Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir

img

EDENE - Asîm Demîr ku 26 sal in di girtîgehê de ye û li DGM'ê hatibû darizandin, bi daxwaza "mafê darizandineke adil" du caran serlêdan pêk anî bû, lê belê her du serlêdanên wî jî hatibûn redkirin. Lê belê derket holê ku dosyeya dozê ya Demîr winda ye. 

Asim Demîr, di sala 1993'yan de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û bi tawanbariya "cihgirtina di nav çalakiyên ji bo perçekirina axa welat" cezayê "meubetê" lê hatibû birîn. Piştî Dadgeha Bilind jî biryara DGM'ê pesend kiribû, Demîr bûbû hikumxwar û 26 sal in di girtîgehê de ye. Lê belê Demîr, bi hinceta "mafê darizandina adil hatiye binpêkirin" serî li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê dabû.
 
Demîr, di îfadeya xwe de diyar kir ku di bin zext û zoriyan de îfadeya wî hatiye girtin û di asta ewil a lêpirsînê de parêzerê wî tunebûye û di heyeta dadgeriyê ya DGM'ê de dadgerekî esker hebûye û got, loma darizandineke adil û serbixwe pêk nehatiye û xwest ji nû ve bê darizandin. 
 
SERLÊDAN HAT REDKIRIN 
 
Lê dadgehê her du serlêdanên Demîr jî red kirin. Lê belê piştî parêzerê wî Ozgur Yakût îtiraz kir, derket holê ku dosyeya dozê ya Demîr winda ye û dadgehê bêyî ku dosyeyê lêkolîn bike biryareke wiha daye. 
 
Parêzer Yakût, anî ziman ku muweklê wî Asim Demîr di 29'ê Kanûna 1992'yan de hatiye binçavkirin û li DGM'ya Amedê cezayê "muebetê" lê hatiye birîn. Yakût, diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Qanûna Bingehîn, di demên dawî de nexasim ji bo darizandinên li DGM'yan biryarina digire û rê li ber jinûvedarizandinê vedike. 
 
Yakût, anî ziman ku wan jî ji bo jinûvedarizandinê serlêdan pêk aniye, lê belê her du serlêdanên wan jî hatine redkirin. 
 
DOSYE WINDA YE 
 
Parêzer Yakût, diyar kir ku gava serlêdanên wan hatine redkirin, vê carê xwestine serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin û ji bo vê dosye xwestine. Yakût, da zanîn ku bi qasî meh û nîvekê tiştek nehatiye gotin û got: "Me carek din jî dosye xwest. Lê belê hat gotin ku dosye ne di arşîvê de ye, winda ye". 
 
Yakût, got: "Li holê dosye tuneye, lê daxwaza me ya ji bo jinûvedarizandinê tê redkirin. Heta îtirazên me yên li li dadgeha di ser vê dadgehê re jî hatin redkirin. Derket holê ku dadgeh ji bo dosyeyên bi vî rengî biryarine ezber didin". Yakût, destnîşan kir ku serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane. 
 
Her wiha Yakût, anî ziman ku ji bo vê biryarê ew ê li HSYK'ê giliyê dadgehê bikin û got, heger daxwaza wan  bê redkirin vê carê ew ê serî li DMME'yê bidin. 
 
MA / Hamdûllah Kesen

Sernavên din

07/01/2020
15:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
15:19 Demîrtaş: Bi fermana Wezîrê Dadê dosya min reş dikin
15:15 Guzel: Yê ku rêya aştiyê veke Birêz Ocalan e
15:06 TJA: Em ê Sarayan nedin jibîrkirin
14:50 Di merasîma cenazeyê Silêmanî de îzdîham: 35 kes mirin
14:38 Li Rojnameger Polat 6 sal û 3 meh ceza birîn
14:25 Ji bo Gulistanê xebata lêgerînê hat destpêkirin
14:25 'Berpirsiyarê Întîxarê Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen e
14:14 Aydin: Hatina UNESCO gavek derengmayî ye
13:54 Cerdevan bi hev ketin: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
13:54 Dadgehê 13 sal 6 meh ceza li faîlê êrîşa bi asîtê ya Berfîn birî
13:32 Xêzekovara kurdî Zrîngê Elîf Kisa xêz kir
13:20 NY: Dev ji şandina leşkerên bi pere ya Lîbyayê berdin
13:00 Qeyûmê Amedê Lîsa Çalan û 7 karkerên din ji kar derxist
12:28 Îranê fermandarên amerîkî û Pentagonê weke 'terorîst' îlan kir
12:19 Danişîna doza Demîrtaş ku jê hatibû berdan dest pê kir
12:17 DTSO îhaleyên Şaredariya Rezan dibe darazê
11:55 Çerkezoglû: İsrarkirina di şer de rê li ber feqîrî û bêkariyê vedike
11:54 Rojnamevan Ermîş: Wê tifaqên navdewletî û herêmî encama rageşiya DYA-Îranê diyar bikin
11:04 NÇM li Stenbolê konserek li dar dixe
10:39 Derbarê 20 endamên MÎT'ê de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:37 Mexmûr 5 meh in di bin amborgayê de ye
Tirkiye bi destê KDP'ê dixwaze kampê belav bike
10:36 Kuştina Silêmanî û hevsengiyên li Rojhilata Navîn
10:29 Rojnameger Aykol sibê li Amedê bi xwînerên xwe re tê gel hev
09:53 Wezîrê Parastinê yê DYA'yê: Plana me ya em ji Iraqê vekişin tuneye
09:47 Rojnamevan Evran: Wê qadên şer dorfireh bibin
09:22 4 sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:22 ‘Atolyeya Aştî Xeyala Jinan e' li Mêrsînê dest pê dike
09:21 Mamosteyê xwendekar îstismar kirin ji peywirê hat dûrxistin
09:12 Li benda wê rojê ne ku vegerin Hamayê
09:12 Ne rê ne jî ava wan heye: Hê jî bi keran avê dikişînin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2019'AN
06/01/2020
18:56 Ciwanê HDP'î Ferhat Kalkan hat binçavkirin
17:32 Hejmara 12’an a Dilopê derket
16:42 Polisan li Nisêbîn û Stewrê jî endamên meclisê asteng kirin
16:23 Malbatên Şik û Baran ên QSD'yî şîn danîn
16:11 Hevalên Sîbel Unlî: Li dijî pergala bi tenê dihêle şêwirmendî
15:49 Li Dersimê agahî ji xwendekara zanîngehê Gulîstan nayê girtin
15:48 Sêve, Pakize û Fatma li Rihayê hatin bibîr anîn
15:02 Jinan bertek nîşanî pêşnûmeyê dan: Efoya îstîsmarkirina zarokan tune ye
14:55 Bozkurt: Piştî diya min li ber HDP'ê rûnişt, ez çûm ku ez qewirandim
13:38 Encamnameya HDK'ê: Em ê destûrê nedin ku pêşeroşa me îpotek bikin
13:31 Polîsan ji endamên meclîsê re gotin: Hatina we ya şaredariyê sûce
13:09 Li Şaredariya Sûrê ‘qanûna qeyûm’ di meriyetê deye
11:59 Doza sereke ya Demîrtaş wê sibê bê dîtin
11:54 Ji bo bazara kevnefiroşan ji qeyûm destûra bi 'şert'
11:41 Ji dadgehê biryarek din: Notirvan nikare nasnameyê bipirse
10:58 Çalakiya xwendekaran encam girt: ÎU’yê biryara xwe ya xwaringehê betal kir
10:23 Qeyûmê Cizîrê binavger ji kar derxistin
10:21 Faîk Bûlût: Divê kurd her îhtîmalê baş binirxînin
10:01 Taşçier ê HDP’î: Sala 2020’an wê bibe sala kurdan
09:00 5 caran rapora 'Nikare li girtîgehê bijî' dan Aktaş, lê hêj girtî ye
09:00 Girtî Mehmet Sayilgan: Li girtîgehê ewlehiya me tune
09:00 Nivîskar Ronî War: Em çiqas yek bin em ew qas bi hêz in
09:00 Kaya: Li girtîgehan dibin navê perwerdeya olî de, dixwazin binesaziyek kîndar pêş bixin
09:00 Şaredarê MHP'ê 1 milyon û 703 hezar xerç kir
Hevşaredarê HDP'î 345 hezar deyn kêm kir
09:00 Çîroka cenaze û malbatekê
Cenaze perçe perçe ye, DNA diyar e, lê zayend nediyar e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2020'AN
05/01/2020
19:53 HDK’ê hevberdevkên xwe yên nû hilbijartin
17:16 Encamnameya Konferansa Jinan a HDK'ê: Em dê jinan bi rêxistin bikin
16:26 Bûldan: Di sala 2002'yan de hatin, wê di sala 2020’an de biçin
16:11 Berkîn Elvan li cihê hatibû birîndarkirin, hat bibîranîn
15:51 Ji kongreya HDK'ê peyama têkoşîna hevpar
15:35 Hevserokên TÛAY-DER’ê yên Sêrtê hatin hilbijartin
15:35 Wezîrê Îranê bersiv da Trump: Terorîstê bi kincên bedil
14:25 HDK: Em li dijî şer xwe bi rêxistin bikin
14:20 Pakîze, Sêvê û Fatma li Sîlopiya hatin bibîranîn
14:02 Koçyîgît: Dem dema rêxistinkirina HDK’ê ye
Şenoglû: Temînata şoreşê avakirina civakiye
11:39 Li herêma betlanê wesayîtê li koma tûrîstan xist: 6 tûrîst mirin
10:27 Xebatkarên Firinê polîsê ku Can kuşt derewand: Heta niha êzîng neketine ser rê
09:45 Trump: Ger Îran êrîş bike em ê li 52 hedefên wan bidin
09:44 Piroglu: Peymana Navneteweyî li ser avê nivîsîne
09:27 Biryara DMME'yê binpê dikin: Hevşaredar sewqî bajarên din kirin
09:07 ‘Armanca îqtidarê jinê di bin tahde û pêkûtiyan de bihêle'
09:05 Tûtinvan: Fatûreyên me hene, em baca xwe didin, meseleyê hel bikin
09:03 Hevşaredarê Cizîrê Zirig: Civîna Meclîsê jî û biryarên hatine girtin jî bêhiqûqî ne
09:02 Derbarê Hevseroka HDP'a Îskenderûnê de îdianame hat amadekirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:58 Karkerê ku Şaredariya AKP'ê ji kar avêt dawî li jiyana xwe anî
04/01/2020
17:31 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan defin kirin
16:21 Siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:21 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî li dar xistin
16:16 DFG'ê avakirina xwe îlan kir
Di sala 2019'an de 477 rojnaemger hatin darizandin
16:08 Ji bo Suleymanî û Muhendîs li Bexdayê merasîma cenaze
16:06 Endamê Grûp Yorûmê dest bi rojiya mirine kir
15:32 Daxwaza Dayikên Şemiyê ya sala nû: Windayan derxin holê
Kirbayir: 40 salin li birayê xwe digerim
15:18 The Economist dora rapora rêzkirina rojnamegerên girtî weşand
15:02 ‘Hemû serlêdanan windayan bê encam man’
14:25 Temellî: Divê Tirkiye, Îran, Rûsya û DYA destê xwe ji Rojhilata Navîn bikêşin
13:50 Koçyîgît: Em dixwazin li Tirkiyeyê Rojava xwe ava bikin
Guven: Em ê sala 2020'an bikin sala azadiyagelê Kurd
13:04 Li Bismilê hejmara kesên binçavkirî derket 80'yî
12:32 Ji Bûldan daxuyaniya Sûleymanî: Di Rojhilata Navîn de hevsengiyek nû derdikeve holê
12:22 Rejîm û Rûsya li ber derê QSD'ê ne HTŞ jî di xeyala Helebê de ye
11:44 Serokê AKP’ê yê navçeyê bi ser weqfa ku piştgirî neda kesê wî şand de, girt
10:57 Qeymeqamê Şemrexê 10 xebatkar ji kar avêtin
10:53 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
10:23 ‘Bila ciwanên Kurd li ziman û nivîskarên xwe xwedî derkevin’
10:23 2 sal in nikare biçe mala xwe!
10:01 Tevî hemû êrîşên dewletê jin dibêjin 'tecawizkar tu ye'
09:54 Li Bexdayê li dijî karwana Haşdî Şabî êrîşa hewayî pêk hat