NAVENDA NÛÇEYAN - Somayeh Raşîdî ku li Girtîgeha Qerçaxê ya Îranê dihat ragirtin, piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Somayeh Raşîdî ku li Girtîgeha Qerçaxê ya Îranê dihat ragirtin, piştî birin Nexweşxaneya Mofattehê ya li Varamînê jiyana xwe ji dest da. Somayeh Raşîdî, di meha Nîsanê de li paytexta Îranê Tehranê bi îdiaya dirûşma nivîsandî hatibû girtin, di binçavan de îşkence lê hatibû kirin û piştre sewqî Girtîgehê Evînê hatibû kirin. Somayeh Raşîdî, piştî êrişa Îsraîlê sewqî Girtîgeha Qerçaxê hatibû kirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Mîzanê, îdia kir ku Somayeh Raşidî madeyên hişbirê û dermanên derûniyê bikar dianî.
Lê belê, çavkaniyên muxalîf û rêxistinên mafên mirovan, ragihandin ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî, dermankirina girtiya 43 salî hatiye redkirin û mirina wê encama vê xemsariyê ye.
Li gorî Îran International, rayedaran hewl dan ku çîroka "hewldana xwekuştinê" li ser malbatê ferz bikin. Heman çavkaniyê ragihand ku rejîm hewl dide berpirsiyariya xwe veşêre. Rêxistinên mafên mirovan mirina Somayeh Raşîdî wekî encama miameleya xirab û îxmalkirina sîstematîk di girtîgehên Îranê de dibînin.