MÊRDÎN - Şêniyên gundê Şemrexê ku ji ber dînamîtên di dema xebatên madenê ji aliyê Etî Bakirê ya aîdî Cengîz Holdîngê ve tên derxistin derx li xaniyên wan ketine, bertek nîşanî vê yekê dan.
Febrîqeya Gubre ya Entegreyê ya Etî Bakirê ya aîdî Cengîz Holdîngê ku xebatên xwe li gundê Gola Gulê, Şemika, Girêsor, Kufrak, Deşan û Teznê yên navçeya Şemrex ya Mêrdînê didomîne, di xebatên xwe de dînamîtan bi kar tîne. Ji ber vê derz li xaniyên welatiyên li derdorê ketine. Li gundan hema bêje tu xanî nemane ku derz li wan neketine. Welatî ditirsin ku malên wan hilweşin.
Ji gundên derz li xaniyên wê ketine Gola Gulê, di sala 1993'yan de ji ber ku cerdevanî qebûl nekir hat valakirin û şewitandin. Li gund ku xaniyên ku di sala 2005'an de di dema vegerê de hatin çêkirin, hema bêje derz li hemûyan ketiye. Gundiyan diyar kir ku ew naxwazin ji ber xebatên Cengîz Holdingê terka gundê xwe bikin û bertek nîşan dan.
GOTIN QEY ERDHEJ E!
Sînan Işik diyar kir ku wan midûrê Etî Bakir û Parlamanterê berê yê AKP'ê Suleyman Bolunmez ku karê lojîstîkê yê Cengîz Holdingê dike, venxwendine mala xwe û got: "Dema ku dînamît teqiya gotin qey erdhej çêbûye û reviyan. Min ji wan re got ku nerevin, em her roj di vî halî de ne. Me ji wan xwest ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Wan çareser nekir. Etî Bakir, dînamîtan diteqîne û malên me dihejin. Derz li gelek deverên xaniyên me ketine. Em naxwazin di vî halî de bijîn."
Azad Işik ku derzên li xaniyên wî ketine nîşan da, anî ziman ku ew ji ber wan ditirsin bikevin malên xwe. Işik, got: "Wan her dever veguherandiye qada xebatê. Em heywanan xwedî dikin, lê wan ji me re cih nehiştiye ku em heywanên xwe biçêrînin. Wan her der qedexe kiriye û ji me re cih nehiştiye ku em heywanên xwe lê xwedî bikin. Ger ev berdewam bike, em ê neçar bimînin ku malên xwe biterikînin. Em êdî nikarin di van malan de bimînin. Ew 200 metre dûrî mala me dînamîtan diteqînin. Teqîn ew qas bi hêz in, malên me ji erdhejê bêtir dihejînin. Em her sal malên xwe tamîr dikin, lê heman tişt berdewam dike. Ger me ew tamîr nekiriba, dê ew derz mezintir bûbûna."
‘CIHEKÎ EM BIÇINÊ TUNE YE'
Ji şêniyên gund Adil Aktaş jî bertek nîşan da û got: "Di sala 1993'yan de em neçar man ku koç bikin. Niha em vegeriyane gundê xwe. Me bi zorê xaniyên xwe ava kirine. Vê carê, ji ber dînamîtan derz li xaniyên me ketine. Em dixwazin ew çareseyekê bibînin. Wan li vir bi navê jiyanê tiştek ji me re nehiştiye. Ji ber teqînan, em nikarin heywanan jî xwedî bikin. Min milyon û nîv pere ji bo vî xaniyî xerc kiriye û hê jî temam nebûye. Lê ji ber teqînan derz li her derê wî ketine. Em xizan in û heke xaniyê me bi ser me de hilweşe, cihekî em pê de biçin tune ye."
MA / Ahmet Kanbal