Dayikên Şemiyê: Em destûr nadin bi destê darazê lêgerîna me ya edaletê asteng bikin

  • rojane
  • 14:42 21 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya şemiyê ya îro de bal kişandin ser danişina doza JÎTEM'ê ya Kerboranê ku duşemê bê dîtin û anîn ziman ku dê destûr nedin bi destê darazê lêgerîna wan a edaletê asteng bikin. 

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 769’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dayikên şemiyê dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikên Şemiyê ku rastî astengiyên polîsan hatin dîsa çûn li kolana pêş avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan. Dayikan li ber avahiya ÎHD'ê tîşortên ku wêneyên windayan li ser heye li xwe kirin û qurnefil xistin destê xwe. Di çalakiya îro de aqûbeta kesên li Kerboranê hatin binçavkirin û windakirin pirsîn. Di navbera 29'ê Cotmeh û 8'ê mijdara 1995'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê tîmên taybet bi ser malan de girtibûn û Davut Altunkaynakê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedim Akyon ê 16 salî, Mehmet Emin Aslan ê 19 salî, Abdurrahman Olcay ê 20 salî, Abdurrahman Coşkun ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî binçav kiribûn revandibûn. Dayikan xwest faîlên wan bên darizandin û cezakirin. 
 
Vê hefteyê xwişka Hasan Ocak Maside Ocak daxuyanî xwend. Ocak anî ziman ku binçavkirin û windakirina mafên mirovan li dijî nirxên mirovahniyê ye û sûcê mirovahiyê yê navneteweyî ye. Ocak, da zanîn ku bi rêya hiqûqê destûr nade lêpirsîna vî sûcî bê kirin û dibin şahidê parastina sûc û wiha g got: "769  hefte ye em îtiraz dikin ku sûcê windakirina binçavan bê ceza dimîne. Di 23'ê Kanûnê de dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê danişîna doza JÎTEM'ê ya Kerboranê bê dîtin. Em dixwazin kesên ev sûc kirine li gorî haqaniyetê bên darizandin û cezakirin."  Li Navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di serdegirtina malan de, 4 jê zarok, 2 xwendekarên lîse, 2 jin di navde gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Kerboranê. Dayika Davut Hayat Altunkaynak, keça Suleyman Seyhan Fehime û keça Seyhan Dogan a 11 salî Haznî piştî hatin binçavkirin 3 rojan rastî îşkenceyê hatin û hatin berdan. Yên hatin binçavkirin û berdan diyar kirin ku rastî îşkenceya giran hatine." 
 
ÇAWÎŞÊ PISPOR HAT WINDAKIRIN
 
Ocak, da zanîn ku ji bo malbat nekevin şopa windayan rastî gefan hatin û wiha lê zêde kir: "Malbat rastî îşkenceyê hatin. Serlêdana sûc kirin. Lêpirsin bê encam ma. Di  6'ê Adara 1996'an de serê Suleyman Seyhan hat jêkirin û bedena Suleyman Seyhan a hatbû şewitandin, di bîrekê de hat dîtin. Şahidê buyerê Bilal Batirir ji aliyê tabûra Cendirmeyan a Kerboranê ve hat windakirin. Piştî ÎHD'ê di 29'ê Adara 2009'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê da, derket holê ku kesên hatine binçavkirin di bîrê de veşartine. Di lêkolînên navbera 2012-2013 û 2015'an de hestiyên kesên hatin windakirin hatin dîtin. Derket holê ku kesên hatine windakirin rastî îşkenceyê hatine. Der barê 18 kesên di navde Fermandarê Cendirmeyan Hurşit Îmren û Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire jî heye doz hat vekirin. " 
 
Ocak, da zanîn ku herî dawî danişîna dozê di 30'ê Îlonê de hatibû dîtin û wiha got: "Heyeta dadgehê heta niha ji bo bersûcan bibîne û darizîne tiştekî şên ber nekiriye. Wekî dozê JÎTEM'a Kerbarê yên berê niha jî bi destê darazê lêgerîn û hewldana me ya ji bo edaletê tê astengkirin. Em di serî de ji bo Davut Altunkaynak, Seyhan Dogan, Nedim Akyon, Mehmet Emin Aslan, Abdurrahman Olcay, Abdurrahman Coşkun, Suleyman Seyhan û hemû windayan edaletê dixwazin. Em ê lêgerîna edaletê berdewam bikin."
 
Birayê Davut Altunkaynak ê 4 sal piştî windakirinê ji dayik bû Davut Altunkaynak jî mafê axaftinê girt û got: “Dema ez ji dayik bûm, navê birayê min li min kirin. Ez bi navê birayê xwe serbilind im. Em destûr nadin ku ev doz bê encam bi dawî bibe. Ji bo faîl bên darizandin çi ji destê me bê emê bikin." 
 
Birayê Seyhan Dogan, Kadri Dogan jî wiha got: “Em 20 salan li Seyhan geriyan. Dayika min di sala 2000'an de di salvegera windakirina Seyhan de çû ser dilovaniya xwe. Dayika min beyî hestiyê Seyhan bibîne jiyana xwe ji dest da. Got dema we hestiyê wî têxin gora min. Me hestiyê Seyhan xist cem gora dayika min. Em edaletê dixwazin." 
 
JI BO MEREŞÊ EDALET 
 
Maside Ocak, jî anî ziman ku di  19-26'ê Kanûna 1978'an de komkujya Mereşê pêk hat. 41 sal derbas bû. Ev komkujî ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hat. Li Goristana Şeyh Adil  bi komî hatin definkirin. Em di 41'emîn salvegera komkujiya Mereşê de dîsa daxwaza edalet û heqîqedê dubare dikin." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/12/2019
15:45 Ji Amedê bang kirin: Mizrakli serbest berdin
14:55 Erdogan bi Johnson re Libyayê axivî
14:22 Dadgehê biryara dewama Kavala da
14:12 HDP'ê Yortuya Noelê û Cejna Yaldo pîroz kir
14:08 Zarokê gefên kuştinê lê hat xwarin û ew kirin sîxûr serboriya xwe vegot
13:52 Daneşîna girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê taloq bû
13:44 Temellî: Dema hilweşandina desthilatdariyê hatiye
13:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:20 Fîgen Yuksekdag: Daraz cezayê kujeran kêm dike û tolê ji siyasetmedaran digire
13:15 Cenazeyê penaberê ku li ser sînorê Îranê qefilîbû hat dîtin
13:06 Gergerlîoglû bersiv da Soylû: Bi sûcdarkirinê dixwaze xwe xelas bike
12:31 Li Çewlikê leşkeran bi ser mezrayekî de girt tundiyê li jinan kirin
11:49 Danişîna ewil a Selçûk Mizrakli sibê ye
11:42 Koçyîgît: Tecrîd hilberîna aqlê neçareserkirinê ye
11:01 Sibê dê Ferhenga Têgihên Hiqûqê bê danasîn
10:37 ‘Tu li ser fermana kê beşdarî çalakiyên HDP’ê bûyî’ ji Buluttekîn pirsî ne!
10:19 Sendîkayên Kedkaran: Sebebê qeyrana aborî şer e
10:02 Ji Bîrdal pêşniyara 'tifaqa demokrasiyê': Em li qadan bên gel hev
09:36 Ûzgel: Tirkiye, dixwaze xwe li Lîbyayê bigire
09:35 Neviyê Şêx Seîd: Çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bi kongreya neteweyî pêkan e
09:22 Nebûn yek, çûn yek bi yek
Li Tirkiyeyê komkujiya veşarî: Di 2019'an de 1606 karker bûn qurbana patronan
09:15 Kesên nû dizewicin jî amûrên kelepûr dikirin
09:14 Dadgehê got, 'kuştina qesdî ya mihtemel', lê bi tawanbariya 'kuştina qisûrdar' doz hat vekirin
09:14 Serokê Komeleya Şêx Seîd: Divê kurd bi yekîtiyê bersiva êrîşa bidin
09:14 'Wê xebatên me hêviyê xurtir bikin'
09:13 Behsa pêkanînên li Girtîgeha Rihayê kir
09:08 Benzîn û motorîn zem bû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2019'AN
23/12/2019
16:24 Siyasetmedaran dorpêç kirin û rojnamegeran jî bi mertalan asteng kirin
15:47 Ji ber vekirina pankartê 2 jin hatin binçavkirin
14:46 Xizma girtî binçav kirin
14:46 Hevşaredarên Sûrê hatin girtin
14:35 Li Licê qeyûm tayînî şûna 3 keyayan hatin kirin
14:15 Paylan: Wekilên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye
14:03 Derbarê Ferhat Tûnç lêpirsîn hat destpêkirin
13:44 Danişîna doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat taloqkirin
11:54 Mikaîl Aslan: Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye
11:46 Hevşaredarên Sûrê sewqî edliyê kirin
11:31 Levent: Li Îdlibê ji bo Tirkiyeyê cih teng dibe
11:14 Bernameya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî diyar bûn
10:48 Ahmet Kisa yê ker û lal ji bo dayika xwe girtî kampanya dide destpêkirin
10:45 Buldan: Di hedefa me de teslîmiyet tune, berxwedan heye
10:02 Gokkan: Jinên kurd dibêjin tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne
09:58 Dadgehê kuştina Bozderî yê 54 salî ku li mala xwe hat kuştin hiqûqî dît
09:02 Kaplan ê HDP’î: Qeyûm avakirina rejîma nû ye
09:02 Karkerê li kolanan xurdeyan ji çavan û krîzê bêzar e
09:02 Ji bo îşkencekar bên cezakirin 2 salin têdikoşe
09:02 ‘Sedema cinayetên jinan pergala patrîarkal e ku naxwaze îktîdar ji dest biçe'
09:02 Destê siyasetmedardên Kurd duh jî û îro jî di kelepçeyê de ye
09:00 ROJEVA 23'E KANÛNA 2019'AN
22/12/2019
22:22 Li Stenbolê zilamê 42 salî hevjîna xwe kuşt
21:34 Artêşa Sûriye ber bi Îdlibê ve pêşve diçe, sivil koç dikin
20:01 Ciwanên HDP'î li Mêrsîn û Edeneyê di konferansan de hatin cem hev
19:00 Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Hevberdevkên nû hilbijart
18:01 ANYAKAY-DER ji bo 10 kesên cenazeyên wan teslîmî malbatan kirin şîn danî
17:30 Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya sirgunî Girtîgeha Tarsusê kirin
16:00 Hevseroka Giştî ya KESK'ê: Li aliyekî yên ji xizaniyê întîhar dikin, li aliyê din yên 50 hezar didin xwarinê hene
14:45 Kedkaran li Amedê mîtîng li dar xistin. Pankarda li dijî şer nexistin qada mîtîngê
13:37 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Jin dê pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin
13:34 Navê ODP'ê kirin Partiya Çep (Sol)
13:13 Hevseroka HDP'ê Bulut: Yên qedera Tirkiye û Rojhilata navîn biguhere em jin in
12:25 Asayîşa PDK’ê destûr nedan malbat cenaze bigirin
11:42 Cemxaneya li Amedê 14 meh in di tariyê de ye
11:34 Artêşa Neteweyî ya Libya dest danî ser keştiya personelên tirk
11:21 Danişîna doza JÎTEM'ê ya Kerboranê sibê ye: 3 rûniştine dozger li ku ye?
10:04 Salek Îmraliyê: Parêzeran 100 caran serlêdan kir tenê 5 ceran hevdîtin kirin
09:52 Rojnameya kurdî 'Xwebûn' dest bi weşanê kir
09:20 Nûnerên sendîkayan: Ji bo meaşê kêm divê em bi hev re tev bigerin
09:19 Profesorê Fakulteya Îlahiyatê gelek xwendekar taciz kirine
09:09 Cenazeyek çar caran hat definkirin
09:07 Hem xwendekarê zanîngehê ne, hem karker in
09:05 Çîrokên Demîrtaş kirin lîstika şanoyê
09:02 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2019'AN
21/12/2019
16:53 Bozgeyîk: Sedema herî girîng a krîzê polîtîkaya şer e
16:14 Ozsoy: Polisan Hevşaredar û kurê wê li erde direj kirin û çek xistin serê wan
16:01 ‘Bila girtiyê nexweş ê Wernicke-Korsakoff bê berdan'
15:51 Zuleyha Gulum: Divê jin her dem bi hêz bin
15:33 Di bîranîna Mereşê de banga ‘rûbirûbûnê’ hat kirin
15:18 Serokê AKP’a Midyadê îstîfa kir
15:17 Hevserokên HDP’a Enqereyê hatin bijartin
14:53 Şenoglû: Em bi tifaqa demokrasiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:42 Dayikên Şemiyê: Em destûr nadin bi destê darazê lêgerîna me ya edaletê asteng bikin
14:30 Xizmên windayan li aqûbeta Bahçecî û Kartal pirsîn
13:43 Tayînkirina qeyûm a Sûrê şermezar kirin: Em e çongê daneynin
13:20 Buldan: Êdî dawiya zilmkar û AKP’ê tê
12:43 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
12:32 HDP'ê li Wanê Konferansa herema Serhedê li dar xist
12:13 Saruca: Binçavkirin û girtinê dikin hinceta tayînkirina qeyûm
11:58 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:06 Qeyûmê sêyemîn tayînî Şaredariya Sûrê kirin
10:34 Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir
10:28 Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne
10:26 Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê: Hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye
09:47 Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN