Dayik: Çar meh in xew nakeve çavê me

  • rojane
  • 10:07 30 Îlon 2019
  • |
img

AMED - Dayîka Yûsûf Kayran ê ku 3’ê Hezîranê bi tevgera hewayî de li çoltera Licê jiyana xwe ji dest da, Melîha Kayran destnîşan kir ku li ser wan şerê derûnî dimeşînin û got: “Çar meh in xew nakeve çavê me. Ev yek ne di olê îslamê de û ne li cîhanê tune." 

 
Cenazeyên 4 HPG’iyên ku di erîşa hewayî ya 3’yê Hezîranê de li çoltera Licê jiyana xwe ji dest dan, 4 meh in nadin malbatan. Yek ji wan Yûsûf Kayran (Zinar Akro) e. Kayran di sala 2011’an de tevlî PKK’ê bû. Cenazeyê Kayran û 3 hevalên wî di 28’ê Îlonê de ji Stenbolê anîn morga Nexweşxaneya Gazi Yaşargîl a Amedê. Cenaze 2 rojin li morgê tên rawestandin.  Dayika Yûsûf Kayran (Zinar Akro), Melîha Kayran, serpêhatiyên xwe ya 4 mehan û têkoşîna xwe ya ji bo cenazeyan bigirin bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir û wiha got: “Ez li Îzmîrê dijîm. Em di 8’ê Hezîranê de agahdar bûn. Yusuf jiyana xwe ji dest daye. Ez di 8'ê mehê de hatim Amedê. Me di 9'ê Hezîranê de serî li Qereqola Cendermeyan a Licê da. Gotin "roja din werin. Em ê we ji bo DNA'yê bigirin bibin Nexweşxaneya Fakultê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ji bo em xwînê bidin em çûn Nexweşxaneyê. 23 roj derbasbûn encam derneket. Ji bo testa DNA’yê me dîsa serî lê da.” 
 
‘EM NIKARIN BIÇIN WÊ HEREMÊ’
 
Kayran, diyar kir ku pisporekî cendermeyan got “Peşiya 25 rojan me 5 heb kuştine lê cenazeyek tenê li holê ye. Çar heb cenazeyên din ne li holê ne.” û wiha axivî: “Me jî got çar cenaze perçe jî bibin wê li vir bin. Tişteke wisa em qebûl nakin. Gotin 'Niha tune ne me îmha kirine."  Kayran da zanîn ku ji wan re agahî çûye ku cenaze li herêma bombebaran kirine ye û wiha got: “Ewil em çûn me serî li Fermandariya Cendirmeyan a Licê da. Ji me re gotin em nikarin biçin wê herêmê. Em herin jî em ê bi operasyonê herin. Me got destûr bidin me em ê biçin wan bibînin. Gotin ‘na em ê biçin hûn naçin ewlehiya we tune.’ Me got temam hûn herin bînin got ‘em herin em ê bi operasyonê herin. Operasyon belki mehek belki du meh paşê çêbe.’ "  
 
‘44 ROJAN CENAZE LI BER TAVÊ MAN’
 
Kayran, destnîşan kir ku piştî 25 roj derbas bûn pê hesiyan ku cenaze li çiya ne û wiha berdewam kir: “Me agahî da cendermeyan. Wan jî got , ‘em nikarin biçin qadê.’ Herî kêm me 3 caran serî li cendermeyan da ku biçin qadê. Lê ne ew çûn û ne jî hiştin em biçin. Bi ser vê yekê de gef li me xwarin. Gotin ‘heke hûn biçin em ê we ji xala 302’yê darizînin. Pişt re em çûn me serî li Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) û Baro yên Amedê dan. Di 16’ê Tîrmehê de em malbat û gel çûn cihê bûyerê û me cenaze girtin û li gund teslîmî dozgeriyê kirin. Dozger û Fermandariya Cendirmeyan cenaze girtin û birin Amedê. 44 rojan cenazeyên me li ber tavê man roja 44'an me cenaze anîn teslîmî wan kir. 3 parlementerên HDP'ê jî hatibûn gund." 
 
‘ME PERÇEYÊN CENAZE JI SERÊ DARAN KOM KIRIN
 
Kayran, bi lêvkir ku cenaze di torbeyê cenazeyî de dan wan wiha lê zêde kir: “Du cenaze perçe bûbûn. Yek jê me çokê wî dît. Me perçeyê yekî din jî ji serê daran kom kirin. Du cenaze perçe perçe bibûn. Du cenazeyên din perçe nebûbûn. Lê nedihatin naskirin. 44 roj cenaze li ber tavê mabûn. Me ew cenaze anîn teslîmî fermandariya cendermeyan a Licê kir. Wan jî bi helîkopterê şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dû re em careke din çûn Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji me re gotin ‘em DNA’ya we nagirin. Xwîna van cenazeyan ji ber ku li ber tavê mane zûha bûne. Em van cenazeyan dişînin Stenbolê.’”
 
10 CARAN JI BO DNA SERLÊDAN KIRIN 
 
Kayran, anî ziman ku piştî cenaze şandin Stenbolê mehek şûnde çûn dozgeriyê û wiha domand: “Dozger got ‘dosya we hatiye girtin.’ Me her çar malbatan dîsa dosyayek vekir û dîsa xwîn da. Xwîna me nû çû Stenbolê. 27 roj xwîna me li Stenbol ma niha ji me re xeber şandin. Gotine ‘Xwîn li hev hatiye û ev cenazeye yên we ne. Em cenazeyan tînin Amedê.’ Me herî kêm 10 caran ji bo testa DNA’yê serlêdan kir. Me berê ji bo DNA xwîn dabû qebûl nekirin. Gotin 'divê hûn cardin werin DNA bidin' Em hatin me xwîn da. Îro 29 roj e me ji bo testa DNA xwîn daye. Ji Îzmîrê 3 caran hatim Amedê. Carekê 53 rojan li vir mam. Roja înê ji me re gotin ‘‘encama DNA’yan derketiye ev cenaze yên we ne. Em wan ji Stenbolê tînin.’ Cenaze ji Stenbolê anîn Amedê lê hêj nedane. Malbatên din ji bo cenazeyên xwe zû bigirin her roj li ber derî dozger bûn. Ji du sê rojan carekê diçûn ber deriyê dozger. Şemiyê jî em çûn dozgeriyê, dozgerê nobedar eleqedar nebû. Duşemê (30 cotmeh) wê dozger were, cenaze didin an nadin em nizanin. Cenaze bi kargoyê ji Stenbolê şandin Amedê. Dibêjin dê duşemê cenazeyan bidin." 
 
‘DIXWAZIN ME BITIRSÎNIN' 
 
Kayran, bilêv kir ku li ser wan şerê derûnî dimeşînin û wiha bi dawî kir: “Dixwazin me çavtirsandî bikin. Dibêjin dev ji vî karî berdin. Çar meh in xew neketiye çavê me. Çar meh in em nizanin çi dikin. 4 meh in em li mala xwe ranezane. Ez dayik im. Tu zanibe zarokê te hatibe kuştin û gora wî tune, tuyê çi bike? Testa DNA'yan rojek du rojan de derdikevin. Meheke me xwîn daye. Em çend caran çûn û hatin. Nû ji me re gotin ev cenaze yên we ne. Ev zilm ne di olê îslamê de û ne jî li welatê cîhanê tune." 

Sernavên din

01/10/2019
12:02 DMME'yê careke din Tirkiyeyê mehkûm kir
11:47 25 girtiyên siyasî sewqî Espiyê kirin: 3 girtî kirin hucrê
11:36 7 zarokên ku ji civayê bi bandor bûbûn ji beşa lênêrîna awarte derxistin
11:17 ÎHD: Bila Serokê şaxa me bê berdan
11:15 Zarokê ku ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî kekê xwe cinayet pêkanî derket dadgehê
10:52 Di doza Şûle Çet de pêşketinek nû: Pisporê xwendina lêv hat dîtin
10:51 ‘Hikumet dixwaze bi êrîşên siyasî xwe li ser pêya bigire’
10:33 Dozger piştgiriya ji bo greva birçîbûnê sûc dît
10:27 Mexdûrên KHK'ê li Enqereyê dicivin: Ev hevdîtin dikare bibe peymaneke nû ya civakê
09:54 Bi pirtûkên balkêş li pêşengehê cihê xwe girtiye
09:20 40 sal di rêya helbestê de: Helbest hebe ew jî heye
09:19 Şitlên çandine ji bo xwezayeke hêşîn belaş belav dike
09:18 Ekolojîst Demîr: Bêhn li Bodrûmê hatiye çikandin
09:17 'Azadiya zimanê kurdî di aştiyê re derbas dibe'
09:17 Şêniyên mezrika Bêdayê ku dê di bin avê de bimîne: Em dixwazin li vira bimirin
09:16 Piştî berxwedaneke 318 rojan bi ser ketin
09:15 ‘Ez û kurê xwe bi qasî dengekî dûrî hev bûn, lê me nikaribû hev bibîne'
09:15 Berfîn ku di êrîşa kezabê de birîndar bûbû: Bi saya piştevaniya jinan bi ser ketim
09:14 Ciwanê pêl mayînê kir û lingekî wî jê bû, ji bo proteza xwe li benda alîkariyê ye
09:13 Rojnameger Ozugurlu Konferansa CHP’ê ya Sûriye nirxand: Heta alî beşdar nebin encam nagire
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2019'AN
30/09/2019
22:42 Temellî: Soza me komara demokratîk, aştiyeke birûmet e
22:18 Piştî 4 mehan cenazeyên wan dan malbatên wan
18:44 Di Doza Nisêbînê de li 5 zarokan 175 sal ceza hat birîn
17:00 Demîrtaş tevlêbûna bi SEGBÎS'ê red kir
16:21 Li Enqereyê otobus li rawestgehê qelibî: 3 kes mirin
16:07 Serokê Şaxa ÎHD’a Dersimê Solmaz hat binçavkirin
15:45 Komîna Fîlman a Rojava di 13'ê mijdarê de mîhrîcana navneteweyî li dar dixin
15:18 ‘Em ê ji kevneşopiya berxwedana Kurdan gav paşve ne avêjin’
15:08 Kurtulan: Pakêta darazê xizmeta edaletê nake
14:10 Serokê DTSO’yê Kaya: Xwîner mîna biçin mitîngê diherikin pêşengeha pirtûkan
14:06 ‘Em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin’
13:51 Hem nehiştin biçe merasima cenaze, hem jî 4. 820.00 TL heqê rê ji hesabê wî birîn
13:32 Farîsogûllari: Bi vê konseptê dixwazin vîna gelê kurd bişkînin
13:16 Diba Keskin bi Erdîşiyan re civiya
13:10 Rêveberê HDP'ê di derketina partiyê de hat binçavkirin
12:58 Li Mêrdînê serdegirtina malekê: Kesek jiyana xwe ji dest da 8 kes hatin binçavkirin
12:56 Li Amedê Rêveberê HDP'ê jî di nav de 2 kes hatin girtin
12:28 Daxwaza girtina bersûcên doza JÎTEM’a Kerboranê hat redkirin
12:25 Perestgeha Êzidiyan a herî mezin a cîhanê ji bo îbadetê vebû
12:24 Kolektîfa Filma a Avakino tê avakirin
12:23 Bavê Alan Kurdî: Ez li Tirkiye rastî muameleya heywanan dihatim
11:08 Welatiyên Sîlîvrî yên li navenda erdhejê bi fikar in
10:50 Bariş: Zarokên li sêwîxaneya Nevşehîrê hatin dîtin bila bidin malbata wan
10:29 Piştgiriya malî ya ji bo bîranîna Haci Bektaş bi temamî birîn
10:22 Kesên di ‘Nobeta Demokrasiyê’ de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:07 Dayik: Çar meh in xew nakeve çavê me
09:50 Li malê gule li serê wê reşandî hat dîtin
09:05 Dosyeya Kazanhan li AYM’ê ye: Hat xwest ku lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin
09:04 Dayika ku 6 caran gora kurê wê hat rûxandin: Bela xwe ji miriyê me vekin
09:03 ‘Tecrît kaosê kûrtir dike’
09:03 Çinîna birinca Qedejdaxê dest pê kir
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2019'AN
29/09/2019
19:37 Li Esenyûrtê mudaxileya polîsan: Bulbul ê HDP'î rakirin nexweşxanê
18:37 Jinek hat qetilkirin, 2 jin rastî êrîşê hatin
18:14 Otobusa rêwiyan qelibî: 26 kes birîndar bûn
18:07 Hevdîtinên şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dewam dike
17:04 HDP bi jinên Îzmirê re civîya
16:39 Tabûrek esker tev li şerê li Qesra Qenco bûn
15:53 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 42’an de berdewam kir
15:08 Çelîk: Karker naxwazin bibin endamên sendîkayan
14:59 Tevgera Azadî civina 9 partiyên siyasî rexne kir
14:57 Bi fermana Wezîr Soylu şîn li hewşa malê jî xedexe kirin
14:31 'Deriyê kawîşan bi destûra wezîr tê vekirin'
14:17 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 42’emîn de berdewam kir
13:27 Rêveberiya HDK'ê ya Edeneyê plana çalakiyê ya Krîza Aborî aşkere kir
13:07 Holmes: Konferansa Sûriye ya Beyî Kurd serkeftinê nîne
12:12 Ji ber silav da girtî û bi destê wî girt salek ceza lê birîn
11:03 Yekem nîzamnameya cemiyeta Jinên Kurd kirin pirtûk
10:39 Hevserokên HDP'ê yê Dersimê binçav kirin
09:27 Malbata Demîr piştî 49 rojan cenazeyê kurê xwe defin kirin
09:26 Rojnameya Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan
09:11 Cenazeyên 4 HPG’iyan 4 mehe nadin malbatên wan
09:10 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek li benda xwendekara ye
09:08 Girtiyan nameyek şand: 2 sal in 9 girtî di hucreyê de ne
09:07 Budçeya şaredariyê ji bo gofret, durum, kek, simîd, loqum... xerc kiriye
09:06 Mehê tenê 50 lîreyî didin penaberan, ew pere jî li BÎM'ê tê xerckirin
09:04 Ji Evdirrehîm Rehmî Hekarî heta niha: Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje
09:03 ‘AKP, di ser dijminatiya bi kurdan re li ser piya disekine'
09:02 Xwendekar di rêya bêpeyarê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin
09:01 Çepnî: Marmara diperpite
09:00 Nûnerên partiyên siyasî: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a alternatîf heye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2019'AN
28/09/2019
15:51 Walîtiya Rihayê meşa jinan a li dijî ‘Cînayetên jinan û îstîsmara zarokan’ qedexe kir
15:42 ‘Kurd ji bo ala demokrasiyê ba bibe têdikoşin’
15:28 Li Stenbolê 5 kes hatin berdan
15:26 ‘Cuma Tek ê ji sedî 70 astengdare berdin’
15:09 Aqûbeta Morsumbul pirsîn: Dayika Fatma tune ye, lê ezê li Huseyîn bigerim
14:59 'Bila girtiyê nexweş Ergîn Aktaş demildest bê berdan'
14:56 Rêveberiya HDK'ê ya Enqereyê li dijî krîzê plana çalakiye aşkere kir
14:53 Xizmên windayan: Dosyeya Ceylan Onkol bêceza hat hiştin
14:50 Endamên Konseya TTB'ê: Em li dijî krîmînalîzekirina Dîken in
14:26 HDP’ê li Seyhan û Erxeniyê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:08 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
14:01 Nobeta Demokrasiyê: Hûn nikarin stran û kilamên me bêdeng bikin
13:47 9 partiyên Kurdan ji bo hilbijartina meclîsên Kerkûk, Nînova û Diyale li hev kirin
13:42 Nobeta Demokrasiyê di roja 41'emîn de ye: Wê AKP jî biqede
12:58 Konferansa CHP’ê ya Sûriye bêyî Kurd beşdar bibin dest pê kir
12:49 Meclîsa Jinan: Ji bo ku jin bijîn, bila biçekkirina takekesî bê qedexekirin
11:04 Li Enqereyê sîxuriyê li 2 ciwanan ferz kirin