Hulya Alokmen: Em her dem ji xweliya xwe çêbûn û geş bûn

  • rojane
  • 15:21 16 Çile 2020
  • |
img

AMED - Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, di 3'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya bajar de diyar kir ku li dijî destkeftiyên Kurdan êrîş pir zêde ne û wiha got: "Dixwazin hemû destkeftiyên me tune bikin. Ev gel li ser vê axê bi hezaran caran rastî komkujiyan hat. Lê her dem li ber xwe da. Xwe ji xweliya xwe ava kir û geş kir. " 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelağn (HDP) ya Amedê 3’emîn Kongreya Asayî bi şîara “Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" li dar xist. HDP'ê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin kongreya xwe pêk anî. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskin Bayindir, Rêveberên KCD, ESP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinen Azad (TJA), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek nûnerên rêxistin û saziyên sivîl û civakî di kongreyê de amade bûn. Li salona kongreyê Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta “Aştî nayê tecrîdkirin", “Faşizm wê têk biçe, gel dê bi ser bikevin", “Qeyûm têkçûna vînê ye, tu carî nayê qebûlkirin" vekirin. Di kongreyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî serok Apo” berz kirin. 
 
Kongreyê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyat Ceylan axaftina vekirinê kirin. Hulya Alokmen Uyanik, diyar kir ku gelê Amedê li dijî kesên ku dixwazin wan ji têkoşîn, baweriya wan qut bikin bi înat li ber xwe didin û bi înat li ser piyan in û wiha got: “Îro li dijî destkeftiyên Kurdan êrîşên gelek mezin hene. Çi destketiyên me hene êrîş dikin û dixwazin tune bikin. Em di ferqa vê yekê de ne. Ev ax û ev gel bû şahidê hezaran komkujî. Lê li dijî hemû komkujiyan dîsa xwe ji xweliya xwe ava kirin û geş kirin. Em bêtir geş bûn. Ji ber ku em girêdayî koka xwe ne. Dixwazin têkiliya me û gel ji hev qut bikin. Le tu carî bi ser neketin û bi ser nakevin. Jin jî li dijî êrîşan her dem daketin kolanan. Em minetdarê hemû girtiyan in. Bedelên giran dan. Amed dilê Kurdistanê ye. Amed navê berxwedanên dîrokî bi xwe ye." 
 
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî anî ziman ku gelê Kurd li dijî hemû êrîşan li ser piyan e û wiha got: “Şex Saîd, Mazlum Dogan û Mazlum Dogan di vê têkoşînê de bedel dan. Can dan. Lê heta niha gavek jî paşve neavêtin. Bila biçin diroka Saddam, Kenan Evren bixwînin. HDP, perspektifa Birêz Ocalan e. Tu carî têk naçe. Ev perspektîf heta cîhan hebe ew jî hebe. Ew şer, koçberî û penaberiyê li me ferz dikin. Lê me serî netewand û me li ber xwe da. Em dê bêtir ala têkoşîna xwe bilind bikin." 
 
'ZIMAN QEDEXE YE, EM DI TECRÎDÊ DE NE' 
 
Parlamentera HDP'ê Dersim Dag jî anî ziman ku ew di nava tecrîdê de dijîn û zimanê wan û her tiştê wan qedexe ye. Bi tecrîdkirina Ocalan hemû gelê Kurd tê tecrîdkirin. Çareserî azadiya Birêz Ocalan e." 
 
Cîgira Seroka Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran jî li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û Sûriye pêş dikevin rawestiya û wiha got: “Em şoreşa Rojava silav dikin. Parastina Rojava erka me ye. Divê em bi gelê me yê li Tirkiyeyê re berxwedana li Rojava mezin bikin. Em ê bi ser bikevin." 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz jî "Yên difikirin ku Kurd xelas kirine bila werin li salonê binerin. Gelê Kurd li ser piyan e. Em li vir in. Li dijî ziman û nasnameya me êrîş hene. Em dê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Perspektifên Birêz Ocalan dê ji bo cîhanê bibin hevî û rohanî." 
 
'AMED DILÊ KURDISTANÊ YE' 
 
Endamê Dîwana KCD'ê Mehmet Nurî Ozdemîr jî xwest demek beri demekê tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Bi tecrîdê dixwain di nava gel û Birêz Ocalan de pirê qut bikin. Em bi salan e vê yekê dibînin. Ji bo yekîtiya neteweya Kurd gavên mezintir divê. Amed Dilê Kurdistanê ye. Di nava tariyê de ronahî ye."
 
Di kongreyê de peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçuk Mizrakli xwendin. 
 
Di kongreyê de ji nûve Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik, ji bo Hevserokatiya Bajarê Amedê hatin hilbijartin. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/01/2020
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:14 Dozger xwest Ayverdî ya ku li ser hevşaredaran îfade dabû beraat bike
21/01/2020
22:39 Malbata Bozyil piştî 17 mehan cenazeyê kurê xwe defin kir
20:35 Rojnamevan Haci Yûsûf Topaloglû hat berdan
16:48 Baroya Amedê zema avê ya qeyûm bir dadgehê
14:45 'Li dijî tecrîdê tim têkoşîn'
14:33 Dema dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê, krîza dil derbas kir û mir
13:59 14 pirtûk ji Weşanên Sîtavê derketin
13:53 Biryara qeyûm a dadgehê çawa hat guhertin?
13:25 Tecawizkar hat cezakirin
13:11 Li Îzmîrê 12 HDP’yî hatin binçavkirin
13:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:03 Taşdemîr banga tevlîbûna HDP'ê li jinan kir
12:26 Konê li ber HDP’ê hat vedan qahwexaneyê da girtin
12:19 Çalakiyên li Iraqê mezin dibin: Herî kêm 6 kes mirin
11:37 Îdîaya dest û lingê girtiyan şikandin: Wezaretê daxuyanî daye!
10:54 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi kampanya projeya cihê nû kir
10:37 Prz. Yilmaz: Di bin navê "zewacê" de ser tecawizê nayê girtin
09:36 Mîkaîl Aslan: Em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin
09:35 Rojnamevan Polat: Divê em piştgiriyê birêxistin bikin
09:08 Partiyên siyasî yên Wanê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:07 'Hez ji jiyanê dikir'
09:06 Nerazîbûna ji bo pêkanîna parkomatê: Ma em wesayîtên xwe bibin ser xaniyan?
09:06 Di sar û seqemê de ji bo 40 TL'yî dixebite
09:05 Nivîskar Robar: Divê em li saziyên ziman xwedî derkevin
09:05 Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2020'AN
20/01/2020
22:37 Gelê Rojava ji bo 20'ê Çileyê daketin qadan
16:14 Ji bo Melîk Bal mewlûd dan
16:00 Ji hunermend, hiqûqnas û bijîjkan banga Grûp Yorûmê
15:46 KCD'ê malbata Nurcan Bakir ziyaret kir û sersaxî xwest
15:35 Li Êlihê qezaya trafîqê: 9 kes birîndar bûn
15:13 Rapora Gulistan Doku: Delîlên girîng kom nekirin
14:47 HDP: Em careke din dagirkirina Efrînê şermezar dikin
14:40 MSD'ê banga şerê rizgarkirinê li gelên Sûriyeyê kir
14:10 Li ser biryrara grevê MESS'ê pêşniyara zemê derxist ji sedî 10'an
13:53 'Gulîstan Dokû li ku derê ye’
13:06 Jiyana Çayan Demîrel kirin belgesel
13:05 Xwîner li dora Rênas Jiyan kom bûn
12:34 Konseya Bajar a Qersê dê bursê bide 17 xwendekaran
12:10 Cezayê muebeta giran li qatilê Ceren Ozdemîr hat birîn
11:39 Jinan banga ‘em bi yek dengî biçin Dersimê’ kirin
11:30 Xwişka Gulîstana winda: Ji bilî gumana întîxarê divê gumanên din jî bên lêkolînkirin
11:26 Zanayan ji bo projeya Kana Kromê ya Tercanê rapora betalkrinê dan
10:44 Li Qoserê Şefîka ya 19 salî 9 roj in winda ye
09:06 ‘Heskîfa me ya xweşik talan kirin’
09:05 ‘Em ê bi gel re xebatên xwe bi rêve bibin’
09:04 Li Şaredariya Artûklûyê bi bertîlê kar tê birêvebirin
09:03 Dînç: Divê kurd dest ji Kongreya Neteweyî bernedin
09:02 ‘Siwarê hespê xelkê tim peya ye’
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2020'AN
19/01/2020
17:27 Dînk li cihê lê hat kuştin hat bibir anîn: Em ê heta dawî li dijî xerabiyê têbikoşin
17:12 Komxebata Yekîtiya Neteweyî bi dawî bû
16:40 HDP bi malbatan re civiya
16:16 Tirkiye li Girê Spî derketina derve qedexe kir
16:14 Seyda Abdulkerîm Çevîk hat kuştin
15:59 Mudaxaleyî meşa 'Adaletê’ kirin: Gelek kes binçav kirin
15:44 Xebatkarê Ozgur Gundemê Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:42 Pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin
14:50 Li Sûltanbeylî êrîşî cemxanê kirin
13:39 Ji bo Nurcan Bakir mewlûd dan
13:22 Komxebat di roja duyan deye: Modela Yekitiya Neteweyî nîqaş dikin
13:07 Hrant Dink li ser gora wî bi bîr anîn
12:57 Endamê Meclîsa Nûneran a Libyayê: Dê zîrveya Berlînê jî bi ser nekeve
12:53 Xwişka Şehrîban Çati: Xwişka min bi awayekê plankirî kuşt
11:20 Jin: Em ê hêviya xwe mezin bikin û têbikoşin
10:07 ‘Di her kêliya jiyanê de zimanê kurdî biaxivin’
09:55 Dayik û hevjîna xwe yên gulfiroş qetil kirin
09:43 ‘Girtî di tecrîdê de ne'
09:29 Beriya ku Efrînê dagir bikin aramî hebû
Piştî Efrîn dagirkirin kaos, talankirin û kuştin zêde bû
09:10 ‘Armanc veşartina tecawizê ye'
09:09 Midûrê zilam tayînê navenda jinê kirin: Tabela daxistin, kirin qehwexan e
09:08 Çelîk: Em nikarin xwe bigihînin cihê mirov lê dijîn
09:05 5 sal in li erdê ye: Tenê xwestekek wê heye kurê xwe yê 24 sal in girtiye bibîne
09:03 Nivîskar Oremar: Komara Kurd a Mahabad şaş e ya rast 'Komara Kurdîstan e'
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2020'AN
18/01/2020
16:53 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin
Şertên girtîgehê rê li pêşiya mirinê vedike
16:33 Li Stenbolê polîsan kesek kuştin
16:19 Li Siwêregê agahî ji 2 zarokan nayê girtin
16:10 Ciwanê 20 salî întîhar kir
16:06 Li Tirkiyeyê herî kêm 1736 karker bûn qurban
Li Îzmirê herî kêm 74 karker bûn qurban
15:48 Demîrtaş ji bo Hrant Dînk name nivîsand
15:47 Xizmên Windayan aqûbeta Gulîstan Dokû pirsîn: Walî dixwaze ser bûyerê bigire
14:29 Kurê Abdûllah Canan: Ev mamosteyên DAIŞ’ê ne
14:20 Dînk û rojnamegerên di çile de hatin kuştin hatin bibîranîn
14:14 Li dijî aşxaneya endezyarên tirk êrîşa bombeyî pêk hat
14:07 Li Silopyayê jinan ji bo Gulistan Dokû çalakî li dar xist
13:51 Doz li nûçeya 'Aşitî ji vê kaniyê naherike' vekirin
13:36 3'emîn Konferansa Jinan a HDP'ê dest pê kir
Buldan: 2019'an bû sala berxwedanê, 2020 dê bibe sala serkeftinê
12:24 Dê Hrant Dînk li cihê hat qetilkirin bê bibîranîn
12:20 Dîsa serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
11:40 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Li Dersîmê polîtîkaya şerê taybet heye
11:14 ‘Xebata Yekîtiya Neteweyî' dest pê kir
11:01 Li Mêrdînê di dema lêkirina dûwarê paldanê de şikeftek hat dîtin
10:15 Hevseroka KCD'ê Guven: Tenê astengî nebûna Yekîtiya Neteweyî ye
09:57 Kîno Gabriyel: Raporên digihîjin Lavrov ji rastiyê dûr in
09:16 Ji bo nivîskarên girtî çalakiya destnîşankirina pirtûkan
09:16 Ji bo alîkariya zarokan serî li weqfê da, lê sîxurtî lê ferz kirin
09:15 Heta kêliya dawî jî çapemeniya azad parast
09:15 Bi tayînkirina qeyûman re projeyên duzimanî hatin qedexekirin