'Wê xebatên li Bakur tesîrê li perçeyên din jî bike'

  • rojane
  • 09:13 18 Kanûn 2019
  • |
img

AMED – Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Uyanik Alokmen, destnîşan kir ku lihevkombûna partiyên kurd destkeftina ewil e û Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê ayetûllah Aşitî jî anî ziman ku yekîtiya li herêmê wê tesîrê li perçeyên din jî bike. 

 
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji her wextî bêtir yekîtiya neteweyî ya kurd bû rojeva kurda. Di vê çarçoveyê de 10 partiyên kurd, di 5'ê Kanûnê de li Amedê hatin cem hev û ragihandin ku ew ê "Xebata Tifaqa Kurdî" bidin destpêkirin. Piştî vê civînê nûnerên partiyan ji bo yekîtiya neteweyî çûn Herêma Kurdistana Federe û hevdîtin bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên herêmê re çêkirin. 
 
Hevseroka HDP'a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetûllah Aşitî yekîtiya neteweyî nirxandin. 
 
GAVA EWIL HATIYE AVÊTIN
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn, dewletên serdest kurdan perçe kirine û got, loma rewşa li Rojhilata Navîn îşaret bi yekîtiyeke dorfireh dike. Ûyanik, bal kişand ser tifaqa di navbera partiyên kurd de û got: "Hem di hilbijartina 24 Hezîranê hem jî di ya 31'ê Adarê de, me tifaqeq çê kir. Bi wê tifaqê em çûn ser sindoqan. Bi vê bingehek hatibû danîn. Lê ew hinekî teng dima ji ber ku rewşa Rojhilata navîn yekitiyeke berfireh dixwaze. Ji ber vê hemû partî di bin sîwanekê de hatin cem hev. Hinek din gav hatin avêtin lê hêj jî kêm e."
 
Ûyanik, diyar kir ku ji niha û pê ve divê ew bi hesa tev bigerin û got, ji ber wê jî divê her kes hay ji gotinên xwe û gavên xwe, ji lew re kesên yekîtiya kurdan naxwazin li benda firsendeke wiha ne. 
 
GIRÎNGIYA ROL Û RISTA JINÊ
 
Her wiha Uyanik, destnîşan kir heke yekitiya netewî pêk neyê dê vê sedsalê jî windakirineke mezin hebe û got, yekîtî meseleyeke girîng e divê tenê ji siyasetmedaran re neyê hiştin û di vî warî de çi dikeve ser milê kê divê bike. Ûyanik, got: "Mesela divê qada jinê xebatên xwe zêdetir bikin. Ji ber ku di meseleya çareserkirina pirsgirêka kurd û meseleya yekitiyê de têkoşîna jinê xwedî cihekî girîng e. Loma di vî warî de barekî giran dikeve ser milê jina kurd û heger jin rol û rista xwe pêk bînin wê serkeftî be. Her wiha civaknas, saziyên pişeyî û kedê divê herkes tişta dikeve ser milê wî bike. Ne bêjin bila siyasetmedar pêşengtiyê bikin û em bikevin pey wan, ev ne çare ye. Ji ber wê yekê hemû qadên civakî gereke zêdetir werin ba hev du. Mesafeyên ketine di nava me de divê em bigirin. Ji bo yekitiya kurd tenê xwestin çê nabe. Karekî zor û zehmet li pêşiya me ye."
 
YEKÎTÎ
 
Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî jî diyar kir ku ev tifaqiya partiyên kurd a li Bakurê Kurdistanê destpêkek e. Aşitî, diyar kir ku dinya xwe nû dike ji ber wê kurd jî nû bûne û got: “Çawa dinya ne dinyaya kevn e kurd jî ne kurdê kevnin. Êdî kurd xwe nasdikin. Zilm û zora dijminên kurdan, kurdan mecbûrî hev dike. Gereke kurd jî ji vê fêm bikin ku mecbûrî hev in. Ji me wêdetir kesê me tune ye.”
 
'GEL YEKÎTIYA NETEWEYÎ ESAS DIGIRE'
 
Her wiha Aşitî, bal kişand ser komxebata ku dê di 18 û 19’ê Çileyê de pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nûnerên kurdan wê werin cem hev û wê di wir de neqşerêyek derkeve înşalah.” Aşitî, bibîrxist ku hinek partiyên kurd ji ber hin hincetan beşdarî îtîfaqê nebûne û got: “Em dixwazin ew partî jî berşdar bibin. Ji bo ku yekitî pêk were divê kes li hincetan negere û ji bo çêbûna yekitiyê tev bigerin. Gereke kurd dev ji vî mejiyê li hincetan digerin berdin. Em hêvîdar in ku di komxebata were li darxistin de nexşerêyeke xweş derkeve.” 
 
Aştî, diyar kir ku îro roj çavê kurdên li hemû perçeyan li Bakur e û li xebatên yekîtiya neteweyî yên li Bakur e û got, heger li vira yekîtiyeke xurt çê bibe wê ev yek tesîrê li perçeyên din jî bike. 
 
Her wiha Aştî, bilêv kir ku ji bo pêkhatna yekîtiya neteweyî tu pirsgirêk û astengiyên gel tunene û got: “Gel li şexs û partiyan nanêre li doza netewî dinêre. Partî werin cem hev ji xwe gel amade ye. Di demeke ku temamî dinyayê behsa kurdan dike û li ser kurdan disekine de kurd nebin yek wê demê doza kurd û Kurdistanê li ber piya diçe. Heke îro kurd hemû werin ba hev dunya jî amade ye ku wan nas bike. Lê mixabin kurd hêj hazir nebûne ku bibin kom. Gereke ku kurd vê bizanin heta nebin yek dinya jî wan nasnake.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman

Sernavên din

21/12/2019
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN
20/12/2019
19:47 Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî hat binçavkirin
16:28 ‘Ji bo tespîtkirina kujerên Elçî tu hewldan nayên kirin’
16:06 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga mitîngê
16:02 Nobeta Edaletê vê carê li Edeneyê bû: Cînayeta jinê polîtîk e
16:02 Rêveberê HDP’a Mêrdînê hat berdan
15:39 Cara duyem êrişî avahiya HDP’a Pasûrê kirin
15:07 Dê Komeleya Şêx Seîd serlêdana sûc bike
14:54 Doza Nisêbînê: Li dayika 5 zarokan a mala xwe terk nekir 10 sal ceza birîn
14:07 Qaçaxçiyên mirovan dest dirêjî medya civakî kirin
13:57 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wezîrê Karê Navxweyî dijminê kurdan e
13:28 HDP: Divê êzidî vegerin xaka xwe û piştevaniya pergala demokratîk bikin
12:48 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
12:24 Polîsan li wekîla HDP'ê û encûmenên Sûrê dan
12:12 Rojhilata Navîn ketiye etra canê xwe Tirkiye ketiye etra ‘YPG’ê
12:11 Ceylan: Em ê faşîzma qeyûman têk bibin
11:41 Baroya Amedê: Em pêkanînên vîna gel tune dihesibînin qebûl nakin
11:24 Piştî şerê li Mêrdînê 6 gundî hatin binçavkirin
11:03 Rêxistinên rojnamegeran: Azîz Oruç 'terorize' kirin û girtin
10:40 Dadgehê Meletiyê ceza da rêveberên ÎHD û HDP’ê
10:20 Polîsan çek xist serê Hevşaredara Sûrê Buluttekîn!
09:20 Wê Meclîsa Ciwanan a Qersê ji bo bajêr projeyan çê bike
09:19 Îtiraza ji bo dosyeya Alî Bagdûr hat qebûlkirin
09:18 'Girtiyên pêkanînên kêfî qebûl nakin tên sirgûnkirin'
09:18 Ji dêvla polîsan derbarê ciwanên hatin derbkirin de îdianame amade kir
09:17 Tarîfa vê êşê çi ye? Çawa tê tarîfkirin?
09:16 Farqînî: Em ê bi saya zimanan biratiyê pêk bînin
09:15 Li Amedê di salekê de 9 jin hatine kuştin û hezar û 792 jê jî bi şidetê re rû bi rû mane
09:15 Xana Hesen Paşa jî tê texrîbkirin!
09:14 2019: Berxwedana zindanan deriyê Îmraliyê vekir
Ocalan disa muzakere û îtîfaqa demokratîk xwest
Hikûmetê dîsa deriyê Îmraliyê girt û dest bi şer û tayînkirina qeyûman kir
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2019'AN
08:19 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn hat binçavkirin
19/12/2019
18:32 Ciwanê hat îşkencekirin girtin
17:03 Dayika Taybet bi bîr anîn
17:01 Dayikên Laçik Spî ku tên darizandin îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin
15:41 Ûca êrîşa li dijî Êzidiyan bir Meclisê
15:38 Îşkence ji binçavkiriyan dirêjî heta ferdên malbatê bûye
15:26 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:58 ‘Em ê li gel Azîz Orûç û rojnamegerên din bin’
13:51 HDP: Ji bo ku 19'ê Kanûnê dubare nebin divê ders bên derxistin
13:38 Danezana 'Krîza Aborî' qedexe kirin
12:49 Jin li konferansê hatin gel hev
12:36 Ji doza Leylaya 4 salî kesek tahliye bû
11:58 Rêveberiya girtîgehê bi nîşeya 'xala qedexe' pirtûkan naxin girtîgehê
11:31 21 kesên hatibûn binçavkirin12 roj şûnde sewqî edliyê kirin
10:55 Ercan Kanar: Bêdengiya ji bo Îmraliyê wêrekî da hikûmetê
10:51 Ji Dersimê berteka li dijî Partiya Vatanê: Seyîd Riza bîr û nirxê gel e
10:44 Zarokên astengdar: Bila dayika me serbest bê berdan
09:24 OHD'ê ji bo malbata hat îşkencekirin gilî kir
09:23 'Erdogan, di mijara penaberan de aqlê xwe da der'
09:23 Gardiyan gefa li girtiyan dixwin: Hûn kî ne? Em ê we geber bikin!
09:16 ‘Tehde li girtiyên nexweş tê kirin'
09:14 Dayika ku hestiyên kurê xwe dîtin: 25 sal şûnde giham kurê xwe
09:11 Îdianameya derbarê mirina Şen a 12 salî hat îadekirin
09:10 Jinên Licê kooperatîfek ava kirin
09:08 Qeyûmên Mêrdînê 288 karker ji kar derxistine
09:06 Gardiyan ji girtiyan re got: Em ê ser we ne, em çi bixwazin hûn mecbûr in bikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2019'AN
18/12/2019
21:41 2 hevşaredar hatin girtin
18:42 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê
17:21 Yuksekdag: Ez du caran girtî me
16:52 Çalakiya ji bo Ceren Ozdemîr dîsa hat astengkirin
16:04 Li Meletiyê 5 jin hatin berdan
15:45 Bozgeyîk: Li dijî baca bê însaf, bê ewlehî û xizaniyê têbikoşin
14:59 Ebdî: Em amade ne pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin
14:58 Uca: Berpirsiyarê êrişa li dijî Êzîdiyan dewlet e
14:57 ‘Em cihaneke ku zarok di kîsên cenazeyan de tên rêzkirin naxwazin'
14:28 Taşdemîr: Wê kujerên Cizîrê jî wek ên Srebrenitsa werin darizandin
13:45 Binçavkiriyên li Mêrdînê birin dadgehê
13:33 Li Qoserê girtina hevşaredar Yilmaz hat şermezarkirin
13:20 Walîtiya Mûşê çalakiyên ji bo tayînkirina qeyûman qedexe kir
13:06 Alîkarê midur ku bi îstismara zayendî tê sûcdarkirin, salek cezayê "rawestandina astê" girt
13:02 Rojnameger Azîz Oruç girtin
12:15 Nasnameya 3 polîsên îşkencekar hat tespîtkirin
12:02 Hevşaredar Sarûca û Yalçin anîn Edliyeyê
11:56 HDP beriya kongreya xwe li Amedê konferans li dar dixe
11:29 Li Ocalan û sê girtiyên din cezayên dîsîplînê birîn
11:28 7 rojnamegerên ji doza ‘Mûsa Çîtîl’ dihatin darizandin hatin beratkirin
10:58 Keça Taybet Înan: Ma pêkan e mirov vê hovîtiyê ji bîr bike?
10:44 Arikan qala komkujiya 19'ê Kanûnê kir: Îro hê bi xoftir e
10:18 Nûnerên partiyên siyasî: Dem dema rizgarbûna ji AKP’ê ye
09:30 Ev der ne kêmî Çernobîlê ye!
09:29 Qeyûm tayînî şaredariyên Gimgim, Kop û Lîzê hatin kirin
09:20 Dayika 2 zarokên astengdar Kisa 'ji ber pere ji hikumxwarekî re şandiye' hatiye girtin
09:19 Piştî 4 salan îdianameya derbarê mirina Hêlîn Şen a 12 salî de hat amadekirin
09:13 Hevşaredarê Geverê Sari 53 roj in bi tenê di hucreyê de ye
09:13 'Wê xebatên li Bakur tesîrê li perçeyên din jî bike'
09:12 Ji bo mîtînga 'Em jî dixwazin bi awayekî mirovane bijîn' gazî kirin
09:11 Li emniyetê îşkence
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2019'AN
08:06 Endama Meclîsa HDP'ê Boga hat berdan
17/12/2019
17:31 Mala Êzidiyan a Oldenburgê êrişa li dijî êzidiyan şermezar kir
16:43 Piştî hefteyekê îfadeya Oruç girtin
16:39 Piştî Şêx Seît aciziya Seyît Riza!
16:24 Êzidiyên rastî êrîşê hatin erdên xwe rakirin