê pirsê bisekinin. Me çi kiriye em ê li wê jî binêrin. Kemanî û xetayên me çi ne? Em ê siberojê çi bikin? Em dixwazin karê zimanî karê çandî û li dijî pişaftinê kurd bibin yek û li gorî bernameyekê li gorî xebatekê plansaziyekê xebata xwe bi hevre bikin. Armanca vê torê ev e.”
 
‘DERDÊ ME PIŞAFTINE’
 
Baran, bal kişan ser pişaftina li ser ziman û wiha berdewam kir: “Bi giştî derdê me pişaftine. Ji ber ku wexta em bala xwe didin kurdan êdî ne weke berê ne. Ji gundê xwe derketine hatine ketine bajaran. Li bajaran jî ziman û çanda kurdî tune ye. Ê wê çaxê kurd li bajaran çi dikin. Em mecbûrin vê pirsê ji xwe bikin. Heke me pirsa rast ji xwe kir wê demê em ê bersiva rast jî bibînin. Li dinyayê kurd tenê nehatine bişaftin li welatên din jî milet hene hatine bişaftin. Gereke em li wan binêrin çi dikin. Tiştê ku ez dibînim kurd bela wela ne. Di vê meselê de lazim e modelên dinyayê binêrin. Di nava xwe de niqaş bikin. Tecrubeyên me jî hene. Em li ser tecrubeyan fikrên xwe dibêjin. Bi min pêşiya pêşiyê divê mirov rewşa xwe tehlîl bike û mirov bikare bernameyekê plansaziyekê ji xwe re amade bike.”
 
‘TIŞTA KU ME DIGIHÎNE HEV ZIMAN E’
 
Baran, da zanîn ku kurd divê êdî bi hev bişêwirin û wiha domand: “Kurd divê êdî li hev bicivin û bibin yek. Kîjan mijar dibe bila bibe. Tiştê ku me digihîne hev yek jî ziman e. Îro ev helwesta zimanî kurd kirin yek. Lê wekî din jî dîrokeke me, êşeke me û xem û xeyalên me yên hevpar hene. Ji vir û şûn de divê em rexneyan li hevdû bikin. Heke em ziman û çanda xwe ji dest berdin. Tiştekî me yê ku em li vê dinyayê zêde bikin namîne. Em ê bibin hinekên din û em ê têk biçin ji ber wê jî ez dibêjim ne dereng e. Em dikarin ji bo yekitiya xwe bixebitin.”
 
‘EM DIKARIN VAN CIVÎNAN LI HEMÛ BAJARÊN KURDAN BIKIN’
 
Akademîsyen Cuma Çîçek jî dest nîşan kir ku meseleya ziman kûr û dirêj e, niqaşkirina di nava du rojan de  zehmet e û wiha axivî: “Bi dehan sazî û dezgeh bi sedan kesayet hatine ba hev dikin ku ev ziman di bin pişaftinê de ye û xurt bikin. Bi ya min tiştek ji daxwazê bibe planek çend pirs hene ku mirov bersivê bide. Yek em ji bo çi dikin derdê me çiye? Em çi bikin? Em ê çawa bikin? Em ê bi çi bikin? Yanî aktor kî ne? Çavkanî çi ye? Çavkanî, pere, mekan lazim e. Ev dê ji ku bê? Em ê li ku bikin? Ne tenê Amêde Stenbol jî heye, dîaspora jî heye. Bajar, navçe û gund hene. Heta ku em bersiva van pirsa nedin. Niqaş û daxwaz wek niyeteke giştî dimîne. Divê ev du roj duv û dirêj were niqaş kirin û neqşeyeke dûv û dirêj were amade kirin. Heke em weke sazî û dezgehên kurdan di sala 2020’an de plansaziyeke giştî ji bo zîndekirin û xurtkirina kurdî bikar bînin. Dibe ku sala 2021’an de ji bo hemû saziyên kurdan planeke 10 salî eşkere bikin û bi her awayî em bikaribin bixebitin. Em dikarin van civînan li hemû bajarên kurdan de bikin. Divê ev komxebat gava yekem bê hesibandin. Ji bo plansaziyeke dûv û dirêj divê gelek caran em bên ba hev û bicivin.”
 
‘LI BAKÛR Û DÎASPORAYÊ ZIMAN DI BIN XETEREYÊ DE YE’
 
Çîçek, anî ziman ku ji bo ziman xetere li Bakûr û Dîasporayê heye û wiha got: “Mesele li Başûr zimanê kurdî ne dibin xetereyê de ye. Rojava jî wisa ye. Zimanê rojane kurdî ye. Lê mixabin Bakûr çend bajarên biçûk derxînin giraniya Kurdistanê bi tirkî diaxivin. Ev derdeke û tirseke mezin e. Lî dîasporayê jî zimanê biyanî serdest e. Zarokên ku li wir tên dinê û mezin dibin gelek ji wan zimanê wê dewletê diaxivin. Ji zimanê xwe dûr dikevin. Sazî û dezgehên li Bakûr lazim e ji Başûr û Rojava sûdê bigirin, çavkaniyek bibînin.” 
 
‘BI PIŞAFTINÊ HÛN XWE BIÇÛK DIBÎNIN’
 
Çîçek, da zanîn ku derûniya malbatan a ‘bila zarokên me hînî tirkî bin’ encama pişaftinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pişaftin ne tenê meseleya ziman e ya pêşî hişmendiye. Hûn xwe biçûk dibînin. Çand, ziman û şexsê we dadixîne. Pişaftin dawiya dawî vê dike. Di nava civakê de hinek ev şikestiye. Bêtir li nasnameya xwe xwedî derdikevin. Malbat dibêjin heke zarokên me tirkî hîn nebin ew ê nikaribin enegreyî dewletê  û civakê bibin. Ew ê karê baş nebînin. Ew ê xwedî pere nebin. Tiştê ku ziman xurt dike qiymeta ziman e. Mînak çi ma em îngîlîzî hîn dibin? Ji ber ku dema hûn îngîlîzî hîn dibin xwe digihînin gelek derfêtan. Hûn xwe digihînin dewlet û mirovên din. Divê em bikin ku kurdî bibe zimanekî bi qiymet. Dema hûn kurdî bizanibin divê tiştek bikeve destê we. Ne tenê behsa madî dikim. Ez bi qîza xwe re kurdî diaxivim jê re dibêjim kurdî zanîna te ji bo te serbilindiyeke. Lê ev jî ternake. Divê mirov di qada aborî, ragihandinê de qiymeta ziman bilind bike. Dema saziyên kurdan hemû du zimanî be bêjin kesên kurdî nizanin nikarin li cem min bixebitin. Ez behsa qafeyan jî dikim. Mînak li Amedê hemû qafe bi du zimanî bin. Dema mevanek hat rûnişt divê garson bikare pêre bi kurdî biaxive. Divê ji bo karsazan ev bibe şertek. Tenê wek hêvî, daxwazek an dilsoziyek be wê têra neke.”
 
‘PIŞTÎ 20 SALAN DIBE KU ZAROKÊN KURDÎ DIAXIVIN NEBÎNIN’
 
Çîçek, diyar kir ku veguhestina ziman ji bo zaroka ne û wiha berdewam kir: “Dema zimanê civakêke derbasî zarokan dibe li wir xetereyek tune ye. Tirsa mirina wî zimanî tune ye. Heke ziman derbasî zarokan nebe, zarok bi wî zimanî qise neke îhtimalek heye ku ew ziman bimre. Em li bajaran binêrin çend zarokên me sedî 70-80’ê diaxivin. Ez behsa nivîsandin û xwendinê nakim.  Heke axaftina zarokan ji dehan keti be duyan îhtîmalek heye 20 sal şunde em zarokên kurdî diaxivin nebînin. Ev tirseke cîdî ye. Divê em tirsa mirina kurdî bibînin.”
 
MA / Fahrettin Kiliç - Ayşe Surme 
 

Sernavên din

24/01/2020
23:14 Piştî erdhejê agir bi avahiyan ket
23:06 Li Xarpêtê gelek welatî di bin kavilên avahiyan de mane
22:54 AFAD: Xebatkarên me li qadê ne
22:49 Soylû: 4 kesan jiyana xwe ji dest daye
21:27 Li Xarpêtê erdhej çêbû: 6.8
19:39 Qertên Zer ên xebatkarên Bîrgunê betal kirin
17:44 Di dozên Sûrê de dadgehê bi cezabirînê dest bi danişînan kir
17:34 Karkerê ji qata 9'an ket jiyana xwe ji dest da
17:29 Kesekî din jî ji AKP'ê îstifa kir
15:57 Li Îzmîrê 25 HDP’î yên binçavkirî hatin berdan
15:53 Muharrem Akkaya bû serokê YSK’ê
15:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:12 Ciwanê berî 4 rojan hatibû berdan dîsa hat binçavkirin
15:06 'Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk didome’
14:35 20 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin
14:22 'Em ê serê xwe li dijî êrişên îqtîdara AKP-MHP’ê netewînin’
13:20 Danişîna doza qezaya trênê hat dîtin
13:08 Polîsên bi ser malê de girtin: Tevlî malbatên li ber HDP’ê bibin
13:08 Komên çekdar 10 kes li Efrînê revandin
13:07 Temellî: Divê em carek din Ocalan bixwînin û ji nûve bifikirin
12:43 Buldan: Em ê bibin pira gelan
12:22 Li Wanê ji ber berfê rêya bi sedan gund hat girtin
12:10 Polîsan bi ser TUHAY-DER’a Wanê de girtin, gelek kes binçavkirin
12:00 Ceza li rojnameger Osman Akin hat birîn
11:34 Konferansa HDP’ê ya beriya kongreyê dest pê kir
11:28 Wêneyên Ocalan bi Zanîngeha Silêmaniyê ve kirin
11:03 Beriya danişîna doza Ceren Damar jinan daxuyanî dan: Êdî bes e!
10:46 Dozger wê derbarê kuştina zarokê 8 salî de îfadeyek din bigire
10:40 Li Girtîgeha Tekîrdagê sepanên keyfî pêk tên
10:33 'Kobanê ji DAIŞ'ê re bû goristan, ji berxwedanê re bû baxistan'
'Do bi DAIŞ'ê êrîş kir, îro bi MSO êrîş dike'
10:22 Lîstika ‘Pergal’ ku pergalê rexne dike derket ser dikê
10:19 Polîsên ku gef li malbatê xwarin, karê xwe kirine!
10:07 Daş: Heta yekîtî pêk neyê rizgarî jî pêk nayê
09:15 19 sal derbas bûn hê jî winda ne
09:14 Girtî hatin derbkirin, îdareyê got 'girtîgeh nû ye loma tiştên wiha çê dibin'
09:13 Ji ber qedexeyan êdî nikarin sewalvaniyê bikin
09:12 Malbata Şehrîban Çatê: Em dixwazin cezayê herî giran lê bê birîn
09:07 Dadgehê ji bo cezayê pereyî got, 'dijî hiqûqê ye'
09:06 'Zarokê ji zimanê dayikê bêparmayî zarokê nîvcomayî ye'
09:05 Esnafên Çarşiya Tûrîstîkê dikanên xwe digirin!
09:04 Piştî 23 mehan peywira wî lê vegerandin
09:03 'Jinên kurd ji bo yekitiya neteweyî wê rola pêşengtiyê bilîzin’
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2020'AN
23/01/2020
19:44 Li Amedê 13 kes hatin girtin
16:51 Esîn Kavrûk ê gotibû ‘Ji şer re na’ hat tahliyekirin
16:34 Derbarê peyva 'Kurdistanê' doz venekirin
16:28 Dayika Aştiyê ya bi erdê re hat kaşkirin xistin ber lêpirsînek nû
16:25 Der barê berdevkê HDP'ê Kubilay de ji xala 301'an lêpirsîn dan destpêkirin
16:08 KESK: Divê komîsyona OHAL'ê bê belavkirin
15:47 Parêzeran Ocalan dîsa serlêdana hevdîtinê kirin
15:26 Ji Metal-Îş a Yekbûyî bang: Grev li ber derî ye
14:38 Endeksa Têgihandina Nelirêtiyê ya Tikriyeyê kêm dibe
14:35 Danişîna doza darizandina HDP’iyên li Cizîrê hat dîtin
14:26 Danişîna doza Akdemir taloq kirin
14:24 Der barê Rojnameya Ozgur Gelecek de biryara komkirinê dan
14:23 Siyasetmedarê kurd li Bulgaristanê hat binçavkirin.
12:52 Baroya Amedê biryara qeyûm bir Dadgeha Bilind
12:39 Li Bedlîsê daran jê dikin û defin dikin
12:17 Di doza KURDSÎAD’ê de biryara girtinê
11:55 Piştî Akîtê Rojnameger Kenan Kirkaya kir hedef, doz lê hat vekirin
11:20 Onlu yê HDP’î: Em ê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin
11:06 Qedexeya li Wanê dîsa hat dirêjkirin
10:51 'Aqilê dewletê bûye yek û li Dersimê li dijî jinan şer daye destpêkirin’
10:43 Di lêpirsîna ji bo greva birçîbûnê de biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:31 Li Çinarê zarokê 8 salî hat kuştin
10:21 Buroya Hiqûqê ya Esrînê ji bo tecrîdê serî li AYM'ê da
10:09 Trabzoniya fêrî Kurdî dibe: Ziman dê hişmendiya me biguherîne
09:12 ‘Ji bo Koma Yorûmê ji destê kê çi tê divê bike'
09:12 Beton rijandin ser dîrokê, wezaretê got: Rapor tunene
09:11 'Ne bac, xeracê ji me digirin'
09:11 Midûrê qeyûm hêjî nehatiye girtin
09:10 Nivîskar Îşler: Bişavtin ketiye nav mala me
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2020'AN
22/01/2020
17:00 Ji bo Melîke Demîrok li hev civiyan: Em ne di şînê de di serhildanê de ne
16:52 Ji bo girtiyên nexweş serî li Komîsyona Mafên Mirovan a meclîsê dan
16:28 'Em ê Tora Ziman û Çanda Kurdî di jiyan û xebatên xwe de esas bigirin'
15:58 Başaran: Girtîgehên Tirkiyê weke Guantanamoyê ne
15:55 Li dijî êrîşên elewiyan helwesta hevpar
15:20 ÎHD û TÎHV: Li Mêrdînê îşkence li welatiyan hatiye kirin
15:19 Qeyûm Guzeloglû pirtûkên Hevşaredar Mizrakli desteser kir
15:04 Meclisa dîsa li hev neciviya
15:03 ÎHD’ê rapora girtîgehên Tarsûsê eşkere kir: Mirov ji mirovatiya xwe şerm dike
14:51 Baroya Mêrdînê zema avê ya qeyûm bir darazê
13:57 AKP reyeya zêde dide notirvanan
13:51 Dundar: TOKÎ li Nisêbînê malan teslîm nake
13:20 Ekaterînî Sakelaropûlû bû yekemîn serokkomara jin a Yewnenistanê
12:23 Kesekî ku 26 berê ji leşkeriyê firar kiribû hat binçavkirin
11:14 Li Amedê polîsan pozê welatiyekê şikand û binçavkirin
10:34 Turk: Ji bo êrîşan belav bikin pêdivî bi yekîtiyek xurt heye
10:34 Pîşesazan biryara ji kar dûrxistinê girt
09:43 '8 rojan me ji dêvla nan miqarne xwar'
09:24 15 romanên kurdî ên zêde hatine firotin
09:23 Malbatên endamên Koma Yorûmê: Dengê zarokên me bibihîsin
09:23 Şaredariya Rezanê amûrên bi 228 hezar TL'yî bi 825 hezar TL'yî kiriye
09:22 Di 'civînên bêhiqûqî' de ji bo mizgefta qaçax erse tahsîs kirin
09:22 ‘Çarox ji nû ve hatin vedîtin'
09:21 Bersûcê doza Kemal Kûrkût navê 2 polîsên gumanbar aşkere kir
09:20 'Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye'
09:19 Parêzerê Devrîm Ayik: Di van şertan de jiyana wî di talûkê de ye
09:18 ‘Li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî divê kurd bibin yek'