Hevjîna Murat Kayayê li Dutaxê hat kuştin: DAIŞ'ê bavê min Dewleta Tirk hevjînê min kuşt

  • rojane
  • 14:11 16 Kanûn 2019
  • |
img
AGIRÎ - Hevjîna Murat Kaya ya li Gundê Mûşîyan ê Dutaxa Agiriyê Zozan Mihyeddin ku ji Kobanê ye, piştî bûyerê hat binçavkirin û 7  roj şûnde hat berdan. Mihyeddîn, anî ziman ku di bin çavan de her dem gafa 'Em ê te bişînin Sûriyeyê' li wê xwarin û got: “DAÎŞ'ê li Kobanê bavê min kuşt, Dewleta Tirk jî li Agiriyê jî hevjînê min kuştin." 
 
Eskeran di 6'ê kanûnê de bi ser gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxê ya Agiriyê de girtin û bavê 3 zarokan Murat Kaya ê (28) salî kuştin. Hevjîna wî Zozan Mihyeddin (22) û 10 kesên din binçavkirin. Zozan Mihyeddîn piştî 7 rojan di bin çavan de ma û serbest hat berdan, roja bûyerê û zextên di bin çavan de li wê hatine kirin vegot. Mihyeddin wiha got: "DAÎŞ'ê li Kobanê bavê min ê bêguneh kuşt û dewleta Tirk jî hevjînê min kuşt. " 
 
Zozan anî ziman ku li bajarê Hasekê ji dayik bû û piştî demekê malbata wan li Kobanê bi cih bûn. Mihyeddîn, da zanîn ku heta 15 salan li Kobanê ma û wiha got: "Piştî DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir, ez li gel malbat û 2 xwişk û birayên xwe yên biçûk hatin Tirkiyeyê. Me li Edene û Hatayê karê baxçeyan kir û debara xwe kir. Di sala 2016'an de me li Hatayê Murat Kaya nas kir." Mihyeddîn piştî Murat nas kir zewicîn û li Gundê Mûşiyan ê Dutax a Agiriyê bi cih bûn. Li vir zarokê wê Mahkum (3) û Yusuf (2) û Mîran a 6 mehî ji dayik bûn. 
 
Hevjînê Zozan Mihyeddîn, Murat Kaya, ji bo debarê karê înşaetan kir. 20 roj berê ji Navçeya Antakya ya Hatayê hat gund. Zozan Mihyeddîn, qala roja bûyerê kir û wiha got: "Xwesiya min hat bang li Murat kir. Got 'Murat rabe esker hatine. Ka binere çima hatine?' Murat jî pantolon û montê xwe li xwe kir û derket derve. Min got neçe. Lê li min guhdar nekir. Got 'Tu biçe hundir ezê bêm' Min di şibakê re lê nerî. Dema derket derve eskerek hat ew li ser dev dirêj kir. Piştî li ser wî lêgerîn kirin ew rakirin û berê wî dan dîwar, piştre ew birin mala cîranê me. Piştî dengê çekan hat ez tirsiyam. Ez nekarîbûm derkevim derve. Piştî dengê çekan êdî min mûrat nedît."  
 
'GEF LI MIN XWARIN'
 
Mihyeddin, da zanîn ku piştî dengê çekan eskeran destûr nedan kes ji malên xwe derkevin û wiha lê zêde kir: "Ji ber em nekarîbûn ji hundir derkevin agahiya me tune bû ku Murat kuştine. Piştî bûyerê ez û 8 kesên din hatin binçavkirin. Em 7 rojan di bin çavan de man. Saet di 16.00’an de esker hatin û li malê lêgerîn kirin. Her der belav kirin. Piştî tiştek li malê nedîtin, ez binçav kirim. Ez birim Qereqola Cendirmeyan a Dutaxê. Esker hatin û gotin 'Hevjînê te terorîst e. Bi mere ket şer û hat kuştin' Lê esker baş zanin ku hevjînê min ne terarîst e. Tevî min 4 jin li gund hatin binçavkirin. Çêrên pir xerab ji kesên hatin binçavkirin re kirin. Xwarin nedan me. Zarokên min biçûk li malê bûn. Min nikarîbû şîr bidaya wan. Dema min çû îfade da, min gundiyên din ji dît. Ruyê wan birîn bûbû. Nikarîbûn bimeşiyana. Gef li min xwarin û gotin 'Em ê te bişînin Sûriyeyê' Min got 'Hevjînê min we kuştiye. Lê gotin 'Zorê ji mere dernexe. Em ê te bigirin û tu zarokên xwe nabîne' Piştî hevjînê min kuştin, bi zora malbata min destûr dan ku ez tev li cenazeyê hevjînê xwe bibim. Beriya min bibin 2 derzî li min xistin û 2 polîs ketin milê min ku ez nerevim. 7 rojan di bin çavan de mam û 3 caran rastî lêpirsînê hatim. 
 
Mihyeddin, da zanîn ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ji ber bavê wê ji Kobanê derneket agahiyan ji bavê xwe nastîne û wiah got: "DAIŞ'ê bavê min ê bêguhen kuştin. Me cenazeyê wî jî nedît. Niha jî dewleta Tirk hevjînê min kuşt. Ez 7 rojan dûrî zarokên xwe mam. Ez biçim alîkariyê ji kê bixwazim? Hevjînê min birin mala cîranê me û li wir kuştin. Eleqeya wî bi tu tiştî tune bû." 
 

Sernavên din

21/12/2019
09:23 HDP'ê bi demokrasiyê hevşaredar hilbijartin
AKP'ê jî qeyûm tayin kirin û hevşaredar girtin
09:22 Qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin
09:00 Li Dîlokê karkerek bû qurbana kar
09:00 Nûçeyên di rojnameyê de xistin stuyê belavkar: Tê xwestin 7 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji ber rojnameya kurdî doz li rêvebirên komeleyê vekirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2019'AN
20/12/2019
19:47 Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr jî hat binçavkirin
16:28 ‘Ji bo tespîtkirina kujerên Elçî tu hewldan nayên kirin’
16:06 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga mitîngê
16:02 Nobeta Edaletê vê carê li Edeneyê bû: Cînayeta jinê polîtîk e
16:02 Rêveberê HDP’a Mêrdînê hat berdan
15:39 Cara duyem êrişî avahiya HDP’a Pasûrê kirin
15:07 Dê Komeleya Şêx Seîd serlêdana sûc bike
14:54 Doza Nisêbînê: Li dayika 5 zarokan a mala xwe terk nekir 10 sal ceza birîn
14:07 Qaçaxçiyên mirovan dest dirêjî medya civakî kirin
13:57 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Wezîrê Karê Navxweyî dijminê kurdan e
13:28 HDP: Divê êzidî vegerin xaka xwe û piştevaniya pergala demokratîk bikin
12:48 3 endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
12:24 Polîsan li wekîla HDP'ê û encûmenên Sûrê dan
12:12 Rojhilata Navîn ketiye etra canê xwe Tirkiye ketiye etra ‘YPG’ê
12:11 Ceylan: Em ê faşîzma qeyûman têk bibin
11:41 Baroya Amedê: Em pêkanînên vîna gel tune dihesibînin qebûl nakin
11:24 Piştî şerê li Mêrdînê 6 gundî hatin binçavkirin
11:03 Rêxistinên rojnamegeran: Azîz Oruç 'terorize' kirin û girtin
10:40 Dadgehê Meletiyê ceza da rêveberên ÎHD û HDP’ê
10:20 Polîsan çek xist serê Hevşaredara Sûrê Buluttekîn!
09:20 Wê Meclîsa Ciwanan a Qersê ji bo bajêr projeyan çê bike
09:19 Îtiraza ji bo dosyeya Alî Bagdûr hat qebûlkirin
09:18 'Girtiyên pêkanînên kêfî qebûl nakin tên sirgûnkirin'
09:18 Ji dêvla polîsan derbarê ciwanên hatin derbkirin de îdianame amade kir
09:17 Tarîfa vê êşê çi ye? Çawa tê tarîfkirin?
09:16 Farqînî: Em ê bi saya zimanan biratiyê pêk bînin
09:15 Li Amedê di salekê de 9 jin hatine kuştin û hezar û 792 jê jî bi şidetê re rû bi rû mane
09:15 Xana Hesen Paşa jî tê texrîbkirin!
09:14 2019: Berxwedana zindanan deriyê Îmraliyê vekir
Ocalan disa muzakere û îtîfaqa demokratîk xwest
Hikûmetê dîsa deriyê Îmraliyê girt û dest bi şer û tayînkirina qeyûman kir
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2019'AN
08:19 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn hat binçavkirin
19/12/2019
18:32 Ciwanê hat îşkencekirin girtin
17:03 Dayika Taybet bi bîr anîn
17:01 Dayikên Laçik Spî ku tên darizandin îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin
15:41 Ûca êrîşa li dijî Êzidiyan bir Meclisê
15:38 Îşkence ji binçavkiriyan dirêjî heta ferdên malbatê bûye
15:26 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:58 ‘Em ê li gel Azîz Orûç û rojnamegerên din bin’
13:51 HDP: Ji bo ku 19'ê Kanûnê dubare nebin divê ders bên derxistin
13:38 Danezana 'Krîza Aborî' qedexe kirin
12:49 Jin li konferansê hatin gel hev
12:36 Ji doza Leylaya 4 salî kesek tahliye bû
11:58 Rêveberiya girtîgehê bi nîşeya 'xala qedexe' pirtûkan naxin girtîgehê
11:31 21 kesên hatibûn binçavkirin12 roj şûnde sewqî edliyê kirin
10:55 Ercan Kanar: Bêdengiya ji bo Îmraliyê wêrekî da hikûmetê
10:51 Ji Dersimê berteka li dijî Partiya Vatanê: Seyîd Riza bîr û nirxê gel e
10:44 Zarokên astengdar: Bila dayika me serbest bê berdan
09:24 OHD'ê ji bo malbata hat îşkencekirin gilî kir
09:23 'Erdogan, di mijara penaberan de aqlê xwe da der'
09:23 Gardiyan gefa li girtiyan dixwin: Hûn kî ne? Em ê we geber bikin!
09:16 ‘Tehde li girtiyên nexweş tê kirin'
09:14 Dayika ku hestiyên kurê xwe dîtin: 25 sal şûnde giham kurê xwe
09:11 Îdianameya derbarê mirina Şen a 12 salî hat îadekirin
09:10 Jinên Licê kooperatîfek ava kirin
09:08 Qeyûmên Mêrdînê 288 karker ji kar derxistine
09:06 Gardiyan ji girtiyan re got: Em ê ser we ne, em çi bixwazin hûn mecbûr in bikin
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2019'AN
18/12/2019
21:41 2 hevşaredar hatin girtin
18:42 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê
17:21 Yuksekdag: Ez du caran girtî me
16:52 Çalakiya ji bo Ceren Ozdemîr dîsa hat astengkirin
16:04 Li Meletiyê 5 jin hatin berdan
15:45 Bozgeyîk: Li dijî baca bê însaf, bê ewlehî û xizaniyê têbikoşin
14:59 Ebdî: Em amade ne pêşwaziya penaberên Sûriyê bikin
14:58 Uca: Berpirsiyarê êrişa li dijî Êzîdiyan dewlet e
14:57 ‘Em cihaneke ku zarok di kîsên cenazeyan de tên rêzkirin naxwazin'
14:28 Taşdemîr: Wê kujerên Cizîrê jî wek ên Srebrenitsa werin darizandin
13:45 Binçavkiriyên li Mêrdînê birin dadgehê
13:33 Li Qoserê girtina hevşaredar Yilmaz hat şermezarkirin
13:20 Walîtiya Mûşê çalakiyên ji bo tayînkirina qeyûman qedexe kir
13:06 Alîkarê midur ku bi îstismara zayendî tê sûcdarkirin, salek cezayê "rawestandina astê" girt
13:02 Rojnameger Azîz Oruç girtin
12:15 Nasnameya 3 polîsên îşkencekar hat tespîtkirin
12:02 Hevşaredar Sarûca û Yalçin anîn Edliyeyê
11:56 HDP beriya kongreya xwe li Amedê konferans li dar dixe
11:29 Li Ocalan û sê girtiyên din cezayên dîsîplînê birîn
11:28 7 rojnamegerên ji doza ‘Mûsa Çîtîl’ dihatin darizandin hatin beratkirin
10:58 Keça Taybet Înan: Ma pêkan e mirov vê hovîtiyê ji bîr bike?
10:44 Arikan qala komkujiya 19'ê Kanûnê kir: Îro hê bi xoftir e
10:18 Nûnerên partiyên siyasî: Dem dema rizgarbûna ji AKP’ê ye
09:30 Ev der ne kêmî Çernobîlê ye!
09:29 Qeyûm tayînî şaredariyên Gimgim, Kop û Lîzê hatin kirin
09:20 Dayika 2 zarokên astengdar Kisa 'ji ber pere ji hikumxwarekî re şandiye' hatiye girtin
09:19 Piştî 4 salan îdianameya derbarê mirina Hêlîn Şen a 12 salî de hat amadekirin
09:13 Hevşaredarê Geverê Sari 53 roj in bi tenê di hucreyê de ye
09:13 'Wê xebatên li Bakur tesîrê li perçeyên din jî bike'
09:12 Ji bo mîtînga 'Em jî dixwazin bi awayekî mirovane bijîn' gazî kirin
09:11 Li emniyetê îşkence
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2019'AN
08:06 Endama Meclîsa HDP'ê Boga hat berdan
17/12/2019
17:31 Mala Êzidiyan a Oldenburgê êrişa li dijî êzidiyan şermezar kir
16:43 Piştî hefteyekê îfadeya Oruç girtin
16:39 Piştî Şêx Seît aciziya Seyît Riza!
16:24 Êzidiyên rastî êrîşê hatin erdên xwe rakirin