ENQERE - Aycan Kaya û Mikail Ugan ku 144 rojin li xizmên xwe yên hatin windakirin digerin, bang li rayedarên dewlete kirin ku demek berî demekê der barê windakirina xizmên wan de agahî bidin û gotin: "Ger ku em dewleta hiqûqê ne, wê demê çima ev yek bi serê me de tê."
Li Taxa Çemlîk a Navçeya Altındag a Enqereyê Yasin Ugan û Ozgur Kaya di 13'ê Sibatê de hatin revandin. Malbatê îdîa kir ku xizmên wan ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û carek din agahî ji wan nehatiye girtin. Xizmên Kaya û Ugan diyar kirin ku 144 rojin agahî ji Yasîn û Ozgur nagirin. Birayê Ungan Mikaîl Ugan û Hevjîna Kaya Aycan Kaya, piştî windahiya xizmên xwe li taxa Çemlikê lêkolîn kirin. Ugan û Kaya, diyar kirin ku piştî li taxê lêkolîn kirin şahidê bûyerê hene û wiha gotin: “Li gorî agahiyên şahidên taxê Ozgur Kaya û Yasin Ugan di 13'ê Sibatê de ji aliyê polîsan ve hatin revandin. Şahidan anîn ziman ku polisan poşetên reş xistin serê wan û destê wan li pişt wan girêdan û ew revandin. Şahidan destnîşan kirin ku di saetên nîvra de komek zêde ya polîsan bi ser malê de girtin û ketin û derketina taxê girtin. Li nasnameya welatiyan nerîn. Li pişta tevan ‘TEM’ hebû. Di destê wan de çek hebûn. Saet di 15-16'an de binçavkirin û li dolmîşek spî suyar kirin û birin.
Ugan û Kaya anîn ziman ku piştî bûyerê serî li hemû rayedar û saziyên fermî yên dewletê dan, lê heta niha tu encam negirtine. Malbatan di 16'ê Sibatê de seri li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan. Di heman Rojê de serî li Saziya Venêrtinê ya Meclîsê dan. Kaya û Ugan, anîn ziman ku piştre serî li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, Baroya Enqereyê, Yekîtiya Baroyên Tirkiye (TBB) dan. Malbatan destnîşan kirin ku li hemû saziyan dan û tenê Navenda Giştî ya ÎHD'ê bersîv da wan.
Malbatan piştî hemû serlêdanan di 5'ê Adarê de li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) ya xalên 2,3 û 5'an, seri li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dan. DMME di 25'ê Adarê de der barê bûyerê de pirs ji Tirkiye re şandin. DMME ku pirs ji hikûmeta Tirkiye re şandin hêj nehatine bersivandin.
Malbatan herî dawî di 17'ê Hezîranê de serî li MAZLUMDER, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiye û Saziya Wekheviya Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHEK) dan. TİHEK'ê di 20'ê Heziranê de diyar kir ku ji ber mijar bûye meseleya darazê nikarin der barê mijarê de tu tişti bikin.
DOZGER GUHDAR NEKIR
Aycan Kaya jî anî ziman ku hevjînê wê Ozkur Kaya ji aliyê polîsan ve hatiye revandin û wiha got: "Me xwediyê mala ku hevjînê min lê hat revandin bir dozgeriyê. Lê dozger li xwediyê malê guhdar nekir. Gotin emê piştre bang li we bikin. Lê heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Sûcê hevjînê min çibû. Ger ku sûcekî wî hebe bila derxin pêşberî dadgehê. Çima vê yekê li me dikin. Ger ku em dewleta hiqûqê ne çima em vê yekê dijîn. Em daxwazin di nava nediyariyê de bijîn."
‘BIRAYÊ MIN LI KU YE?
Birayê Yasîn Ugan Mikaîl Ugan jî anî ziman ku serî li hemû deriyan dan û wiha got: "Heta niha dozger tu bersîv nedaye me. Li tu kesî guhdar nekiriye û lêkolîn nekirine. Li dimenên MOBESE yên taxê jî demaşe nekirine. Rayedarên dewletê serlêdanên me li ber çavan nagirin. Em dixwazin rayedarên dewletê di demek nêzîk de bersîvê bidin me. Birayê min li kuye em dixwazin fêr bibin."
MA / Berivan Altan – Zemo Aggoz