‘Em ê li gel Azîz Orûç û rojnamegerên din bin’

  • rojane
  • 13:58 19 Kanûn 2019
  • |
img

STENBOL – Serokê Basin Îşê Farûk Eren diyar kir ku ew ê bi rojnameger Azîz Orûç ê hat girtin re di nava piştevaniyê de bin û li dijî zextên ser rojnamegeran banga têkoşîna bi hev re kir. Serokê TGC’ê Turgay Olcayto jî got ew ê ji bo hemû rojnamegerên girtî di nava her cûre hewldanan de bin. 

Rojnameger Azîz Orûç ê li Bazîdê ji aliyê dadgehê ve bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. Bi girtina Azîz Orûç re di nava 20 rojên dawî de 4 rojnameger hatin girtin. Saziyên rojnamegeriyê bertek nîşanî girtina Azîz Orûç dan. 
 
‘AZÎZ ORÛÇ ROJNAMEGER E’ 
 
Serokê Giştî yê Basin Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê Farûk Eren da zanîn ku zext, binçavkirin û girtina li dijî rojnamegeran her diçe zêde dibe û got: “Ev tiştên diqewimin êdî ji aloziyê re rê vedike. Azîz Orûç rojnamegerek tê nasîn e. Ji rojnamegeriyê hat girtin. Rojên ku Azîz Orûç û rojnameger hemû werin berdan ango azad bimînin nêz in û em hêvîdarin dê îro sibê werin berdan.” 
 
Eren anî ziman ku ev demek dirêj e di nava civakê de dubendî çêbûye û wiha got: “Ev dubendî ji bo rojnamegeran jî derbasdar e. Mesela di doza Ozgur Gundemê de hin rêxistinên rojnamegeran beşdar bûn. Hin rêxistin qet ji bo piştevaniyê nehatin. Di darizandina rojnamegeran de rojnamegerên tên dişopînin gelek hindik in. Ya yekemîn ev dubenî gelek xerab e. Divê di hemû dozên rojnamegeran de vê dubendiyê deynin aliyekî û li dijî zextan pêwîste em bi hev re têbikoşin.” 
 
‘EM Ê DI NAVA HER CÛRE HEWLDANAN DE BIN’ 
 
Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê (TGC) Turgay Olcayto jî diyar kir ku her roja ku diçe zextên li dijî rojnamegeran zêde dibin û wiha got: “Di nava 20 rojên dawî de 4 rojnameger hatin girtin. Êdî liv î welatî di rastiya xwe de nayê hiştin ku rojnamegeriya gerdûnî were kirin. Li gel vê yekê jî em ê li ser pêya bin û li ber xwe bidin. Em ê wek Cemiyetê li gel hevalên xwe yên rojnameger bin û ji bo wan em ê di nava her cûre hewldanan de bin.” 
 
‘DI DESTÊ ÎQTÎDARÊ DE DEREW Û TUNDÎ TENÊ MAYE’ 
 
Nivîskarê Sendika.org’ê Alî Ergîn Demîrhan jî anî ziman ku  ji sala 2015’an ve îqtîdar bi taybetî êriş û zextan li çapemeniyê dike û wiha got: “Di destê îqtîdarê de ji bilî derew û tundiyê tu tiştek din nemaye. Ji bo derewan belav bike û ser heqîqetê bigire zextên li dijî çapemeniyê xistiye dewrê. Medya ji aliyê îqtîdarê ve hat kirîn û wisa radestî xwe kirin. Lê çapemeniya azad ango alternatîf tevî van zehmetiyên fînansê jî bêdeng nabin û li ber xwe didin. Ji bo vê yekê ye îqtîdar rojnamegeran digire û dixwaze wan teslîmî xwe bike. Her çiqas gelek rojnameger girtî bin jî lê gelek rojnamegerên heqîqetê radigihînin û di rojnamegeriyê de israr dikin hene. Girtina rojnamegeran dide xuyakirin ku îqtîdara AKP’ê li dijî heqîqetê ketiye tengaviyê. Em ê piştevaniya ji bo rojnamegerên girtî mezin bikin. Tevî hemû zextan jî wê çapemeniya azad li ber xwe bide. Lazime civak xwedî li rojnamegerên heqîqetê radigihînin derkeve.” 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

24/12/2019
15:45 Ji Amedê bang kirin: Mizrakli serbest berdin
14:55 Erdogan bi Johnson re Libyayê axivî
14:22 Dadgehê biryara dewama Kavala da
14:12 HDP'ê Yortuya Noelê û Cejna Yaldo pîroz kir
14:08 Zarokê gefên kuştinê lê hat xwarin û ew kirin sîxûr serboriya xwe vegot
13:52 Daneşîna girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê taloq bû
13:44 Temellî: Dema hilweşandina desthilatdariyê hatiye
13:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:20 Fîgen Yuksekdag: Daraz cezayê kujeran kêm dike û tolê ji siyasetmedaran digire
13:15 Cenazeyê penaberê ku li ser sînorê Îranê qefilîbû hat dîtin
13:06 Gergerlîoglû bersiv da Soylû: Bi sûcdarkirinê dixwaze xwe xelas bike
12:31 Li Çewlikê leşkeran bi ser mezrayekî de girt tundiyê li jinan kirin
11:49 Danişîna ewil a Selçûk Mizrakli sibê ye
11:42 Koçyîgît: Tecrîd hilberîna aqlê neçareserkirinê ye
11:01 Sibê dê Ferhenga Têgihên Hiqûqê bê danasîn
10:37 ‘Tu li ser fermana kê beşdarî çalakiyên HDP’ê bûyî’ ji Buluttekîn pirsî ne!
10:19 Sendîkayên Kedkaran: Sebebê qeyrana aborî şer e
10:02 Ji Bîrdal pêşniyara 'tifaqa demokrasiyê': Em li qadan bên gel hev
09:36 Ûzgel: Tirkiye, dixwaze xwe li Lîbyayê bigire
09:35 Neviyê Şêx Seîd: Çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bi kongreya neteweyî pêkan e
09:22 Nebûn yek, çûn yek bi yek
Li Tirkiyeyê komkujiya veşarî: Di 2019'an de 1606 karker bûn qurbana patronan
09:15 Kesên nû dizewicin jî amûrên kelepûr dikirin
09:14 Dadgehê got, 'kuştina qesdî ya mihtemel', lê bi tawanbariya 'kuştina qisûrdar' doz hat vekirin
09:14 Serokê Komeleya Şêx Seîd: Divê kurd bi yekîtiyê bersiva êrîşa bidin
09:14 'Wê xebatên me hêviyê xurtir bikin'
09:13 Behsa pêkanînên li Girtîgeha Rihayê kir
09:08 Benzîn û motorîn zem bû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2019'AN
23/12/2019
16:24 Siyasetmedaran dorpêç kirin û rojnamegeran jî bi mertalan asteng kirin
15:47 Ji ber vekirina pankartê 2 jin hatin binçavkirin
14:46 Xizma girtî binçav kirin
14:46 Hevşaredarên Sûrê hatin girtin
14:35 Li Licê qeyûm tayînî şûna 3 keyayan hatin kirin
14:15 Paylan: Wekilên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye
14:03 Derbarê Ferhat Tûnç lêpirsîn hat destpêkirin
13:44 Danişîna doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat taloqkirin
11:54 Mikaîl Aslan: Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye
11:46 Hevşaredarên Sûrê sewqî edliyê kirin
11:31 Levent: Li Îdlibê ji bo Tirkiyeyê cih teng dibe
11:14 Bernameya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî diyar bûn
10:48 Ahmet Kisa yê ker û lal ji bo dayika xwe girtî kampanya dide destpêkirin
10:45 Buldan: Di hedefa me de teslîmiyet tune, berxwedan heye
10:02 Gokkan: Jinên kurd dibêjin tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne
09:58 Dadgehê kuştina Bozderî yê 54 salî ku li mala xwe hat kuştin hiqûqî dît
09:02 Kaplan ê HDP’î: Qeyûm avakirina rejîma nû ye
09:02 Karkerê li kolanan xurdeyan ji çavan û krîzê bêzar e
09:02 Ji bo îşkencekar bên cezakirin 2 salin têdikoşe
09:02 ‘Sedema cinayetên jinan pergala patrîarkal e ku naxwaze îktîdar ji dest biçe'
09:02 Destê siyasetmedardên Kurd duh jî û îro jî di kelepçeyê de ye
09:00 ROJEVA 23'E KANÛNA 2019'AN
22/12/2019
22:22 Li Stenbolê zilamê 42 salî hevjîna xwe kuşt
21:34 Artêşa Sûriye ber bi Îdlibê ve pêşve diçe, sivil koç dikin
20:01 Ciwanên HDP'î li Mêrsîn û Edeneyê di konferansan de hatin cem hev
19:00 Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Hevberdevkên nû hilbijart
18:01 ANYAKAY-DER ji bo 10 kesên cenazeyên wan teslîmî malbatan kirin şîn danî
17:30 Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya sirgunî Girtîgeha Tarsusê kirin
16:00 Hevseroka Giştî ya KESK'ê: Li aliyekî yên ji xizaniyê întîhar dikin, li aliyê din yên 50 hezar didin xwarinê hene
14:45 Kedkaran li Amedê mîtîng li dar xistin. Pankarda li dijî şer nexistin qada mîtîngê
13:37 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Jin dê pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin
13:34 Navê ODP'ê kirin Partiya Çep (Sol)
13:13 Hevseroka HDP'ê Bulut: Yên qedera Tirkiye û Rojhilata navîn biguhere em jin in
12:25 Asayîşa PDK’ê destûr nedan malbat cenaze bigirin
11:42 Cemxaneya li Amedê 14 meh in di tariyê de ye
11:34 Artêşa Neteweyî ya Libya dest danî ser keştiya personelên tirk
11:21 Danişîna doza JÎTEM'ê ya Kerboranê sibê ye: 3 rûniştine dozger li ku ye?
10:04 Salek Îmraliyê: Parêzeran 100 caran serlêdan kir tenê 5 ceran hevdîtin kirin
09:52 Rojnameya kurdî 'Xwebûn' dest bi weşanê kir
09:20 Nûnerên sendîkayan: Ji bo meaşê kêm divê em bi hev re tev bigerin
09:19 Profesorê Fakulteya Îlahiyatê gelek xwendekar taciz kirine
09:09 Cenazeyek çar caran hat definkirin
09:07 Hem xwendekarê zanîngehê ne, hem karker in
09:05 Çîrokên Demîrtaş kirin lîstika şanoyê
09:02 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2019'AN
21/12/2019
16:53 Bozgeyîk: Sedema herî girîng a krîzê polîtîkaya şer e
16:14 Ozsoy: Polisan Hevşaredar û kurê wê li erde direj kirin û çek xistin serê wan
16:01 ‘Bila girtiyê nexweş ê Wernicke-Korsakoff bê berdan'
15:51 Zuleyha Gulum: Divê jin her dem bi hêz bin
15:33 Di bîranîna Mereşê de banga ‘rûbirûbûnê’ hat kirin
15:18 Serokê AKP’a Midyadê îstîfa kir
15:17 Hevserokên HDP’a Enqereyê hatin bijartin
14:53 Şenoglû: Em bi tifaqa demokrasiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:42 Dayikên Şemiyê: Em destûr nadin bi destê darazê lêgerîna me ya edaletê asteng bikin
14:30 Xizmên windayan li aqûbeta Bahçecî û Kartal pirsîn
13:43 Tayînkirina qeyûm a Sûrê şermezar kirin: Em e çongê daneynin
13:20 Buldan: Êdî dawiya zilmkar û AKP’ê tê
12:43 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
12:32 HDP'ê li Wanê Konferansa herema Serhedê li dar xist
12:13 Saruca: Binçavkirin û girtinê dikin hinceta tayînkirina qeyûm
11:58 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:06 Qeyûmê sêyemîn tayînî Şaredariya Sûrê kirin
10:34 Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir
10:28 Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne
10:26 Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê: Hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye
09:47 Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN