Xelîl: Destûra tevahiya pêkhateyan hembêz neke, nûnertiya gelê Sûriyê nake

  • rojane
  • 12:31 25 Îlon 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di hevpeyvînekê geşedanên dawî li herêmê, gefên hikûmeta Tirkiyeyê yên piştî pêkanîna mekanîzmeya ewlehiya sînor û destûra bingehîn a Sûriyê nirxand. Xelîl, anî ziman ku destûra tevahiya pêkhateyên Sûriyê negire nav xwe nûnertiya gelê Sûriyê neke. 

 
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di hevpeyvîna bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de geşedanên dawî li herêmê, gefên hikûmeta Tirkiyeyê nirxand. Xelîl, anî ziman ku her kes dizane ku armanca sereke ya dewleta Tirk dagirkirin e û wiha got: "Tirkiyê li gorî mîsaka Millî li herêmê tevdigere ku herêmên ji gundewarê Helebê, bakurê Sûriyê heta Mûsil a Iraqê girêdayî komara Tirkiyê ne. Sedema ku nehişt Tirkiyê armancên xwe yên veşartî di dagirkirina herêmê li gorî mîsaka Millî de bide xuyakirin, peymana lozanê ye ya ku di 1923`yan de hate mohrkirin. Ji ber ku li gorî peymana Lozanê nabe Tirkiyê sînorên xwe yên heyî derbas bike. Niha jî bi nêzîkbûna bidawînbûna dema peymana Lozanê re Erdogan hewl dide planên xwe pêk bîne. Ji aliyekî din ve divê neyê jibîrkirin ku Tirkiyê di sala 1998‘an bi rejîma Sûriyê re (Lihevkirina Edanayê) îmze kir, li gorî vê lihevkirinê mûdaxleya xwe ya di Sûriyê re rewa dike. Dagirkirina Efrînê jî encamên lihevkirineke di navbera Rûsya, Tirkiyê û Rejîma Sûriyê de bû, navarokê vê lihevkirinê ew bû têkiliyên di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de vegerin mîna berê û Tirkiyê li gorî lihevkirina Edanayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevbigire." 
 
'ERDOGAN JI BER DU SEDEMAN DUALÎ DILÎZE' 
 
Xelîl, bal kişand ser sekna Erdogan a dualî û wiha got: "Erdogan ji ber du sedeman li ser du têlan dilîze, yekem: Armancên xwe yên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, duyemîn: Kirîza xwe ya navxweyî derxîne, ji ber ku Erdodan di krîzeke mezin de ye, aboriya Tirkiyê têk çûye, têkiliyên wê yên bi Yekitiya Ewropayê re hema bêje têk çûye, hemû opozisyona hundirîn a Tirkiyê li dijî Erdogan bûne yek, parçebûn di nava partiya wî de çêbûye, damezrînerên AKP‘ê ji ber siyasetên Erdogan dest ji partiyê berdan. Erdogan ji bo ku van tiştên veşêre hewl dide êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, rexmî hemû hewldanên ku Rêveberiy Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Amerîkayê. Lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Tirkiyê de ya bi navbeynkariya Amerîkayê hemû planên Erdogan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê asteng kirin, daxuyaniyên dawî delîlê vê  yekê ye ku tê got, ev lihevkirin ji bo wî mîna xefkekê ye, lihevkirina çêbûyî nayê wateya ku xeter li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabûye.
 
'DI 16'Ê ÎLONÊ DE LI ENQERE XWESTIN LI SER KURDAN LI HEV BIKIN'
 
Xelîl, armanca civîna 16'ê ÎLonê ya li Enqereyê pêk hat jî bibîr xist û wiha lê zêde kir: "Civîna ku li Enqere di 16‘ê Îlonê de di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îran de pêk hatibû cewherê wê ew bû ku der bare herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kurdan de lihevkirinekê çêbikin, her wiha navaroka wê ku Tirkiyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike bêyî ku Îran û Rûsya dengê xwe derxînin. Di heman demê de rejîma Sûriyê û Ruhanî daxuyanî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk derxistin û ew bi terorê sûcdar kirin. Armanca Erdogan ji van hemûyan ew e ku di dema bi Trump re fişarê li Amerîkayê bike da ku  bihêle ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, rexmî ku Erdogan dizane ku wesyeta Îran  û Rûsya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine ne. Xeteriya êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyî hîna heye, divê em xwe nexapînin ku bi dawî bûye." 
 
'ARTÊŞA TIRK HÊZA XWE YA LI SER SÎNOR ZÊDE DIKE'
 
Xelîl, sewqîyata artêşa tirk a li ser sînor jî rexne kir û wiha pêde çû: "Ev mijar pir hesas e, artêşa Tirk hîna li ser sînor heye û hêza xwe zêdetir dike, Erdogan hîna ji gefan dixwe, balafirên Tirkiyê li ser asmanê herêmê digerin, divê em ji bîr nekin ku daxuyaniyên dawî yên Tirkiyê û Amerîka yên piştî ragihandina lihevkirina li navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, dibe ku Tirkiyê di kijan kêliyê de be daxuyanî bide û bêje ev lihevkirin bê encam e û êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Gava ku Hêzên Sûriyeya Demokartîk pê rabû ya vekişandinê û rûxandina baregehên li ser sînor ji tevahî cîhanê re eşkere dibe ku xeteriya wê  li ser Tirkiyê tine ye. Belê hin baregeh rûxandin, lê nayê wê wateyê ku em dest ji pergala xwe ya parastinê berdaye, divê cîhan nas bike ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di vê warî de gavên cidî avêtin û hemû bendên jê dihatin xwestin pêk anîn. Divê raya giştî ya cîhanê û Neteweyên Yekbûyî, di serî de Amerîkayê erka xwe bi cih bînin, ji ber me şerê DAIŞ‘ê kir û divê destûr nedin ku Tirkiyê êrîşî herêmê bike." 
 
'HER ÊRÎŞA LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYE BINPÊKIRINA QANÛNÊN NY'Ê YE' 
 
Aldar Xelîl, gefên Tirkiye yê li dijî herêmê jî nixxand û wiha berdewam kir: "Destpêkê her êrîşek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirineke ji mafê mirovan û qanûnên Neteweyên Yekbûyî ye, armanc jê dagirkirina herêmê ye, ev li gorî qanûn û pîvanên navdewletî nayê pejirandin, di heman demê de parçekirineke xaka Sûriyê ye û tevlêkirina li dewleteke din e. Dîsa jî dê jiyana civakî li herêma herî bi ewle li Sûriyê hilweşîne û ewlehî û aramiya di navbera hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de bixe metirsiyê. Wekî we bi bîr xist hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ û malbatên wan li cem rêveberiyê ne. Her êrîşek li ser herêmê hemû îhtîmalan li pêşiya xwe vedike, heger çete birevin dê xeteriyek mezin li ser cîhanê çêbibe." 
 
'NIHA CINAV MIRIRIYE'
 
Xelîl, aloziya li herêmê didome jî şirove kir û wiha pêde çû: "Du sedem hene, ya yekemîn heta niha biryara çareserkirina aloziyê nehatiye girtin, heta niha hêzên mezin ên têkildarî aloziyê yên ku berjewendiyên xwe di herêmê de dibînin biryara çareserkirinê nedane, ji ber ku di kûrkirina aloziyê de berjewendiyên xwe pêk tînin. Niha Cinêv mirî ye, dibêjin ku komîteya destûra Sûriyê hatiye avakirin û endamên komîteyê qanûn danîne, lê pêkanîna wê salên dirêj dixwaze. Sedema duyemîn û ya sereke ew e hêzên têkidarî çareserkirina aloziyê Sûriyê naxwazin xwediyên projeyên demokratîk tev li civînên çareserkirina aloziyê bikin, ji ber beşdarbûna hêzên demokratîk yên nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin dê çareseriyê peyda bikin û çareserkirina aloziyê di vî wextî de nakeve xizmeta berjewendiyên wan hêzan. Tirkiyê qet ne razî ye ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Kurd beşdarî prosesa destûrê bibin. Têkildarî komîteya destûrî, her destûra ku hemû pêkhateyan negire nav xwe, nûnertiya gelê Sûriyê nake." 
 
'DIVÊ PÊKHATEYÊN EREB, KURD, SURYAN Û KILDAN REFÊ XWE XURT BIKIN'
 
Aldar Xelîl, li ser yekîtiya gelan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: "Divê hemû pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan û Kildan refa xwe xurt bikin, li derdora Rêveberiya Xweser û pergala leşkerî kom bibin da ku sîstema xwe ya demokratîk û xwîna ku ji bo wê hetiya danîn biparêzin, her wiha di hemû waran de civakî, leşkerî û xizmetguzarî amade bin, li dijî her êrîşekê wekî şaneyeke bixebitin, xwe nespêrin hêzên derve, lê belê pişta xwe bidin pergala xwe ya parastinê û hêzên xweparastinê." 
 
 
 

Sernavên din

28/09/2019
10:10 97 roj in bi daxwaza darizandina adîl di greva birçîbûnê de ye
10:02 Foza Yusuf: Kurd li ku bin ew der bi hêz e
09:50 Çat ê Walîtiya Wanê konsera wî betal kir: Huner wê bêdeng nemîn e
09:29 Piştî wargehê dewrî Diyanetê kirin lêferzkirina ‘namûsê’ dest pê kir
09:26 Hevjîna Muşawirê Çapemeniyê yê Soylû bêyî biçe şaredariyê meaşê xwe digire
09:25 Mal û milkên qeyûm dewr kiribûn nedan
09:25 AYM ji bo kuştina 13 gundiyan got: Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin
09:24 Jîngeheke 10 hezar salî wê di bin avê de bimîne!
09:23 ‘Divê wekheviya zayendî ya civakî li dibistanan dersa mecbûrî be'
09:23 Rez û tiriyê Erdîşê hişk dibin
09:22 ‘Tundiya li jinê wekî meseleyek navmalî tê dîtin'
09:21 Ji Berçelanê ber bi Botanê ve rêwîtiya koçeran dest pê kir
09:21 Berdevka HDK'ê Koçyîgît: Tekane reçeteya rizgariyê yekîtî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2019'AN
27/09/2019
17:46 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:49 Der barê Yuksekdag de biryara berdewam girtinêdan
16:34 Doza Nisêbînê: Berpirsê rûxandina Nisêbînê dewlet e
16:32 ‘Ji bo kurdan hiqûqek cuda pêk tînin gelo?’
16:17 62 kesên ketibûn greva birçîbûnê hatin beratkirin
16:13 Antalya piştgirî da Amedê: Em li cem HDP’ê û kurdan e
16:01 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser Kur'anê
15:50 KCD û HDP'ê Umit Acar li ser gora wî ew bibîr anîn
15:40 TMMOB: Li şûna cihên kombûnê AVM û rezidans hatine çêkirin
15:10 Jina bi nexweşiya penceşêrê ya nexwest li ber avahiya HDP’ê rûne hat binçavkirin
14:50 Endamên DAKAP'ê tundiya li dijî jinê şermezar kir
14:45 Li Xîzanê jinek hat qetilkirin
14:43 TTB: Tayînkirina qeyûman cînayeta demokrasiyê ye
14:25 Qedexeya pirtûkan a li girtîgehan şermezar kirin
14:14 2 jê zerok 3 ciwanên kurd ên hatin linçkirin bi giranî birîndar bûn
14:14 Li Wanê Nobeta Demokrasiyê 40 roj li pey xwe hişt
13:55 Koma li pêş avahiya HDP'ê rawestiyane êrîşî HDP'ê kirin
13:40 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:29 Li Avcilarê ji bo 258 bînayan serlêdan hat kirin
13:28 Li Şemzînanê qeza pêk hat: Mirî û birîndar hene
13:16 Kûbîlay ji Erdogan re got: NY ne Studyoya A Haberê ye
12:39 Fîgen Yuksekdag: Ew 22 car jî min bidin girtin qey wê heqîqet biguhere gelo?
12:02 Pîrhevokên Kampûsê li 12 bajaran wê atolyeyên parastina çewherî vekin
12:01 Malbata Ceylan Onkol: Guh nadin me
11:56 Li Wanê du konser hatin qedexekirin
11:39 Doza Pirtûkxaneya Umutê hat taloqkirin
11:13 Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê piştî greva birçîbûnê zext zêde bûn
11:07 Doza der barê Kuştina Ceren Damar de dest pê kir
11:04 Pereyê merasîma şatafatî ji şaredariyê hat dayîn gelo?
10:37 Gelek girtî hatin sewqkirin
10:20 Iraq, dixwaze statuya Kurdistana Federe biguherîne: Tirkiye û Îran piştgiriyê dide Iraqê
09:52 Li Çînê beşa zimanê kurdî tê vekirin
09:19 Li gorî Walîtiya Amedê çalakiya li ber avahiya AKP'ê sûc e
09:18 Wê avahiya Sînemaya Yilmaz Guney di 2020'an de bê çêkirin
09:17 'Em cenazeyên xwe di romorka traktorê de dibin goristanê'
09:16 Serlêdanên atolyeyan ên Sînemaya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:15 Partiyên kurdan: Bi operasyonan dixwazin li 4 perçeyan serê Kurdan bitewînin
09:15 Dozger got, 'teserifa îdareyê ye' û serlêdana ji bo binpêkirina mafan red kir
09:14 ‘Paşeroja me di bin avê de ma'
09:13 Ne dengbêj derdbêj e
09:12 Li warê keleman cotkar hew dikarin çotkariyê bikin
09:11 Nebatên ewil ên payizê derketin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2019'AN
26/09/2019
18:30 Rojên Çand û Hunerê yên Farqînê dest pê dikin
17:09 Girtiyê nexweş Guler sewqî nexweşxaneyê kirin
16:18 Li Heskîfê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:33 Kaçmaz: AKP’ê di şîna kurê dayikê de durûtiya xwe da nîşandan
15:19 Serokê Giştî yê Kizilayê: Nekevin bînayên bi xesar
15:15 Biryara girtina Yuksekdag û Demirtaş îtîraz kirin: 5 salin îfadeya wan nehatiye girtin
15:10 Leşker di salona dadgehê de hewl da devê girtî Guner bigir e
14:46 'Em ê doza Fîgen bikin qadên tekoşînê'
14:31 Li pêşiya CHP'ê çalakiya greva birçîbûnê: Tenê ji bo jêbirina twîtê daketin xwarê
14:15 Li Stenbolê erdhej pêk hat
13:58 Nobeta Demokrasiyê li Derikê dewam kir: Em ê serî netewînin
13:46 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 39'an de berdewam kir
13:45 Balafirên şer ên TSK'ê gundên Zêwkê û Aliyêreş bombe kir: 2 welatî birîndar bûn
12:54 Şaredariya Êlihê pergala nû ya veguhêziyê da nasîn
12:44 Li Çewlikê zêdeyî 100 zarok bi jehrê ketin
12:44 Danişîna Erkul ve Kerem hat dîtin: Qeydên şaş ji dosyayê re hatiye şandin
12:16 Ekîba Jin Bihevre Bihêzin dest bi kampanyeya li dijî tundiyê kir
11:45 Dadgeha Bilind 475 sal cezayê girtîgehê yê li siyasetmedarên Kurd hat birîn erê kir
11:17 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:16 Weşanxaneya Sîtavê bi 25 pirtûkên nû ji fûarê re amade ye
10:56 Wê gund, erazî, mêrg, gor û bîranînên wan winda bibin!
10:52 Parêzerê Yuksekdag: Bêyî parastin biqede muteala xwest
10:31 Agahiya avahiya MHP’ê hat gulebarankirin derew derket
10:31 KCD: Biryara doza KCK'ê nîjadî û polîtîk e
09:53 Bîlgen: Hevserokatî nûnertiya nîvê dinyayê ye
09:45 6 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:44 Civaknas Sustam: Mekanîzmaya ku mafê hemwelatîbûnê nasnake heye
09:34 Walîtiyê dîmenên ku dozgeriyê piştî mehan xwest neşand
09:19 Daxwaza 'bila îdiayên ji bo îşkenceyê bên lêkolînkirin' bi hinceta wê dosye 'dirêj bibe' red kirin
09:18 Bi tena serê xwe toreke piştevaniyê çê kir
09:18 NÇM, 28 sal in hildiberîne
09:17 Weşanxaneyên kurd ên beşdarî pêşengehê dibin: Werin em li pirtûkên kurdî xwedî derkevin
09:16 Hinarên Pirsûsê bi tunebûnê re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2019'AN
25/09/2019
16:56 Gokkan: Em tacîz, tecawiz û tiryakê li her derê teşîr bikin
16:43 DÎSA-DER'ê 1'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:42 Li Wanê qedexe 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:42 Dîba Keskîn bi dirûşmên 'Jin jiyan azadî' pêşwazî kirin
15:41 Ûca: Berxwedana we pergala wan perçe kir
15:03 Polîsan 14 dayik bi lêdanê binçav kirin
14:34 Îmîr: We qeyûm tayînî avahiyê kir, lê hûn nikarin tayînî vîna gel bikin
14:14 Jina Ozbekî bi çeka parlamenterê AKP'î întihar kir
14:13 Jinên Rojavayî Yekitiya Jinên Kurdistanê ziyaret kirin