Hevseroka KCD'ê Guven: Tenê astengî nebûna Yekîtiya Neteweyî ye

  • rojane
  • 10:15 18 Çile 2020
  • |
img

AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven xwest Kurd şaşî û kêmasiyên berê dînin aliyekî û bi ruhê Yekîtiya Neteweya Kurd tev bigerin. Guven, anî ziman ku li pêş statuya Kurdan tenê astengî nebûna yekîtiya neteweyî ye. 

Têkildarî Yekîtiya Neteweya Kurd nirxandin û niqaş didomin. Der barê Yekîtiya Neteweya Kurd de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê Leyla Guven nirxandin kir. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di sala 1994'an de bû endamê Lijneya Rêveberiya HADEP'ê ya Konyayê, ji wê demê heta niha di nava siyaseta Kurd de bi awayekî çalak cih digire. 
Piştî bû Hevseroka KCD'e û têkildarî êrîşa li diji Efrînê daxuyanî da hat girtin. Guven di Girtîgeha Jinan a Amedê de di 7'ê mijdara 2018'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî çalakiya 200 rojan di 26'ê Gulana 2019'an de li ser banga Ocalan dawî li çalakiyê anî. 
 
Leyla Guven, diyar kir ku nerîna KCD'ê ya li hemberî Yekîtiya Neteweya Kurd stratejîk e û wiha got: “Ji ber ku hêzên serdest Kurdistan sed sal berê kirin çar perçe. Vê yekê bandorek pir xerab li ser Kurdan ava kir. Kurdan sed salan xwe perçe dît û wisa jiyan. Em wekî gel perçe nebûn. Her çend hêzên serdest sînor danîn jî em sînoran nas nakin. Divê em van sînoran rakin. Ji bo xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd divê em rexnedana xwe bidin. Divê li gel xebatên xwe em kêmasiyên xwe jî bibînin. Heta Yekîtiya Neteweya Kurd ava nebe, çareserî jî pêş nakeve.
 
‘GER KU KONGRE PÊK HATIBÛYA BÛYERÊN LI ŞENGAL, KERKÛK, KOBENÊ PÊK NEDIHAT 
 
Guven, destnîşan kir ku ger Kongreya Yekîtiya Neteweya Kurd pêk hatibûya ev tişt nedihatin serê wan û wiha axivî: "Di sala 2013’an de gavên girîng hatin avêtin. Hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî hatin cem hev. Kurd ji bo îtîfaqa xwe ava bikin gav avêtin. Lê bi mudaxaleya dewletê ev xebat hatin rawestandin. Kê winda kir dîsa Kurdan winda kir. Ger ku me wê demê yekîtiya xwe ava kiribûya û Kongre pêk anîbûya îro bûyerên Şengal, Kerkuk û Kobanê pêk nedihatin. Lê me fikra xwe nekir yek û me peyama yekîtiyê neda cîhanê." 
 
Hevseroka KCD'ê Guven, destnîşan kir ku ji bo Kurd pêşeroja xwe ava bikin çareseriya herî xurt modela Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Neteweya Demokratîk" e û wiha got: "Ji bo Kurd pirsgirêka xwe çareser bikin ev modelek baş e. Mînaka vê yekê jî Rojava ye. Binerin projeya Ereban tune ye, lê hikûmeta wan heye. Li aliyê din aramiya wan tune. Li Tunus, Misir û Irakê şer heye. Ji ber ku der barê pêşerojê de plan û rojeyên wan tune ne. 
Kurd dixwazin li ser axa xwe bi pergala xweser û demokratîk bijîn. Li çar perçeyan heman daxwaz heye. Li ser ve axê bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Di sedsala 21'an de Kurd di Statuya xwe de israr dikin. Navê vê yekê dibe Xweserî be, dibe kanton be, çi dibe bila bibe divê Kurd xwedî statu bin. Îro nêzî 50 milyon  Kurd hene lê statuya wan tune ye. Hemû dewletên cîhanê li dijî Kurdan in. Îro şertên me ji yên her demê baştir in û gel zane bûye. Gelê me bi qehremanî li ber xwe dide. Tenê kêmasiya me nebûna yekîtiya neteweyî ye. Ger ku em bibin yek tu kes nikare pişta me dîne erdê. Ger ku Kurd bibin yek dê li çar perçeyan ji van êrîşan re bêjin raweste. 
 
Guven, anî ziman ku di avakirina Yekîtiya Kurd de du nav hene û wiha axivî: "Divê em êdî bibin yek. Ek kongreya xwe ya neteweyî pêk bînin. Ji bo yekîtiyê du nav hene. Yek jê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û yê din jî Mesud Barzanî ye. Herdu şexsiyet jî li ser gelê Kurd bandora wan zêde ne. Îro berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê Birêz Mesud Barzanî. Ji ber ku Birêz Ocalan di bin şertê tecrida giran de ye. Lê Brêz Barzanî li derve ye û derftên wî heye. Ji ber vê yekê divê Birêz Barzanî bang li gelê Kurd bike û bêje 'Êdî îro roj roj yekîtiyê ye' û bêje ‘Em amade ne' Divê her kesî dawetî kongreya yekîtiyaneteweya Kurd bike." 
 
Guven, da zanîn ku êdî ew mudaxaleyên derve yên li ser Kurdan qebûl nakin û wiha bi dawî kir: "Em qebûl nakin ku kesên derve der barê me de ji bo pêşeroja me biryarê bidin. Em ê li hev kom bibin niqaş bikin û xetên xwe yên sor diyar bikin. Divê berî her tiştî em ruhekî nû ava bikin. Em sala 2020'an bikin sala Yekîtiya Neteweya Kurd. Ger ku em yekîtiya xwe ava nekin wekî siyasetmedara me Hevrîn Xelef  em dê bibin hedefa êrîşên serdestan. Divê em hemû hêza xwe bikin yek. 
 
DAWî 
 
MA / Mehmet Şah Oruç
 
 
 

Sernavên din

22/01/2020
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:14 Dozger xwest Ayverdî ya ku li ser hevşaredaran îfade dabû beraat bike
21/01/2020
22:39 Malbata Bozyil piştî 17 mehan cenazeyê kurê xwe defin kir
20:35 Rojnamevan Haci Yûsûf Topaloglû hat berdan
16:48 Baroya Amedê zema avê ya qeyûm bir dadgehê
14:45 'Li dijî tecrîdê tim têkoşîn'
14:33 Dema dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê, krîza dil derbas kir û mir
13:59 14 pirtûk ji Weşanên Sîtavê derketin
13:53 Biryara qeyûm a dadgehê çawa hat guhertin?
13:25 Tecawizkar hat cezakirin
13:11 Li Îzmîrê 12 HDP’yî hatin binçavkirin
13:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:03 Taşdemîr banga tevlîbûna HDP'ê li jinan kir
12:26 Konê li ber HDP’ê hat vedan qahwexaneyê da girtin
12:19 Çalakiyên li Iraqê mezin dibin: Herî kêm 6 kes mirin
11:37 Îdîaya dest û lingê girtiyan şikandin: Wezaretê daxuyanî daye!
10:54 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi kampanya projeya cihê nû kir
10:37 Prz. Yilmaz: Di bin navê "zewacê" de ser tecawizê nayê girtin
09:36 Mîkaîl Aslan: Em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin
09:35 Rojnamevan Polat: Divê em piştgiriyê birêxistin bikin
09:08 Partiyên siyasî yên Wanê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:07 'Hez ji jiyanê dikir'
09:06 Nerazîbûna ji bo pêkanîna parkomatê: Ma em wesayîtên xwe bibin ser xaniyan?
09:06 Di sar û seqemê de ji bo 40 TL'yî dixebite
09:05 Nivîskar Robar: Divê em li saziyên ziman xwedî derkevin
09:05 Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2020'AN
20/01/2020
22:37 Gelê Rojava ji bo 20'ê Çileyê daketin qadan
16:14 Ji bo Melîk Bal mewlûd dan
16:00 Ji hunermend, hiqûqnas û bijîjkan banga Grûp Yorûmê
15:46 KCD'ê malbata Nurcan Bakir ziyaret kir û sersaxî xwest
15:35 Li Êlihê qezaya trafîqê: 9 kes birîndar bûn
15:13 Rapora Gulistan Doku: Delîlên girîng kom nekirin
14:47 HDP: Em careke din dagirkirina Efrînê şermezar dikin
14:40 MSD'ê banga şerê rizgarkirinê li gelên Sûriyeyê kir
14:10 Li ser biryrara grevê MESS'ê pêşniyara zemê derxist ji sedî 10'an
13:53 'Gulîstan Dokû li ku derê ye’
13:06 Jiyana Çayan Demîrel kirin belgesel
13:05 Xwîner li dora Rênas Jiyan kom bûn
12:34 Konseya Bajar a Qersê dê bursê bide 17 xwendekaran
12:10 Cezayê muebeta giran li qatilê Ceren Ozdemîr hat birîn
11:39 Jinan banga ‘em bi yek dengî biçin Dersimê’ kirin
11:30 Xwişka Gulîstana winda: Ji bilî gumana întîxarê divê gumanên din jî bên lêkolînkirin
11:26 Zanayan ji bo projeya Kana Kromê ya Tercanê rapora betalkrinê dan
10:44 Li Qoserê Şefîka ya 19 salî 9 roj in winda ye
09:06 ‘Heskîfa me ya xweşik talan kirin’
09:05 ‘Em ê bi gel re xebatên xwe bi rêve bibin’
09:04 Li Şaredariya Artûklûyê bi bertîlê kar tê birêvebirin
09:03 Dînç: Divê kurd dest ji Kongreya Neteweyî bernedin
09:02 ‘Siwarê hespê xelkê tim peya ye’
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2020'AN
19/01/2020
17:27 Dînk li cihê lê hat kuştin hat bibir anîn: Em ê heta dawî li dijî xerabiyê têbikoşin
17:12 Komxebata Yekîtiya Neteweyî bi dawî bû
16:40 HDP bi malbatan re civiya
16:16 Tirkiye li Girê Spî derketina derve qedexe kir
16:14 Seyda Abdulkerîm Çevîk hat kuştin
15:59 Mudaxaleyî meşa 'Adaletê’ kirin: Gelek kes binçav kirin
15:44 Xebatkarê Ozgur Gundemê Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:42 Pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin
14:50 Li Sûltanbeylî êrîşî cemxanê kirin
13:39 Ji bo Nurcan Bakir mewlûd dan
13:22 Komxebat di roja duyan deye: Modela Yekitiya Neteweyî nîqaş dikin
13:07 Hrant Dink li ser gora wî bi bîr anîn
12:57 Endamê Meclîsa Nûneran a Libyayê: Dê zîrveya Berlînê jî bi ser nekeve
12:53 Xwişka Şehrîban Çati: Xwişka min bi awayekê plankirî kuşt
11:20 Jin: Em ê hêviya xwe mezin bikin û têbikoşin
10:07 ‘Di her kêliya jiyanê de zimanê kurdî biaxivin’
09:55 Dayik û hevjîna xwe yên gulfiroş qetil kirin
09:43 ‘Girtî di tecrîdê de ne'
09:29 Beriya ku Efrînê dagir bikin aramî hebû
Piştî Efrîn dagirkirin kaos, talankirin û kuştin zêde bû
09:10 ‘Armanc veşartina tecawizê ye'
09:09 Midûrê zilam tayînê navenda jinê kirin: Tabela daxistin, kirin qehwexan e
09:08 Çelîk: Em nikarin xwe bigihînin cihê mirov lê dijîn
09:05 5 sal in li erdê ye: Tenê xwestekek wê heye kurê xwe yê 24 sal in girtiye bibîne
09:03 Nivîskar Oremar: Komara Kurd a Mahabad şaş e ya rast 'Komara Kurdîstan e'
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2020'AN
18/01/2020
16:53 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin
Şertên girtîgehê rê li pêşiya mirinê vedike
16:33 Li Stenbolê polîsan kesek kuştin
16:19 Li Siwêregê agahî ji 2 zarokan nayê girtin
16:10 Ciwanê 20 salî întîhar kir
16:06 Li Tirkiyeyê herî kêm 1736 karker bûn qurban
Li Îzmirê herî kêm 74 karker bûn qurban
15:48 Demîrtaş ji bo Hrant Dînk name nivîsand
15:47 Xizmên Windayan aqûbeta Gulîstan Dokû pirsîn: Walî dixwaze ser bûyerê bigire
14:29 Kurê Abdûllah Canan: Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne
14:20 Dînk û rojnamegerên di çile de hatin kuştin hatin bibîranîn
14:14 Li dijî aşxaneya endezyarên tirk êrîşa bombeyî pêk hat
14:07 Li Silopyayê jinan ji bo Gulistan Dokû çalakî li dar xist
13:51 Doz li nûçeya 'Aşitî ji vê kaniyê naherike' vekirin
13:36 3'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê dest pê kir
Buldan: 2019'an bû sala berxwedanê, 2020 dê bibe sala serkeftinê
12:24 Dê Hrant Dînk li cihê hat qetilkirin bê bibîranîn
12:20 Dîsa serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
11:40 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Li Dersîmê polîtîkaya şerê taybet heye
11:14 ‘Xebata Yekîtiya Neteweyî' dest pê kir
11:01 Li Mêrdînê di dema lêkirina dûwarê paldanê de şikeftek hat dîtin
10:15 Hevseroka KCD'ê Guven: Tenê astengî nebûna Yekîtiya Neteweyî ye
09:57 Kîno Gabriyel: Raporên digihîjin Lavrov ji rastiyê dûr in
09:16 Ji bo nivîskarên girtî çalakiya destnîşankirina pirtûkan
09:16 Ji bo alîkariya zarokan serî li weqfê da, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:15 Heta kêliya dawî jî çapemeniya azad parast
09:15 Bi tayînkirina qeyûman re projeyên duzimanî hatin qedexekirin