Ji bo heqê kirêya xwe bide sarinc û cilşoya xwe firotiye

  • rojane
  • 09:13 17 Çile 2020
  • |
img

WAN – Li Wanê hem betalî zêde bûye hem jî welatî bi zorê debara xwe dikin. Ji ber krîza aborî nikarin heqê kirê û fatûreyên xwe bidin. Ferdî Bariş ku bi deynan debara xwe dike û betal e got, ji ber nikaribûye heqê kirêya xwe bide sarinc û cilşoya xwe firotiye. 

Li Wanê, ji ber krîza aborî her diçe betalî zêde dibe. Ji ber vê welatî ne dikarin heqê kirêya xwe ne jî heqê fatûreyên xwe bidin. Welatiyên nikarin deynê xwe bidin û debara xwe bikin amûrên malên xwe difiroşin. Welatiyan polîtîkayên îqtidarê rexne kirin û gotin: "Heta AKP hebe wê rewşa vî welatî baş nebe". 
 
SARINC Û CILŞOYA XWE ŞÛŞT 
 
Ferdî Bariş ku bi meha ye betal e, anî ziman ku ji ber nikaribûye heqê kirêya xwe bide sarinc û cilşoya xwe firotiye. Bariş, diyar kir ku serî li ÎŞKÛR'ê daye lê belê kar nedane wî û got: "Mirov birçî ne, ji ber vê diziyê dikin. Mirovên dewlemend li bajarê xwe kar nakin, diçin bajarên din. Bajarê wan ne xema wan e. Em tenê kar dixwazin. Heger kar hebe wê dizî jî çê nebe û wê mirov hev jî nekujin". 
 
Bariş Kaya ku 2 sal berê zanîngeh kuta kiriye, diyar kir ku li înşeatan jî kar bi dest wî nakeve. Kaya, got: "Li mala xwe rûdinêm. Ji bo ezmûna KPSS'ê dixebitim. Niha bi hezaran kesên zanîngeha kuta kirine betal in. Divê çareyek bê dîtin". 
 
‘AKP, WELAT DIFIROŞE' 
 
Kasim Bozkûrt jî destnîşan kir ku hema bêje kesên li derdora wî hemû deyndar in û got, niha nikare nanekî jî bibe mala xwe. Bozkûrt, polîtîkayên hikûmetê rexne kir û got: "AKP, welat difiroşe. Heta hikûmeta AKP'ê îqtidar be wê rewşa welat baş nebe".
 
Naîm Irmak jî anî ziman ku heta salek berê jî di firinê de dixebitî û got, ji bo debara 5 kesan bike deyn dike û got: "Rewşa welat li ortê ye. Welat pêgirtiyê derve ye. Teoriya wan heye, lê di pratîkê de nikarin gavekê jî bavêjin. Betalî zêde dibe. Di hilbijartinê de em raya xwe didin wan. Bira ew jî li gor wê hereket bikin". 
 
‘CIWAN NIKARIN ZIKÊ XWE TÊR BIKIN' 
 
Adem Kaplan jî diyar kir ku 6 mehan li kar digere û got: "Kîloya firingiyan bûye 6 TL. Em nikarin firingiyan jî bikirin. Meaşê kêm kirine 2 hezar û 300 lîre, lê bi kêrî nayê. Tevî kirê û fatûreyan 2 hezar TL dere. Kar tuneye, mirov qîma xwe bi hezar TL'yî jî tînin. Lê radibin dibêjin bira ciwan bizewicin. Ciwan nikarin zikê xwe têr bikin. Pêdiviya me ne bi zewacê bi kar û nan heye." 
 
Adîl Demîr jî got: "Erdogan wekî rewşa welat pir baş be xeber dide. Lê ne wiha ye. Bira têkevin nav gel, wê halê welat bibînin. di bêrîka mirovan de pere tuneye. Bang li wan dikim, bira dev ji vê sewdaya xwe ya ji bo qoltixan berdin. Bira ji mirovan re kar peyda bikin. Hem nakin hem jî radibin qeyûm tayîn dikin. Li ber şaredariyan bi hezarn polîs hene. Em nikarin biçin şaredariyê". 
 
Adnan Dûran jî ku ji ber krîza aborî dikana xwe ya amûrên ceryanê girtiye diyar kir ku ji bo kar çûye şaredariyê û got: "Şaredarî jî bi torpîlê kesan digirin kar. Tayyîp Beg radibe dibê cîhanê ji 5'an mezintir e, lê hîn jî em bi her awayî pêgirtiyên welatên din in". 
 
MA / Dîndar Karataş - Yûnûs Dûman 
 

Sernavên din

22/01/2020
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:14 Dozger xwest Ayverdî ya ku li ser hevşaredaran îfade dabû beraat bike
21/01/2020
22:39 Malbata Bozyil piştî 17 mehan cenazeyê kurê xwe defin kir
20:35 Rojnamevan Haci Yûsûf Topaloglû hat berdan
16:48 Baroya Amedê zema avê ya qeyûm bir dadgehê
14:45 'Li dijî tecrîdê tim têkoşîn'
14:33 Dema dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê, krîza dil derbas kir û mir
13:59 14 pirtûk ji Weşanên Sîtavê derketin
13:53 Biryara qeyûm a dadgehê çawa hat guhertin?
13:25 Tecawizkar hat cezakirin
13:11 Li Îzmîrê 12 HDP’yî hatin binçavkirin
13:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:03 Taşdemîr banga tevlîbûna HDP'ê li jinan kir
12:26 Konê li ber HDP’ê hat vedan qahwexaneyê da girtin
12:19 Çalakiyên li Iraqê mezin dibin: Herî kêm 6 kes mirin
11:37 Îdîaya dest û lingê girtiyan şikandin: Wezaretê daxuyanî daye!
10:54 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi kampanya projeya cihê nû kir
10:37 Prz. Yilmaz: Di bin navê "zewacê" de ser tecawizê nayê girtin
09:36 Mîkaîl Aslan: Em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin
09:35 Rojnamevan Polat: Divê em piştgiriyê birêxistin bikin
09:08 Partiyên siyasî yên Wanê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:07 'Hez ji jiyanê dikir'
09:06 Nerazîbûna ji bo pêkanîna parkomatê: Ma em wesayîtên xwe bibin ser xaniyan?
09:06 Di sar û seqemê de ji bo 40 TL'yî dixebite
09:05 Nivîskar Robar: Divê em li saziyên ziman xwedî derkevin
09:05 Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2020'AN
20/01/2020
22:37 Gelê Rojava ji bo 20'ê Çileyê daketin qadan
16:14 Ji bo Melîk Bal mewlûd dan
16:00 Ji hunermend, hiqûqnas û bijîjkan banga Grûp Yorûmê
15:46 KCD'ê malbata Nurcan Bakir ziyaret kir û sersaxî xwest
15:35 Li Êlihê qezaya trafîqê: 9 kes birîndar bûn
15:13 Rapora Gulistan Doku: Delîlên girîng kom nekirin
14:47 HDP: Em careke din dagirkirina Efrînê şermezar dikin
14:40 MSD'ê banga şerê rizgarkirinê li gelên Sûriyeyê kir
14:10 Li ser biryrara grevê MESS'ê pêşniyara zemê derxist ji sedî 10'an
13:53 'Gulîstan Dokû li ku derê ye’
13:06 Jiyana Çayan Demîrel kirin belgesel
13:05 Xwîner li dora Rênas Jiyan kom bûn
12:34 Konseya Bajar a Qersê dê bursê bide 17 xwendekaran
12:10 Cezayê muebeta giran li qatilê Ceren Ozdemîr hat birîn
11:39 Jinan banga ‘em bi yek dengî biçin Dersimê’ kirin
11:30 Xwişka Gulîstana winda: Ji bilî gumana întîxarê divê gumanên din jî bên lêkolînkirin
11:26 Zanayan ji bo projeya Kana Kromê ya Tercanê rapora betalkrinê dan
10:44 Li Qoserê Şefîka ya 19 salî 9 roj in winda ye
09:06 ‘Heskîfa me ya xweşik talan kirin’
09:05 ‘Em ê bi gel re xebatên xwe bi rêve bibin’
09:04 Li Şaredariya Artûklûyê bi bertîlê kar tê birêvebirin
09:03 Dînç: Divê kurd dest ji Kongreya Neteweyî bernedin
09:02 ‘Siwarê hespê xelkê tim peya ye’
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2020'AN
19/01/2020
17:27 Dînk li cihê lê hat kuştin hat bibir anîn: Em ê heta dawî li dijî xerabiyê têbikoşin
17:12 Komxebata Yekîtiya Neteweyî bi dawî bû
16:40 HDP bi malbatan re civiya
16:16 Tirkiye li Girê Spî derketina derve qedexe kir
16:14 Seyda Abdulkerîm Çevîk hat kuştin
15:59 Mudaxaleyî meşa 'Adaletê’ kirin: Gelek kes binçav kirin
15:44 Xebatkarê Ozgur Gundemê Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:42 Pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin
14:50 Li Sûltanbeylî êrîşî cemxanê kirin
13:39 Ji bo Nurcan Bakir mewlûd dan
13:22 Komxebat di roja duyan deye: Modela Yekitiya Neteweyî nîqaş dikin
13:07 Hrant Dink li ser gora wî bi bîr anîn
12:57 Endamê Meclîsa Nûneran a Libyayê: Dê zîrveya Berlînê jî bi ser nekeve
12:53 Xwişka Şehrîban Çati: Xwişka min bi awayekê plankirî kuşt
11:20 Jin: Em ê hêviya xwe mezin bikin û têbikoşin
10:07 ‘Di her kêliya jiyanê de zimanê kurdî biaxivin’
09:55 Dayik û hevjîna xwe yên gulfiroş qetil kirin
09:43 ‘Girtî di tecrîdê de ne'
09:29 Beriya ku Efrînê dagir bikin aramî hebû
Piştî Efrîn dagirkirin kaos, talankirin û kuştin zêde bû
09:10 ‘Armanc veşartina tecawizê ye'
09:09 Midûrê zilam tayînê navenda jinê kirin: Tabela daxistin, kirin qehwexan e
09:08 Çelîk: Em nikarin xwe bigihînin cihê mirov lê dijîn
09:05 5 sal in li erdê ye: Tenê xwestekek wê heye kurê xwe yê 24 sal in girtiye bibîne
09:03 Nivîskar Oremar: Komara Kurd a Mahabad şaş e ya rast 'Komara Kurdîstan e'
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2020'AN
18/01/2020
16:53 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin
Şertên girtîgehê rê li pêşiya mirinê vedike
16:33 Li Stenbolê polîsan kesek kuştin
16:19 Li Siwêregê agahî ji 2 zarokan nayê girtin
16:10 Ciwanê 20 salî întîhar kir
16:06 Li Tirkiyeyê herî kêm 1736 karker bûn qurban
Li Îzmirê herî kêm 74 karker bûn qurban
15:48 Demîrtaş ji bo Hrant Dînk name nivîsand
15:47 Xizmên Windayan aqûbeta Gulîstan Dokû pirsîn: Walî dixwaze ser bûyerê bigire
14:29 Kurê Abdûllah Canan: Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne
14:20 Dînk û rojnamegerên di çile de hatin kuştin hatin bibîranîn
14:14 Li dijî aşxaneya endezyarên tirk êrîşa bombeyî pêk hat
14:07 Li Silopyayê jinan ji bo Gulistan Dokû çalakî li dar xist
13:51 Doz li nûçeya 'Aşitî ji vê kaniyê naherike' vekirin
13:36 3'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê dest pê kir
Buldan: 2019'an bû sala berxwedanê, 2020 dê bibe sala serkeftinê
12:24 Dê Hrant Dînk li cihê hat qetilkirin bê bibîranîn
12:20 Dîsa serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
11:40 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Li Dersîmê polîtîkaya şerê taybet heye
11:14 ‘Xebata Yekîtiya Neteweyî' dest pê kir
11:01 Li Mêrdînê di dema lêkirina dûwarê paldanê de şikeftek hat dîtin
10:15 Hevseroka KCD'ê Guven: Tenê astengî nebûna Yekîtiya Neteweyî ye
09:57 Kîno Gabriyel: Raporên digihîjin Lavrov ji rastiyê dûr in
09:16 Ji bo nivîskarên girtî çalakiya destnîşankirina pirtûkan
09:16 Ji bo alîkariya zarokan serî li weqfê da, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:15 Heta kêliya dawî jî çapemeniya azad parast
09:15 Bi tayînkirina qeyûman re projeyên duzimanî hatin qedexekirin