Lîbya ji bo kê û çiqas girîng e?

  • rojane
  • 09:00 30 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -Welatê Lîbya ku di aliyê erdnîgarî û çavkaniyên enerjiyê de pir dewlemend e, di rojên dawî de çavê welatên cîhanê li ser wê ye. Piştî peymana di navbera Enqere û Trablusê de, Serokomar Erdogan jî armanc dike ku di 7'ê Çile de teskereyê derxe û eskeran bişîne Lîbyayê. Her welatek li ser Lîbya hesabeki dike. Hikûmeta AKP'ê jî tevî hemû nerazibûnan hesabekî dike. 

 
Di rojên ku aloziya li Libya zêde dibe de Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan piştî di 28'ê mijdarê de di navbera Enqere û hikûmeta Trablusê de 2 mutabakat îmze kirin, armanc dike ku di 7'ê Çile de teskereyê bişîne rojeva meclîsê û eskeran bişîne Libyayê. Daxwaza şandina eskeran a Lîbya ya Erdogan ji rewşa Lîbyayê zêdetir rewşa Tirkiye kir mijara niqayşan.  Di rojên dawî de piştî şerê navxweyî yê Libyayê zêde bû, her kes dixwaze li ser Lîbya planên xwe têxe meriyetê. Dixwazin pariyekî ji Lîbyayê qut bikin. Tirkiye jî ketiye nava hesaban û dixwaze eskerên xwe bişîne Lîbya. Erdogan dixwaze di 7'ê Çile de teskereyê di meclîsê re derbas bike û eskeran bişîne Libya. Piştî di 27'ê mijadarê de di navbera hikûmeta Enqere û Trablusê de 2 mutabakat hatin îmzekirin, Erdogan zend û benda xwe badide ku eskeran bişîne. Her çend bertek zêde ne jî Erdogan di vê yeka xwe de israr dike. Li gorî peymanê Wezîrê Karên Hundir ê Hikûmeta Mutabakata Neteweyî ya Lîbyayê Fathi Başaga diyar kir ku ger li Trablusê şer zêde bibe dikarin eskeran ji Tirkiyeyê bixwazin. Li ser ve yekê niqaşên nû zêde bûn. Bi vê mutabakatê Tirkiye dê li Trablusê li gel Hikûmeta Mutabakata Neteweyî (UMH), li dijî Hêzên General Xalife Hafter ku navenda wê li Tobrukê ye cih bigire û ji bo parastina UMH'ê dê eskeran bişîne. 
 
Berdevkê parlamentoya Lîbyayê Abdullah Belîheq got "Heke dewleta Tirk destwerdana leşkerî li Lîbyayê bike, dê bersivdan tund be û dê ev destwerdan bibe mêtingeriyeke nû ji Lîbyayê re ye."
 
Li aliyekî din jî serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daxwaz kir ku destwerdana leşkerî li Lîbyayê pêk neyne ku ev pêngav dê bi xwe re gurkirina şerê leşkerî li herêmê bîne.
 
TAYBETIYA LÎBYA ÇIYE? 
 
Lîbya, li gel aliyê stratejîk, bi çavkaniyên bin erdê jî welatekî pir pir li pêş e.  Lîbya ku di navenda erdnîgariya Afrikaya Bakur de cih digire,  nave xwe ji peyve Lebû, ya îro wekî "Berberî" tê nasîn û niştecihê herêma Misiriyên Antîk in digire.  Lîbya hem ji ber ku erdnîgariya rêboriya ji Rojhilat ber bi Rojava ye, hem jî ji ber li tenişta Derya Akdenîzê cih digire, malovaniya şaristaniyên herî kevn a cîhanê kiriye. Erdnîgariya Lîbyayê heta niha di bin mêtîngeriya Fenike, Kartaca, Împaratoriya Îskenderê Mezin, Roma, Bizans û herî dawî di bin mêtîngeriya Osmaniyan de maye. Lîbya herî dawî ji aliyê Îtalyayê ve di sala 1911’an de hat dagirkirin. Gelê herî qedîm ê Libyayê, carekê di salên 1800’an de, du caran jî di serdema Osmaniyan de serî hilda. Du caran jî bi Şerê Mezin ê Berberiyan serî hilda. Di serê sedsala 20’emîn de jî li dijî mêtîngeriya Îtalyayan li ber xwe da. Yek ji pêşengê van berxwedanan Omer Muhtar, ji aliyê rêveberiya mêtînger ve di sala 1931’an de hat darvekirin. Dewleta Lîbyayê, di sala 1951'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn û serxwebûna xwe îlan kir. Di sala 1969'an de di pêşengiya Muammer Qaddafî de di bin navê koma ‘Tevgera Subayên Hur" de darbe pêk anî. Qaddafî heta sala 2011'an 42 salan Rêberê Libyayê kir. Li nava welat bi piştgirî û mudaxaleya NATO re Qeddafî têk çû. Piştî têkçûna Qeddafî hilweşîna rejimê dest pê kir. Îro di navbera hêzên cuda de şerê vekâletê didome. 
 
Ji van koman yên derketin pêş wiha ne; 
Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ya girêdayî General Halife Hafter ê Navenda wê Tobruk e. Hêzên Hikûmeta Mutabakat a Neteweyî (UMH) yên girêdayî Fayiz Serrac ên Navendaw ê Trablus e. Hêzên Navenda wan Misrata yên piştî Qeddafî têk çû û bûn xwedî para herî mezin. Hêzên navenda wan Zintan ên nêzî sînorê Tunus û li Rojavayê welat in. Lîbya, di sala 2014'an de piştî hilbijartinê di aliyê siyasî de bû du perçe. Şerê Îqtîdarê di navbera du hêzan de û di navbera hêzên navneteweyî yên piştgiriyê dide wan de didomin. 
Evana: 
 
Meclîsa Nûneran a li Tabrûkê ye ku ji sedî 70'ê yê axa welat di kontrola xwe de digire ye. Rêberiya wê General Halife Hafter dike. Hikûmeta Mutabakat a Navendî (UMH), navenda wê li Paytext Trablusê ye. Paytext Trablus a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat nasîn jî di navde, Serokê UMH'ê yê ji sedî 30’ê axa welat di destê xwe de dihêle Fayiz Es-Serrac e..
 
LI LÎBYA REWŞA ŞER 
 
Piştî sala 2014'an li Libyayê hêzên Hafter gav bi gav welat xist kontrola xwe. Hêzên Hafter ku ji sedî 70’ê yê welat xist kontrola xwe, li dijî hêza Es-Serrac pêvşe diçe. Hêzên Hafter û Hêzên Es-Serrac herî kêm li 8 eniyan şer dikin. 
Li herêma Ayn Zara, Halletul Fercan, Kasr bîn Gaşir, Vadî er-Rabî, El-Matar el-Kadîm, Es-Sevani, Trablus û El-Aziziyeyê, di navbera hêzên Hafter û Serracê de şer didome. Hêzên di fermandariya General Xalife Hafter de, di rojên borî de di serî de li Trablusê operasyon da destpêkirin. Li gorî agahiyên dawî hêzên Hafter rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Trablusê  bi dest xistine. 
 
AKTORÊN SIYASÎ YÊN LÎBYA
 
General Xalife Hafter ku yek ji fermandarê Artêşa Lîbyayê yê berê bû, di sala 1969'an de pişti îqtîdar hat bi destxistin li gel Qeddafî cih girtibû. Piştî li Çad'ê hêzên Libya têk çûn, Hafter hat girtin û çû Amerikayê. Hêzî 20 salan li Amarîkayê ma. General Hafter, di sala 2011'an de dema NATO ji bo Qaddafî têk bibe mudaxale kir, dîsa vegeriya Libyayê. Hafter diyar dike ku ji bo ewlehiya welat ji nûve ava bike û dixwaze li dijî komên çekdar û "teroristan" şer bike. Serokwezîr Fayiz Serrac ku peyvirdarê cemaweriyê ya axa wê ya eskerî tune ye, li Trablusê Serokatiya Hikûmeta Mutabata Neteweyi dike. Es-Serrac ku heri zêde dewleta tirk piştgiriya wî dike, ji aliyê gelê herêmê ve wekî kesê hêzên navneteweyî ve hatiye peyvirdarkirin tê nasîn û pênasekirin. 
 
KÎ PIŞTGIRIYA KÊ DIKE? 
 
Di serî de Misir, Amîriyên Yekbûyî yên Ereb (BAE), Erebîstana  Siûdî, Fransa û Rusya piştgiriyê didin Hêzên Hafter. Es Serrac ê ku Neteweyên Yekbkûyî (NY) wî wekî "Hikûmeta rewa" nas dike jî di serî de Tirkiye, Katar, DYA, Îngiltere, Îtalya û welatên din piştgiriyê dide wî. Rewşa Libya, li ser rewşa berberiya li axa Sûriye diyar dibe û tê guhertin. Tirkiye û Rusya li eniya hemberê cihê xwe digire. Tirkiye û DYA li heman aliyê tê xuyakirin. Li Suriyeye jî Fransa ku alîgirê DYA tê xuyakirin, li aliyê din cihê xwe digire. Lê berberiya li vir ne wekî berberiya li Sûriyeyê mezin û tûj e. Parek Hêzên ku piştgiriyê dide UMH yên NY li pişta wan e, li dijî Hafter ne vala ne. Li gorî pêşketinên li Libyayê, ger ku sibê DYA piştgiriyê bide Hafter mirov matmayî namîne. Mutefîkên DYA'yên herêmî Misir, BAE û Erebîstana Siûdî ku piştgiriyê dide Hafter, vê îhtîmalê bêtir xurt dike. Hêzên emperyalîst û paşverûyên herêmê, bi mudaxaleya ku NATO piştgiriyê dideyê, rê li pêş hilweşîna rejîma Qaddafî vekir û welat bêtir xist nava kaosê. Ev hêz niha li welat têkoşîna serdestiyê dikin. 
 
ÇIMA LÎBYA? 
 
Libya, di aliyê dîrokî de yek ji welatê ku di mijara hevsengiya siyasî de, di nava Welatên Afrîqaya Bakur de rolek bi bandor daye ser xwe ye. Lewra Lîbya ji ber ku di Derya Sipî de welatê sînor e, xwediyê rezerveyên petrolê yên dewlemend in û nêzî welatê ewropayê ye, bûye sedem ku hêzên navneteweyî ev der kiriye textê satrancê. 
 
Vaye sedemên ku Libya kiriye sedemên girîn: 
 
Çavkaniyên Enerjiyê: Li Libya û Cezayirê di astek pir girîng de çavkaniyên petrol û xaza xwezayî heye. Ji ber vê yekê li Herêma Bakurê Afrikayê, ev herdu welat demek dirêj e ji bo kontrolkirinê bûye armanca welatên Rojava. 
Ji ber vê yekê hêzên ku dixwaze di ser Afrikayê re serdestiyê bi dest bixe ewil mudaxaleyî vir dikin. 
Têkiliya olî û nijadî: Li herêmê têkiliyên olî û nijadî ji Sudanê dest pê dike. Di ser Libya û Tunusê re derbas dibin û xwe digîne herêma Fasê. 
Hatina Petrolê: Li Libyayê rezerveyek bi qîmet a petrolê heye. Ev ji bo mudaxaleya hêzên derve dibe sedemek girîng. 
Karkerên Afrikayî. Her sal li gel milyonek Misirî û milyonek Tunusî, girseyek mezin karker ji Çad û Sudanê tên ji bo xebate tên Libyayê. 
Çavkaniya sereke ya xaza xwezayî diçe Îtalyayê: Li Libyayeyê yek ji çavkaniyên girîng ên enerjiyê çavkaniya Xaza Xwezayî ye. Xeta girîng a Xaza Xwezayî diçe Îtalyayê, ji vir tê pêşwazîkirin. 
Rêgeha koçberan e: Di nava Welatên Afrikaya Bakur de  welatê herî nêzîk ê Ewropayê Libya ye. 
Li Rojhilatê Grava Ereb, li rojhilatê Misir û Sudanê ye, li Rojavayê Tunus, Cezayir, Fas û Moritanyayê ye. Libya di navbera Rojhilat û Rojava de wekî pirekê ye. 
 
Başe e; ev polîtîkayên mudaxaleyê û hilweşînê ji bo gelê Libyayê dê encamek çawa bi xwe re bîne? 
 
Ji sala 2011’an heta niha welatê ku nifûsa wê 6 milyon bû, nêzî 500 hezar mirov bûn penaber. Çavkaniya herî bi qîmet a welat hilberîna petrolê ji 1,6 milyon bermîlan (Varil) daket 400 hezar bermîlan. Hatina mîllî ya serê şexs ji 12.120 dolaran daket 5.193 dolaran. Îro li welat 2,5 milyon mirov pêdiviya wan bi xizmeta tenduristiyê heye. 400 hezar kes jî pêdiviya wan bi alîkariya zexîre heye. Piştî Qaddafî hat hilweşandin rewşa kaosê dest pê kir. Bi sedan komên çekdar derketin holê. Bi hezaran mirov hatin kuştin. Dîsa girêdayî vê rewşa kaotik û şer bi hezaran mirovên xwestin biçin Ewropayê di Derya Spî de xeniqîn. Li Libyayê nêzî 8 salin rewşa kaosê didome. Di encama vê krîz û kaosê de mirin, talankirin, wêrankirin, xizanî û birçîbûnê pêş ket. 
 
MA - Hêvî Hesen 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/01/2020
09:12 Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î: Armanca wan sergirtina nelirêtiyan e
09:12 Nerazîbûna gelê Amedê ya ji bo Partiya Vatanê
09:12 Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir
09:11 Şanoya Mencelê dê vê mehê bi 4 lîstikan xwe bigihîne şanohezan
09:10 Qeyûmê Cizîrê qanûna şaredariyê bin pê dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2020'AN
03/01/2020
22:21 Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn
16:47 Ji Tirkiyê daxuyaniya ewil: Em bi fikar in
16:19 Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke
16:11 Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye
16:06 TTB: Bila Wezareta Tenduristiyê daneyên xwe aşkere bike
15:17 Baroya Amedê xwest demokrasî û azadî were welat
15:10 Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir
15:09 ‘Divê maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin’
14:36 Pisporan kuştina Silêmanî nirxand: Amerîka peyamek zelal a şer da Îranê
14:36 Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir
13:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê amadekariya civîna li Enqerê kir
13:23 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:23 Olûç: DYA'yê li dijî Îranê dest bi şerê germ kir
13:16 Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan
13:05 Tê gotin li gel Silêmanî 10 kesên din jî hatine kuştin
13:00 Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Agirî kongreyên xwe pêk tînin
12:40 Bavê ku destdiriyê keça xwe ya astengdar kir hat girtin
12:18 Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kî ne?
11:34 Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî
11:13 Li Bismilê 56 kes ji selefxûriyê hatin binçavkirin
10:44 Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê
10:28 ‘Tirkiye êdî giştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal’
09:58 ‘Min du darbest hilgirtin, du gor kolandin, lê her du jî ne kurê min bûn'
09:57 'Bi darê zorê lêgerîn kirine û avêtine hucreyê’
09:33 Zaroka astengdar di encama tecawîzê de ducanî bû
09:26 Li 10 bajaran derbarê qeyûman de lêkolînek kir: Tercîha hilbijêran neguheriye
09:20 Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye
09:20 2 sal in biryara veşarî ya li ser dosyeya teksîvan Zafer Ceyhan nehatiye rakirin
09:19 Mitbexa malê kir atolyeya wêneyan
09:18 Ji ber nelihevkirina hîsedaran hindik maye xana dîrokî hilweşe
09:16 Bi sedan nexweş di dorê de ne
09:15 Li Moda Sahneyê konsera 'LaWje'yên Evîniyê'
09:14 Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin
09:13 Behsa keçên xwe kirin: Sêvê, Fatma û Pakîze jiyan bi xwe bûn
09:12 Derbarê zilamê ku xebatkara tekstîlê taciz kir de îdianame hat amadekirin
09:11 Rênas Jiyan: Gava em bi zimanê xwe bawer bin wê li pêş bikeve
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:32 Di êrişa Amerîkayê de Qasim Sileymanî hat kuştin
02/01/2020
15:44 Parêzerên Ocalan di sala 2020’an de serlêdana ewil kirin
15:38 Jina 71 salî ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest da
15:31 Notirvanê înşatê di qûlûbeya xwe de mirî hat dîtin
15:13 Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da
15:01 'Em ê serîhildana xwe bidomînin'
14:35 Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê
13:32 Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin
13:14 Partiya Îyî dibêje 'Na' û Saadet jî dibêje 'Erê'
13:14 Li Kobanê gel carek din kevir avêtin dewriya hevbeş
13:13 Leşkeran li Licê bi ser gundekê de girt
12:33 5 mîlyon kes wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin
11:29 Hêjmara nû ya Newaya Jin derket
09:01 Ne gor in, 'gorên komî' ne: Ji mirovekî tenê perçeyek maye
09:01 Rojnamevan Akdenîz: Wê encamên maceraya Lîbyayê giran bin
09:01 Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!
09:01 Bavê girtî: Gardiyan û eskeran kurê min tazî kirin û bi daran lê xistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:39 Li Îranê erdheja hêza wê 5.8 pêl pêk hat
01/01/2020
18:38 Li Tirkiyeyê di 7 salan de 419 zarokên karker mirin
18:27 Dayika Eren Keskîn hat definkirin
16:13 Diyarname.com: Di sala 2019'an de 252 pirtûkên kurdî hatine weşandin
15:04 Dayika Eren Keskîn çû ser dilovaniya xwe
14:01 Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man
12:42 Zarokê 13 salî mirî hat dîtin
12:08 Fregmana belgefîlma Heskifê Sîya Avê weşandin
12:02 Meclis ji bo tezkereya Lîbyayê dicive
11:25 Li Elkê mînîbusa rêwiyan qulipî: 4 kes birîndar bûn
11:15 Hemo: Divê partî dest ji perjewendiyên malbatî û êlîtiyê berdin
11:04 Ezam: Lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga avaker
11:03 Ozbûdûn: AKP di nava neo-faşîzmê de cih digire
10:15 Li Enqerê agir bi avahiyek ket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da
09:46 3 girtî ligel rapora ATK'ê nayên berdan
09:16 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê'
09:07 Îfadeyên 'şahidên' di îdianameya hevşaredaran de ên heman kesî ne
09:07 Jê xwestin di nav dîmenên jê hatine birin de kiryaran teşhîs bike
09:06 Ji bo 'darizandineke adil' 192 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Kesê dest û piyên wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?
09:05 Ji hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê hat kirin re dawetname şandin
09:04 Ji ber 'Parvekirina twitterê' doz li Rojnameger Erol vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2020'AN
31/12/2019
17:01 Di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin
16:25 Mamosteya bi KHK’ê hat deqkirin pereyê xwe stend
16:08 TJA’yê bertek nîşanî çapemeniya ku aktîvîstên wan hedef nîşan de, da
15:12 Belavokên kongreya HDP'ê qedexe kir
14:43 Zilamê ku êrîşa zayendî kir nehat girtin
14:10 MEBYA-DER: 463 cenaze li gorên bêkesan hatine definkirine
14:09 Balyozxaneya DYA’yê ya Iraqê dorpêç kirin
14:05 Parêzerên karsaz Kavala îtîrazî biryara dadgehê kirin
13:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê di 2020'an de bi rêngê jinê têkoşîna xwe bidomînin
13:06 11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn
12:42 Fezlekeyên dawî yên 2019’an li Meclîsê ne
12:15 Berî serdana Emîne Erdogan, ewlekariyek zêde hat girtin
11:35 Hêviyên Waniyan ji sala nû
11:30 Hevserokên HDP'ê: Sala 2020'an dê bibe sala mezinkirina hêviyê
11:21 Bejahiya Şirnexê ji têketinan re hat qedexekirin
11:03 Yekitiya Ereban bi rojeva Lîbyayê dicive