Maşîneyên zirxî di 10 salên dawî de bûn sedemê mirina 37 kesan

  • rojane
  • 12:26 28 Kanûn 2019
  • |
img

AMED – Li Amedê herî dawî duh êvarê otobusa polîsan li endeyzarê înşaetê Cîhan Can hat qelibandin û jiyana xwe ji dest da. Bi kuştina Can re li bajarên herêmê di encama maşîneyên polîs û eskeran ku li welatiyan hatine qelibandin di nava 10 salên dawî de hejmara van kesan derketiye 37 kesan. Lêpirsîn û peyketinên têkildarî van mirinan bi piranî bi “bêcezamayînê” re encam dan. 

 
Li ber rêxistina HDP’ê ya Amedê duh êvarê polîsên çevîk otobus li endezyarê înşaetê Cîhan Can ê 33 salî qeliband û jiyana xwe ji dest da. Mirinên ji ber maşîneyên zirxî rû didin bi vê bûyera dawî ya Can re carek din hat rojevê. Li gorî “Rapora Lêkolînên Binpêkirina Mafên Mirovan ên di Encama Qezayên Qelibandina Maşîneyên Zirxî de li Herêma Rojhilat û Rojavabaşûrê Anatoliyê” di 10 salên dawî de herî kêm 63 bûyerên qelibandina maşîneyên zirxî rû dane. 
 
Di encama van maşîneyên zirxî ku li însanan tên qelibandin 16 jê zarok 6 jê jin bi giştî 36 welatî jiyana xwe ji dest dan û 85 welatî jî birîndar bûne. 
 
Di encama van qelibandinên maşîneyên zirxî ku zarok û mezinan jiyana xwe ji dest dane derbarê polîs û eskeran de lêpirsîn hatin destpêkirin, doz hatin vekirin, lê ev doz û peyketin ya bi biryara dozvenekirinê yan jî bi cezayên pir kêm hatin girtin. 
 
Bûyerên bi qelibandina maşîneyên zirxî yên polîs û eskeran encam dane hin ji wan wiha ne: 
 
ZAROKÊ 5 SALÎ BI QISÛR HAT DÎTIN 
 
- Li navçeya Rezanê ya Amedê di 6’ê Hezîrana 2018’an maşîneya TOMA li Mehmet Tektekîn (65) hat qelibandin û jiyana xwe ji dest da. Piştî 15 mehan di 11’ê îlona 2019’an de li heman kolanê maşîneya zirxî ya polîsan li neviyê Tektekîn, Efe Tektekîn ê 5 salî qelibî û bû sedemê mirina wî. Li gorî angaştnameya bûyera zarokê 5 salî bi qisûr hat dîtin û polîs Î.A. jî nebiqûsir hat dîtin.
  
POLÎS LÊ QELIBAND Û REVIYA 
 
- Li navçeya Silopya ya Şirenxê di 9’ê Cotmehê de maşîneya zirxî ya polîsan li Hamza Ogdemê 7 salî qelibî û lingê wî yê rastê şikest. Polîsê maşîne li Ogdem qeliband reviya û heta niha nehatiye dîtin.
  
BIRYARA DOZVENEKIRINÊ DAN KUŞTINA 5 KESAN 
 
- Di hezîrana 2017’an de li ser rêya Licê ya Amedê maşîneya zirxî li erebeyê hat qelibandin û Fîkrî Demîrbaş (53) û dayika wî Zeynep Demîrbaş (76), Mahmut Oner (74), Mevlut Dagtaş (64) û Abdulhamît Dagtaş (63) jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsîn hat destpêkirin û ajokarê texsiyê Fîkrî Demîrbaş bi qisûr hat dîtin û lêpirsîn bi “biryara dozvenekirinê” bi encam bû. 
 
DELÎL HATIN TUNEKIRIN 
 
- Di 22’ê nîsana 2018’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê maşîneya zirxî ya polîsan li Suphiye Yakût (51) qelibandin û birîndar bû. Delîlên qelibandina maşîneyê ji holê hatin rakirin û delîlan tune kirin. 
 
2 ZAROK HATIN KUŞTIN LÊ 19 HEZAR TL CEZA BIRÎN 
 
- Di 3’ê gulana 2017’an de li navçeya Silopya Şirnexê panzêra polîsan li malê hat qelibandin û Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev jiyana xwe ji dest dan. Doz hat vekirin cezayê 2 sal û mehek ku ji ajokarê panzêrê O.Y. re dihat xwestin veguherandin cezayê 19 hezar lîre pere û biryara beratê jî ji bo amirê polîsan M.M. hat dayîn.
  
2 SAL Û 6 MEH CEZA DAN ESKERÊ PAKÎZEYÊ KKUŞT 
 
- Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Licê ya Amedê maşîneya zirxî ya eskeriyê bi navê “kîrpî” li Pakîze Hazar hat qelibandin û Hazar hat pelçiqandin. Derbarê bûyerê de doz hat vekirin û ajokerê maşîneyê çawişê pispor S.K. bi cezayê qasî 3 salan hat xelatkirin. 
 
BÊCEZAKIRIN HÊZ DIDE 
 
Parêzvanên mafên mirovan, parêzer û siyasetmedar dibêjin ji ber ku lêpirsîn û peyketinên derbarê van polîs û eskerên qezayan pêk tînin de bi piranî bêceza tên hiştin û ji ber vê yekê jî bêcezakirinê hêz dide polîs û eskeran û ev yek dibe sedema kuştina însanan. 
 
 
 

Sernavên din

31/12/2019
10:52 Serokê Şaredariya AKP’î dest bi çêkirina înşaeta qaçax kir
10:46 Şenoglu: Têkoşîna Ocalan a aştiyê çareseriya hemû qrîzan e
10:45 Wê SMO li Îdlibê li dijî arteşa Sûriyeyê şer bike!
10:40 KCD'ê sala 2020'an pîroz kir
10:30 Polîsê endezyar Cîhan Can pelçiqang hat berdan: Qey min got êzing e
10:13 Di sala 2019’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
09:29 Cîhangîr Îslam: Wê hejmara kesên ji AKP'ê vediqetin zêde bibe
09:26 Kal Gaxan ji nû ve tê pîrozkirin
09:21 Muzîkên ku guhdar kirine jî sûc hatine hesibandin!
09:20 Şaredarê ji ber tirsa qeyûm îstifa kir tabelaya kurdî daxist
09:19 Parlementer Ocalan: Polîtîkaya tecrîda li Îmraliyê tenê ne polîtîkaya Tirkiyeyê ye
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2019'AN
30/12/2019
19:22 Li Dîlokê 48 dever hatin qedexekirin
17:25 Soylu got 'Carek din dê navê PKK'ê neyê gotin' lê herî zêde Solyu navê PKK'ê bilav kir
16:27 Ji bo Dengbêjê Şirnexî dîwan danîn
15:41 Tosûn têkildarî qetilkirina Can pêşnûmepirs da Meclisê
15:37 Elok îsal nayên firotin
15:15 Girtiyê bi destûr derket mirovek birîndar kir
14:56 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîr û Elkê hatin bibîranîn
14:03 Malbatên Roboskî tên dadgehkirin: Ji miriyan jî tolê hildidin
13:10 Cezayê pere li bav û kurê ku pezkoviyan qetil kiribûn hat birîn
13:10 Jina ku hat angaştkirin întîxar kiriye jiyana xwe ji dest da
12:54 Li Rihayê kesek hat girtin
12:45 Zilamê ku keça wê tacîz kir girt
12:45 Mamosteya jin li mala xwe mirî hat dîtin
12:34 Li Dersimê rêya 139 gundan hat girtin
11:30 Selefiyên li Idlibê dişînin Libyayê
10:33 Hevşaredarên Sûrê sewqî Erziromê kirin
10:17 Li Çewlikê jineke ku hat angatşkirin întîxar kiriye rakirin nexweşxaneyê
10:06 Rojên Wêjeya Kurdî bi dawî bû
09:58 Li Amedê wesayîteke sergo qelibî: Kesek mir û kesk jî birîndar bû
09:54 Ozçelîk: Hişmendiya ziman tune be dê hişmendiya neteweyî jî lawaz be’
09:00 Malbat ji ‘tîmê îknayê' bêzar in
09:00 ‘Li ser girtiyên nexweş hiqûqa dijminantiyê pêş dixin'
09:00 Karabat: AKP dema diçe talan dike û diçe
09:00 Temellî: Tecrîd li ser aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk e
09:00 Lîbya ji bo kê û çiqas girîng e?
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2019'AN
29/12/2019
22:52 Kampanya "Ji Ocalan re azadî" hat destpêkirin
22:23 AYM’ê biryar da ku mafê Dîlan Kortak hatiye îhlalkirin
21:54 Eskeran karker bi zorê ji çadiran derxistin çadirê wan hilşandin
19:39 Jinan li Antalya qedexeya walî nas nekirin û dansa ‘Las Tesis’ pêşkêş kirin
18:30 Îtalya Tirkiye hişyar kir: Şandina eskeran a Lîbyayê ne çareserî ye
17:29 Fîlîz Kerestecîoglu: Bi mîlîtarîzmê tundiya li ser jinê zêde dibe
17:23 'Mirina Cihan Can ne qeza ye, cînayet e
16:13 Temelli: Çi karê we li Lîbyayê heye?
15:43 SOHR: 300 çekdarên girêdayî Tirkiye gihîştin Lîbyayê
14:06 YDG’ê konferansa 'afirandina nûbûniyê' li dar xist
13:43 Rêxistina HDP'ê konferansa Anatoliya Navîn pêk anî: Dem dema hêviyê ye
13:10 Li Bûrsayê 34 kesên li Roboskî hatin kuştin bi bîr anîn
13:04 Hevşaredarê Kopê yê girtî sewqî Mereşê kirin
12:46 Foza: Destkeftiya heri mezin a îsal avakirina Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
12:33 Rojnameya heftane ya Kurdî Xwebûn bi hêjmara nû derket
11:15 Hevşaredara Gimgimê ya girtî sewqî Osmaniyeyê kirin
10:45 Gundiyên ji ber ocaxa qûmê li ber xwe didin: Bi droneyan me dişopînin
10:31 Li Wanê destê 3 esnafan li piştn wan kelepçe kirin û binçav kirin
10:30 Ekolojîs: An Qanal an jî Stenbol
09:51 ‘Hestiyariya ji bo Kanal Îstanbul ji bo Heskifê nehat nîşandan
09:50 Ozkan: Şaşî û çewtiya li Sûriyeyê li Lîbyayê jî tê kirin
09:13 ÎHD: Ên îşkenceyê dikin tên parastin
09:13 ‘Butçeya aqilê mêr e, ji sedî 1 jî para jinê di vê butçeyê de tune ye'
09:12 Nameya wî piştî 9 mehan şandin
09:08 Piştî dinya sar bû eleqeya ji bo etaran jî zêde bû
09:04 Eleqeya ji bo sabûna zeytê ya Nîzîbê zêde dibe!
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2019'AN
28/12/2019
19:58 Di hefteyekê de 3 jin li Amedê hatin kuştin: Saziyên jinan bertek nîşan dan
17:20 Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyê kongreya xwe pêk anî
17:10 ‘Heta edalet neyê Roboskî edalet nayê Tirkiyeyê'
17:09 Buldan: Çûyîna AKP’ê di destê me de ye, em bi leztir bikin
16:50 Şêwekar Zehra Dogan komkujiya Roboskê bi wêneyan xêz kir
16:37 Şenoglû: Rêya derketinê meclîs in
16:09 'Kuştina bi maşîneyên zirxî bi zanebûn e'
16:00 Kilamên xwe diyarî Roboskî kirin
15:44 Xizmên windayan: Bila dewlet ji Roboskiyan lêborîn bixwaze
15:43 Albûma nû ya Sîmir Rûdan a bi navê ‘Kevî’ derket
15:24 Meclîsa Jinan a HDP'ê Konferansa xwe yên Herêma Çukurova û Anatoliya Navîn pêk anin
15:12 Xwestin girtiyê di mejiyê wî de perçeyê şarapnelê heye bê berdan
15:05 Roboskî nehat jibîrkirin: Teqez em ê ji berpirsan hesab bipirsin
14:46 ‘Kujerê birayê min Mehmet Agar e ’
14:37 34 qurbaniyên Roboskî hatin bibîranîn: Heta em cilên spî û rengîn li xwe bikin dê têkoşîna me dewam bike
13:26 Li Somalî êrîşa bombeyî: 61 kes mirin
13:13 Ji bo Keleha Wanê bila nifirê Menua qebûl bibin
13:05 Roboskî di salvegera 8’emîn de jî reş girêda
12:43 Polîsên trafîkê xwest belgeya qusûrê bi malbata Can bidin îmzekirin
12:26 Maşîneyên zirxî di 10 salên dawî de bûn sedemê mirina 37 kesan
12:14 Dozger serlêdana malbatan a Îmraliyê red kir
11:48 Aborînas Karatepe: Aboriya Tirkiye di sala 2019'an de têk çû
11:43 Bi xêzkirina wêne bêrîkirina dayika xwe dide nîşandan
10:55 Cenazeyê Cîhan Can ê otobusa polîsan ew kuşt hat veşartin
10:34 Hêviya mirovahiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aj dide
10:20 ‘Wisa bidome dê 20 sal şûnde zimanê Gurcuyan tune bibe'
09:30 Stenbolî: Pêdiviya me ne bi qenalê, bi kar û bar heye
09:29 Ne xwendekar ne jî beş hene, lê meaşê xwe digirin!
09:14 AYM'ê ji bo nelêkolînkirina şideta polîsan got, 'binpêkirina mafa' ne
09:12 'Mesele ne lehî ye, armanca wan me ji vira derxînin'
09:10 Nerazîbûnên ji bo meaşê kêm: Têkoşîn niha dest pê dike
09:08 'Lêçûn û fatûreyên DEDAŞ'ê pişta me şikand'
09:06 Reqor di dest turîzmê de ye, lê deramet tuneye: 6 meh in karker betal in
09:05 Çîroka kilama Momê
09:04 HDP'î tên şopandin