Doza Nisêbînê: Berpirsê rûxandina Nisêbînê dewlet e

  • rojane
  • 16:34 27 Îlon 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Di doza Nisêbînê ku ji hev hatiye cihêkirin de daneşîna 5 kesên din jî hat dîtin. Hunermend Erkan Benlî diyar kir ku dewlet polis û leşkerên xwe xwe şandiye mirinê û wiha got: "Em ji kuştina 76 polis û leşkeran berpirsyar tên dîtin. Em ne berpirsyarê vê yekê ne. Dewlet bixwe berpirsyar e."

Daneşîna doza 17 jê zarok 70 kesên ku dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê di 26'ê Gulana 2016'an de hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin û dosyayê wan ji hev hatine cihêkirin, didomin. Piştî cihêkirina dosyayan îro jî daneşîne 5 kesan hat dîtin. Daneşînên ku li 4'êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin, bi şandeyên demkî berdewam kir. Ji ber krîza ku duh di dema parastinê de cendirmeyan mudaxaleyî girtiyan kiribû, derketibû, îro hejmara girtiyên anîn daneşînê, hat kêmkirin. 
 
Destpêkê daneşîna Sevda Delî ku di dosyayê de weke "îtîrafkar" hatiye diyarkirin, hat dîtin. Di daneşînê de şandeya dadgehê ji bo Delî biryara berdewamkirina girtinê da û daneşînê taloqî dîrokeke pêş kir.
 
Piştî Delî, Solîstê Koma Sê Bra ya Muzîkê Erkan Benlî di daneşînê hat amadekirin. Daneşîna Benlî ku parêzerên wî jî lê amade bûn, bi xwendina nivîstekên ku hatibûn, dest pê kir. Paşê parêzerê Benlî, Bergan Acûn dest bi parastinê kir û diyar kir ku muwelîlê wî jî di nav de îfadeyên hemû girtiyan di bin îşkenceyê de hatiye girtin û wiha got: "Me daxwaz kiriye ku encama lêpirsîna serlêdana me ya ji bo îşkenceyê ji dadgehê re bê şandin. Me daxwaz kiriye ku wêneyên muwekîlê me yê berî û piştî îşkenceyê jî ji dadgehê re bên şandin. Me mutalaaya dozger jî qebûl nekiriye. Divê ku dosya careke din bên yekkirin û em daxwaza berdana muwekîlê xwe dikin."
 
'DEWLETÊ BAJAR RÛXAND'
 
Piştî parêzerê xwe Benlî axivî û diyar kir ku tevlî parastina parêzerê xwe dibe û wiha got: "Ji bo guhdarkirina biryarê hatim. Dosyayên min bi rêbaza kopî bike û pêve bike hatine amadekirin. Sekn û mutalaa dozger pergala cemaweriyê xera dike. Tê xwestin ku sûcên dewletê kirine li me bên barkirin. Li Nisêbînê çekên giran di destê me de tunebûn. Çekên kîmyewî û giran di destê polis û leşkeran de bûn. Wan bajar rûxand. Dewletê rûxand. Çekên giran dewletê bi kar anî. Dewletê binasaziya Nisêbînê xera kir. Beriya ku qedexe bê ragihandin van hemû tiştan kirin. Dewletê polis û leşkerên xwe yên ku niha mirine, şand mirinê. Em ji kuştina 76 polis û leşkeran berpirsyar tên dîtin. Em ne berpirsyarê vê yekê ne. Dewlet bixwe berpirsyar e. Lewre dewlet li Nisêbînê ket nav. Piştî pirsgirêkên derûnî endamên dewletên bi hev ketin. Li wir şerek derket. Gotina 'bûyera xendekan' a ji vê yekê re biçûkxistina tiştên ku hatin jiyîne."
 
'EM Ê XWE BI RÊ VE BIBIN' 
 
Di berdewamê de Benlî destnîşan kir ku li Nisêbînê têkoşîna azadiya gelekî daye û wiha pêde çû: "Di demên pêş de dê teqez têkoşîna gelê kurd a azadiyê bi serkeve. Me vê yekê berê jî gelek car nirxandibûn. PKK ne rêxistineke dabeşker a terorîst e. Hûn ê hemû bibînin ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê dide. Em ê jî xwe bi rê ve bibin. Ez ê wek hunermendekî vî gelî li cem vê têkoşînê cih bigirim."
 
Dadgehê, piştî parastinan daxwazan red kir, biryara berdewamkirina girtina Benlî da û daneşînê taloqî 16'ê Cotmehê kir.
 
'DIVÊ KU DI DOSYAYÊ DE ARIZÎKIRIN BÊ KIRIN' 
 
Piştî Benlî jî daneşîna girtî Omer Karakaş hat dîtin. Di daneşîna ku Karakaş û parêzerê xwe amade bûn de destpêkê nivîstek hatin xwendin. Karataş diyar kir ku tiştekî ku têkildarî nivîsteken bibêje tuneye. Piştî vê yekê parêzerê Karataş parastinê kir û daxwaza dema zêde kir. Parastina diyar kir ku divê dosya ji bo muwekîlê wî careke din bê nirxandin û wiha got: "Angaştên bê bingeh di dosyayê de hene. Divê ku di dosyayê de arizîkirin bê kirin. Dosya hatiye cihêkirin, ji ber vê yekê divê bê diyarkirin ku kî ji çi angaştê tê darizandin. Heke arizîkirin neyê kirin dê derketina ji nav dosyayê gelek zehmet be. Paşê jî Karataş bixwe mafê axaftinê girt û diyar kir ku dosyaya wî siyasî ye û helwesta dozger a li hemberî xwe qebûl nake. 
 
Dadgehê daneşînê taloqî 3'ê Cotmehê kir.
 
BERTEKE SEGBÎS'Ê
 
Piştî Karataş jî daneşîna Dîlber Tanrikûlû hat dîtin. Ji ber ku hat xwestin bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bibe, Tanrikûlû tevlî daneşînê nebû. Dozger di mutalaaya xwe ya têkildarî Tanrikûlû de xwest ku Tanrikûlû cuda cuda 76 carana bi muebeta giran bê cezakirin û cuda cuda bi sedan sal ceza li bê birîn. Parêzerê Tanrikûlû diyar kir ku ne diyar e muwekîla wî tevlî kîjan çalakiyê bûye û neçare ku tespîta vê yekê kirin. Parêzer daxwaza dema zêde kir. Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û daneşînê taloqî 21'ê Mijdarê kir.
 
Paşê jî daneşîna girtî Mazlûm Yaşa hat dîtin. Yaşa bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû û ev tişt got: "Ez ji bo ku bibêjim bi rêya SEGBÎS'ê tevlî daneşînê nabim, hatim. Ez dixwazim ku parastina xwe li eywana dadgehê bikim." Piştî van gotinên xwe Yaşa ji odeya SEGBÎS'ê veqetiya û li ser vê yekê şandeya dadgehê daneşînê taloqî 31'ê Cotmehê kir.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/09/2019
10:18 Li Dersimê vexwarinek kevneşopiyê: Şerbeta tirî
10:10 97 roj in bi daxwaza darizandina adîl di greva birçîbûnê de ye
10:02 Foza Yusuf: Kurd li ku bin ew der bi hêz e
09:50 Çat ê Walîtiya Wanê konsera wî betal kir: Huner wê bêdeng nemîn e
09:29 Piştî wargehê dewrî Diyanetê kirin lêferzkirina ‘namûsê’ dest pê kir
09:26 Hevjîna Muşawirê Çapemeniyê yê Soylû bêyî biçe şaredariyê meaşê xwe digire
09:25 Mal û milkên qeyûm dewr kiribûn nedan
09:25 AYM ji bo kuştina 13 gundiyan got: Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin
09:24 Jîngeheke 10 hezar salî wê di bin avê de bimîne!
09:23 ‘Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be'
09:23 Rez û tiriyê Erdîşê hişk dibin
09:22 ‘Tundiya li jinê wekî meseleyek navmalî tê dîtin'
09:21 Ji Berçelanê ber bi Botanê ve rêwîtiya koçeran dest pê kir
09:21 Berdevka HDK'ê Koçyîgît: Tekane reçeteya rizgariyê yekîtî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2019'AN
27/09/2019
17:46 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:49 Der barê Yuksekdag de biryara berdewam girtinêdan
16:34 Doza Nisêbînê: Berpirsê rûxandina Nisêbînê dewlet e
16:32 ‘Ji bo kurdan hiqûqek cuda pêk tînin gelo?’
16:17 62 kesên ketibûn greva birçîbûnê hatin beratkirin
16:13 Antalya piştgirî da Amedê: Em li cem HDP’ê û kurdan e
16:01 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser Kur'anê
15:50 KCD û HDP'ê Umit Acar li ser gora wî ew bibîr anîn
15:40 TMMOB: Li şûna cihên kombûnê AVM û rezidans hatine çêkirin
15:10 Jina bi nexweşiya penceşêrê ya nexwest li ber avahiya HDP’ê rûne hat binçavkirin
14:50 Endamên DAKAP'ê tundiya li dijî jinê şermezar kir
14:45 Li Xîzanê jinek hat qetilkirin
14:43 TTB: Tayînkirina qeyûman cînayeta demokrasiyê ye
14:25 Qedexeya pirtûkan a li girtîgehan şermezar kirin
14:14 2 jê zerok 3 ciwanên kurd ên hatin linçkirin bi giranî birîndar bûn
14:14 Li Wanê Nobeta Demokrasiyê 40 roj li pey xwe hişt
13:55 Koma li pêş avahiya HDP'ê rawestiyane êrîşî HDP'ê kirin
13:40 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:29 Li Avcilarê ji bo 258 bînayan serlêdan hat kirin
13:28 Li Şemzînanê qeza pêk hat: Mirî û birîndar hene
13:16 Kûbîlay ji Erdogan re got: NY ne Studyoya A Haberê ye
12:39 Fîgen Yuksekdag: Ew 22 car jî min bidin girtin qey wê heqîqet biguhere gelo?
12:02 Pîrhevokên Kampûsê li 12 bajaran wê atolyeyên parastina çewherî vekin
12:01 Malbata Ceylan Onkol: Guh nadin me
11:56 Li Wanê du konser hatin qedexekirin
11:39 Doza Pirtûkxaneya Umutê hat taloqkirin
11:13 Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê piştî greva birçîbûnê zext zêde bûn
11:07 Doza der barê Kuştina Ceren Damar de dest pê kir
11:04 Pereyê merasîma şatafatî ji şaredariyê hat dayîn gelo?
10:37 Gelek girtî hatin sewqkirin
10:20 Iraq, dixwaze statuya Kurdistana Federe biguherîne: Tirkiye û Îran piştgiriyê dide Iraqê
09:52 Li Çînê beşa zimanê kurdî tê vekirin
09:19 Li gorî Walîtiya Amedê çalakiya li ber avahiya AKP'ê sûc e
09:18 Wê avahiya Sînemaya Yilmaz Guney di 2020'an de bê çêkirin
09:17 'Em cenazeyên xwe di romorka traktorê de dibin goristanê'
09:16 Serlêdanên atolyeyan ên Sînemaya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:15 Partiyên kurdan: Bi operasyonan dixwazin li 4 perçeyan serê Kurdan bitewînin
09:15 Dozger got, 'teserifa îdareyê ye' û serlêdana ji bo binpêkirina mafan red kir
09:14 ‘Paşeroja me di bin avê de ma'
09:13 Ne dengbêj derdbêj e
09:12 Li warê keleman cotkar hew dikarin çotkariyê bikin
09:11 Nebatên ewil ên payizê derketin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2019'AN
26/09/2019
18:30 Rojên Çand û Hunerê yên Farqînê dest pê dikin
17:09 Girtiyê nexweş Guler sewqî nexweşxaneyê kirin
16:18 Li Heskîfê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:33 Kaçmaz: AKP’ê di şîna kurê dayikê de durûtiya xwe da nîşandan
15:19 Serokê Giştî yê Kizilayê: Nekevin bînayên bi xesar
15:15 Biryara girtina Yuksekdag û Demirtaş îtîraz kirin: 5 salin îfadeya wan nehatiye girtin
15:10 Leşker di salona dadgehê de hewl da devê girtî Guner bigir e
14:46 'Em ê doza Fîgen bikin qadên tekoşînê'
14:31 Li pêşiya CHP'ê çalakiya greva birçîbûnê: Tenê ji bo jêbirina twîtê daketin xwarê
14:15 Li Stenbolê erdhej pêk hat
13:58 Nobeta Demokrasiyê li Derikê dewam kir: Em ê serî netewînin
13:46 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 39'an de berdewam kir
13:45 Balafirên şer ên TSK'ê gundên Zêwkê û Aliyêreş bombe kir: 2 welatî birîndar bûn
12:54 Şaredariya Êlihê pergala nû ya veguhêziyê da nasîn
12:44 Li Çewlikê zêdeyî 100 zarok bi jehrê ketin
12:44 Danişîna Erkul ve Kerem hat dîtin: Qeydên şaş ji dosyayê re hatiye şandin
12:16 Ekîba Jin Bihevre Bihêzin dest bi kampanyeya li dijî tundiyê kir
11:45 Dadgeha Bilind 475 sal cezayê girtîgehê yê li siyasetmedarên Kurd hat birîn erê kir
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:16 Weşanxaneya Sîtavê bi 25 pirtûkên nû ji fûarê re amade ye
10:56 Wê gund, erazî, mêrg, gor û bîranînên wan winda bibin!
10:52 Parêzerê Yuksekdag: Bêyî parastin biqede muteala xwest
10:31 Agahiya avahiya MHP’ê hat gulebarankirin derew derket
10:31 KCD: Biryara doza KCK'ê nîjadî û polîtîk e
09:53 Bîlgen: Hevserokatî nûnertiya nîvê dinyayê ye
09:45 6 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:44 Civaknas Sustam: Mekanîzmaya ku mafê hemwelatîbûnê nasnake heye
09:34 Walîtiyê dîmenên ku dozgeriyê piştî mehan xwest neşand
09:19 Daxwaza 'bila îdiayên ji bo îşkenceyê bên lêkolînkirin' bi hinceta wê dosye 'dirêj bibe' red kirin
09:18 Bi tena serê xwe toreke piştevaniyê çê kir
09:18 NÇM, 28 sal in hildiberîne
09:17 Weşanxaneyên kurd ên beşdarî pêşengehê dibin: Werin em li pirtûkên kurdî xwedî derkevin
09:16 Hinarên Pirsûsê bi tunebûnê re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2019'AN
25/09/2019
16:56 Gokkan: Em tacîz, tecawiz û tiryakê li her derê teşîr bikin
16:43 DÎSA-DER'ê 1'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:42 Li Wanê qedexe 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:42 Dîba Keskîn bi dirûşmên 'Jin jiyan azadî' pêşwazî kirin
15:41 Ûca: Berxwedana we pergala wan perçe kir
15:03 Polîsan 14 dayik bi lêdanê binçav kirin
14:34 Îmîr: We qeyûm tayînî avahiyê kir, lê hûn nikarin tayînî vîna gel bikin
14:14 Jina Ozbekî bi çeka parlamenterê AKP'î întihar kir