Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir

  • rojane
  • 17:09 16 Tîrmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê eskeran lêda wiha got: “Eskerê li min da, pişt re ji bo raporê bigirim min bir nexweşxaneyê. Ji bo bijîşk rapor nede min zext li ser bijîşk kirin. Nehiştin bijîşk raporek baş bide min.” 

 
Beriya çend rojan li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê eskeran li girtiyê nexweş Îdrîs Başaran dan. Malbata Başaran, ji bo îşkenceya li dijî lawê xwe eşkere bike li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Bila şideta li ser Îdrîsa Başaran pêk hatiye bi dawî bibe” daliqandin. Endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê Hatîce Onaran û bavê Başaran, Mehmet Emîn Başaran beşdarî civînê bûn. 
 
‘BINPÊKIRINA MAFAN DIDOME’ 
 
Mafparêz Hatîce Onaran daxuyanî da û diyar kir ku binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Bursayê ji du mehan carek dikeve rojevê û rêveberiya girt3igeh3e bi pêkanînên kêfî zextê li girtiyan dike û şidetê pêk tîne. Onaran got Başaran di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire û hem nexweşê epîlepsî ye hem jî nexweşîna dil pê re heye. Onaran anî ziman ku Îdrîs Başaran û 5 girtiyên li cem wî dema ji bo diran birine bijîşk îşkence li wan hatiye kirin. 
 
CENDERME: EZ KELEPÇEYAN VENAKIM 
 
Onaran nameya Başaran a bi rêya malbata xweş şand wiha parve kir: “Di 8’ê tîrmehê de min sewqî nexweşxaneya diranan a Şevket Yilmaz a li Bursayê kirin. Min û hevalên min Suleyman Saydan, Fehmî Yavuz, Hamdullah Acar, Metîn Çakir û Mehmet Şîpal sewqî nexweşxaneyê kirin. Hêj bêtehamuliyê li hepsê dest pê kir. Esker bi ser me ve hatin. Beriya em li rîngê siwar bibin eskeran got ‘Em di destpêkê de bêjin, ez destê we venakim, hûn werin nexweşxaneyê jî bêyî tiştek bê kirin em ê we paş de bînin’ û niyeta xwe diyar kirin. Li ser vê yekê em fetilîn û me got em naçin. Karmendê eleqedar hat got ‘ez ê bi midûr beg re biaxivim.’ Piştî demek kin karmend hat û got ‘em ê biçin nexweşxaneyê.’ Me birin nexweşxaneyê. Dema kar û barê nexweşxaneyê dihat kirin eskerê berpirs got ‘Ez ê destê we venekim, ez ê xweşbînî nîşanî we nedim.’ Bi gotinan êrîşî me kir. Tevî vê yekê me bersiv nedayê. Çimkî armanca me ew bû em bên dermankirin.
 
DIGOTIN ‘HÛNÊ BIKUJIN WAN NEDIN JIYÎN’ 
 
Li nexweşxaneyê ewil min birin û fîlmê min kişandin. Di kêliya me yê film bikişanda esker got ‘ez destê we venakim, hûn dixwazin qebûl bikin naxwazin jî nekin.’ Xwest dermankirina me asteng bike. Li ser vê yekê bêyî ez bêm dermankirin, min anîn ber odeya bijîşk. Di vê navberê de esker çû odeya bijîşk û got ‘Xoce ev ne mirov in, ji van mirov dernakeve û hwd.’ Bi van gotinan xwest rageşiyê derxe. Her çiqas karmendê bi me re hatibû digot ‘em ê her tiştî hel bikin jî’ lê çû cem bijîşk jî esker di wê kêliyê de got ‘Tevlî van nebin ev ne mirov in.’ Bi van nêzîkatiyan dermankirina me asteng kirin. Min jî li ser vê nêzîkatiyê got ‘Hûn dermankirina me asteng dikin, hûn xwe dixin şûna bijîşk.’ Çawa min wisa got, esker heqaret li min kir û got ‘Vî bibin. Hûn bêşeref in divê mirova we hemûyan parçe bike, her aliyê wî bişkînin, hûnê van bikujin divê nejîn.’ Di hundirê nexweşxaneyê de min dafdan. Destê min kelepçekirîbûn û di navbera du eskeran de heta ser derenceyê li min dan û xwestin min bikujin. Min xistin bin derenceyê ji bo ku kamera nebîne û li min dan. Piştî rapora min wergirt laşê min reş û şîn bû û şopên îşkenceyê hebûn. 
 
ESKERÊ LI MIN DA MIN JI BO RAPORÊ BIR NEXWEŞXANEYÊ 
 
Bi vî awayî heta ber rîngê heqaret û lêdanê dewam kir. Di hundirê rîngê de jî li min dan û heqaret li min kirin. Her çiqas hevalên min gotin ‘ew nexweşê epîlepsî û dil e’ jî lê qet guhdar nekirin û li min dan. Me got bila rayedar werin em ê bi wan re parve bikin. Eskerek got ‘rayedar jî û her tişt jî ez im.’ Bêyî me derman bikin li me didin û me vedigerînin. Ji bo raporê min birin nexweşxaneya dewletê. Eskerê serê sibê êrîş kir, ji bo raporê min bir nexweşxaneya dewletê. Piştî em gihîştin nexweşxaneyê. Bêyî bijîşk min bibîne û derman bike, esker çû gel bijîşk û hevdîtin pêk anî. Zext li ser bijîşk kirin û nehiştin ku bijîşk rapora lêdanê bide min. Dema min anîn qawîşa hepsê min nikaribû ji şûna xwe rabim. Tevî hemû nexweşînên min jî êrîşî min kirin. Di heman demê de ev daxwaznameya giliyê min a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ye jî.” 
 
‘JI BER ÎŞKENCEYÊ NIKARIBÛ LI SER PIYA BISEKINE’ 
 
Pişt re bavê Îdrîs Başaran, Mehmet Emîn Başaran jî da zanîn ku ew bi rêya parêzer fêr bûne ku eskeran li lawê wî daye û li ser vê yekê roja pêncşemê çûye hevdîtina lawê xwe. Başaran got: “Ji bo ez hûrguliyên bûyerê fêr bibim çûn hevdîtina girtî. Dema min lawê xwe dît ji ber îşkenceya lê hatibû kirin nikaribû li ser piya bisekine. Edalet ev e gelo? Li girtiyek nexweş ev îşkence tê kirin gelo? Ez ji jiyana lawê xwe bi fikar im. Tiştek were serê lawê min, rêveberiya girtîgehê, esker û wezareta dadê berpirsiyar in. Heqareta li kurê min hatiye kirin qebûl nakim. Ez derbarê rayedaran de dozdar im. Ez ê heta dawiyê bibim şopdarê doza xwe.” 

Sernavên din

17/07/2019
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin
09:28 SETA ‘Operasyona Pençe’ analîz kir: Divê TSK li Kurdistan a Federe bi cih bibe
09:27 Aboriya komunal ava dikin
09:26 Têmaya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'
09:25 Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin
09:25 Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in
09:24 Di nav salekê de sê caran hat kuştin!
09:23 Ji ber 'nepaqijiyê' cezayê pereyî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hat birîn
09:22 Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
15/07/2019
18:26 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan
17:02 Cenazeyê 4 HPG'iyan 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin
16:05 SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
16:04 Ciwanên HDP’yî sibê li Amedê şahiyek li dar dixin
15:59 Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên
14:46 2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
14:19 Ligel daxuyaniya ODTU ya dê ‘ber çavan re derbas bikin’ jî KYK ji bo destûrê serlêdan kir
13:53 Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê
13:06 Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin
13:01 Li Êlihê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
12:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas avakirina xwe îlan kir
11:19 Dema binçavkirina Hevşaredarê Qereyazi û encûmenên şaredariyê dirêj kirin
10:35 Bi biryara qeymeqam kampa zarokan girtin
10:00 Cezayê hucreyê li Kotan ê di greva birçîbûnê de ket 43 kîloyan birîn
09:25 2 hezar gurzê giha şewitî
09:24 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
09:01 ‘Biryara ÛNESCO ya ji bo Sûrê dayî biryarek dereng mayî ye’
09:00 Ozsoy: Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2019'AN
14/07/2019
20:32 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de winda bû hat dîtin
19:54 Di pevçûna li Colemêrgê rû da 3 leşker mirin
19:09 Ciwanê ket Çemê Dîcle winda bû
17:53 Ji Heskîfê bang kirin: Heskîf li cihê xwe xweşe
17:37 Xwendekarên ODTU li dijî talankirina Kavaklikê meşiyan
16:48 Dolmîşa rêwiya qulipî: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
16:41 Ji bo Heskîfê xwe avêtin Bahra Marmarayê
15:44 Koçyîgît: Ocalan amade ye, divê dewlet gavan bavêje
15:29 Hatimogullari: Ger em xwe birêxistin nekin emê winda bikin
14:33 Rojnameger Kanbal wê sibê îfadeya wî bigirin
14:32 Cenazeyê ciwanê ku şandin ser întîharê 2 meh şûndê dîtin
14:24 Guven bang li Barzanî kir: Divê axa pîroz ji Tirkiyeyê re neyê vekirin
13:26 Li Endonezyayê erdheja hêza wê 7.3 pêl rûda
12:59 14'ê Tîrmehê li Wanê hat bibîranîn
12:58 Şaredarî kirin qereqol
12:47 HDP'ê ji bo 14 Tîrmehê daxuyanî da: Girtîgeha Amedê li benda rastiyê ye
12:27 Operasyona leşkerî li Pîranê dest pê kir
11:14 Cenazeyê zarokên di bendavê de winda bûn hatin dîtin
10:29 Hevalê Kiliç ê kawîşê Îrfan Kiliç vegot
10:28 Li Wanê jinek din jî bi şik û guman jiyana xwe ji dest da
09:54 Agahî ji 3 zarokên ketin bendavê nayê girtin
09:54 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên KCD’ê kir
09:32 Li Zozanên Çewlikê di demsala havînê de bihar
09:06 Astengiya li ber çûyîna Îmraliyê rabû, lê vê carê jî astengiyeke kêfî ket dewrê
09:05 Eren Keskîn: Ji bo îktîdarê AKP û 'dewleta kûr' li hev kirin
09:04 Ji bo dev ji hevjînê xwe berde wê serî li AYM'ê bide
09:03 'Jiyana li gund aramiyeke pir xweşik li min peyda dike'
09:01 Nav û tahma nanê Çewligê heta Ewropayan jî çûye
09:00 Çelebî: Em ê tim bipirsin, lêpirsînê bikin û rexne bikin
09:00 Cotkarên fasûleyan: Ne em, komîsyonvan qezenc dikin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2019'AN
13/07/2019
19:21 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat binçavkirin
17:37 HDP: Hêj jî ji bo Heskîfê ne dereng e
16:47 Li ser komkujiya Zîlanê axivîn
16:11 Li Dersimê malbata ku gef lê hat xwarin serî li dozgeriyê da
15:35 Iraq jî beşdarî operasyona TSK’ê ya li Kurdistana Federe dibe
15:34 'Bijîjk jî tevlî polîtîkaya paşguhkirina girtiyên nexweş bûn'
15:11 Çalakgerên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
14:44 33 sal in mafê mirovan diparêze
14:21 Morning Star: Girtina Aykol êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji daxwaza adaletê bernedin
14:02 Di çalakiyên Xizmên Windayan de bertek nîşanî operasyonan dan
13:29 Li ODTU'yê meş: Kok banga berxwedanê dikin
12:05 HDP'a Amedê banga tevlêbûna mîtînga ‘Li dijî şer çareseriya demokratîk" kir
11:54 Zarokên di keştiyê de rastî tacîzê hatin ji ber polîs nehatin glî nekirin
11:45 Qaymeqamiya Heskîfê têketina Çemê Dîcleyê girêdayî destûrê kir
11:30 37 salên Girtîgeha Amedê û greva birçîbûnê