AMED - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP), têkildarî rapora SETA daxuyanî da û diyar kir ku rapora SETA weşandiye mijara sûc e û got "Em carek din diyar dikin ku emê li gel hempîşeyên
xwe bin. Rojnameger ne bi tenê ne."
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP), têkildarî rapora SETA ya "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku rapora SETA weşandiye mijara sûc e. Platforma Mezopotamya, di daxuyaniyê de anî ziman ku carek din diyar dikin ku wê li gel hempîşeyên xwe bin we bin. MKGP di daxuyaniyê de wiha got: “Bi vê raporê saziyên çapemeniyê û rojnamegeran dikin hedef. Herî dawî Vakfa Lêkolîna Civakî, Aborî û Siyasetê (SETA) bi rapora "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" de weşand. Rapor ji lêkolîn û lêgerînê dûr e. Tenê li ser parvekirinên rojnamegerên li ser înternetê şirove kirine û bi vê yekê rojnamegeran deq dikin. Armanca vê yekê ya bingehîn hem rojnamegeran û hem jî saziyên ku rojnameger lê dixebitin deq bike û reş bike. Dixwaze rojnameger û saziyên çapememiyê bikin hedef. Ji bo me ev yek mijara sûc e. Ji bo mudaxaleya rojnameger û çapemeniyê zemînekê ava dikin. Dixwazin rojnamger û saziyên çaemeniyê têxin bin zextan. Ev yek pirsa "Êv amadekarî û plankirina çiye?" tîne aqilê me."
Platformê da zanîn ku weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya vê rapora SETA ya zext û gefên li dijî çapemeniyê û rojnamegeran armanc dike qebûl nakin û got: "Em carek din diyar dikin ku emê li gel hempîşeyên
xwe bin. Rojnameger ne bi tenê ne."