OSMANIYE – Gelek girtî ji Girtîgeha Osmaniyeyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Ereglî hatin kirin.
Hat zanîn ku duh gelek girtî ji Gitîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatin kirin. Hat ragihandin bêyî tu hêncet bên nîşandan girtî hatine sewqkirin. Nehat zanîn ku çend girtî hatine sewqkirin.