Jîngeheke 10 hezar salî wê di bin avê de bimîne!

img

AMED - Li gundê Ambarê ku jîngeheke 10 hezar sal berê derketibû holê, xebatên ji bo kolandinê bêhis û pis tên kirin û piştî Bendava Ambarê av bigire wê ev jîngeha dîrokî jî wekî Heskîfê di bin avê de bimîne. 

Li texma Bendava Ambarê ku di navbera navçeya Karaz û navçeya Pîranê ya Amedê de tê çêkirin, jîngeheke dîrokî derket holê. Lê belê ji ber vê bendavê wê ev der jî wekî Heskîfa dîrokî di bin avê de bimîne. 
 
XEBATÊN JI BO KOLANDINÊ BÊHIS Û PIS TÊN KIRIN 
 
Hat hînbûn ku xebatên kolandinê yên arkeolojîk ku par dest pê kirin bêhis û pis tên kirin. Hat derpêşkirin ku Wezareta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Giştî ya Heyînên Dîrokî û Muzeyan ji xebatakaran re gotiye gava tiştek bê dîtin bêyî wan divê bi çapemeniyê re neyê parvekirin. Li gorî agahiyên bi destketin li Girê Fila û Girê Hecî û li texma Aşê Zixûl ê gundê Ambarê, hin hestiyên mirovan hatine dîtin. Hat gotin ku di dema kolandinê de gelek tişt hatine dîtin û ji van tiştan hin jê şikêlk, hewdikên avê, hin kevirên cur bi cur, kevirên wekî ên meteorê, gelek berhemên dîrokî û fîgurekî mirovan ku şewqe di serî de bûye hatine dîtin û ev tişt hemû bi lez û bez birine. 
 
HESTÎ LI DIBISTANÊ NE 
 
Li gorî tê gotin, hestî û berhemên dîrokî ên di dema kolandinê de hatine dîtin li dibistana gund tên parastin. Hat bilêvkirin ku cihê tê kolandin derdora wê bi têlan hatiye girtin û ji xeynî şêniyên gund nahêlin kes biçe herêmê. 
 
BENDAV QEDIYA 
 
Hat diyarkirin ku Bendava Ambarê temam bûye, lê belê ji ber xebatên kolandinê karê avgirtinê hatiye taloqkirin. 
 
JÎNGEHEKE 10 HEZAR SALΠ
 
Hin xebatên arkeolojîk ên li gundê Ambarê tên kirin ji aliyê Seroka Beşa Arkeolojiyê yê Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr. Ayşe Tûba Okse ve tên kirin. Okse, derbarê xebatên tên kirin de hin agahî parve kirin û got, tiştên di dema kolandinê de hatine dîtin îşaret bi serdema Neolîtîkê dikin. Okse, bi bîr xist ku Wezareta Çand û Turîzmê naxwaze derbarê xebatê de agahî bi çapemeniyê re bên parvekirin û got: "Li girekî bicihbûyîn 10 hezar sal berê dest pê kiriye, li girekî din jî 9 hezar sal berê. Her du jî 7 hezar sal berê vala bûne. Di Serdema Navîn de careke din mirov lê bi cih bûne." 
 
GORISTANA XIRÎSTIYANAN 
 
Okse, da zanîn ku li girekî jî goristaneke xirîstiyanan hatiye dîtin û texmîn dikin ku ev goristan goristaneke 500 sal berê ye û got: "Di girê li nav gund de jî jîngeheke 7 hezar sal berê heye. Ev heta dawiya Serdema Navîn dewam kiriye û paşê wekî goristana misilmanan hatiye bikaranîn." 
 
Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Aytaç Coşkûn ku serokê beşeke kolandinê ye, diyar kir ku armanca xebatên kolandinê ew e ku berhem û avahiyê dîrokî di bin avê de nemînin û ji xeynî vê nexwest tu tiştî bibêje. 

Sernavên din

28/09/2019
10:18 Li Dersimê vexwarinek kevneşopiyê: Şerbeta tirî
10:10 97 roj in bi daxwaza darizandina adîl di greva birçîbûnê de ye
10:02 Foza Yusuf: Kurd li ku bin ew der bi hêz e
09:50 Çat ê Walîtiya Wanê konsera wî betal kir: Huner wê bêdeng nemîn e
09:29 Piştî wargehê dewrî Diyanetê kirin lêferzkirina ‘namûsê’ dest pê kir
09:26 Hevjîna Muşawirê Çapemeniyê yê Soylû bêyî biçe şaredariyê meaşê xwe digire
09:25 Mal û milkên qeyûm dewr kiribûn nedan
09:25 AYM ji bo kuştina 13 gundiyan got: Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin
09:24 Jîngeheke 10 hezar salî wê di bin avê de bimîne!
09:23 ‘Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be'
09:23 Rez û tiriyê Erdîşê hişk dibin
09:22 ‘Tundiya li jinê wekî meseleyek navmalî tê dîtin'
09:21 Ji Berçelanê ber bi Botanê ve rêwîtiya koçeran dest pê kir
09:21 Berdevka HDK'ê Koçyîgît: Tekane reçeteya rizgariyê yekîtî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2019'AN
27/09/2019
17:46 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:49 Der barê Yuksekdag de biryara berdewam girtinêdan
16:34 Doza Nisêbînê: Berpirsê rûxandina Nisêbînê dewlet e
16:32 ‘Ji bo kurdan hiqûqek cuda pêk tînin gelo?’
16:17 62 kesên ketibûn greva birçîbûnê hatin beratkirin
16:13 Antalya piştgirî da Amedê: Em li cem HDP’ê û kurdan e
16:01 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser Kur'anê
15:50 KCD û HDP'ê Umit Acar li ser gora wî ew bibîr anîn
15:40 TMMOB: Li şûna cihên kombûnê AVM û rezidans hatine çêkirin
15:10 Jina bi nexweşiya penceşêrê ya nexwest li ber avahiya HDP’ê rûne hat binçavkirin
14:50 Endamên DAKAP'ê tundiya li dijî jinê şermezar kir
14:45 Li Xîzanê jinek hat qetilkirin
14:43 TTB: Tayînkirina qeyûman cînayeta demokrasiyê ye
14:25 Qedexeya pirtûkan a li girtîgehan şermezar kirin
14:14 2 jê zerok 3 ciwanên kurd ên hatin linçkirin bi giranî birîndar bûn
14:14 Li Wanê Nobeta Demokrasiyê 40 roj li pey xwe hişt
13:55 Koma li pêş avahiya HDP'ê rawestiyane êrîşî HDP'ê kirin
13:40 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:29 Li Avcilarê ji bo 258 bînayan serlêdan hat kirin
13:28 Li Şemzînanê qeza pêk hat: Mirî û birîndar hene
13:16 Kûbîlay ji Erdogan re got: NY ne Studyoya A Haberê ye
12:39 Fîgen Yuksekdag: Ew 22 car jî min bidin girtin qey wê heqîqet biguhere gelo?
12:02 Pîrhevokên Kampûsê li 12 bajaran wê atolyeyên parastina çewherî vekin
12:01 Malbata Ceylan Onkol: Guh nadin me
11:56 Li Wanê du konser hatin qedexekirin
11:39 Doza Pirtûkxaneya Umutê hat taloqkirin
11:13 Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê piştî greva birçîbûnê zext zêde bûn
11:07 Doza der barê Kuştina Ceren Damar de dest pê kir
11:04 Pereyê merasîma şatafatî ji şaredariyê hat dayîn gelo?
10:37 Gelek girtî hatin sewqkirin
10:20 Iraq, dixwaze statuya Kurdistana Federe biguherîne: Tirkiye û Îran piştgiriyê dide Iraqê
09:52 Li Çînê beşa zimanê kurdî tê vekirin
09:19 Li gorî Walîtiya Amedê çalakiya li ber avahiya AKP'ê sûc e
09:18 Wê avahiya Sînemaya Yilmaz Guney di 2020'an de bê çêkirin
09:17 'Em cenazeyên xwe di romorka traktorê de dibin goristanê'
09:16 Serlêdanên atolyeyan ên Sînemaya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:15 Partiyên kurdan: Bi operasyonan dixwazin li 4 perçeyan serê Kurdan bitewînin
09:15 Dozger got, 'teserifa îdareyê ye' û serlêdana ji bo binpêkirina mafan red kir
09:14 ‘Paşeroja me di bin avê de ma'
09:13 Ne dengbêj derdbêj e
09:12 Li warê keleman cotkar hew dikarin çotkariyê bikin
09:11 Nebatên ewil ên payizê derketin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2019'AN
26/09/2019
18:30 Rojên Çand û Hunerê yên Farqînê dest pê dikin
17:09 Girtiyê nexweş Guler sewqî nexweşxaneyê kirin
16:18 Li Heskîfê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:33 Kaçmaz: AKP’ê di şîna kurê dayikê de durûtiya xwe da nîşandan
15:19 Serokê Giştî yê Kizilayê: Nekevin bînayên bi xesar
15:15 Biryara girtina Yuksekdag û Demirtaş îtîraz kirin: 5 salin îfadeya wan nehatiye girtin
15:10 Leşker di salona dadgehê de hewl da devê girtî Guner bigir e
14:46 'Em ê doza Fîgen bikin qadên tekoşînê'
14:31 Li pêşiya CHP'ê çalakiya greva birçîbûnê: Tenê ji bo jêbirina twîtê daketin xwarê
14:15 Li Stenbolê erdhej pêk hat
13:58 Nobeta Demokrasiyê li Derikê dewam kir: Em ê serî netewînin
13:46 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 39'an de berdewam kir
13:45 Balafirên şer ên TSK'ê gundên Zêwkê û Aliyêreş bombe kir: 2 welatî birîndar bûn
12:54 Şaredariya Êlihê pergala nû ya veguhêziyê da nasîn
12:44 Li Çewlikê zêdeyî 100 zarok bi jehrê ketin
12:44 Danişîna Erkul ve Kerem hat dîtin: Qeydên şaş ji dosyayê re hatiye şandin
12:16 Ekîba Jin Bihevre Bihêzin dest bi kampanyeya li dijî tundiyê kir
11:45 Dadgeha Bilind 475 sal cezayê girtîgehê yê li siyasetmedarên Kurd hat birîn erê kir
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:16 Weşanxaneya Sîtavê bi 25 pirtûkên nû ji fûarê re amade ye
10:56 Wê gund, erazî, mêrg, gor û bîranînên wan winda bibin!
10:52 Parêzerê Yuksekdag: Bêyî parastin biqede muteala xwest
10:31 Agahiya avahiya MHP’ê hat gulebarankirin derew derket
10:31 KCD: Biryara doza KCK'ê nîjadî û polîtîk e
09:53 Bîlgen: Hevserokatî nûnertiya nîvê dinyayê ye
09:45 6 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:44 Civaknas Sustam: Mekanîzmaya ku mafê hemwelatîbûnê nasnake heye
09:34 Walîtiyê dîmenên ku dozgeriyê piştî mehan xwest neşand
09:19 Daxwaza 'bila îdiayên ji bo îşkenceyê bên lêkolînkirin' bi hinceta wê dosye 'dirêj bibe' red kirin
09:18 Bi tena serê xwe toreke piştevaniyê çê kir
09:18 NÇM, 28 sal in hildiberîne
09:17 Weşanxaneyên kurd ên beşdarî pêşengehê dibin: Werin em li pirtûkên kurdî xwedî derkevin
09:16 Hinarên Pirsûsê bi tunebûnê re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2019'AN
25/09/2019
16:56 Gokkan: Em tacîz, tecawiz û tiryakê li her derê teşîr bikin
16:43 DÎSA-DER'ê 1'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:42 Li Wanê qedexe 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:42 Dîba Keskîn bi dirûşmên 'Jin jiyan azadî' pêşwazî kirin
15:41 Ûca: Berxwedana we pergala wan perçe kir
15:03 Polîsan 14 dayik bi lêdanê binçav kirin
14:34 Îmîr: We qeyûm tayînî avahiyê kir, lê hûn nikarin tayînî vîna gel bikin
14:14 Jina Ozbekî bi çeka parlamenterê AKP'î întihar kir