Kesên li Cizîr û Sîlopya hatin kuştin bibîr anîn: Hovîtiya li jêrzemînan dinyayê hemû dît

  • rojane
  • 15:10 14 Kanûn 2019
  • |
img

ŞIRNEX – Kesên di serdema qedexeya derketina derve ya Cizîr û Silopiyê de jiyana xwe ji dest dan di salvegera çaremîn de hatin bibîranîn. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz got: “Hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê qewimî dinyayê hemû dît.” 

Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê bi boneya 4’emîn salvegera destpêkirina qedexeya derketina derve ya ku nêzî 300 însan jiyana xwe ji dest dan civînek bîranînê li dar xist. Civîn li avahiya HDP’ê pêk hat. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, malbatên kesên di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. 
 
‘EM Ê XWEDÎ LI DOZA WAN DERKEVIN’ 
 
Di bernameyê de rêzgirtin pêk hat. Ewilî hevjîna Mehmet  Tûnç ê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest da Zeynep Tûnç axivî û got: “Em ê xwedî li doza wan derkevin. Şehîd namirin.” 
 
‘AZADÎ BEDELÊ GIRAN DIXWAZE’ 
 
Parlamenter Hasan Ozguneş jî da zanîn ku ew li ber pakrewanên xwe bejna xwe ditewînin û got: “Ji dîrokê heta îro têkoşînan her tim bedel dane. Bedelên azadiyê gelek giran in. Sed sal in gelê kurd vê bedelê dide. Divê ji îro şûnve em bêtir têbikoşin û xwezî li destkeftiyên xwe derkevin.
 
‘EM Ê XEYALA WAN LEHENGAN PÊK BÎNIN’ 
 
Pişt re Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got: “Îro em li ser axa lehengî û berxwedanê ne. Em îro roj di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin. Dîrok li ser du tiştî diherike. Yek jê ew e qirkirin, komkujî û pişaftin e. Yek jê jî ew e ku dîrok li ser milê kesayet û lehengên mîna Asya, Mehmet Tûnç, Pakîze, Sêvê û Fatma li pêş dikeve. Ev lehengî dibe hêz û moralê gelê me. Li Cizîr û Silopya hovîtiyek pêk hat û hemû dinya temaşeyî vê yekê kir. Hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê qewimî dinyayê hemû dît. Ev sûcê li dijî mirovahiyê bû. Berxwedana gelê kurd bi dehê salan ji dinyayê re bûye mînak. Kesên li jêrzemînan jiyana xwe ji dest dan, ji bo pêşeroja gelê kurd, dîrok û zimanê kurd bedelek mezin dan. Vê yekê her kesî dît. Dinya li me bûye yek. Lê nikarin berxwedana me têk bibin. Ji bo em xeyala hemû lehengên xwe pêk bînin em ê yekîtiya neteweyî ya kurd pêk bînin û ji niha şûnve rojeva me ya girîng yekîtiya neteweyî ne. Yên xwediyê vê axê ne û bi hezarê salan e li ser vê axê dijîn em in û em ê ji niha şûnve jî bijîn.” 
 
Piştî axaftinan, sînevziyona têkildarî qedexeya derketina derve hatibû amadekirin hat nîşandan. Bername bi xwendina mewlûdê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

17/12/2019
16:18 Rûsya bi fermî ‘mafê xweparastinê’ ji bo jinê nas kir
15:27 Malbata Sûriyeyî: Polîsan em avêtin kolanê zarokên me li kolanê radizên
15:23 Derbarê Temellî de 5 fezlekeyên nû hatin amadekirin
15:23 TUAY-DER’ê ji girtiyan re kartên sersalê şand
15:22 ‘Tora Piştevaniya Parazvanê Mafên Mirovane' ava kirin
15:06 Li Amedê dema binçavkirina 21 kesî dîsa hat dirêjkirin
14:59 Li Amedê di 5 mehên dawî de li 838 jinan tundî hat kirin
14:47 Bi keviran êrişî avahiya HDP’ê kirin
14:37 Kartên piştevaniyê şandin girtîgehê
14:28 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:28 Onlu: Belgeya siyasetê ya MGK’ê li dijî peyama Ocalan pêş xistin
14:09 Rojanameger: Em bi Azîz re xebitîne, Azîz rojnameger e
13:57 200 rojnamevanan ji bo Azîz Orûç kampanya dan destpêkirin
13:49 Pirtûkên 5 nivîskaran bi hênceta ‘madeya qedexe’ hilnedan girtîgehê
13:10 Li Êlihê êrişî êzidiyan kirin: 2 kes birîndar bûn
12:34 Dozger ji bo doza Medenî Yildirim, hewce bi lêpirsîna Fermandarê Qereqolê nedît
11:57 RSF: Di 2019’an de 49 rojnameger hatin kuştin
11:47 Tê payîn di doza 7 rojnamegeran de biryar were dayîn
11:21 Walîtiya Mêrdîn ketin û derketina gundên Dêrik û Şemrexê qedexe kir
11:15 Faîk Bulut: Pêdivî ji saziyên sîwan ên nûnertiya gelê Kurd dike heye
10:16 Li Edene û Meletiyê 8 kes hatin binçavkirin
09:45 Li 46 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat îlankirin
09:33 M. Çiya Mazî 2 pirtûkên nû li berhemên xwe zêde kir: Tebatî û Bayê Zewêdiyan
09:21 Hevşaredarên Gimgimê û Kopê hatin binçavkirin
09:00 Ûyar: Şaredarî dikarin kooperatîfên enerjiyê ava bikin
09:00 ‘Her mirov carekê dimire, lê kurd du caran tên kuştin'
09:00 Bi xaliyan çenteyan, bi kundiran çirayan çê dike
09:00 Qeyûm desteka aborî ya ji bo qulûba şaredariyê qut kir
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2019'AN
16/12/2019
20:39 Wê hevpîşeyên Azîz Orûç daxuyaniyekê bidin
18:38 Li Cinêwê kesî Erdogan pêşwazî nekir
18:29 Demîrtaş: Doza tehliyekirinê nakim
17:31 Polîsan îşaretkirina xaniyên elewiyan xist stuyê zarokan
16:51 Rewşenbiran ji bo xebatên yekitiya neteweyî komîteyek ava kirin
16:46 CFWIJ û TGS'ê panela 'Ewlehiya Rojnamegerên Jin' li dar xist
16:02 KESK: Divê bihayê asgarî li derveyî bacê bê hiştin
15:57 Hişyariya pereyê reş li Tirkiyeyê hat kirin
15:16 Jinên parêzer dê li dozgerê li doza tecawizê dinere serlêdana sûc bikin
14:48 Nûnertiya DÎSK'ê ya Egeyê: Bila heqê herî kêm 3 hezar û 200 TL be
14:33 Rêxistina Efûyê: Li Îranê herî kêm 304 kes hatine kuştin
Çavkaniyên herêmê: Hezar û 500 kes hatin kuştin
14:28 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
14:11 Hevjîna Murat Kayayê li Dutaxê hat kuştin: DAIŞ'ê bavê min Dewleta Tirk hevjînê min kuşt
12:46 Ferho layiqî xelata Belgodyssee hat dîtin
12:32 Rojnameger Aykol: Azîz Oruç rojnameger e û şagirtê min e
12:11 Di googleyê de herî zêde Amerîkayîyan kurd meraq kirine
11:47 Dr. Karakoç: Netedawîkirina Azîz Orûç dijî prensîbên etîkê ye
11:16 Mizgefta El-Rizk a Heskîfê hat veguhestin
11:08 Êzîdiyên axa xwe dixwazin: Yên bi wîcdan bila navbênkariyê bikin
09:42 Walîtiya Amedê çend roj şûnde daxuyanî da: Yên Sûr xera kirin hatin binçavkirin
09:00 'Bila heqê herî kêm li gorî zemmê bê nûjenkirin'
09:00 Ertugrul Gunay: Divê aqil û zimanê siyaseta Tirkiyeyê bê guhertin
09:00 Nivîskar Aykoç: Divê ji bo hemû zimanan serbestî bê nasîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2019'AN
15/12/2019
22:05 Li Pirsûsê şerê çekdarî: 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn
18:45 Jinan li Stenbol û Îzmirê dansa Las Tesis dan pêşandan
18:23 Hevşaredara Qoserê Nulîfer Elîk Yilmaz girtin û şandin Girtîgeha Mêrdînê
17:33 Temellî: Heta tecrîd bi dawî nebe bêhiqûqî bi dawî nabe
17:24 Ocalan: Em ê ji têkoşîna xwe ya li dijî kesên ku koletiyê li me ferz dikin bidomînin
17:00 Ahmet Kisa: Dayika min a nexweş a bêsûc berdin
16:24 Şahidê komkujiya Dersimê Dengbêj Silo Qiz veşartin
16:05 HDP'ê li Esenler û Beykoze bi gel hat gel hev
16:00 Zaroka di bin ewlehiya dewletê de birîdar hat dîtin
15:52 Piştî "gefa tecawizê" Memîşê Egitîm Bîr Senî îstîfa kir
15:39 Dema binçavkirinên li Mêrdînê dirêj bû
15:33 Kesên di komkujiya 19'ê Kanûnê de jiyan xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:15 Pirsa 'windakirina di bin çavan de çî ye?' kir û bersivand
14:15 Hevşaredara Qoserê Yilmaz anîn Edliyeyê
14:03 TÛAY-DER: Em ji jiyana girtî û hikumxwarin bi guman in
13:47 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Lîbyayê
13:03 Rêxistineke erebî hişyariya peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot da
12:37 Tirkiye ji bo bilindkirina aloziya li Rojhilatê Behra Spî pêngaveke din avêt
12:08 Rahşan Anter: Ji bo beraetkirina mirovên sûcdar her cûre teqle davêjin
10:45 Rojnameger Orûç serboriya xwe vegot: Min bi zorê ji sînor avêtin û terkî mirinê kirin
10:24 Destûr nedan ku hestî jî kêleka hev bên veşartin
09:56 Li Sûdanê sendîkayên dema Omer El Beşîr hatin betalkirin
09:07 Kevirên Sûrê bi qamyonan tên firotin
09:07 Sûstam: Întihar tenê ne bûyerên şexsî an jî civakiyî ne, bûyereke polîtîk e jî
09:02 Wê bi hezaran KHK'î dakevin qadan
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2019'AN
14/12/2019
17:54 Şîna malbata Kalkan û Tekay bi dawî bû
17:18 Rojnameger Orûç peyam şand: Pêdiviya min bi piştevaniya we heye
16:42 Pero Dundar: Di serdema qedexeyan de mafê milyonek û 809 hezar kesî hatiye binpêkirin
16:23 Temellî: Me Cizîr ji bîr nekir em ji bîr nakin
16:00 Şandeya Bakur îro ji bo yekîtiyê diçe Başûrê Kurdistanê
15:50 Girtiyê nexweş Bahar nayê dermankirin
15:43 Gotin ‘Em baretliyên azad in' û platform ava kirin
15:38 Li Îzmîrê li aqûbeta Faîk Kevcî hat pirsîn
15:28 Xwestin girtiyê nexweş Cîhat Ozdemîr were berdan
15:19 Ayşe Karahan spartin axê
15:10 Kesên li Cizîr û Sîlopya hatin kuştin bibîr anîn: Hovîtiya li jêrzemînan dinyayê hemû dît
15:09 Xizmên windayan: Daraz êşa me qat bi qat zêdetir dike
14:44 '28 sal in em li pey kujeran in, lê edalet pêk nayê'
14:32 HDP: Em ê sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin ji bîr nekin
14:14 Hûrguliyên bûyerê parve kirin: Azîz Orûç li ser sînor terkî mirinê kirin
14:01 Çerkezoglu: Tevgera çîna karker di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe
13:02 Trên li texsiyê qelibî: 3 kes mirin
12:58 Şahidê Komkujiya Dersimê hunermend Silo Qiz koça dawî kir
12:08 Prz. Alataş: Daraz ji bo bersûcên doza JÎTEM'ê biparêze xebitî
11:25 Elî Kefo yê cêwiyê wî hat kuştin: Çi ji me dixwazin em zarok in
10:52 Qedexeya li Wanê 3 sal in didome: Şerm e