Soylu got 'Carek din dê navê PKK'ê neyê gotin' lê herî zêde Solyu navê PKK'ê bilav kir

  • rojane
  • 17:25 30 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, piştî di sala 2016'an de bû wezîr, herî zêde wî pestê xwe bi şerê li dijî PKK'ê da û got "Dê carek din navê PKK'ê neyê bilêv kirin. Lê Suleyman Soylu, heta niha gelek caran dîrok da ku dê navê PKK'ê neyê gotin. Niha dîsa dîrok da û diyar kir ku piştî 2020'an dê navê PKK'ê neyê gotin. Vê carê aşkere kir ku hêjmara endamên 500-700 kes mane û herî zêde Soylu naê PKK'ê bilêv kir. 
 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, duh li herêma Barageha Moray a Kopa Mûşê carek din navê PKK'ê dubare kir û got piştî 2020'an dê kes navê PKK'ê nexe devê xwe û dê PKK'ê bi dawî bikin. Soylu, di 1'ê Cotmeha 2016’an de piştî ji Wezîr Efkan Ala peyvir dewir girt, heta niha gelek caran pesnê xwe da û dîrok dan û diyar kir ku dê di baharê de, nîsanê de êdî neyê bi lêvkirin. Piştre bi dehan carên din dîrokên cudan. Lê yê herî zêde navê PKK'ê bi lêv kir.   Soylu, piştî hat ser kar 3 meh şûnde got "Dê di nîsana 2017'an de êdî kes navê PKK'ê bilêv neke. Soylu, dîsa beriya 31'ê Adarê got "Sutuyê me li ber Qandîlê xwar nekin" û xwest her kes deng bidin wan. Soylu di sala 2018'an de got "Li çiyê nêzî 700 endamên PKK'ê mane. Duh jî dîsa got niha nêzî 500-550 kes mane. Soylu di 20'ê mijdarê de jî li meclîsê di Komîsyona Plan û Butçeyê de gotibu îsal me 363 kes bi giştî hezar û 1144 terorist bê bandor kir. PKK gelek caran got me rê li pêş tevlêbûna PKK'ê girtiye, lê her ku diçe hêjmar zêde dibe. 
 
36 WEZÎR HATIN Û ÇÛN
 
Piştî PKK hat avakirin û heta niha 36 wezîr hatin û çûn. Dema PKK hat avakirin Wezîrê Karên Hundir Îrfan Ozaydinli hebû. Piştre jî Hasan Fehmî Guneş, Yildirim Akbulut, Abdulkadir Aksu, Îsmet Sezgin, Mehmet Agar, Meral Akşener, Nahit Menteşe, Îdrîs Naim Şener, Beşir Atalay, Efkan Ala û gelek kesên din jî di navde 36 wezîr hatin guhertin. Tevan heman tişt got. 
 
SOYLU DI 2016'AN DE GOT: EM DÊ XELAS BIKIN
 
* 8 Kanûn 2016 - Wan: "Piştî nîsanê bi qasî nikaribin xeyal bikin tê tune bibin." 
 
* 14 Kanun 2016 -Colemêrg: "Emê di Sibat û Adarê de wisa teknika teknolojiyê pêş bixin êdî dê ceraset nekin ku ji şikeftên xwe derkevin." 
 
* 18 Kanûn 2016 - Qeyserî: “Carek din dê êdî kes nikaribe navê PKK'ê têxe devê xwe. Xwedê şahid e emê vê yekê bikin" 
 
2017: PKK KÊLIYÊN XWE YÊN DAWÎ DIJΠ
 
* 3 Çile 2017 -Li Meclisa Giştî: “Tirkiye dê terorê xelas bike û welas bike jî." 
 
* 22 Çile 2017 -Trabzon: "Em serbilind in û êdî ev rêxistinen terorê dema xwe ya dawî dijî" 
 
* 28 Çile 2017 - Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Êlihê: “PKK li çiyê tune xwe kişandin" 
 
* 18 Sibat 2017 - Teşkilata AKP'ê ya Îzmirê: “Em dê navê PKK’ê ji ser vê axê paqij bikin." 
 
* 4 Adar 2017 - Mugla: "Em de navê PKK'ê ji ser vê axê paqij bikin û tune bikin." 
 
* 28 Adar 2017 - Li pêş avahiya AKP'ê ya Dernekpazari: “Bila bi komî werin. Bila bi hemû çekên xwe werin. Bila zanibin PKK li ser vê axê çi bike bila bike emê navê wê tune bikin." 
 
* 15 Îlon 2017 - Hatay Dortyol, “Emê bi PKK'ê re mijûl bibin." 
 
* 12 Mijdar 2017 - Fermandariya cendirmeyan a Gurbulak a Bazîdê: “Em bersîvên muhîm didin rêxistina PKK'ê." 
 
* 26 Mijdar 2017 - Kongreya AKP'ê ya Dernekpazari: “PKK dê vê zivistanê xelas bibe." 
 
2018: PKK BÊHNA XWE YA DAWÎ DIDE
 
*  18 Îlon 2018 - Çankiri, 31'emîn Hefteya Ahîtiyê û Pîrozbahiyên Çanda Yaran: “Li hundir êdî PKK nefesa xwe ya dawî dide." 
 
 * 5 Mijdar 2018 -Akademiya Ewlehiya Perav û Cendirmeyan: “PKK, îro hatiye asta xelasbûnê." 
 
* 30 Kanûn 2018 - Dersîm: “PKK êdî ji kaş gindir dibe. Êdî vegera wê ne pêkan e" 
 
* 31 Kanûn 2018 - Salona Sporê ya Şaredariya Mamakê: "Têkoşîna bi PKK'ê re hatiye kêliya dawî." 
 
2019: STUYÊ ME LI PÊŞ QANDÎLÊ XWAR NEKIN
 
* 10 Sibat 2019 - Enqere: “…Me PKK eciqand." 
 
* 15 Sibat 2019 - Golbaşi Enqere: "Hêzae me kêm nekin li pêş Qandîlê sutyê me xwar nekin" 
 
* 17 Sibat 2019 - Mamak Enqere: “Li vî welatî bi navê rêxistina PKK'ê ya terorê dê tiştek nebîne." 
 
* 24 Sibat 2019 - Trabzon: “Heta terorîstê dawî bê tesîr bibe ji mere xew heram e." 
 
* 2 Adar 2019 - Bayburt: “Me şah damara PKK'ê qut kir." 
 
* 6 Adar 2019 - Masa Editoriya AA: “Înşallah emê bi Îranê re li dijî PKK’ê operasyonê pêk bînin" 
 
18 Adar 2019- Li Muratpaşa Antalya: "Di 6 mehên dawî de em li çiyê li terorîstan digerin em nabînin" 
 
28 Adar 2019-Beşiktaş Îstanbul: “Me gura em hatin dawî êdî em terorê xelas dikin" 
 
30 Adar 2019-Enqere: “Piştî hilbijartinê em dê Qandîlê li cihê wê nehêlin" 
 
22 Tebax 2019- Enqere: "Ji serê salê heta niha di 80 hezar û 570 operasyonan de 635 PKK'î me bê tesîr kir." 
 
27 Tebax 2019-Enqere: "Li nava welat hêjmar daket min 600 kesî." 
 
20 Mijdara 2019-Enqere: "Li nava welat kêmî 500 kesan maye." 
 
29 Kanûn 2019-Muş Deşta Şenê: “Di sala 2020'an de rêxistinek wisa namîne." 
 
29 Kanun 2019-Stenbol- Di bernameyke tv de: "Li Tirkiyeyê niha 500-550 PKK'î hene." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/01/2020
09:12 Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î: Armanca wan sergirtina nelirêtiyan e
09:12 Nerazîbûna gelê Amedê ya ji bo Partiya Vatanê
09:12 Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir
09:11 Şanoya Mencelê dê vê mehê bi 4 lîstikan xwe bigihîne şanohezan
09:10 Qeyûmê Cizîrê qanûna şaredariyê bin pê dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2020'AN
03/01/2020
22:21 Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn
16:47 Ji Tirkiyê daxuyaniya ewil: Em bi fikar in
16:19 Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke
16:11 Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye
16:06 TTB: Bila Wezareta Tenduristiyê daneyên xwe aşkere bike
15:17 Baroya Amedê xwest demokrasî û azadî were welat
15:10 Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir
15:09 ‘Divê maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin’
14:36 Pisporan kuştina Silêmanî nirxand: Amerîka peyamek zelal a şer da Îranê
14:36 Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir
13:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê amadekariya civîna li Enqerê kir
13:23 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:23 Olûç: DYA'yê li dijî Îranê dest bi şerê germ kir
13:16 Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan
13:05 Tê gotin li gel Silêmanî 10 kesên din jî hatine kuştin
13:00 Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Agirî kongreyên xwe pêk tînin
12:40 Bavê ku destdiriyê keça xwe ya astengdar kir hat girtin
12:18 Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kî ne?
11:34 Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî
11:13 Li Bismilê 56 kes ji selefxûriyê hatin binçavkirin
10:44 Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê
10:28 ‘Tirkiye êdî giştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal’
09:58 ‘Min du darbest hilgirtin, du gor kolandin, lê her du jî ne kurê min bûn'
09:57 'Bi darê zorê lêgerîn kirine û avêtine hucreyê’
09:33 Zaroka astengdar di encama tecawîzê de ducanî bû
09:26 Li 10 bajaran derbarê qeyûman de lêkolînek kir: Tercîha hilbijêran neguheriye
09:20 Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye
09:20 2 sal in biryara veşarî ya li ser dosyeya teksîvan Zafer Ceyhan nehatiye rakirin
09:19 Mitbexa malê kir atolyeya wêneyan
09:18 Ji ber nelihevkirina hîsedaran hindik maye xana dîrokî hilweşe
09:16 Bi sedan nexweş di dorê de ne
09:15 Li Moda Sahneyê konsera 'LaWje'yên Evîniyê'
09:14 Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin
09:13 Behsa keçên xwe kirin: Sêvê, Fatma û Pakîze jiyan bi xwe bûn
09:12 Derbarê zilamê ku xebatkara tekstîlê taciz kir de îdianame hat amadekirin
09:11 Rênas Jiyan: Gava em bi zimanê xwe bawer bin wê li pêş bikeve
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:32 Di êrişa Amerîkayê de Qasim Sileymanî hat kuştin
02/01/2020
15:44 Parêzerên Ocalan di sala 2020’an de serlêdana ewil kirin
15:38 Jina 71 salî ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest da
15:31 Notirvanê înşatê di qûlûbeya xwe de mirî hat dîtin
15:13 Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da
15:01 'Em ê serîhildana xwe bidomînin'
14:35 Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê
13:32 Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin
13:14 Partiya Îyî dibêje 'Na' û Saadet jî dibêje 'Erê'
13:14 Li Kobanê gel carek din kevir avêtin dewriya hevbeş
13:13 Leşkeran li Licê bi ser gundekê de girt
12:33 5 mîlyon kes wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin
11:29 Hêjmara nû ya Newaya Jin derket
09:01 Ne gor in, 'gorên komî' ne: Ji mirovekî tenê perçeyek maye
09:01 Rojnamevan Akdenîz: Wê encamên maceraya Lîbyayê giran bin
09:01 Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!
09:01 Bavê girtî: Gardiyan û eskeran kurê min tazî kirin û bi daran lê xistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:39 Li Îranê erdheja hêza wê 5.8 pêl pêk hat
01/01/2020
18:38 Li Tirkiyeyê di 7 salan de 419 zarokên karker mirin
18:27 Dayika Eren Keskîn hat definkirin
16:13 Diyarname.com: Di sala 2019'an de 252 pirtûkên kurdî hatine weşandin
15:04 Dayika Eren Keskîn çû ser dilovaniya xwe
14:01 Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man
12:42 Zarokê 13 salî mirî hat dîtin
12:08 Fregmana belgefîlma Heskifê Sîya Avê weşandin
12:02 Meclis ji bo tezkereya Lîbyayê dicive
11:25 Li Elkê mînîbusa rêwiyan qulipî: 4 kes birîndar bûn
11:15 Hemo: Divê partî dest ji perjewendiyên malbatî û êlîtiyê berdin
11:04 Ezam: Lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga avaker
11:03 Ozbûdûn: AKP di nava neo-faşîzmê de cih digire
10:15 Li Enqerê agir bi avahiyek ket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da
09:46 3 girtî ligel rapora ATK'ê nayên berdan
09:16 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê'
09:07 Îfadeyên 'şahidên' di îdianameya hevşaredaran de ên heman kesî ne
09:07 Jê xwestin di nav dîmenên jê hatine birin de kiryaran teşhîs bike
09:06 Ji bo 'darizandineke adil' 192 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Kesê dest û piyên wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?
09:05 Ji hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê hat kirin re dawetname şandin
09:04 Ji ber 'Parvekirina twitterê' doz li Rojnameger Erol vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2020'AN
31/12/2019
17:01 Di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin
16:25 Mamosteya bi KHK’ê hat deqkirin pereyê xwe stend
16:08 TJA’yê bertek nîşanî çapemeniya ku aktîvîstên wan hedef nîşan de, da
15:12 Belavokên kongreya HDP'ê qedexe kir
14:43 Zilamê ku êrîşa zayendî kir nehat girtin
14:10 MEBYA-DER: 463 cenaze li gorên bêkesan hatine definkirine
14:09 Balyozxaneya DYA’yê ya Iraqê dorpêç kirin
14:05 Parêzerên karsaz Kavala îtîrazî biryara dadgehê kirin
13:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê di 2020'an de bi rêngê jinê têkoşîna xwe bidomînin
13:06 11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn
12:42 Fezlekeyên dawî yên 2019’an li Meclîsê ne
12:15 Berî serdana Emîne Erdogan, ewlekariyek zêde hat girtin
11:35 Hêviyên Waniyan ji sala nû
11:30 Hevserokên HDP'ê: Sala 2020'an dê bibe sala mezinkirina hêviyê
11:21 Bejahiya Şirnexê ji têketinan re hat qedexekirin
11:03 Yekitiya Ereban bi rojeva Lîbyayê dicive