‘Em ê bi gel re xebatên xwe bi rêve bibin’

  • rojane
  • 09:05 20 Çile 2020
  • |
img
ÊLIH – Hevserokên HDP’a Êlihê yên nû hatin bijartin diyar kirin ku ew di serdemek ku zext li ser partiya wan tê kirin de derbas dibin û ew dikarin hemû pirsgirêkan bi xelkê re çareser bikin. 
 
Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Fatma Ablay û Omer Kulplu ku nû hatin bijartin rojevê nirxandin. 
 
Hevseroka HDP’a Êlihê Fatma Ablay diyar kir ku bajarê Êlihê ji bo gelê kurd xwedî cihek girîng e û ew ê bi vê hişmendiyê xebatê birêve bibin û got: “Gelê Êlihê gelek têkoşer e. Em ê hemû xebatên xwe bi xelkê re bikin. Ancak em dikarin wisa bi hêzdar bibin. Em dikarin bi hev re bi ser bixînin.” 
 
'DIXWAZIN ÊLIHÊ BIKIN CIHÊ FERASETA ZILAMAN’ 
 
Ablay da zanîn ku dewlet dixwaze feraseta zilaman li Êlihê bi cih bike û dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixin. Ablay anî ziman ku ji bo li her qada jiyanê hêz û têkoşîna jinan derxin holê dê têbikoşin û got: “Li Êlihê potansiyela jinan gelek e. Jin li her qadê têkoşîna xwe didomînin. Jin li dijî komkujiya jinan, tecawiz, îstîsmarkirinê û desteserkirina îradeya gel xebata xwe birêve dibin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
‘XETA ME YA MOR E’ 
 
Ablay ji bo pergala hevserokatiyê jî got: “Hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê vê pergalê her li ser piya bigirin.” 
 
‘YEKÎTÎ GIRÎNG E’ 
 
Ablay behsa xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd jî kir û heke yekîtiya kurdan pêk were ji bo parastina destkeftiyên kurdan gelek girîng e. 
 
'WÊ GEL SERÊ XWE NETEWÎNE’ 
 
Hevserok Omer Kulplu jî da zanîn ku ew di serdemek ku zextên giran li ser partiya wan hene hatine ser rêveberiyê û wiha got: “Gelê Êlihê di ferqa vê zilm û zordestiyê de ye. Gelê me tu demê serî li dijî zilm û zextan netewandiye. Dê niha jî netewîne. Ev hişmendî bi xelkê re heye. Em ê bi gelê xwe re vê têkoşînê birêve bibin. Em ê li dijî zextan berxwedana xwe bidomînin.”
 
‘EM Ê PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’ 
 
Kupllu diyar kir ku ew ê li dijî hemû pirsgirêkên li Êlihê tora têkoşînê li pêş bixin û got: “Di serdemek ku bêkarî her diçe zêde dibe însan întîhar dikin. Li Êlihê ji ber rewşa aborî jî însan întîhar dikin. Divê ku ev krîza aborî nebe krîza xelkê. Kesên krîzê derdixin divê krîzê bibînin. Ji bo vê yekê jî em bi gelê xwe re li her deverê dengê xwe bilind bikin.” 
 
‘EM JI BO YEKÎTIYÊ AMADE NE’ 
 
Kuplu anî ziman ku di vê serdemê de yekîtiya neteweyî ya kurd gelek girîng e û ji bo avakirina yekîtiyê çi bikeve ser milê wan ew amade ne.
 
‘EM Ê XWEDÎ LI DAXWAZA GEL DERKEVIN’ 
 
Kuplu da zanîn ku ew ê beriya her tiştî xwedî li daxwaz û nirxên gelê Êlihê derkevin û ew ê bi dirûşma “me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” têkoşîn û xebatên xwe birêve bibin. 
 
 

Sernavên din

24/01/2020
23:14 Piştî erdhejê agir bi avahiyan ket
23:06 Li Xarpêtê gelek welatî di bin kavilên avahiyan de mane
22:54 AFAD: Xebatkarên me li qadê ne
22:49 Soylû: 4 kesan jiyana xwe ji dest daye
21:27 Li Xarpêtê erdhej çêbû: 6.8
19:39 Qertên Zer ên xebatkarên Bîrgunê betal kirin
17:44 Di dozên Sûrê de dadgehê bi cezabirînê dest bi danişînan kir
17:34 Karkerê ji qata 9'an ket jiyana xwe ji dest da
17:29 Kesekî din jî ji AKP'ê îstifa kir
15:57 Li Îzmîrê 25 HDP’î yên binçavkirî hatin berdan
15:53 Muharrem Akkaya bû serokê YSK’ê
15:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:12 Ciwanê berî 4 rojan hatibû berdan dîsa hat binçavkirin
15:06 'Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan bi awayek sîstematîk didome’
14:35 20 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin
14:22 'Em ê serê xwe li dijî êrişên îqtîdara AKP-MHP’ê netewînin’
13:20 Danişîna doza qezaya trênê hat dîtin
13:08 Polîsên bi ser malê de girtin: Tevlî malbatên li ber HDP’ê bibin
13:08 Komên çekdar 10 kes li Efrînê revandin
13:07 Temellî: Divê em carek din Ocalan bixwînin û ji nûve bifikirin
12:43 Buldan: Em ê bibin pira gelan
12:22 Li Wanê ji ber berfê rêya bi sedan gund hat girtin
12:10 Polîsan bi ser TUHAY-DER’a Wanê de girtin, gelek kes binçavkirin
12:00 Ceza li rojnameger Osman Akin hat birîn
11:34 Konferansa HDP’ê ya beriya kongreyê dest pê kir
11:28 Wêneyên Ocalan bi Zanîngeha Silêmaniyê ve kirin
11:03 Beriya danişîna doza Ceren Damar jinan daxuyanî dan: Êdî bes e!
10:46 Dozger wê derbarê kuştina zarokê 8 salî de îfadeyek din bigire
10:40 Li Girtîgeha Tekîrdagê sepanên keyfî pêk tên
10:33 'Kobanê ji DAIŞ'ê re bû goristan, ji berxwedanê re bû baxistan'
'Do bi DAIŞ'ê êrîş kir, îro bi MSO êrîş dike'
10:22 Lîstika ‘Pergal’ ku pergalê rexne dike derket ser dikê
10:19 Polîsên ku gef li malbatê xwarin, karê xwe kirine!
10:07 Daş: Heta yekîtî pêk neyê rizgarî jî pêk nayê
09:15 19 sal derbas bûn hê jî winda ne
09:14 Girtî hatin derbkirin, îdareyê got 'girtîgeh nû ye loma tiştên wiha çê dibin'
09:13 Ji ber qedexeyan êdî nikarin sewalvaniyê bikin
09:12 Malbata Şehrîban Çatê: Em dixwazin cezayê herî giran lê bê birîn
09:07 Dadgehê ji bo cezayê pereyî got, 'dijî hiqûqê ye'
09:06 'Zarokê ji zimanê dayikê bêparmayî zarokê nîvcomayî ye'
09:05 Esnafên Çarşiya Tûrîstîkê dikanên xwe digirin!
09:04 Piştî 23 mehan peywira wî lê vegerandin
09:03 'Jinên kurd ji bo yekitiya neteweyî wê rola pêşengtiyê bilîzin’
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2020'AN
23/01/2020
19:44 Li Amedê 13 kes hatin girtin
16:51 Esîn Kavrûk ê gotibû ‘Ji şer re na’ hat tahliyekirin
16:34 Derbarê peyva 'Kurdistanê' doz venekirin
16:28 Dayika Aştiyê ya bi erdê re hat kaşkirin xistin ber lêpirsînek nû
16:25 Der barê berdevkê HDP'ê Kubilay de ji xala 301'an lêpirsîn dan destpêkirin
16:08 KESK: Divê komîsyona OHAL'ê bê belavkirin
15:47 Parêzeran Ocalan dîsa serlêdana hevdîtinê kirin
15:26 Ji Metal-Îş a Yekbûyî bang: Grev li ber derî ye
14:38 Endeksa Têgihandina Nelirêtiyê ya Tikriyeyê kêm dibe
14:35 Danişîna doza darizandina HDP’iyên li Cizîrê hat dîtin
14:26 Danişîna doza Akdemir taloq kirin
14:24 Der barê Rojnameya Ozgur Gelecek de biryara komkirinê dan
14:23 Siyasetmedarê kurd li Bulgaristanê hat binçavkirin.
12:52 Baroya Amedê biryara qeyûm bir Dadgeha Bilind
12:39 Li Bedlîsê daran jê dikin û defin dikin
12:17 Di doza KURDSÎAD’ê de biryara girtinê
11:55 Piştî Akîtê Rojnameger Kenan Kirkaya kir hedef, doz lê hat vekirin
11:20 Onlu yê HDP’î: Em ê kadroyên ku Komara Demokratîk ava bikin pêş bixin
11:06 Qedexeya li Wanê dîsa hat dirêjkirin
10:51 'Aqilê dewletê bûye yek û li Dersimê li dijî jinan şer daye destpêkirin’
10:43 Di lêpirsîna ji bo greva birçîbûnê de biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:31 Li Çinarê zarokê 8 salî hat kuştin
10:21 Buroya Hiqûqê ya Esrînê ji bo tecrîdê serî li AYM'ê da
10:09 Trabzoniya fêrî Kurdî dibe: Ziman dê hişmendiya me biguherîne
09:12 ‘Ji bo Koma Yorûmê ji destê kê çi tê divê bike'
09:12 Beton rijandin ser dîrokê, wezaretê got: Rapor tunene
09:11 'Ne bac, xeracê ji me digirin'
09:11 Midûrê qeyûm hêjî nehatiye girtin
09:10 Nivîskar Îşler: Bişavtin ketiye nav mala me
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2020'AN
22/01/2020
17:00 Ji bo Melîke Demîrok li hev civiyan: Em ne di şînê de di serhildanê de ne
16:52 Ji bo girtiyên nexweş serî li Komîsyona Mafên Mirovan a meclîsê dan
16:28 'Em ê Tora Ziman û Çanda Kurdî di jiyan û xebatên xwe de esas bigirin'
15:58 Başaran: Girtîgehên Tirkiyê weke Guantanamoyê ne
15:55 Li dijî êrîşên elewiyan helwesta hevpar
15:20 ÎHD û TÎHV: Li Mêrdînê îşkence li welatiyan hatiye kirin
15:19 Qeyûm Guzeloglû pirtûkên Hevşaredar Mizrakli desteser kir
15:04 Meclisa dîsa li hev neciviya
15:03 ÎHD’ê rapora girtîgehên Tarsûsê eşkere kir: Mirov ji mirovatiya xwe şerm dike
14:51 Baroya Mêrdînê zema avê ya qeyûm bir darazê
13:57 AKP reyeya zêde dide notirvanan
13:51 Dundar: TOKÎ li Nisêbînê malan teslîm nake
13:20 Ekaterînî Sakelaropûlû bû yekemîn serokkomara jin a Yewnenistanê
12:23 Kesekî ku 26 berê ji leşkeriyê firar kiribû hat binçavkirin
11:14 Li Amedê polîsan pozê welatiyekê şikand û binçavkirin
10:34 Turk: Ji bo êrîşan belav bikin pêdivî bi yekîtiyek xurt heye
10:34 Pîşesazan biryara ji kar dûrxistinê girt
09:43 '8 rojan me ji dêvla nan miqarne xwar'
09:24 15 romanên kurdî ên zêde hatine firotin
09:23 Malbatên endamên Koma Yorûmê: Dengê zarokên me bibihîsin
09:23 Şaredariya Rezanê amûrên bi 228 hezar TL'yî bi 825 hezar TL'yî kiriye
09:22 Di 'civînên bêhiqûqî' de ji bo mizgefta qaçax erse tahsîs kirin
09:22 ‘Çarox ji nû ve hatin vedîtin'
09:21 Bersûcê doza Kemal Kûrkût navê 2 polîsên gumanbar aşkere kir
09:20 'Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye'
09:19 Parêzerê Devrîm Ayik: Di van şertan de jiyana wî di talûkê de ye
09:18 ‘Li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî divê kurd bibin yek'