Ji Dersimê berteka li dijî Partiya Vatanê: Seyîd Riza bîr û nirxê gel e

  • rojane
  • 10:51 19 Kanûn 2019
  • |
img

DERSIM – Nûnerên partiyên siyasî û komeleyan ên li Dersimê bertek nîşanî serlêdana Partiya Vatanê ya ji bo rakirina peykerê Seyîd Riza dan û gotin: “Seyîd Riza bîra gelê Dersimê ye. Tişta tê armanckirin ku civakê bêbîr bihêlin.” 

Partiya Vatanê serî li Walîtiya Dersimê û Şaredariya Dersimê da û xwestiye ku Peykerê Seyîd Riza yê li Meydana Seyîd Riza were rakirin û li ser navê Seyîd Riza tiştek di nava sînorê Dersimê de neyê nivîsandin. Vê serlêdana Partiya Vatanê bû sedema hêrsê. Nûnerên partiyên siyasî û komeleyên li Dersimê bertek nîşanî pêkanîna Partiya Vatanê da û gotin ew ê li dijî êrişên ser nirxên xwe derkevin. 
 
CHP: SEYÎD RIZA NIRXÊ CIVAKÊ YE
 
Parlamenterê CHP’ê yê Dersimê Polat Şaroglu da zanîn ku serlêdana Partiya Vatanê aramiya li Dersimê aloz dike û got: “Seyîd Riza nirxê civakê ye. Ji bo civakê xwedî wateyek mezin e. Serlêdanek wiha aramiya civaka Dersimê xera dike. Em ê li dijî vê serlêdanê derkevin.” 
 
EMEP: PARASTINA SEYÎD RIZA DIJDERKETINA KOMKUJIYÊ YE 
 
Serokê Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Dersimê Ergîn Tekîn jî diyar kir ku Partiya Vatanê bermahiya feraseta netewî û yekperest e û got: “Partiya Vatanê bi serlêdana xwe nêzîkatiya xwe ya li hember pirsgirêka kurd daniye holê. Seyîd Riza ji bo gelê Dersimê remzeyek e. Seyîd Riza kesayetek li dijî komkujiya Dersimê xwe parastiye ye. Seyîd Riza nasname û bîra xelkê Dersimê. Xwedî derketina Seyîd Riza di heman demê de dij derketina komkujiya Dersimê ye. Wê li dijî van serlêdan û pêkanînan li her deverê bi xelkê me re sekna me xwe bide nîşdandan.” 
 
HDP: BERMAHIYA KESÊN KOMKUJIYA DERSIMÊ PÊK ANÎNE YE 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu jî diyar kir ku Partiya Vatanê berdewama zîhniyeta Îttîhat Terakkî û bermahiya plangerê komkujiya Dersimê ye û wiha got: “Serlêdana wan êrîşa li dijî însaniyet û gelê kurd-elewî ye. Çawa ku di komkujiya Dersimê de tehamulî bedena Seyîd Riza nekirin, niha jî bi heman awayî ev zîhniyet tehamulî peykerê wî nake. Bi taybetî di serdemek wiha de ku vê daxwazê anîne ziman armancek wê taybet heye. Ev tenê serlêdanek rakirina peyker e. Partiya Vatanê dixwaze bi vê serlêdanê ser rastiya komkujiya Dersimê biniximîne. Ev zîhniyet vê yekê tenê ne li Dersimê pêk tîne. Li her devera Kurdistanê êrişên topyekûn pêk tîne. Ji ber vê yekê divê em jî topyekûn li dijî vê yekê derkevin.” 
 
PSAKD: WÊ KES GUH NEDE SERLÊDANA WAN 
 
Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a Dersimê Alî Ekber Kaya jî destnîşan kir ku Seyîd Riza nirxê gel e û wiha got: “Mafê tu kesî nîne ku ji bo vê mijarê gotin jî bêje. Wê tu bersiva vê serlêdanê tune be. Gelê Dersimê ji berê ve xwedî li nirxên xwe derketiye. Wê gel ji niha şûn ve jî xwedî derkeve. Ev hewldanek êrişa li dijî neqebûlkirina nirxên gel e. Na mafê wê partiyê ye ku daxwaz û gotinên provokatîf ji nirxên me re bêje. Wê kes guh nedê.” 
 
DEDEF: RÊBERÊ GEL E 
 
Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Haydar Ben jî da zanîn ku Partiay Vatanê zîhniyeta xwe ya nijadperestiyê didomîne û got: “Dixwazin bila qebûl bikin û dixwazin bila nekin jî, Seyîd Riza rêberek gel e. Berxwedêrê dij derketina komkujiyê ye. Ji bo me remz e û hafiza ye. Dixwazin hafizaya Dersimê ji holê rakin.” 
 
DAD: ARMANC EW E KU GEL BÊBÎR BIHÊLIN 
 
Hevseroka Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Selda Guneş jî polîtîkaya tevdanê ya Partiya Vatanê ku li ser nirxên gel pêk tîne şermezar kir û got: “Partiya Vatanê yek ji gefên herî mezin a li dijî aştiya welat e. Ne partiyek siyasî ye, rêxistinek ku dixwaze civakê ji hev parçe bike ye. Ewilî xwestin navê Şêx Seîd li Amedê were rakirin niha jî dixwazin peykerê Seyîd Riza were rûxandin. Şêx Seîd û Seyîd Riza hafiza û nirxên hevpar ên gel in. Dixwazin bi vê tiştê civakê bêbîr bihêlin. Bila kes di bin navê ‘vatan’ de xayîntiyê neke.” 
 
MA / Semra Tûran
 

Sernavên din

24/12/2019
15:45 Ji Amedê bang kirin: Mizrakli serbest berdin
14:55 Erdogan bi Johnson re Libyayê axivî
14:22 Dadgehê biryara dewama Kavala da
14:12 HDP'ê Yortuya Noelê û Cejna Yaldo pîroz kir
14:08 Zarokê gefên kuştinê lê hat xwarin û ew kirin sîxûr serboriya xwe vegot
13:52 Daneşîna girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê taloq bû
13:44 Temellî: Dema hilweşandina desthilatdariyê hatiye
13:32 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:20 Fîgen Yuksekdag: Daraz cezayê kujeran kêm dike û tolê ji siyasetmedaran digire
13:15 Cenazeyê penaberê ku li ser sînorê Îranê qefilîbû hat dîtin
13:06 Gergerlîoglû bersiv da Soylû: Bi sûcdarkirinê dixwaze xwe xelas bike
12:31 Li Çewlikê leşkeran bi ser mezrayekî de girt tundiyê li jinan kirin
11:49 Danişîna ewil a Selçûk Mizrakli sibê ye
11:42 Koçyîgît: Tecrîd hilberîna aqlê neçareserkirinê ye
11:01 Sibê dê Ferhenga Têgihên Hiqûqê bê danasîn
10:37 ‘Tu li ser fermana kê beşdarî çalakiyên HDP’ê bûyî’ ji Buluttekîn pirsî ne!
10:19 Sendîkayên Kedkaran: Sebebê qeyrana aborî şer e
10:02 Ji Bîrdal pêşniyara 'tifaqa demokrasiyê': Em li qadan bên gel hev
09:36 Ûzgel: Tirkiye, dixwaze xwe li Lîbyayê bigire
09:35 Neviyê Şêx Seîd: Çareserkirina pirsgirêkên li herêmê bi kongreya neteweyî pêkan e
09:22 Nebûn yek, çûn yek bi yek
Li Tirkiyeyê komkujiya veşarî: Di 2019'an de 1606 karker bûn qurbana patronan
09:15 Kesên nû dizewicin jî amûrên kelepûr dikirin
09:14 Dadgehê got, 'kuştina qesdî ya mihtemel', lê bi tawanbariya 'kuştina qisûrdar' doz hat vekirin
09:14 Serokê Komeleya Şêx Seîd: Divê kurd bi yekîtiyê bersiva êrîşa bidin
09:14 'Wê xebatên me hêviyê xurtir bikin'
09:13 Behsa pêkanînên li Girtîgeha Rihayê kir
09:08 Benzîn û motorîn zem bû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2019'AN
23/12/2019
16:24 Siyasetmedaran dorpêç kirin û rojnamegeran jî bi mertalan asteng kirin
15:47 Ji ber vekirina pankartê 2 jin hatin binçavkirin
14:46 Xizma girtî binçav kirin
14:46 Hevşaredarên Sûrê hatin girtin
14:35 Li Licê qeyûm tayînî şûna 3 keyayan hatin kirin
14:15 Paylan: Wekilên AKP û MHP’ê jî dibêjin di butçeyê de fikare heye
14:03 Derbarê Ferhat Tûnç lêpirsîn hat destpêkirin
13:44 Danişîna doza JÎTEM’a Kerboranê dîsa hat taloqkirin
11:54 Mikaîl Aslan: Seyît Riza roniya diçirise ya sedsalê ye
11:46 Hevşaredarên Sûrê sewqî edliyê kirin
11:31 Levent: Li Îdlibê ji bo Tirkiyeyê cih teng dibe
11:14 Bernameya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî diyar bûn
10:48 Ahmet Kisa yê ker û lal ji bo dayika xwe girtî kampanya dide destpêkirin
10:45 Buldan: Di hedefa me de teslîmiyet tune, berxwedan heye
10:02 Gokkan: Jinên kurd dibêjin tu berjewendî ji yekitiya kurdan mezintir nîne
09:58 Dadgehê kuştina Bozderî yê 54 salî ku li mala xwe hat kuştin hiqûqî dît
09:02 Kaplan ê HDP’î: Qeyûm avakirina rejîma nû ye
09:02 Karkerê li kolanan xurdeyan ji çavan û krîzê bêzar e
09:02 Ji bo îşkencekar bên cezakirin 2 salin têdikoşe
09:02 ‘Sedema cinayetên jinan pergala patrîarkal e ku naxwaze îktîdar ji dest biçe'
09:02 Destê siyasetmedardên Kurd duh jî û îro jî di kelepçeyê de ye
09:00 ROJEVA 23'E KANÛNA 2019'AN
22/12/2019
22:22 Li Stenbolê zilamê 42 salî hevjîna xwe kuşt
21:34 Artêşa Sûriye ber bi Îdlibê ve pêşve diçe, sivil koç dikin
20:01 Ciwanên HDP'î li Mêrsîn û Edeneyê di konferansan de hatin cem hev
19:00 Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Hevberdevkên nû hilbijart
18:01 ANYAKAY-DER ji bo 10 kesên cenazeyên wan teslîmî malbatan kirin şîn danî
17:30 Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya sirgunî Girtîgeha Tarsusê kirin
16:00 Hevseroka Giştî ya KESK'ê: Li aliyekî yên ji xizaniyê întîhar dikin, li aliyê din yên 50 hezar didin xwarinê hene
14:45 Kedkaran li Amedê mîtîng li dar xistin. Pankarda li dijî şer nexistin qada mîtîngê
13:37 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Jin dê pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin
13:34 Navê ODP'ê kirin Partiya Çep (Sol)
13:13 Hevseroka HDP'ê Bulut: Yên qedera Tirkiye û Rojhilata navîn biguhere em jin in
12:25 Asayîşa PDK’ê destûr nedan malbat cenaze bigirin
11:42 Cemxaneya li Amedê 14 meh in di tariyê de ye
11:34 Artêşa Neteweyî ya Libya dest danî ser keştiya personelên tirk
11:21 Danişîna doza JÎTEM'ê ya Kerboranê sibê ye: 3 rûniştine dozger li ku ye?
10:04 Salek Îmraliyê: Parêzeran 100 caran serlêdan kir tenê 5 ceran hevdîtin kirin
09:52 Rojnameya kurdî 'Xwebûn' dest bi weşanê kir
09:20 Nûnerên sendîkayan: Ji bo meaşê kêm divê em bi hev re tev bigerin
09:19 Profesorê Fakulteya Îlahiyatê gelek xwendekar taciz kirine
09:09 Cenazeyek çar caran hat definkirin
09:07 Hem xwendekarê zanîngehê ne, hem karker in
09:05 Çîrokên Demîrtaş kirin lîstika şanoyê
09:02 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2019'AN
21/12/2019
16:53 Bozgeyîk: Sedema herî girîng a krîzê polîtîkaya şer e
16:14 Ozsoy: Polisan Hevşaredar û kurê wê li erde direj kirin û çek xistin serê wan
16:01 ‘Bila girtiyê nexweş ê Wernicke-Korsakoff bê berdan'
15:51 Zuleyha Gulum: Divê jin her dem bi hêz bin
15:33 Di bîranîna Mereşê de banga ‘rûbirûbûnê’ hat kirin
15:18 Serokê AKP’a Midyadê îstîfa kir
15:17 Hevserokên HDP’a Enqereyê hatin bijartin
14:53 Şenoglû: Em bi tifaqa demokrasiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:42 Dayikên Şemiyê: Em destûr nadin bi destê darazê lêgerîna me ya edaletê asteng bikin
14:30 Xizmên windayan li aqûbeta Bahçecî û Kartal pirsîn
13:43 Tayînkirina qeyûm a Sûrê şermezar kirin: Em e çongê daneynin
13:20 Buldan: Êdî dawiya zilmkar û AKP’ê tê
12:43 Li Amedê zarokek mirî hat dîtin
12:32 HDP'ê li Wanê Konferansa herema Serhedê li dar xist
12:13 Saruca: Binçavkirin û girtinê dikin hinceta tayînkirina qeyûm
11:58 Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:06 Qeyûmê sêyemîn tayînî Şaredariya Sûrê kirin
10:34 Rûsya û Çînê alîkariya ji bo Sûriyê ‘veto’ kir
10:28 Rojnameger Evran: Mudaxaleya Lîbya dibe îqtîdara Erdogan hilweşîne
10:26 Endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê: Hiqûqa AKP’ê di dewrê de ye
09:47 Di pêşengeha ‘Jûra Bîrê’ de balê dikişîne ser bîra 100 salî
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN