Temelli: Çi karê we li Lîbyayê heye?

img
ÊLIH - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di kongreya HDP'ê ya Êlihê de axivî û berê rexneyan da Serokomar Erdogan. Temellî polîtîkayên AKP'ê rexne kir û got: "Em ê ji tesrereya Lîbyarê re bêjin na. Çi karê te heye tu eskeran bişîne Libyayê. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin hilberîna nan û pêşerojê pêş bixin." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê 3'emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. HDP'ê bi dirûşmeya "Em xwe bi rêxistin dikin û azad dibin" kongre pêk anî û li salonê dowîzên "Hûn nikarin Roboskî bidin ji bîr kirin û bincil bikin", "Jin Jiyan Azadî", "Em dest ji jiyana xwe û mafê xwe bernadin", "Jinên ciwan li dijî faşîzmê serî hildide" vekirin. Parlamenterên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz  û Mehmet Demir, Nûnerên Partiya Azadî Îhsan Direk, Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-T'ê Ertan Recebanli û gelek nûnerên rêxistin û partiyên siyasî amade bûn. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî ewil 34 kesên 8 sal berê li Roboskî hatin kuştin bibîr anî û berê rexneyan da Îqtîdara AKP-MHP'ê û polîtîkayên wan ên şer. Sûc maşîneyên sirxî û kîrpî kolan dagir kirine. Sûc li holê ye. Polîtîkayên ewlehiyê dibin sedema canê mirovan. 
 
Temellî, anî ziman ku maşîna zirxî li Amedê li Cîhan Can xist û kuşt û wiha got: "Li Tirkiye êdî sûc asayî bûye. Duh me me ciwanekî xwe li Amedê winda kir. Me Cîhan Can winda kir. Dozger ji sedî 50 qisûra ajokar û ji sedî 50 qisûra rêwî nîşan dide. Lê li holê qusûr tune. Li holê sûc heye. " 
 
DÎROKA 12 HEZAR SAL DIKIN QURBANA 50 SALAN
 
Temellî, polîtîkayên AKP'ê yên li Heskifê jî rexne kir û got: “Dîroka mirovahiyêya 12  hezar salî dikin qurbana bendava temenê wê 50 salî. Bê şerm bi vê yekê şovê dikin. Divê em bêtir li Heskifê xwedî derkevin. Dem dema ku em xwe ji Îqtîdarê rizgar bikin e. 
 
Temellî, bal kişand ser polîtikayên qeyûm jî û got: "Polîtîkayên qeyûm her tiştî tune dikin. Ez ji vir Selçûk Mizrak silav dikim. Hemû delîl li holê ne û tu sûc li holê tune ye. Lê hevşaredarên me girtî ne. Ev îqtîdar li hemberî xwe raqîban naxwaze. Mînaka Serêkaniyê li ber çavan e. Li vir Destûra Bingehîn bê tesîr bûye. 
 
'EM LI HER DERÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVIN'
 
Temellî, bal kişand ser tecrîdê û got: "Bêhiqûqiya li ser gelê Tirkiyeyê bi tecrîdê didome. Pênç salin li şûna rewşa demokratîk û aştiyê tecrîda mutlaq pêş dixin. Bi tecrîda mudlaq OHAL pêş xistin û niha OHAL didome. Bi tecdîdkirina Birêz Ocalan, vê rewşa îqtîdarê rewa dike û li her derê belav dike. Ji bo em dawî li vê yekê bînin divê em bêtir têbikoşin. Divê em bêtir hiqûq û demokrasiyê biparêzin. 
 
ŞERÊ LI SÛRIYE TÊR NAKE NIHA JÎ TESKEREYA LIBYA DERDIXE 
 
Temellî, anî ziman ku Erdogan di polîtîkayên şer de israr dike û bêtir welat dixe nava kaosê û wiha got: "Divê polîtîka ya aştiyê be. Hem li hundir hem li derve divê polîtîkaya aştiyê be. Rojekê li deriyê Trump e, rojekê li deriyê Lîbya ye, rojekê li deriyê welatekî din dixe. Di polîtîkayên şer de israr dike. Ji ber ku bi bazirganên çekan re peyman kirine. Bêtir şer bêtir çek. Sûriye ne bes e, niha teskereya Lîbya tîne rojevê. Em ê bêjin na. Em dixwazin nan û pêşerojê hilberînin. Em naxwazin guleyan hilberînin. 
 
Piştî axaftina Temellî hilbijartin pêk hat. 
 
 

Sernavên din

04/01/2020
09:12 Endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î: Armanca wan sergirtina nelirêtiyan e
09:12 Nerazîbûna gelê Amedê ya ji bo Partiya Vatanê
09:12 Dosyeya dozê 'winda' ye, lê dadgehê serlêdana wî red kir
09:11 Şanoya Mencelê dê vê mehê bi 4 lîstikan xwe bigihîne şanohezan
09:10 Qeyûmê Cizîrê qanûna şaredariyê bin pê dike
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2020'AN
03/01/2020
22:21 Wê DYA 3 hezar û 500 eskerî bişîne Rojhilata Navîn
16:47 Ji Tirkiyê daxuyaniya ewil: Em bi fikar in
16:19 Sefîrê Îranê yê Enqereyê: Wê kêfa Trump û Pompeo dirêj dom neke
16:11 Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye
16:06 TTB: Bila Wezareta Tenduristiyê daneyên xwe aşkere bike
15:17 Baroya Amedê xwest demokrasî û azadî were welat
15:10 Serokkomarê Iraqê Salih kuştina Silêmanî şermezar kir
15:09 ‘Divê maşîneyên zirxî yên li nava bajêr bên qedexekirin’
14:36 Pisporan kuştina Silêmanî nirxand: Amerîka peyamek zelal a şer da Îranê
14:36 Îsmaîl Qaanî li şûna Qasim Silêmanî hat wezîfedar kir
13:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê li Dîlokê amadekariya civîna li Enqerê kir
13:23 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:23 Olûç: DYA'yê li dijî Îranê dest bi şerê germ kir
13:16 Rûsya, Sûriyê û Çîn têkildarî kuştina Silêmanî daxuyanî dan
13:05 Tê gotin li gel Silêmanî 10 kesên din jî hatine kuştin
13:00 Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn û Agirî kongreyên xwe pêk tînin
12:40 Bavê ku destdiriyê keça xwe ya astengdar kir hat girtin
12:18 Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kî ne?
11:34 Ji Îranê peyamên tolhildana Suyleymanî
11:13 Li Bismilê 56 kes ji selefxûriyê hatin binçavkirin
10:44 Kuştina Qasim Silêmanî dabeşiyê xist nav Kongreya Amerîkayê
10:28 ‘Tirkiye êdî giştiye dawiya polîtîkayên aborî yên neo-lîberal’
09:58 ‘Min du darbest hilgirtin, du gor kolandin, lê her du jî ne kurê min bûn'
09:57 'Bi darê zorê lêgerîn kirine û avêtine hucreyê’
09:33 Zaroka astengdar di encama tecawîzê de ducanî bû
09:26 Li 10 bajaran derbarê qeyûman de lêkolînek kir: Tercîha hilbijêran neguheriye
09:20 Li Tirkiyeyê 36 ziman hene, lê tenê Tirkî fermî ye
09:20 2 sal in biryara veşarî ya li ser dosyeya teksîvan Zafer Ceyhan nehatiye rakirin
09:19 Mitbexa malê kir atolyeya wêneyan
09:18 Ji ber nelihevkirina hîsedaran hindik maye xana dîrokî hilweşe
09:16 Bi sedan nexweş di dorê de ne
09:15 Li Moda Sahneyê konsera 'LaWje'yên Evîniyê'
09:14 Esnafên bazarê: Em berî kêçan didin
09:13 Behsa keçên xwe kirin: Sêvê, Fatma û Pakîze jiyan bi xwe bûn
09:12 Derbarê zilamê ku xebatkara tekstîlê taciz kir de îdianame hat amadekirin
09:11 Rênas Jiyan: Gava em bi zimanê xwe bawer bin wê li pêş bikeve
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:32 Di êrişa Amerîkayê de Qasim Sileymanî hat kuştin
02/01/2020
15:44 Parêzerên Ocalan di sala 2020’an de serlêdana ewil kirin
15:38 Jina 71 salî ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest da
15:31 Notirvanê înşatê di qûlûbeya xwe de mirî hat dîtin
15:13 Dayika Aştiyê Naciye Îke jiyana xwe ji dest da
15:01 'Em ê serîhildana xwe bidomînin'
14:35 Parlamenterê SP'ê Îslam: Ez deng nedim tezkereya Lîbyayê
13:32 Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin
13:14 Partiya Îyî dibêje 'Na' û Saadet jî dibêje 'Erê'
13:14 Li Kobanê gel carek din kevir avêtin dewriya hevbeş
13:13 Leşkeran li Licê bi ser gundekê de girt
12:33 5 mîlyon kes wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin
11:29 Hêjmara nû ya Newaya Jin derket
09:01 Ne gor in, 'gorên komî' ne: Ji mirovekî tenê perçeyek maye
09:01 Rojnamevan Akdenîz: Wê encamên maceraya Lîbyayê giran bin
09:01 Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!
09:01 Bavê girtî: Gardiyan û eskeran kurê min tazî kirin û bi daran lê xistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2020'AN
08:39 Li Îranê erdheja hêza wê 5.8 pêl pêk hat
01/01/2020
18:38 Li Tirkiyeyê di 7 salan de 419 zarokên karker mirin
18:27 Dayika Eren Keskîn hat definkirin
16:13 Diyarname.com: Di sala 2019'an de 252 pirtûkên kurdî hatine weşandin
15:04 Dayika Eren Keskîn çû ser dilovaniya xwe
14:01 Roja destpêkê ya salê 115 karker bê kar man
12:42 Zarokê 13 salî mirî hat dîtin
12:08 Fregmana belgefîlma Heskifê Sîya Avê weşandin
12:02 Meclis ji bo tezkereya Lîbyayê dicive
11:25 Li Elkê mînîbusa rêwiyan qulipî: 4 kes birîndar bûn
11:15 Hemo: Divê partî dest ji perjewendiyên malbatî û êlîtiyê berdin
11:04 Ezam: Lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga avaker
11:03 Ozbûdûn: AKP di nava neo-faşîzmê de cih digire
10:15 Li Enqerê agir bi avahiyek ket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da
09:46 3 girtî ligel rapora ATK'ê nayên berdan
09:16 ‘Ji bo yekîtiya neteweyî berî her tiştî parastina çand û ziman divê'
09:07 Îfadeyên 'şahidên' di îdianameya hevşaredaran de ên heman kesî ne
09:07 Jê xwestin di nav dîmenên jê hatine birin de kiryaran teşhîs bike
09:06 Ji bo 'darizandineke adil' 192 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Kesê dest û piyên wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?
09:05 Ji hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê hat kirin re dawetname şandin
09:04 Ji ber 'Parvekirina twitterê' doz li Rojnameger Erol vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2020'AN
31/12/2019
17:01 Di sala 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin
16:25 Mamosteya bi KHK’ê hat deqkirin pereyê xwe stend
16:08 TJA’yê bertek nîşanî çapemeniya ku aktîvîstên wan hedef nîşan de, da
15:12 Belavokên kongreya HDP'ê qedexe kir
14:43 Zilamê ku êrîşa zayendî kir nehat girtin
14:10 MEBYA-DER: 463 cenaze li gorên bêkesan hatine definkirine
14:09 Balyozxaneya DYA’yê ya Iraqê dorpêç kirin
14:05 Parêzerên karsaz Kavala îtîrazî biryara dadgehê kirin
13:08 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê di 2020'an de bi rêngê jinê têkoşîna xwe bidomînin
13:06 11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn
12:42 Fezlekeyên dawî yên 2019’an li Meclîsê ne
12:15 Berî serdana Emîne Erdogan, ewlekariyek zêde hat girtin
11:35 Hêviyên Waniyan ji sala nû
11:30 Hevserokên HDP'ê: Sala 2020'an dê bibe sala mezinkirina hêviyê
11:21 Bejahiya Şirnexê ji têketinan re hat qedexekirin
11:03 Yekitiya Ereban bi rojeva Lîbyayê dicive