Ocalan: Jiyana civakî bi jinê ava dibe

  • rojane
  • 11:31 24 Mijdar 2019
  • |
img

STENBOL - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, bi minasebeta 25'ê mijdarê bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Jiyana civakî tenê bi jinê dikare bê avakirin. Ger ku civak li dora jinê xwe bi rêxistin bike dikare jiyana civakî ava bike." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi destên hêzên navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999'an  dîsa bi destê heman hêzên navdewletî anîn Tirkiyeyê. Ji roja ku Rêberê PKK'ê abdullah Ocalan girtin û şandin Îmrahiyê heta niha, Ocalan di bin şertên tecrîdê her dem peyamên ji bo aştiya gelê Kurd û Tirk, aştiya gelên Rojhilata Navîn, Çareseriya Demokratîk, Aştiya Civakî, Komara Demokratîk, Siyaseta demokratîk peyam dan. Parêzerên Ocalan piştî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûn Îmraliyê û şûnde 8 salan li ser hev nekarîbûn biçin Îmraliyê. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. 
Ocalan, di hevdîtina bi parêzeran de bi 7 xalan dîsa pêşniyarên aştî û çareseriya demokratîk kir. 
 
Ocalan di hevdîtina 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran û 18'ê Hezîranê de li ser yekîtî û dîroka jiyana hevpar a gelê Kurd û Tirk rawestiya. Ocalan di hevditina 7'ê Tebaxê ya dawî de gotibû “Ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim. Bes bila hikûmet û dewlet amade be." Lê rayedarên hikûmet û dewletê ev banga Ocalan bê bersîv hiştin û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dan destpêkirin. 
 
Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emran Emekçî û Raziye Turgut, li ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşniyarên Ocalan ên çareseriyê nirxandin kirin. 
 
ASTENGIYA LI PÊŞ HEVDÎTINAN BIRIN AYM’Ê 
 
Ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Turgut, diyar kir ku piştî 8 sal şûnde di encama çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de dikarîbûn bi muvekkillen xwe re hevdîtinê bikin û wiha got: "Piştî 5 hevdîtinan, hemû serlêdanên me yên Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bê bersîv tên hiştin. Piştre di çarçoveya OHAL'ê de cezayê dîsîplînê hincet nîşan dan û hevdîtinên bi muvekkilên me re asteng kirin. Êdî tu aliyê ku hincetan nîşan bidin tune. Me li dijî van biryaran gelek caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan Me gelek dosya birin AYM'ê. Gelek dosyayên me niha li AYM’ê dên rawestandin. Li vir aşkere mafan îhlal dikin. Em wekî parêzer jî nikarin xwe bigînin dosyayên muwekilên xwe. Ger ku der barê wan de cezayê dîsîplînê hebe divê em bizanibin. Mînaka wê jî nadin me û em nikarin xwe bigînin naveroka dosyayê. Ji ber em naveroka dosyayê nizanin em nikarin îtîraz jî bikin. Rêyek hiqûqî û zagonî nema ye." 
 
‘KOLETÎ XISTINE NAVA XWÎNA WÊ'
 
Turgut, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê û nerîna Ocalan a der barê jinê û têkoşîna jinê da û wiha got: “Birêz Ocalan ewil dema balê dikişîne ser rewşa jinê diyar dike ku koletî xistine xwîna jinê û dibêje, ‘Li ser axa me her mêr jinê wekî malê xwe dibîne. Hûn di ferqê de bin ne di ferqê de bin, ev rewş ketiye nava xwînê. Ev wisa didome. Hûn dikarin koletiya tev li xwînê bûye wiha binirxînin; Dema em li serdema neolotîk dinerin, jiyana civakî li dora jinê xwe bi rêxistin dike.' Birêz Ocalan qala pergala serdest a mêrê qurnas û bi hêz dike. Mêrê qurnas hewl dide hemû tiştên der barê jinê de ji kok ve hilweşîne û li şûna wê pergalek nû ava bike. Di vê pêvajoyê de koletiya jinê pêş dixe. Pergala Serdest a Mêr, bi demê re di qada civakî de rolên cuda li ser jinê bar kir. Dema jin derket dervê vê rolê xwe wekî bê hêz hat dîtin û li dervê civakê hat hiştin. Zanîn û hilberina jinê jê dizîn. Rê li pêşengiya jinê girtin." 
 
‘HER YEK MIJARA ŞOREŞÊ YE'
 
Turgut, bal kişand ser nerîna Ocalan a der barê cînayetên nava civakê û zewaca jinê ya bi zaroktiyê û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo jin li cewherê xwe vegere û jiyana azad ava bike, ev mijar hincetên mezin in. Divê ev yek bi kûrahî bê lêkolînkirin. Birêz Ocalan dibêje 'Ger ku mirovahî di nava civakê de serkeftinekê bi dest bixe, divê vê yekê di aliyê jinê de bi kurahî bigire dest û pêk bîne. Birêz Ocalan, dibêje 'Jiyana civakî tenê bi jinê pêkan e. Ji aliyê jinê de pêkan e. Ger ku jin li dora xwe bi rêxistin bike dikare jiyana civakî  pêş bixe'. Ocalan jiyana civakî bi rêxistinbûna jinê ve girê dide." 
 
PÊŞNIYARÊN OCALAN ÊN ÇARESERIYÊ
 
Parêzerê Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Emran Emekçî jî bal kişand ser 7 xalên çareseriyê yên ku Ocalan di 2'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir û wiha got: "Ocalan xwest pirsgirêkên Sûriyeyê li dervê şer û pevçûnê bê çareserkirin. Ocalan vê helwesta xwe ji 9'ê Cotmeha 1998’an heta niha diparêze. Birêz Ocalan, qala çareseriya Hêza Nerm, Aqil, siyaset, muzakereyê dike. Diyar dike ku rêbazên din windahiyê bi xwe re tîne. Birêz Ocalan ji bo vê yekê bang li civakê û cemaweriyê dike." 
 
‘RÊBAZA ÇARESERIYA GERDÛNÎ'
 
Emekçî, destnîşan kir ku Ocalan berî her tiştî dixwaze rê li pêş şerê gelê Kurd û Tirk bigire û wiha lê zêde kir: "Birêz Ocalan dixwaze rê li pêş şerê Kurd û Tirk bigire. Di hevdîtina 7'ê Hezîranê bang li ‘Aqilê Dewletê' û hêzên civakî kir. Li Tirkiyeyê bi salan e wekî Başûrê Afrika ya De Klerk vînek pêş neket. Brêz Ocalan ji ber vê yekê bang li hêzên civakî kir. Destûra Bingehîn a Demokratîk ku Birêz Ocalan qala wê dike, rêbaza çareseriya Gerdûnî ye. Ewropa hemû pirsgirêka sed salan û hezar salan bi vê rêbazê çareser kirine. Ocalan, ji bo demokrasiyê mînaka ‘Siteya Atina' mînak dide. Siteya Atina bajarekî biçûk ê demokrasiyê ye. Lê împaratoriya Mezin a Persan hilweşandiye. Perala ku hêza gel  têde tune be lawez dibe û perçe dibe. Ji ber vê yekê Ocalan, dixwaze Îtîfaqa Demokratîk û Destûra Bingehîn a Demokratîk bi hêz bibe. Diyar dike ku ev yek bi destê hêzên civakî dikare bê çareserkirin." 
 
‘TIŞTA NEHATIYE CERIBANDIN DEMOKRASÎ YE' 
 
Emekçî, bal kişand ser pêşniyarên çareseriyê yên di pirtûka Ocalan a “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Demokratik" û wiha got: "Li Rojhilata navîn tekane kesê çareseriyê bi xwe re bîne Birêz Ocalan e. Ji xeynî fikrên Ocalan hemû fikrên din li ser parastina netew-dewletbûnê hatine avakirin. Di tahlila dawî de tişta di xizmeta hegemonya kapîtalîst de pêş dikeve krîz û kaosê kûr dike. Hatiye dîtin ku ne olperestî, ne nijadperestî û ne jî Netew Dewlet dikare çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn bîne. Li Rojihalat Navîn her tişt hat ceribandin. Tişta nehat ceribandin rêbaza demokrasiyê ye. Ew jî Birêz Ocalan vê yekê temsîl dike. Ji ber vê yekê çareserî bi Ocalan pêkan e."  
 
Emekçî, anî ziman ku ger pirsgirêk bi rêbaza aştiyê neyê çareserkirin dê krîz bidome û wiha lê zêde kir: "“Li vir yên bi ser dikeve polîtikayên DYA-Îngiltere-Îsraîlê ne. Kengî deriyê Îmraliyê vebe, di nava civake de hêz û coşek pêş dikeve. Lê kengî polîtîkayên tecrîdê pêş bikeve, kriz û kaos kûr dibe. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan dibêje ‘Em bi aqil tev bigerin. Em yekîtiya Demokrasiyê ya Rojhilata Navîn ava bikin. Ez ji bo aştiyê ew qas têdikoşim. Lê dewlet ji bo çareseriyê tu gavan navêje. Rola ku li Tirkiyeyê hatiye barkirin, rola cendirmeyan e' û balê dikişîne ser çareseriya aştiyane." 
 
'OCALAN JI 2005'AN DE BANGA YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIKE' 
 
Emekçî, anî ziman ku êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê salvegera komploya Navneteweyî de pêk hatiye û ev yek ne ji rêzê ye û wiha bi dawî kir: "Dixwazin her tişt di kontrol û fermana wan de be. Rojava xeta sêyemîn a Kurdan a demokratik e. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwaze Kurdên Azad pêş bikeve. Naxwaze Kurdê Azad bi vîna xwe xwe bi rêve bibe. Kurdê azad naxwaze. Birêz Ocalan dîsa banga yekitiya gelê Kurd dike. Kurd ne Kurdên berê ne. Kurdan êdî zanebûna politîk qezenç kirine. Niha tenê pirsgirêkek heye ew jî divê yekîtiya xwe ava bikin. Ger Kurd yekîtiya xwe ava bikin hêzên navneteweyî jî dê wan nas bikin. Ji bo di Qada Navneteweyî de hiqûqa kurdan bê naskirin divê berê Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Birêz Ocalan ji sala 2005’an heta niha banga Yekîtiya Neteweya Kurd dike. Êrîşên li ser Kurdan bi Yekîtiya Neteweyî dikarin bên rawestandin." 
 
MA / Ferhat Çelik
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/11/2019
09:23 Ji Weqfa Mezopotamyayê du pirtûkên nû derketin
09:12 Berfîn Ozek ji bo edaletê bang kir : Ma gere ez bimirama
09:11 Hevşaredara Nisêbînê Nergîz: Di warê pergala hevserokatiyê de helwesta me diyar e
09:11 Deverên dîrokî bûne wargeha defînegeran
09:10 Dr. Garîp: Li Kurdistanê divê aştiya navxweyî pêk bê
09:09 Omer Ocalan: Polîtîkaya dewletê tasfiyekirina kurda ye
09:09 Zivistan hat lê hê jî pezê xwe li derve diçêrîne
09:08 Hosteya donerê: Qewetê ji keçên xwe digirim
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2019'AN
26/11/2019
20:40 Her 3 hevşaredarên HDP'î hatin girtin
16:26 Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir
15:43 Heyeteke Rûsyayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya
15:24 Di doza Irmak û Demîrel de dosya ji dozgeriyê re hat şandin
15:13 ‘Em binçavkirina rojnamevan Bêrîvan Altan şermezar dikin’
15:12 Li Wanê 20 ciwan hatin binçavkirin
15:11 Cendirmeyan mudaxaleyî gundiyên ku li dijî venêrîna bi cendirmeyan re derketin kir
14:06 Temellî: Ji tifaqa AKP-MHP'ê re Êdî Bes e
13:53 Li Kocaeliyê hejmara binçavkirinan derket 20'an
13:52 ‘Şahidê nepen’ beşdarî danişînê kirin lê bêdeng ma
13:42 Piştî sîxurê Îngilistanê bijîjkê NATO'yê jî mirî hat dîtin
13:16 Kesên ji çalakiya girtina rê tên darizandin: Sûc nîne
13:13 Tahîr Elçî dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were bîranîn
13:09 Dozger ji Casimê xwest Berfînê bikuje xwest bê cezakirin
12:20 HDP'ê xwest meclîs cînayeta Elçî lêkolîn bikin
12:10 Polisan bi ser avahiyên HDP'ê yên Kocaeliyê de girt: Alê bi panoyan ve daleqandin
11:47 Jinên Serhedê: Me qadan terk nekir û em ê neterikînin
11:35 Polîsan li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt
11:20 HDP’ê bang li Îranê kir: Daxwazên gelan pişguh neke
11:19 Piştî 12 rojan hevşaredar birin edliyeyê
11:04 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Di çalakiyên li Îranê de 143 kes hatin kuştin
10:52 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:45 Hikûmeta Sûriyeyê ji ber êrîşên Tirkiyeyê ji hevdîtinan vekişiya
10:02 Rapora krîmînal piştrast kir ku Casim Çelik bi asîtê rûyê Berfîn şewitandiye
09:07 Gundiyên Geliyê Botanê ligel rîska heyî jî, erdên xwe çandin
09:04 Cizîrî: Êrîşa li dijî ziman perçeyê siyaseta dewletê ye
09:03 'Her kes dikare ji bo wan tiştekê bike'
09:01 Komir pir e, lê kes nakire
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2019'AN
08:46 Rojnamevan Bêrîvan Altan hat binçavkirin
08:37 Balafirên Koalîsyonê baragehên Ahrar El Sharqiya bombe kir
25/11/2019
22:31 Dadgehê 7 kesên li Esenyurtê belavokên 25'ê mijdarê belav kirin girtin
22:01 Jin li gelek navendan daketin qadan: Em ê civaka azad ava bikin
21:10 Jinan li Taksîmê dengê xwe bilind kirin: Em êdî tehamul nakin yek ji me kêm bibe
17:36 Beştaş ji Wezîr Gul pirsî: Armanca israr di tecrîdê de çî ye?
16:45 Keskîn: Tirkiye peymana Stenbol pêk nîne
16:40 Meşa ku ji jinan re hat qedexekirin ji zilaman re serbest e
16:24 Jin li dijî tundiyê li qadane: Qîrîniya Emîne Bûlût qîrîniya me hemûyan e
15:55 Onlu: Dixwazin deriyê HDP'a Dîlokê kîlîd bikin
15:55 Ji dadgehê biryara 'KHK': Heta hikmek teqez tunebe bûrsa xwendekar nikare bê birîn
15:13 Li Ezazê teqîn: 2 kes mirin
14:45 Olûç: Hemin hûn ji îradeya gel natirsin, gav biavêjin
14:45 Rapora ÎHD'ê ya li dijî tundiya jinan: Li herêmê di salekê de 54 jin hatin kuştin
14:44 Ozsoy: Bandora piştgiriyên zêde yên ji bo kurdan çêbibe
13:35 Walîtiya Stenbolê qedeqeya li ser meşa jinan rakir
13:32 AYM'ê ji bo peykerê Erdogan jê re gotibû 'ûcûbe' biryara 'binpêkirinê' da
13:18 Li Şîlî jinek rojnameger kuştin
13:16 Dûndar: Li Tirkiyeyê di 11 salên dawî de 2 hezar û 720 jin hatin qetilkirin
12:50 Daxwaza Malbata Tore: Em dixwazim li cem rêhevalên xwe bê veşartin
12:41 Baroya Amedê: Zilaman di 10 mehên 2019'an de 284 jin kuştin
12:38 HDP’iyan bi wêneyan Komîsyona Butçeyê şermezar kirin
12:07 Osteyê îşkence li şagirtê xwe kir hat berdan
11:33 Erdogan çû Qatarê
11:30 Li Zozanê Şenê ji 8'ê mijdarê ve daristan dişewite
11:29 Mîkaîl Aslan li Êlihê konser li dar xist
10:49 Hemîd El-Ebid: Vegera koçberan a herêma dagirkirî ne rast e
10:22 Komên çekdar tang û topên xwe li dora Eyn Îsa kom dikin
09:19 Parêzer Kiliç: Li pişt biryara DMME'yê sedemeke siyasî heye
09:18 'Hilbijartina pêşwext şert e'
09:13 Bi feraseta 'koleyên modêrn' nêzî karkerên penaber dibin
09:11 Peyama xwendekarên jin a ji bo 25'ê Mijdarê: Divê dawî li polîtîkaya bêcezatiyê bê
09:07 Doza Nisêbînê dibe dîrok
09:06 Mehmet Ocalan: Mifteya pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2019'AN
24/11/2019
20:08 Walîtiya Stenbolê çalakiyên Jinan qedexe kir
18:20 Li Sûrê Komeleye Zarok li Her Derê Ne vekirin
17:19 Mamosteyên Hesekê ji bo piştevaniya Zehra Mihemedî meşiyan
17:02 Jinan banga tevlêbûna meşa şevê kirin
16:40 Ji 54 HDP û DBP’iyên hatibûn binçavkirin 25 jê hatin girtin
15:59 Kaftancioglu: Pirsgirêka kurd pirsgirêka me hemûyan e
15:33 Heyeta Ewropayê hat Nisêbînê: Têkoşîna gelê Kurd a maf rewa ye
15:25 Tifaqa AKP û MHP’ê şiband Îttîhat û Terakiyê
14:08 Midura Ajansa JinNewsê xelata wêrekiyê girt
13:21 Ji 23 baroyan banga hevpar: Dest nedin parastinê
13:06 TJA: Ji bo ku em yekê din kêm nebin di 25'ê Mijdarê de em dakevin qadan
12:57 Biryar dan ku Tora Ziman û Çandan berfirehtir bikin
12:47 Encama rapoa DNA’yê ya Rabîa Naz Vatan hat aşkerekirin
12:15 Dozek din li Rojnamegerê girtî Sayilgan vekirin
12:01 Şervanên YPJ’ê: Em xwedî mîrateya Rosa Luxembûrg derdikevin
12:00 Cerdevan şandin hawara operasyona li Parsûrê
11:31 Ocalan: Jiyana civakî bi jinê ava dibe
11:19 Jinan îsal jî gotin ‘Em naxwazim bimirim’
10:25 Zaroka bi zorê zewicandin bi şik întîhar kir
10:13 Rençberên Botanê: Dixwazin li Geliyê Botanê rençberiyê biqedînin
09:08 TIR ji Xabûrê heta Cizîrê li pey hev rêz bûne
09:07 Girtiyên li Osmaniyeyê di greva birçîbûnê de: Berpirsiyar midûrê girtîgehê ye
09:06 Malbata Şûle Çetê: Li hemberî şidetê em dengê xwe bilind bikin
09:05 Garo Paylan: Zêdebûna întiharan rewşa krîza aborî nîşan dide
09:04 Çîçek: Karkeriya zarokî zêde dibe
09:04 'Bi piştevaniyê em dikarin pêşî li şidetê bigirin'
09:03 Seferî Yilmaz: Em heqê xwe li Buyukanit helal nakin