Ocalan: Jiyana civakî bi jinê ava dibe 2019-11-24 11:31:41 STENBOL - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, bi minasebeta 25'ê mijdarê bal kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Jiyana civakî tenê bi jinê dikare bê avakirin. Ger ku civak li dora jinê xwe bi rêxistin bike dikare jiyana civakî ava bike."  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi destên hêzên navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999'an  dîsa bi destê heman hêzên navdewletî anîn Tirkiyeyê. Ji roja ku Rêberê PKK'ê abdullah Ocalan girtin û şandin Îmrahiyê heta niha, Ocalan di bin şertên tecrîdê her dem peyamên ji bo aştiya gelê Kurd û Tirk, aştiya gelên Rojhilata Navîn, Çareseriya Demokratîk, Aştiya Civakî, Komara Demokratîk, Siyaseta demokratîk peyam dan. Parêzerên Ocalan piştî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûn Îmraliyê û şûnde 8 salan li ser hev nekarîbûn biçin Îmraliyê. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.  Ocalan, di hevdîtina bi parêzeran de bi 7 xalan dîsa pêşniyarên aştî û çareseriya demokratîk kir.    Ocalan di hevdîtina 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran û 18'ê Hezîranê de li ser yekîtî û dîroka jiyana hevpar a gelê Kurd û Tirk rawestiya. Ocalan di hevditina 7'ê Tebaxê ya dawî de gotibû “Ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim. Bes bila hikûmet û dewlet amade be." Lê rayedarên hikûmet û dewletê ev banga Ocalan bê bersîv hiştin û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dan destpêkirin.    Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emran Emekçî û Raziye Turgut, li ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşniyarên Ocalan ên çareseriyê nirxandin kirin.    ASTENGIYA LI PÊŞ HEVDÎTINAN BIRIN AYM’Ê    Ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Turgut, diyar kir ku piştî 8 sal şûnde di encama çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de dikarîbûn bi muvekkillen xwe re hevdîtinê bikin û wiha got: "Piştî 5 hevdîtinan, hemû serlêdanên me yên Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bê bersîv tên hiştin. Piştre di çarçoveya OHAL'ê de cezayê dîsîplînê hincet nîşan dan û hevdîtinên bi muvekkilên me re asteng kirin. Êdî tu aliyê ku hincetan nîşan bidin tune. Me li dijî van biryaran gelek caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan Me gelek dosya birin AYM'ê. Gelek dosyayên me niha li AYM’ê dên rawestandin. Li vir aşkere mafan îhlal dikin. Em wekî parêzer jî nikarin xwe bigînin dosyayên muwekilên xwe. Ger ku der barê wan de cezayê dîsîplînê hebe divê em bizanibin. Mînaka wê jî nadin me û em nikarin xwe bigînin naveroka dosyayê. Ji ber em naveroka dosyayê nizanin em nikarin îtîraz jî bikin. Rêyek hiqûqî û zagonî nema ye."    ‘KOLETÎ XISTINE NAVA XWÎNA WÊ'   Turgut, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê û nerîna Ocalan a der barê jinê û têkoşîna jinê da û wiha got: “Birêz Ocalan ewil dema balê dikişîne ser rewşa jinê diyar dike ku koletî xistine xwîna jinê û dibêje, ‘Li ser axa me her mêr jinê wekî malê xwe dibîne. Hûn di ferqê de bin ne di ferqê de bin, ev rewş ketiye nava xwînê. Ev wisa didome. Hûn dikarin koletiya tev li xwînê bûye wiha binirxînin; Dema em li serdema neolotîk dinerin, jiyana civakî li dora jinê xwe bi rêxistin dike.' Birêz Ocalan qala pergala serdest a mêrê qurnas û bi hêz dike. Mêrê qurnas hewl dide hemû tiştên der barê jinê de ji kok ve hilweşîne û li şûna wê pergalek nû ava bike. Di vê pêvajoyê de koletiya jinê pêş dixe. Pergala Serdest a Mêr, bi demê re di qada civakî de rolên cuda li ser jinê bar kir. Dema jin derket dervê vê rolê xwe wekî bê hêz hat dîtin û li dervê civakê hat hiştin. Zanîn û hilberina jinê jê dizîn. Rê li pêşengiya jinê girtin."    ‘HER YEK MIJARA ŞOREŞÊ YE'   Turgut, bal kişand ser nerîna Ocalan a der barê cînayetên nava civakê û zewaca jinê ya bi zaroktiyê û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo jin li cewherê xwe vegere û jiyana azad ava bike, ev mijar hincetên mezin in. Divê ev yek bi kûrahî bê lêkolînkirin. Birêz Ocalan dibêje 'Ger ku mirovahî di nava civakê de serkeftinekê bi dest bixe, divê vê yekê di aliyê jinê de bi kurahî bigire dest û pêk bîne. Birêz Ocalan, dibêje 'Jiyana civakî tenê bi jinê pêkan e. Ji aliyê jinê de pêkan e. Ger ku jin li dora xwe bi rêxistin bike dikare jiyana civakî  pêş bixe'. Ocalan jiyana civakî bi rêxistinbûna jinê ve girê dide."    PÊŞNIYARÊN OCALAN ÊN ÇARESERIYÊ   Parêzerê Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Emran Emekçî jî bal kişand ser 7 xalên çareseriyê yên ku Ocalan di 2'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir û wiha got: "Ocalan xwest pirsgirêkên Sûriyeyê li dervê şer û pevçûnê bê çareserkirin. Ocalan vê helwesta xwe ji 9'ê Cotmeha 1998’an heta niha diparêze. Birêz Ocalan, qala çareseriya Hêza Nerm, Aqil, siyaset, muzakereyê dike. Diyar dike ku rêbazên din windahiyê bi xwe re tîne. Birêz Ocalan ji bo vê yekê bang li civakê û cemaweriyê dike."    ‘RÊBAZA ÇARESERIYA GERDÛNÎ'   Emekçî, destnîşan kir ku Ocalan berî her tiştî dixwaze rê li pêş şerê gelê Kurd û Tirk bigire û wiha lê zêde kir: "Birêz Ocalan dixwaze rê li pêş şerê Kurd û Tirk bigire. Di hevdîtina 7'ê Hezîranê bang li ‘Aqilê Dewletê' û hêzên civakî kir. Li Tirkiyeyê bi salan e wekî Başûrê Afrika ya De Klerk vînek pêş neket. Brêz Ocalan ji ber vê yekê bang li hêzên civakî kir. Destûra Bingehîn a Demokratîk ku Birêz Ocalan qala wê dike, rêbaza çareseriya Gerdûnî ye. Ewropa hemû pirsgirêka sed salan û hezar salan bi vê rêbazê çareser kirine. Ocalan, ji bo demokrasiyê mînaka ‘Siteya Atina' mînak dide. Siteya Atina bajarekî biçûk ê demokrasiyê ye. Lê împaratoriya Mezin a Persan hilweşandiye. Perala ku hêza gel  têde tune be lawez dibe û perçe dibe. Ji ber vê yekê Ocalan, dixwaze Îtîfaqa Demokratîk û Destûra Bingehîn a Demokratîk bi hêz bibe. Diyar dike ku ev yek bi destê hêzên civakî dikare bê çareserkirin."    ‘TIŞTA NEHATIYE CERIBANDIN DEMOKRASÎ YE'    Emekçî, bal kişand ser pêşniyarên çareseriyê yên di pirtûka Ocalan a “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Demokratik" û wiha got: "Li Rojhilata navîn tekane kesê çareseriyê bi xwe re bîne Birêz Ocalan e. Ji xeynî fikrên Ocalan hemû fikrên din li ser parastina netew-dewletbûnê hatine avakirin. Di tahlila dawî de tişta di xizmeta hegemonya kapîtalîst de pêş dikeve krîz û kaosê kûr dike. Hatiye dîtin ku ne olperestî, ne nijadperestî û ne jî Netew Dewlet dikare çareseriyê ji bo Rojhilata Navîn bîne. Li Rojihalat Navîn her tişt hat ceribandin. Tişta nehat ceribandin rêbaza demokrasiyê ye. Ew jî Birêz Ocalan vê yekê temsîl dike. Ji ber vê yekê çareserî bi Ocalan pêkan e."     Emekçî, anî ziman ku ger pirsgirêk bi rêbaza aştiyê neyê çareserkirin dê krîz bidome û wiha lê zêde kir: "“Li vir yên bi ser dikeve polîtikayên DYA-Îngiltere-Îsraîlê ne. Kengî deriyê Îmraliyê vebe, di nava civake de hêz û coşek pêş dikeve. Lê kengî polîtîkayên tecrîdê pêş bikeve, kriz û kaos kûr dibe. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan dibêje ‘Em bi aqil tev bigerin. Em yekîtiya Demokrasiyê ya Rojhilata Navîn ava bikin. Ez ji bo aştiyê ew qas têdikoşim. Lê dewlet ji bo çareseriyê tu gavan navêje. Rola ku li Tirkiyeyê hatiye barkirin, rola cendirmeyan e' û balê dikişîne ser çareseriya aştiyane."    'OCALAN JI 2005'AN DE BANGA YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIKE'    Emekçî, anî ziman ku êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê salvegera komploya Navneteweyî de pêk hatiye û ev yek ne ji rêzê ye û wiha bi dawî kir: "Dixwazin her tişt di kontrol û fermana wan de be. Rojava xeta sêyemîn a Kurdan a demokratik e. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwaze Kurdên Azad pêş bikeve. Naxwaze Kurdê Azad bi vîna xwe xwe bi rêve bibe. Kurdê azad naxwaze. Birêz Ocalan dîsa banga yekitiya gelê Kurd dike. Kurd ne Kurdên berê ne. Kurdan êdî zanebûna politîk qezenç kirine. Niha tenê pirsgirêkek heye ew jî divê yekîtiya xwe ava bikin. Ger Kurd yekîtiya xwe ava bikin hêzên navneteweyî jî dê wan nas bikin. Ji bo di Qada Navneteweyî de hiqûqa kurdan bê naskirin divê berê Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Birêz Ocalan ji sala 2005’an heta niha banga Yekîtiya Neteweya Kurd dike. Êrîşên li ser Kurdan bi Yekîtiya Neteweyî dikarin bên rawestandin."    MA / Ferhat Çelik